2020-10-20 cinsiyetparêz

PERSPEKTÎFÊ ABDULLAH OCALAN

Ewrên ji mijê yên bi destê mirov li dora jinê hatine çêkirin, divê ji hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya aya lezgîn a civakî ye. Ez divê eşkere diyar bikim ku analîzên cinsiyetparêz ên civakî, pozitîvîst dibînim. Ez yeqîn nakim ku em karibin bi nêzîkatiyên objektîv ên seresere û çor jinê analîz û çareser bikin. Nexasim em bi şîfreyên koletiyê yên dawerivandine hinavê jinê nizanin. Ez yeqîn dikim ku pirr zêde bi zêhniyeta fallûs-vajînayê hatiye kirin û ev zêhniyet qabîliyetên din ên mirovî xirab dike. Di vê babetê de nûqteya balê dikişîne ew e, di cîhana nebat û heywanan hemûyan de diyardeya têkiliya cinsî ya şêwe, dem û fonksiyona xwe ya diyar heye, li cem cinsê mirov ev şêwe, dem û fonksiyon ketiye rewşekê ku zêde hatiye dejenerekirin. Ji sedî sed diyar e ku çavkaniya dejenerebûnê civakî ye. Ya rastî, mirov dikare bibêje; bi derketin û giştîbûna pirsgirêka civakî (zordestî û mêtinkarî) bi pêş ketiye. Ji ber ku civaka dayikê ji her alî ve ji hev hatiye xistin, pirsgirêka jinê pirsgirêka sereke ya civakê ye. Ji bo terîfeke rast, bi vî awayî destnîşankirina pirsgirêkê hewce ye.

Di çanda civakî ya Rojhilata Navîn de bi belge û delîlên xûrt pişt-rast bûye ku nîzama dayikê pêk hatiye. Piştî vê nîzama bavikanî (ji salên 5000 B.Z. ve her bi pêş ketiye) ceribandina sîstema îstîsmar û zordestiya pêşî îfade dike. Şoreşeke bi kok a li dijî jinê ye. Mal û zarok dikevin bin serweriya mêr ango saziya bavtiyê. Ji ber ku rê li nîzama mûhafezekarî, zordestî û îstîsmarkariyê vedike zêdetir dij-şoreş e. Wer xûya ye ku bûyîna xwediyê gelek zarokan nîzama pêşî ya mal e. Çiqasî zarok zêde bibin hêz, mal û milkiyet jî ewqasî zêde dibin. Têkiliya bavikantî û xanedantiyê bi milkiyetê re eşkere ye. Xanedantî saziya malbatê ya herî berfireh e; ji klanê mezintir e, hay ji xwe çêbûye û milk nas kiriye. Şêweyê pêşî yê baviktiyê ye. Bi paş-veketina xwedantiya jinê li ser mal û zarokan re parelel dimeşe. Çanda dayik-xwedawendê şûna xwe ji çanda qral-xwedayên zilam re dihêle. Di çanda Sûmeran de mirov van bûyeran bi awayekî balkêş dikare bibîne. Tevahiya dîroka şaristaniyê zewac û saziya mal-batê di bin bandora modela xanedantiyê de bi pêş dikeve. Ji ber ku xanedantî weke yekdestdariya desthilatdariyê û îdeolojiya mêrê serwer hat qebûlkirin an jî dan qebûlkirin, zewacên serdest neçar man otorîteya bav nas bikin. Bi kurtî yên hatine avakirin ne xwezayî ne, belê nîzamên mîkro yên otorîter û îstîsmarkar in.

