Kuştina zilam

2020-11-25 hiyerarşîk

Ji tahlîlên Rêber Abdullah Ocalan
Dest avêtina pirsgirêka jinê ji pirsgirêkek şerefa kesane wêdetire. Di heman demê de bi temamî beramberî pêdiviyên cinseltî yê ji rêzê ne. Hevgihînin zayendan bi teqez ji jorî ajoyên cînseltî yên lawiran girtin, gihandina asta dostanî û rêhevaltiya mezin, ji bona min weke lehengiyek rasteqînî hat û min fêm kir ku şerimbûna ber bi jinê ve çûyîn tirsnakî ye. Ev tirs zilamê serdest ava kiriye. Ev lîstok di bin navê namûsê de dihat lîstin. Dema digot; “hez dikim “ jî cara duyemîn dida ber kêran. Bê mafdariya wî hovane bû. Weke zayend jin êşandiye, fîzîk, hest û jîrbûna wê hejar kiriye. Jin di kûraniyên gelekî kûr de hatiye xistin. Zilamê dibêje ez sosyalîstê herî pêş ketîme, heta jin jî nikarin xwe ji bûna lîstikvanek vê lîstikê rizgar bikin. Ez bi hêza tîbûna mezin a azadiyê daye ve, bi ser vê pirsgirêkê de çûm. Min hejmarek zêde dahûrîn, hevpeyvîn û axaftinên kûr pêk anîn.
Weke kes ez her tim ecêb mame ku jin çawa di bin “statuya” hatî hiştin de dikare bijî û ji bona xwe bipejirîne. Lê dixwazim li xwe mukir werim ku ez vê mijarê hesiya me. Dema qesap lawiran digirin serên wan jê bikin, di vir de lawir pê dihese û direcife. Lewma sekna jinê ya beramberî jinê jî her tim vê recifandinê tîne bîra min. Heta ku jin beramberî wî nerecife zilam rehet nabe. Ji ber şertê sereke ya serdestbûnê ev e. Qesap carekê jê dike, lê ew tevahiya temenî jê dike. Rastiya ku divê were eşkerekirin ev e. Ev bi stranên evînî ve veşartin nêzîkbûnek pir ketiye. Di bin şaristaniyê de nesne û têgînên herî bê ji bona evînê hatine gotinin. Tişta ku zilam ti caran ne kariye ser bixe û ne xwestiye ser bixe, bi hêz nêzî xwezaya jinê bûyîne. Ev pirsgirêk ne ji bona qelsiyek ji rêzê û cudahiya zayenda biyolojîk derdikeve. Weke nesneya yekemîn a civaka dewletî ya hiyerarşîk, jin di herî jêr de bicihkirinê çavkaniya xwe digire. Sedema ku pirsgirêka civakî ya herî kûr e, ji ber taybetmendiyên statuya di civakê de hatine bicihkirine. Sedema ku zanista civakî pir bi sînor û dereng bal da vê mijarê, bi pêvajoya aloziya kapîtalîzmê ve girêdayî ye.
Zehmete ku di bin sazûmaniya tahakum û milkiyetê de cihê jinê were pênasekirin. Weke berhema sepanên bi hezarê salan jin, di roja me de di rewşa wêrane de dijî. Bandora pergala kapîtalîst ya her tişt saz kiriye jî, tam diyar ne bûye. Ev di hêmana eslî ya di navenda pêşverûtiya di civaka Rojhilata Navîn de ye. Zilamê Rojhilata Navîn ê di her qadê de têk çûye, êşa van têkçûnan tevan bi jinê dide jiyîn. ji derve de çi qasî bi heqeretan re rû bi rû bimîne, êşa vê bi zanebûn an jî ji xweber bi jinê dide jiyîn. Zilamê ku bi hêrsa nikare civaka xwe biparêze, rêya derketinê nabîne, di nava malbatê de weke dînan êrîşî jin û zarokan dike û tundiya li wir vala dike. Diyardeya “kujerên namûsê”, ya rastî zilamê ku di tevahî qadên civakê de namûsa xwe bin pê kiriye, çalakiya ku berovajî hêrsa xwe di jinê de vala kirine. Sembolîk lê bi şêweyek xwepêşandanek winda kirî û ji rêzê dihizire ku doza namûsê çareser kiriye. Hinekê jî pêkanîna xwe rehetkirina derûnî ye (ango psîkoterapî). Di bin vê pirsgirêkê de dozek dîrok û civakî ya winda kirî heye. Ger bi vê doza dîrokî û civakî ve rû bi rû neyê û tişta dikeve para wî neke, wê ti caran ji qirêjbûna namûsê rizgar nebe, bi wî “zilamî” dana fêmkirin û pejirandin ji pirsgirêkên bingehîn yek jê ye. Namûsa rastî ne keçikbûna parçeya cinseltiya jinê de ye, divê bi teqez bidin hîn kirin û pêkan ku bi parastina keçbûniya dîrokî û civakî de ye.
