ZILAR BÎLMEZ
Însanetiyeke ku nekariye jiyana xwe biwate bike tê wateya ku ji însanetî, ji civakbûyînê derketiye
Destpêkirina însanetiya însan, bi pêşxistina dinya xwe ya biwate ve destpêdike. Tevlîhevbûna serî ya destpêkê û lêgerîna wate ya destpêkê dibe ku rê ji têkiliya însanî û civakî ya di navbera dayîka ku dize û zaroka ku zayiye re vekirîye. Hebûneke ku derveyî xwe bi salên dirêj xwedî li hebûneke din derketin, xwedîkirin, parastin, mezinkirin tê wateya têkiliyeke civakî. Têkiliya civakî rê ji empatî û sempatî re vedike. Rê ji heskirin û hestê bêrîkirin, mînetartî, bawerî û ewletiyê re vedike. Di têkiliyên sosyal ya destpêkê de her ku ev derdikevin holê gengaz e ku hest, hîs û pêhesiyên ku beramberê vê ne jî derketibe holê. Weke tirs, diltirsî, bêbawerî. Însan; bi vê awayî aliyekê di lêgerîna wate barkirina hebûna xwe û ya hev de ye, di aliyê din de her di nav hewldana wate barkirina tiştên ku li derdora wê diqewime de bûye. Her xwestiye wate barî tava ku carek xuya dike carek winda dibe, heyv, agirê ku germ û sar dibe, ava ku dicoşe û disekine re bike. Ev wateyên ku bar kiriye rê ji carna coşbûn û carna jî tirsbûna wê re vekiriye. Her dilopê wateya ku destxistiye adeta bi torenekî bi şolenekî îlanî gerdûna kudi nav de jiyan kiriye dike, mal kiriye, pîrozî kiriye.
Însan, bi her wate barkirina çalakiyên jiyanî ya ku bi xwe pêşxistiye re civakî bûye. Civak wateyên hevpar barî çalakiyên xwe kiriye. Lewra pîroziyên civakê, ne tenê keşfên veguhastî yê ku hinekan kirine û weke rastiyekê disepîne civakê ye. Ev pîroziyên destpêkê, ji ezman jî daneketine. Bi temamî wateyên ku civak biçavdêrî û ketina pey şopa jiyana xwe re encamên hevpar ku gihîştine û wateyên hevpar ku barkirine ne. Ger wisa nebe, di zanîna gerdûna roja me ya îro de derheqê tevgera tavê de ruxmê tiştên ku net têne zanîn, civak hê jî dikarîbû bibêje ‘tav her sibe hiltê her êvar jî diçe ava’ û li serdejî dikarîbû jime hemûyan re jî vê tiştê bide gotin?
Naxwe civak buyîn tişteke wisa ye ku, li şûna însanê zanist çi dibêje, girîngî dide qinyata xwe çi ye. Li gorî vê lêkolîn-analîzên ku zanistên roja me ya îro çêkirine di jiyana wê/wî de tiştek naguherîne. Naxwa pêwîstî bi zanîna wê, fêrbûna wê û li gorî wê jiyankirinê nahese. Mînak jineke kudi gundê xwe de bax û bexçê xwe av dide ji bo ku jiyana xwe bidomîne pêwîstiya wê bi zanîna bîrkarîya (matematik) modern nîne. Li gorî wê ji bo jiyana wê berdewam bike pêwîstî bi matematîkê nîne. Lê belê heman jin, ji bo jiyana xwe bidomîne; dizane ku pêwîstiya wê bi zanîna şixulîna ax, av, tav û xwezayê heye û dizane ku însan ji bo vê mecbûre. Dizane ku jiyan ji van diherike. Lê însanê roja me ya îro ên modern êdî ji van qut bûye. Ji zanîna xwezaya ku ji bo jiyanê pêdivî ye qutbûye. Ji gund, ji cotkariyê qutbûye. Di vê astê de ji hev qutbûna civaka gund û civaka bajêr rê ji kendaleke civakî ya tirsnak re vekiriye. Hâlbûkî,civaka gund dikare bêbajêr jiyan bike lê civaka bajêr bêyî civaka gund qet nikare jiyan bike. Nikare xwe xwedî bike, debara xwe bike. Civaka gund çavkaniya xwetêrkirina civaka bajêr e. Civaka gund, adeta weke dayîka civaka bajêr e. Lê civaka bajêr vê wateyê nade civaka gund. Berovajî biçûk dibîne, weke civaka cahîl ku ti tişt nizane dibîne. Ev jî nêrîna ku zanista modern pêşxistiye ve girêdayî ye. Ango