Beriya ku derbasbûna civaka çînî ya dewletparêz pêk were, em dibînin ku li ser jinê hiyerarşiyek hişk ê deshiladariya zilam (bavikanî) bi sazî dibe. Ji bo ûşta (hêcet) deshiladariya zilam serî li pir vegotinên mîtolojî û dînî dane. Destana İnanna ya xwedawenda Ûrûkê, biriqîna vê pêvajoyê ye. Ji xudawenda dayika pîroz û xwezaya kevin re berî kirinek mezin tê dîtin. Ji ber dek, fêrbazî û zordestiya zilamê deshiladar a hiyerarşiya bavikanî û sazûmana dewletê ya ketiye navde, dinale. Di destana Babîl de ev aliyê rastiyê pir eşkere û balkêş e (pevçûna di navbera xwedayê bi qûdret ê Balîlê Mardûk û xudawend Tîamat de). Di mîtolojiya Sûmer de tê gotin jin ji paresûwe zilam çêbûye. Ev îfadeyekê nîşaneyî ye. Di dînên yek xwedayî de jî ev nêzikatî tê domandin. Jina ku weke xûdawend dikeve zîgûratên Sûmeran weke fahîşeya perestgehê derdikeve. Kerxaneya destpêkê di bajarên Sûmeran de vedibe. Ji fahîşetiya peresgehê payebilindê qerwaşiya (cariye) qesrê dibe. Di bazarên tîcaretê de bireserê (nesne) kole yê jê nayê gerîn e. Di şaristaniya Greko-Romen de tenê koleyê karên malê ye. Di polîtîkayê de cihê wê nîn e. Di şaristaniya Ewrûpa de camida zayendî (cînsel obje) ya bi peyman zilam ve girêdayî ye. Di şaristaniya kapîtalîst de fahîşeya gerdûnî ya giştîbûyî ye. Bi zilamê deshiladar re dîrokê bi temamî avahî û wateyekê zayendparêz qezenç kiriye. Êdî dîrok weke zilam dimeşe.

Di mijara jinê de mirov dikare li egoîstî û çavkoriya zilam weke diyardeyeke rojane, her saetê çav bidêre. Di vê babetê de zilamê ji her tebeqeya civakî, bêyî ku rêzikeke hûqûqî û exlaqî nas bike, çavê xwe namiçîne dikuje, qetil dike. Ma kesê xwedî wijdan dikare vê ras-tiyê nebîne. Helwestên bi vî rengî jî pirranî li ser navê eşqê têne nî-şandan. Ji ber ku têkiliya eşqê bi heqîqetê re kêm zêde hatiye şîro-vekirin, yekser wê bê fêhmkirin ku vegotineke bi vî rengî dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi jî di ya nebatan de û heta di cî-hana fizikî ya em weke ‘bêcan’ bi nav dikin de ti kirdareke dibe mijara eşqê, nakeve nava hewldaneke bi vî rengî. Herçiqasî hin jirêder-ketinên hê nehatine analîzkirin bêne dîditin jî eşkere ye ku li cem cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên bi vî rengî, gele-kî cûda ne. Berê pêşî divê mirov têkiliya van kuştin û cinayetan bi serwerî û mêtinkariyê re weke yek ji xûsûsên sereke destnîşan bike.

Pirsa bingehîn a divê bê kirin ev e, zilam çima di mijara jinê de evqasî hesûd, çavnebar, tehekumkar û kujer e, çima tevahiya bîstû-çar saetên rojê ji rewşa xwe ya destavêtinê nagere. Bêgûman desta-vêtin û tehekum têgînên îstîsmarê yên civakî ne. Rengê civakî ya diqewime îfade dike, hiyerarşî zêdetir bavikparêziyê û desthilatda-riyê bi bîr dixin. Maneyeke wê ya din a kurtir, xiyaneta li hemberî ji-yanê îfade dike. Girêdana pirralî ya jinê bi jiyanê re dikare helwesta cinsiyetparêziya civakî ya zilam zelal bike. Cinsiyetparêziya civakî, bwqasî handina ‘agahî-zanîna muqe, din e:

ke. Lê min şeveq avêtin nebihîstiye, gelo mumkin e tu berbang avûtinêi bandora cinsiyetparêziya diqedîne û kor dike jidestdana dewlemendiya jiyanê, helwesta bi hêrs, tecawizkar û hakim a ev yek dibe wqasî handina ‘agahî-zanîna muqe, din e:

ke. Lê min şeveq avêtin nebihîstiye, gelo mumkin e tu berbang avûtinêsedema wê, îfade dike. Têkiliya xerîze û ajoya cinsî bi dom-dariya jiyanê re eşkere ye. Lê mirov nikare bibîne ku ti zindî û rûh-ber bîstûçar saetan ji aliyê cinsî ve dewamî birçîye û xwediyê vê zêhniyetê ye. Eşkere ye ku jiyan bi tenê ji têkiliya cinsî pêk nayê. Berevajî, mirov dikare bibêje têkiliya cinsî bi awayekî kêliya mirinê ye, ya rastî li dijî mirinê pêngaveke kujer a jiyanê ye. Ango mane ev e; çalakiya cinsî çiqasî zêde be, ewqasî jiyan ji dest tê dayîn.