Koletiyek ku bi qasî a ku di rêveberiya zilam de bi kûranî û domdar dest xistiye tine ye, nêrîna hevbeş a civakzana ne jî. Dahûrandina asta koletiya civakê, mîsoger ji gelek aliyan ve çareserkirina asta koletiya jinê ve gengaz e. Tişta onur û namûsa zewacê tê gotin di rastiyê de, tevahî êşa “împaratorê biçûk” jiyîn e. Çawa ku dema tiştek milkê dewletê tê ya wan onura xwe dibîne împaratorê mezin weke sedemek şer dibîne, împaratorê biçûk jî weke milk onura xwe dibîne dema tiştek bi jinê tê weke namûsa xwe dibîne û bi vê mebestê dike hêncetaq pevçûnan. Ya herî ecêb jî, jin bi temamî ji hêla giyan ve hatiye valakirin, lê ji aliyê teşe ve zêde ketiye rewşek pîrektî, bi xeml û şemal weke “çûkek di qefesê” de. Sazûmaniya deng û maqyaj; ji bilî jina xwezayî, bi temamî sipartine înkara nasnama cewherî û rewşek kesayeta wê dikuje derxistine holê. Jintiya ku hatiye pêşxistin, bi taybet bê windakirina kesayeta jinê ye. Ev jî berhem û ferzkirinek zilam e. Lê tevî di vê rewşê de ye, weke ku sekna jinê ya xwezayî ev e, her tim tewambar dikin. Weke reklam û amûrên tevahî teşîran bikaranîna wê bi temamî di berpirayariya pergalê de ye. Mixabin vê jî hêjayî xwezaya jinê dibînin. Onura jinê bi kapîtalîzmê re ketiye asta herî jêrîn. A ku di nasnameya jinê de têk çûye, di heman demê de nirxên civaka komînal e. Mantiqê pergalê hem muhtaçê vê ye, hem jî pir jêhatiye.
Zilam di cinseltiyê de serweriyek tam digere. Dema di cinseltiyê de ne serkeftî be, difikire ku zilamtiya wî ji dest çûye û diçe dikare bibe heta xwe kuştinê jî. Ev çima wisa ye? Divê di vê mijarê de jî encamên rast werin girtin. Dema zilam xwe di cinseltî de serkeftî nabîne ji xwe re jiyînê bê mane dibîne. Bi jinê re ev rewş cuda derdikeve pêş. Cinseltî, di destê zilam de girtin û venêrînê de weke çekek pir mezin bikar tîne. Bifikirin, di vir de têgehek derketiye holê. Dema zilam di cinseltî de ser dikeve xwe tam weke zilamekî yan jî dîktatorek dibîne; bi jinê re jî li ser bingeha hemû rebenî û lewaziya xwe derbaskirinê tam weke mê dibîne. Di vê mijarê de jî hinekê ketîbûna zilam ber çav digire, xwe dide ber bayê bi wî re jiyînê. Ev e di vir de cinseltî rê ji namûsek xeternak re vedike. Piştî dibêje “ez bi awayek cinseltî malê filan zilamî me” û piştî avahiya têgeheke namûsê tê lêkirin ( li cem me jî hêmana exlaqî ya bingehîn jî eve) tişta derdikeve holê, encamek pir xeteranke.
Welat tê dagirkirin, hezarî caran dest dirêjî welat dikin, dest tavêjin rastiya her cure siyasîbûn û civakîbûnê, lê ji bona vê xwe nalivîne, di vir de bi navê hestek namûs û onurê tiştek naxwuyê. Mînak li gorî min di vê mijarê de mirov dikare hîn zêdetir nirx bide nêzîkbûna exlaqî ya têgeha xwecihiyên Efrîka. Cinseltiya xwe ti caran weke amûreke bikaranînê nafikirin. Vê nasipêrin namûsê jî.
Di qada civakî de ji bona azadiyê pirsgirêka herî girîng rastiya malbat û zewacê ye. Ev di rewşên weke bîrek bê binî de ne. Ev saziyên ku ji bona jinê weke rizgarî tê dîtin, bi hişmendiya civaka heyî re ji qefesekê derbasî qefesek din bûyîne. Di ser halan de bi vê re neçar dimînin ku ciwantiya xwe ya zindî radestî hişmendiya qesaban bikin. Malbat di nava gel de weke nîşaneya civaka jorîn – civaka desthilatdar- diyar kirin, divê weke saziyek sîxurtiyê were dîtin. Zilam nûnerê desthilatdariya di nava civakê de yê malbatê û raveya kûr bûyî ye. Ya rastî dema jin dizewice dibe kole. Ti saziyek bi qasî zewacê ku mirovan kole bike tine ye. Di maneya rasteqînî de koletiya herî berfireh bi vê saziyê re pêş dikevin û di malbatê de rayê kûr ve didomin. Em di maneya gelemperî de behsa bi hevrebûnên hevjînî û jiyana hevbeş nakin. Ev dikare li gorî têgeha her kesî ya wekhevî û azadî xalek bê destxistine. Em behsa malbat û zewaca ku di maneya klasîk a bi cih bûye re dikin. Bi awayek mîsoger maneyek dijî jinê milkbûn, ji tevajî qadên siyasî, hiş, civakî, aborî vekişandin û carek din bi hêsanî ku ser xwe ve neyê destnîşan dike. Ger lêpirsînek radîkal re neyê derbaskirin, bi hedefa demokratîk, azad, wekheviya zayendan hêmanên jiyana hevbeş neyên sazkirin, dikare zewac û têkîliyên ku ji tengezariya têgeha malbata takekes û ajoyan çavkaniya xwe digire, di rêya jiyana azad de rê ji berovajiyên pir xeternak re vekin. Pêdivî ne di bihevrebûnên vî rengî de ye, bi dahûrandina qada hişmendî, demokratîk û polîtîk ve, azadiya xwe tam pêkan û li gorî vê guncav pêkanîna vîna jiyana hevbeş e.
DEWAM DIKE…

Pirtûk

Nivîs