hêza zanistê heye ku civakê beralîkirin (yönlendirme) bike. Ya rastirîn hêza wate, cîhana wate heye ku alî bide civakê. Û di pêşketina civakan de ya ku esase, diyarkere hêza wate ye. Naxwa civakên ku wateya xwe nekarîne biafirînin civakên ku vîna xwe destnexistine, nebûne hêz û hatine mistandin in. Civakên bihêz û bivîn, civakên ku wateya xwe pêkanîne ne. An jî demên herî bihêz û herî bivîn ya civakekê, demên ku herî zêde wateya xwe afirandine ye. Ji ber ku civak li derdora wateyên xwe kêlin(kenetlenme) dibin û jiyana xwe didomînin. Wate, weke xerceke ku civakê pevdigihîjîne ye. Weke cewî (tutkal)ye. Ger watebûyîna hevpar ya civakekê hilweşe, ew civak ji belavbûn, ji perçebûyînê nekare rizgar bibe. Lê civakekê hun belavî her cihên cîhanê jî bikin, ger ji watebûyîna xwe hilweşandinekê jiyan nekiribe, ger belave jî be dê bikaribe xwe li ser piyan bigire. Ji bo vê civaka Yahûdî mînaka herî mezine. Belavî her cihên dinyayê bûne lê ruxmî vê li derdora watebûna xwe, li derdora felsefeya baweriya xwe pir bihêz disekinin.
Modernîteya hakim ya di roja me ya îro de ku sermayeya zilam û tekelê îktîdar teşe daye, hema hema hemû wateyên ku civak dike civak dixwaze bikuje. Bêwatebûn û bêfelsefebûnê ferzî civakê dike û dixwaze vê tiştî li hemû cihên dinyayê bide rûniştandin. Her tiştî dadixe jiyana madî. Dadixe camidiyê (nesnelliğe).Lê em dê ji dinyaya ku ne camid re bêjin çi. Rûyê naye dîtin ya camida ku tê dîtin gelo tişteke ku aliyê wê yê naye dîtin ma nîne? Gelo tiştekî weke wêdetirê camid, wêdetirê beden, wêdetirê fizîk ma nîne? Însana yekem bi destpelkî (el yordamı) be jî bersiva xwe ji bo vê pir diyar daye, gotiye ‘heye’ û li gorî xwe şîrove kiriye, wate daye. Biqasî ku wate barkiriye şîrove kiriye, di nav hewldanekî de bûye. Bêwate jiyan nekiriye. Demekî ya ku jiyan heyî dike û civakî dike, aliyê wê ya wate ye. Ji roja destpêkê ya civakbûnê ve ev wisa pêşketiye. Wateya xwedayîtî ya ku barî bûyera zayînê dike, taybetmendiyên afirînerî, nêrandin, xwedîkirin, perwerdekirin, jiyanê dayîna berdewamkirin ya ku wesfê dayîkî tê de dide rûniştandin dîsa xwedayîtî lê bar kirin tişteke wisa ye. Wate, bawerî û pîroztî di nav polemîka oltî û laîktî de fetisiye, kirine ku neyê dîtin. Însan; hebûneke ku taybetmendiya wê derî madde jî heye ye. Erê bedenek, fizîkeke wê/wî jî heye lê belê însan hebûneke ku tenê ji beden û fizîkê ye jî nîne. Di wêdetira bedenê de, Însan hebûneke ku aliyên wê yê derîfizîkê (metafizik) heye ye. Feraseta zanisteke nû divê bi naskirina taybetmendiyên metafîzîk ya însan û civakê re, lêkolîna însan û civakê bike. Heta dibe ku ne tenê însan û civakê, xwezayê jî weke hebûnek bi jîrekî û bisehekî, îxtîmalê ku aliyên metafizîk di wê de jî hebe bifikire û lêkolîn bike. Teknîka kuantum vêna derxistiye ortê. Mînakmolekulên di nav avê de rewşa ruhê însanên ku wê di avê de temaşe dikin çawa pê dihese û ji wê bandor dibe dîtin, adeta dixe şaşwaziyê.Mînakên ku dişibine vêna hatine çavdêrîkirin bêguman navkirina ‘hebûna nezindî’ ji holê radike.Naxwa wî çaxî hemû xweza hevdû dikarin hisbikin.Hevdû dikarin hîs bikin û dema ku tê çavdêrîkirinjî vêna têdigihîje. Çawa ku nekarin beyî hev jiyan bikin, hevdû bandor jî dikin. Naxwavi çaxî hemû tiştên di xwezayê de zindî ne û her tişt di nav rajêrîtiyeke (bağımlılık)beramber didome.