Ez nabêjim çalakiya cinsî bi tevahî kujer e. Îdeala bêserûbinî ya jiyanê jî di nava xwe de hildigire. Lê ev îdeal, jiyan bi xwe nîne. Berevajî, li dijî tirsa mirinê tevdîrek e ku mirov dikare bibêje zêde qîmeta xwe ya heqîqetê nîne. Mirov dikare vegotinê welê zelal bike: Gelo dûbareyên xelekên jiyanê girîng in, yan jî weke tekxelek ew bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya tektam hat îfadekirin, dûbarebûna bêserûbinî ya xelekê zêde maneyê di nava xwe de nahewîne. Eger bihewîne jî ev ji hewcedariya xwe gihandina ‘agahî-zanîna mûtleq’ e. Di vê rewşê de xelek çiqasî xwe baş nas bikin, pêdiviya bi agahiya mûtleq jî wê ewqasî hatibe tedarikkirin, hingê jî xelek ango zêdebûna cinsî zêde qîmet û maneya xwe namîne.

Divê mirov baş zanibe ku jin weke amûreke zarokanînê xistine bin barekî xeternak û xwe lê ragirtina wê gelekî zehmet e. Ji bûyîna xwediyê zarokan wêdetir, çavkaniya pirsgirêkê sîstemeke nanozikê û sûxrekar a girankirî ye. Herweha divê mirov baş zanibe ku zaro-kanîn ne biyolojîk e, diyardeyeke sîstemwarî û çandî ye. Her zarok ji aliyê çanda heyî ve ne carekê, gelek caran tê maneya mirina jinê. Çandeke zarokanînê hewce ye ku qîma xwe bi hindikî bîne, bi tevahî tevdîrên tendûristiyê bigire û beriya her tiştî divê ji aliyê zêhnî ve ji bo zarokanînê hatibe amadekirin. Fikra hêzê û bêserûbinîbûnê ne bi rêya zarok, divê mirov bisipêre agahî-zanîna mûtleq û bedewiyê, gihiştina civaka exlaqî û polîtîk, eger mirov bi van xûsûsên pêşî tên, gihandina zarokan bi awayekî yekpare analîz bike, wê hê manedar-tir û baştir bibe. Xûlase, divê mirov mezinkirin û gihandina zarokan li gorî pêdiviyên civaka ekonomîk û ekolojîk û li ser bingehê fel-sefeya azadiyê analîz û çareser bike.

Ji van nirxandinên kurt encama mirov dikare derxe ew e ku ji dema dayikî û vir ve, jin bi awayekî sîstemîk û sazî bi mêtinkarî û zordestiyeke civakî re rûbirû bûye. Koletiya jinê bi qasî ku bi ti şêweyê koletiyê re mirov nikaribe bide berhev, tevlîhev û heyatî ye. Di nava dîroka şaristaniyê de bazarên koleyan ên jinê, cariyetî û saziyên hareman belkî hinekî diyardeyê nîşan bidin. Lê kirinên mo-dernîteya kapîtalîst li ser jinê ewqasî zêdebûne, hed û hesabê xwe nînin.

Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kur e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kur a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zêhniyeta tecawizkar a bîstûçar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xûrtki-rin. Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkumkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin. Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîng jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihûre. Divê mirov hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihiştina zarokanîn û amûra têrkirina xwes-tekên cinsî de, weke tayê herî xûrt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbû-nê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.

Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zêhniyeta mêr de gûhertin çênebin, rizgariya jinê mûmkîn nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihûrandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirs-girêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê.

Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi dûyemîn şoreşeke gûnd-cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi dûyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şo-reşa neolîtîk a mûhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kur a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di tewazûna hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mûcered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û tê-gihiştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdû ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.

Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demok-ratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.

Bêgûman bi jinê re parvekirina jiyaneke azad û wekhev, hewce bi zanyartiya beramber bi heqîqeta civakî ya mûtleq rast dimeşe, heye. Eşqa rastî bi tenê di tewazûna hêzê ya heqîqeta civakî de bi beram-ber hev, dikare pêk bê. Bi kesayetên bi koletî, destavêtin û desthilat-dariyê bûne, eşq ti carî pêk nayê. Îflasên malbatan û ezmûnên serne-ketî yên dewamî û zêde pêk tên, vê rastiyê piştrast dikin. Heger jin jî herî kêm bi qasî mêr bibe xwediyê hêza civakî û zanyartiyê, hingê dibe ku evîn û xweşikî, bi awayekî azad û wekhev di nava aştiyê de û bê desthilatdarî çêbibin û bi parvekirinê pêk werin. Roja me ya îro ferz dike ku şoreşa jinê ya sedsala 21’ê li pêş were girtin. Slogana “Yan jiyan an jî barbartî” vê şoreşê ferz dike.

Pirtûk

Nivîs