? ŞÎDET ÇIYE
Wekî têgîn dema şîdet tê gotin, tişta kû yekser tê hişê mirovan lêdana fêzîkî, kûştin û işkence ye. Helbete, eger mirov şîdetê tenê bi vî rengî bigirê dest û pênase bike ev pênase wê gelekî teng û çors bimîne. Di bingeh de mirov dikare şîdetê wekî rêbazekê pênase bike, elbet rêbazek bi mentiqa ‘Makiyavelist’ kû ji bo gihîştina hedef û xwestek her tişt meşru dibîne, şîdet jî bi wê mentiqê tê bikaranîn! Di rastiyê de ev rêbaz ne rêbazeke maqûle. Ev xwestek û hedef çine? Ew jî girînge kû mirov bîne ziman.
Pêwîste ev mijar ji despêka dîrokê de bê dest girtin. Ji serdema sûmeran ve û heta roja me ya îro em dibînin bê çawa şîdet wekî rêbazekê di cî de ji bo desthilatdariyê û berjewendiyên erzan hatiye rewakirin. Di serdema civaka xwezayî de her çendî kû şîdet hatibe bikaranîn jî, ew di oxira berdewamkirina jiyanê de hatiye kirin, ne ji bo yek li ser yê dî tehekkûma(desthilatdari) xwe bimeşîne, yanî di feraseta mirovên wê serdemê de ew hirsa desthilatdariyê tinebuye. lê dema mirov li serdema sûmeran heta roja îro dinêre mirov dibîne kû şîdet her kû çûye bûye wekî rêbazeke bê wê jiyan nameşe. Pergala desthilatdar bi politîkayên qirêj civak xistina nava rewşeke welê kû êdî şîdetê wekî rêbaza kû wî ji her xeteriyê diparêzê ye. çawa di serdema koledariyê de mirov iqna kiribûn ‘ji bo ew jiyan bikin mecburin koletî qebul bikin’. Herwiha iqna bibun kû çiqasî koletî û ser tewandin û xizmet ji bo hakimê xwe bikin wê li dunya ya dî xweşî û aramî bijî, tevdigeriya. Di roja îro de jî dewletên sermayedar û desthilatdar ne ji bo parastina civakê lê ji bo parastina berjewendî û desthilatdariya xwe her cûreyên şîdetê rewakiriye û bikar tîne. Wekî şîdeta fêzîkî, sideta derûnî ( pîskolojîk ) û hwd. Herî zêde jî van herdû rêbazan bikar tîne. Li ser civakê hemû rêbazên ne mirovan û ne exlaqî dide meşandin bê kû civak bibe xwedî refleksê radîkal, tevî kû civakê di komkujiyan re derbas dike, xwezayê qetil dike û dişewitîne, mirovan di zindanan de bi lêdanê dikuje, îdam dike, jinan recim dike, zarok û jinan tecawiz dike û hwd. Gelo çima ev bê dengî? Ji ber civakek ketî avakiriye, şîdet li ser kêm nekiriye, bin navê zagonan de darê tehdîd û kuştinê li ser serê wî ranekiriye, hertim bi van rêbazan bê deng kiriye, tevizandiye û li gora daxwazên xwe terbiye kiriye.
şîdeta kû em behsa wê dikin îro di tevahiya cîhanê de bi rêbaza politîkayên gelek zirav tê meşandin û bi rengekî şînber di Kurdistanê de hemû rojê ev tê jiyîn. Bin navê azadî û demokrasiya sexte gûnd û bajar xirakirin, zarok di himbêza dayîkên wan de kuştin, bi hezaran mirov li ser xaka wan koçkirin û di nava deryayan de fetisandin, bi darê zorê mirovan ji malên wan davêjin kolanan û kesên dî dixin dewsa wan. Kîmyasal barandin û bi hezaran zarok, jin, kal û ciwan kûştin, ji bo çi? Gelo mirov dikarê çi navî li van rêbazên hovane û ne mirovane bike.
Bê goman ev pergala hov ji bo armancên xwe yên dîlgirtina civakê di serî de jin hedef dike û herî zêde şîdetê li ser jin dimeşîne, di şexsê jin de şîdetê li ser tevahiya civakê dimeşîne. Lê mixabin ji ber zilam jî para xwe ji vê hişmendiya desthilatdarî û dewletî girtiye, lewra ji nava malê bigre û heta derve ji her milî de jin rû bi rûyê şîdetê tê. Ji bo şikandina vîna wê, bikaranîna wê ji bo bilindikrin û mezinkirina desthilatdariya xwe her cûr şîdet li hember tê bikaranîn. Ji meyzandineke zilam, dengê wî û heta uslûba wî bigire li hember jin şîdet tê de diyar dibe. Zilam jî bin navê kû jin jina min, milkê min û namûsa mine ez çawa bixwazim bikim ezê bikim, hemû rojê ji bo xwe rewa dibîne kû lêde, bikuje, tecawiz bike û hwd. Bê kû kes hesab jê bixwaze. Ev tiştên me behsa wan kir heger ne şîdet be nexwe çiye? Bi vî rengî mirov dikare şîdetê pênase bike û bîne ziman.
Hêvî dêrik