Qinyat, hişmendî û baweriya zindîbûna xwezayê di însana destpêkê de hebû. Çawa dibe ku însana destpêkê ku modernîte ji bo wê dibêje hoveber e, tu tiştî nizanevê zanyarîyê dizane, insanê sedsala 21. Hê jî di vê de bigumane.Hê jî nikare vêna îsbat bike.Bêguman em dê di vê de niyeta nebaş ya modernîteya kapitalîst ku sermayeya zilam û tekedestiyê îktîdar e bigerin. Her çiqaszanyariya zindîbûna xwezayê heqîqeteke gerdûnî ku hatiye isbatkirin be, bûyîna hebûneke metafîzîk ya însan jî, ewqasî heqîqet dagirtîye. Ger sosyolojî jî şaxeke zanist ku têkiliyên însan lêkolîn dike be, naxwa neçare ku ji vê re qinyat bîne. Pêwîste aliyên însan ên nayên dîtin bike ku were dîtin û hewl bide ku fêm bike, çareser bike. Neçare ku bawerî, exlaq, nirx, dab û nêrît, zagonên jiyana civakî ya rûniştî biwate bike û çareser bike. Dibe ku hemû tiştên ku rast in, heqîkat in weke camid îsbatkirin gengaz nebe. Naxwa vî çaxî, ti tiştên ku weke camid rastiya wê nehatibe isbatkirin lê belê rast e ma nine?Bêguman heye.Mînak ti disîplîna zanistê mijara eşqê, hestê eşqê (ne tenê eşqa di navber jin-zilam ku tê zanîn, eşqa zanînê, eşqa xwezayê, eşqa îlahî û hwd.) nekariye çareser bike. Ji ber ku nekarîye çareser bike ma wê tune were hesibandin. Bêguman çima ku zanist nekarîye çareser bike ev hestê muhteşem ku di jiyanê de ruh dide avakirin nabe ku tune were hesibandin. Tune were hesibandin jîev hest hebûna xwe ê berdewam bike. An jî heman hestên din jî wisa ye. Hîs û hestên girêdayî manewiyata însan ku weke hezkirin, kêfxweşî, dilgeşî, coş, êş, xemgînî, hêrs, nifrîn û hwd. Ji ber ku bi çav nayin dîtin, ji ber ku nazîvirin made ma divê tune werin hesibandin. Hun tune bihesibînin jî ew her kêlî hebûna xwe didomînin. Ew kesên îdîa dikin ku manewiyata însan tuneye jî dibe ku baweriya xwe pir jî ji vê re neanîbin. Mînak avakerê pozîtîvîzmê Auguste Comte jî ber bi dawiya emrê xwe ve dest bi mijûlbûna cîhana hest ya di însan de dike, dest bi axaftin û nîqaşên van dike. Dest bi fikirandin û lêpirsîna eşqê, rûyê din ya wateyê, rûyê din ya eqlê dike. Lê belê di encam destxistina vê mijarê de emrê wî têrê nake. Tu kesên ku ji Comte behs dikin, ev rastiya ku tilsima kêm mabû ku destbixe naneqşîne, behs nake.Ji ber kupir zêde jî kêrî zanistîtiya (bilimcilik) modern û zanistan naye.Ji ber girêdanbûna nepeniyên jiyanê yên veşartî mane û însan û civaka ku bi jiyanê re bi nepeniyan ve tijî ne ji hev nehatîye derxistin, weke wateyî, felsefî dîsa weke metodolojîkî zanista pozîtîvîst ji ber ku xwe sînordar dike, xwe hepsî asoyî teng dike, adeta ji ber ku weke tu dibêqey oleke nû ye dogmatîk digire,ev di heman demî de nekêrhatiyeke jî. Bi vê ferasetê re, bi vê asoya teng re, teyisîna wî metodolojiyê teng û dogmatîk re, ji xwe tu caran jî dibe ku nekaribe jihev derxe û îsbat bike jî. Lê belê zêdebûna hest û manewiyata ku însan dike însan û dinyaya wateyîtiyê ku ev tişt rê jê re vekiriye, heta ku însan hebe ruxmî feraseta zanistê modern yê heyî wê hebûna xwe di rastiya civakî de her bidomîne. Înkar kirin, tune hesibandin, ti carî wê nekarîbe wêna tune bike.
Felsefeya zanisteke nû ku jinê digire navenda xwe, dibe ku di zanista civakî de rê ji pêşketina şoreşî re veke
Di orta demeke ku hema hema nîvê dinyayê neçar mane di sînorên birçîbûn, xizantiyê de jiyan bikin, bimirinî hezaran însan xwe li rêyên koçberiyê dane, îktîdara netew-dewletê navendî û sermayeyê ku li ser civakê aloz li ser alozê vedikin de, weke jin ji bo pêşxistina zanista xwe nîqaşkirina me rê hem ji şaşmayîn û hem jî rê ji hêvî û bendewariyeke cidî re vekiriye. Her derketineke nû ku di rêya zanista civakî de gav davêje, di civakê de ji van cure şaşbûn, hêvî û bendewariyan re rê vekiriye.Derketina mîtolojiyên ku halê destpêka zanistên civakî, piştî wê derketina olên yek xwedayî û felsefe dîsa herî dawî derketina zanistên pozîtîf di dîroka civakî de bûne donum noktayên bingehîn ya pêşketina hêviyên wisa. Ji ber ku ev hemû donum noktayan, di feraset û jiyana civakê de bûne derketinên ku rê ji veguhertinên girîng re vekiriye. Her yek di civaka demên xwe de bi îdaya çareserî dîtina ji pirsgirêkên ku têne jiyankirin ve derketine holê. Lê gelemperî pirsgirêkên ku li pêşiya civakê sekinîne nekarîne ji kokê çareser bikin, hêza wan têrî çareserkirinê nekiriye an jî ketine dest sermaye û îktîdarê. Ji yek sedemên vê ya esasî di nav lêgerîna ji hemû pirsgirêkên civakê re çareserî dîtin, lê belê ji pirsgirêka jinê re çareseriyeke pir bikokî armanc nekirina wan e. Tu tevgereke civakî an jî lêgerîna zanistê civakî ger pirsgirêka jinê ku pirsgirêka di katmana herî dîp ya civakê de ye re çareserkirinê nexin destpêka bernameya xwe an jî nexin navenda xwe, tu carî di armanc û hedefên ku xistine pêşiya xwe de dê serkeftî nebin.
Tenê jin di dîrok û civaka çar hezar- pênc hezar salên dawî ya însanetiyê de, di her aliyê de tune hatiye hesibandin. Hebûna wê tenê weke biyolojîk û fîzyolojîk hatiye qebûlkirin. Weke eql û hiş, weke ruh û raman jin tune hatiye hesibandin. Ji rewşa ya di civakê de biryar dide, ya nifşê civakê dide berdewamkirin, ya qanûnê civakê çêdike xistine rewşa milk û tiştê zilam. Bi Rojava bi Rojhilat ve li hemû cihên dinyayê de muameleya tişt li jinê hatiye kirin. Ji kîjan kokê qewmî be, ji kîjan netewî bibe bila bibe hema hema yek mijara ku hemû zilamên dinyayê li ser di heman fikrî de ne, mijara jinê di mijara milk û tişt de dîtin e. Di çaxa modernîteya capitalist ku rê ji şerên mezin yê berjewendiyên ezezî û grûpçû jî, yek mijara ku zilam li ser lihev dike û hevpar dibe, jinê weke eşyayekî bikaranîn û milkkirine. Yek mêtingehê hevpar ku zilam li ser hevkarî dike jin e.
Lewma bi hezaran salan civak bi tena serêxwe meşiyaye. Aliyeke eqlê civakî, ramanê civakî derveyî dewrê hatiye hiştin. Însanetî seqet meşiyaye, yek alî meşiyaye. Ji ber ku bi yek dengî, yek rengî hatiye sînordarkirin adeta jiyaneke bi felç domiye. Adeta bûye xwedî meşeke kor-kulek. Ya herî girîng jî felca ramanî kudi roja me ya îro de derbas dike ye. Akil tutulmasiya ku pê hatiye girtine. Dinyaya ku însan lê jiyan dike bi destên xwe, bi eqlê xwe zîvirandina zindanekî, cehennemekî, dawiya xwe bi destên xwe anîn, rewşa felceke mejiyê, rewşeke akil tutulmasi ye. Sedema vê zilam bi hezaran sale hemû qadên jiyana civakî jina ku wî zayiye jî tê de, xistina destên xwe ye. Di qadên jiyana ku zilamê serdest kiriye destên xwe de jiyan, di bin xeteriyên mezin re domiye. Ji ber ku di zilam de fikara berdewamiya jiyanê, li gorî pratîka hakîm ya hezar salan seransere. Têkiliya zilam bi jiyanê re weke mijareke nû ya zanistê civakî girînge were lêkolînkirin. Zilam, di mijara jiyanê de li şûna ku hilberînker be û afirînerker be, mezêxer(tüketici) û seranser xuya dike. Li şûna afirandina jiyanê, mezinkirina jiyanê û bidomîkirina jiyanî jiyanê teng dike, biçûk dike heta ji bo hinekên din di çalakî û lebatî ji holê rakirinê bûyînê de li pêş e. Bi zimaneke vekirîtir, lebatî mirin û kuştinê hemû dîrokê de ji aliyê zilam ve hatiye xebitandin. Mixabin karên şer û hilweşandina zilam pêşxistiye. Tişteke weke şerên ku di dîrokê de jin derxistine nîne. Çîrokeke weke talanên ku jinan kirine nehatiye bihîstin. Demekî zilamtiya hakîm, destavêtina jiyanê de, di qetilkirina jiyanê de pir jî fedî nake. Jiyana yeke din, di çavên wî de wisa tê dîtin ku pir erzan û rehet dikare were tefandin. Di vê mijarê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku him di aliyê zanistê ziman de û him jî di aliyê civakî de, derheqê vê mijarê de beyî ku ez derheqê vê mijarê de dahurandinên hiş hişyar dike nedim bihîstin derbas nabim. Dibêje, ‘jin jiyanê, mêr mirinê sîmge dike’. Di zimanê Kurdî de peyvên ‘jin’ û ‘jîn’ an jî ‘jiyan’ ji van peyvana ya destpêkê tê wateya jin ya duyemîn jî tê wateya jiyan. Peyvên ‘Mêr’ û ‘mir’ peyva destpêkê zilam, ya duyemîn jî mirine. Lewra weke eynîbûna jin û jiyan kudi zimanê Kurdî de rûniştiye eynîbûna mêr û mirin jî mijara gotinê ye. Ev kirp (vurgu) û sîmgeyên kudi zimanekê de bi cih bûye, qodên zihnî û kodên çandî ya civakên ku vê zimanê bikar tînin jî dihewîne. Di vê wateyê de analîz û dahurandinên girîng in. Dibe kudi zimanê hemû gelan de bi lêkolînkirina têgeh û peyvên ku hinek hucreyê kok dikare werin hesibandin jî, derheqê mijarê de dikare bigihîje hinek deran. Ev jî rêbaza lêkolîneke.
DEWAM DIKE…..
Di Zanistê Civakî De Wek Cihêrengbûna Hişmendî; Jineolojî
2020-12-16
civakbûn
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET