Ji tahlîlên ABUDLLAH OCALAN(beşa duyemîn)
Kevneşopiaya civak bi tundiyê ve xwedîkirin di komîna herî jêr di nava malbatê de, di astek nikare hênase bigirê de ye. Bi taybet li ser jinê di rewşek naye dîtin de ye. Weke ti şaneyek jinê ji tundiyê ne recife tine ye. Rewşa zarokan jî heman tişte. Rêbaza perwerdeya bingehîn tundî ye. Zarokek ku bi tundiyê hatiye terbiyekirinî, pir vekiriye ku dema mezin jî bibe dê heman tiştî bike. Serdestiya ku bi tundiyê ser ketiye xurur dibînin û kêyf jê digirin. Hestên hêzbûna girêdayî desthilatî û tundiyê, li şûna ku divê weke nexweşiya civakî ya herî xeternak were nirxandin, weke hestê herî bilind û keyfê tê îlankirin. Diyardeya ku pêwîst e were lenetkirin, weke erdemek ku herî zêde hatiye berzkirin tê dest girtin.
Ev pênaseya ku ji bo giştî rast e, ji bona rastiya civakî ya Rojhilata Navîn, hîn rastire. Gotinên weke “lêdan ji buhiştê –gireva serdestan- derketiye”, “tundî ji hingiv şerîntire” jêdera xwe rave dike. Di berovajî û bê hênase mayîna civakê de para tundiyê diyarkere. Tundî çalakiya berdûşên civakî yên dervî mirovahî, tehekumkar û mêtînkar in.
Dikare pênase hîn zêdetir jî were dewlemnedkirin. Aliyê vê yê ecêp, li hember nasnameyek ev qas bi taybetmendiyek xirab ve hatiye hunandin, dihesibîne ku wê civaka zilamê serdest bi hêsanî pê re bijî. Demek koleyek pir bêdeng tê dîtin. Zilamek bi onur bi diyadeyek ji bo mirov ev qas bi neyêniyan ve xwe birêxistin kiribe re jiyîn gelekî zor û astek ketîbûnê de ye. Her çendî ji bona Eflaton jin ji dewlet û civakê bi temamî derxistî tê rexnekirin, esaî di nêzîkbûna wî de ev taybetmendiya nxistinê heye. Divê ev xala ku bi gelek feylefofan re heye rast were xwendin. Mînak di Netzche de bi van taybetmendiyan re hevbeş jiyîn mîsoger mirovan xirab dike. Wê demê çima di civakê de ketîbûna beramberî jinê ew qas xurte? Ji ber ev civak hatine xistin ji bona wê. Zilam hatiye xistin ji bona wê. Ji ber taybetmendiya vê koletiyê ya guherbar heye ji bona wê ye. Koleyek ev qas sûdmend ji bona mirovên fêrî koletiyê kirine helbet wê lêgerîna hevbeş be. Lewma jina ku hatiye binxistin, civaka hatî xistin, zilamê hatiye xistine. Ji porek wisa re şehek wisa tê xwestin. Bi kin û kurtî ger diyerdeya jintî baş neyê ronîkirin, jintiya dayîk a civaka xwezayî bi jintiya zanist a azad a şaristaniya çînî neyê yek-kirin, nikare hevaltiya hevsengî ya jiyana hevbeş were avakirin. Hev şibandina vê zilamtî jî ji nû ve neyê avakirin ev yekbûn pêk naye.
Şêwaza avakirin û rêveberina kapîtalîzmê ya di qada civakî de di gelek diyardeyan de bi taybet bi zilam re, di malbatê de, di karmendiyê de, dîsa di perwerde, tenduristî, huquq û gelek qadên weke van de dikare were dîtin. Ger em ji bona malbatê pênaseyek kin bikin, ev dergeha ku saziya hiyerarşîk û dewletpereswt a bingehîne, şaneya pergalê û monekûla wê ya herî biçûk e. Şêwaza împaratoriya li lutkeyên jorîn a di malbatê de diyar dibe, “împaratorê biçûk” e. Dezgeha ku esasî ya koletiya ku di civakê de diyar dibe ye. Koletiya malbatê, ewleya bingehîn a koletiya civakî ye. Pergala her roj û saet di malbatê de ji nû ve tê hilberandin. Barê wê ya herî giran jî malbat radike. Malbat kerê hiyerarşî û dewletperestiyê ya herî bêdeng e. Her tim dikarî lê suwar bibî û xwe lê bar bikî. Bi gelemperî dikare şopa ketina pergala kapîtalîst herî balkêş wêran dibe, rewşa xwe ya di nava malbatê de ji ber girêdana hişk a di navbera wan de ye.
Zêde pêwîst nake aboriya kapîtalîst were gotin. Kapîtalîzm bi xwe cewhera aboriyê ye. Di vê manê de pergala ku ji bo feydê ya herî îstîsmar, hovane û reqabetê her tiştî ber çav digirê ye. Ti diyardeya civakê ya ku ne hatiye metakirin ne maye. Civaka ku hatiye meta kirin, civaka ku dixwazin ji dest berdine. Civakek wisa ya ku temenê xwe yê jiyanê dagirtiye, lewma sazûmaniyek ku divê were xilaskirine.
Di civakê de çanda tundiya kûr bûye jî xwe bi şeran xwedî dike. Di navbera dewletan de şûr, di malbatê ede jî destê zilam nîşaneya serdestiyê ye. Hem civaka jêr û hem ya jorîn di nava lepên şûr û dest de maye. Her tim pesnên çanda tehekum tê dayîn. Kesayetên herî mezin bi xwînên bê maf rijandin re pesnê xwe didin, xurur dibînin û erdemek herî mezin dihesibînin. Bi taybet qralên Babîl û Asuriyan bi mînakên weke ji serê mirovan çêkirina harman, kelh û dîwaran ji şan û şerefa herî herî mezin dihesibînin. Ya ku îro hîna berfirehe çanda tundiya civakî û terora dewletê, çavkaniya xwe ji vê çandê digire.
Hîna dîroka jinê ya koletiyê ne hatiye nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li benda nivisînê ye. Bi qasî kûraniya koletiya jinê, ew qas di tarîtiyê de hiştin, bi hiyerarşî û desthilatdariya dewletperest a di civakê de bilind bûye ve girêdayî ye. Piştî jin hînî koletiyê kirin, hiyerarşî – rêveberên pîroz ên cihe- hatin sazkirin û rêya koletiya derûdorên civakê yên din vebû. Kolebûna zilam piştî kolebûna jinê tê. Koletiya zayend ji koletiya çîn û netew cuda ye. Rewakirina wê bi zextên zirav û kûr ve û bi derewên hestan dagirtî ve pêk hatiye. Cudahiya wê ya biyolojî weke ku ji bona koletiya wê pêwîstiyeke hatiye bikaranîna. Tevahî karên ku kirine weke ti nirxa xwe tine ye, bi navê “karê jinê ne” sivik dîtine. Di nava qadên civakê yên raya kar de ji hêla olî ve qedexe û exlaqî ve jî şerm hatiye dîtin. Her ku çûye ji tevahî çalakiyên civakî yên girîng hatiye dûrxistin. Her ku hêza serwer a çalakiyên siyasî, civakî û aborî kete destê zilam, lewaziya jinê hîn zêdetir bi sazî dibe. Her wisa “cinsê lewaz” weke baweriyekê tê parvekirin.
Pirsa ku pêwîst e were kirin, pirsa çima ev qas koletî? Ye. Bersiva wê mîsoger bi desthilatî ve girêdayî ye. Xwezaya desthilatî koletiyê dixwaze. Ger pergala desthilatî di destê zilam de ye, ne tenê hinek cureyên mirov, divê cinsek bi temamî li gorî ev desthilatî şêwe bigire. Xwediyên desthilatî sînorên dewletan çawa weke sînorên haneyan dibînin, pêkana her sepanê di nava van sînoran de weke mafekê dibînin, modela wê ya mîkro ye di nava malbatê de jî zilam weke xwediyê desthilatî – pêwîst bibîne mirin jî di navê de- pêkanîna her tiştî mafê xwe dibîne. Jina malê ew qas milkê herî kevin û kûre ku, zilam bi hestên milkiyetek bê sînor dibêje “jin a min e.” Jin nikare li ser zilam – ku di bin navê zewacê de pê ve girêdayî ye- xwedî ti mafî be. Lê mafê zilam a li ser jin û zarokan bê sînor e. Dîsa divê milkiyet di malbata ku çavkaniya wê ya herî bingehîne de, di bikaranîna koletiya li ser jinê de were gerîn. Ji ber di bin çavkaniya milkiyetê de jina hatiye kolekirin heye. Koletî û milkiyeta li ser jinê belav bûyî, pêl bi pêl di asta tevahî civakê de belav dibe. Bi vî rengî di nava binesaziya hişmendî û nêzîkbûnên civak û kesan de, hest û ramanên milkperest û koletî têne bicihkirin. Civak ji bona her cure binesaziyên hiyerarşîk û dewletperest guncav tê pêşxistin. Ev jî tê wê maneyê kui, her binesaziyên bi çînî yên ji wan re şaristanî tê gotin, bikaribin xwe bidestxistinek hêsan û rewa ve bidomînin. Bi vî rengî ya winda dike ne tenê jin e. Ji bilî komek hêzên hiyerarşîk û dewletperest, tevahî civak winda dike.
Serdestiya zilam a ku kevneşopiya hiyerarşîk li ser jinê daye meşandin, di tevahî şaristaniyê de her tim hatiye xurtkirin. Desthilatiya di hêmana dewlet-netewe de mezin bûye, vê hêza xwe di radeyek mezin de ji zayendperestiya belav kirî û kûr kirî digire. zayendperestî herî kêm bi qasî netewperestî, bîrdoziyek ku desthilatî û dewlet-netewe ava dikeye. Ne kargeriyek biyolojîk a asayî ye. Ji bo zilamê serdest zînsiyeta jinê, obje, nesneyek ku dikare her cure daxwazên xwe li ser pêk bînê ye. Weke di pirtûkên pîroz de hatiye gotin; “erdê we ye, çawa dixwazin dikarin bajo” re, gotina modernîte dibêje; “weke sazekê ye çawa bixwazin dikarin lê bidin” vê rastiyê rave dike. Weke din, gotina dibêje “ji pişta wê dar ji zikê wê cehşikan kêm neke” xisleta serdestî ya nijadî diyar dike. Zayendperestiya civakî herî kêm bi qasî kapîtalîzmê cinawirek civakî ya pir xeternake. Mixabin serdestiya zilamê yeman û fêlbaz, ji bo derketina heqîqeta vê diyardeyê asteng bike, di nava helwestek çavreşî de ye. Tevî ku bi qasî kapîtalîzmê lêkolînê dixwaze, ya herî di tarîtiyê de tê hiştin qada civakî ye. Tevahî bîrdoziyên desthilatî û dewletan jêdera xwe ya yekemîn ji helwest û nêzîkbûnên zayendperest digirin. Qada civakî ya ku her cure koletî, zext û mêtînkariyên pir kûr, nixumandî li ser hatiye meşandin, koletiya jinê ye. Nesneyek civakî ku her cure desthilatî û dewlet ji xwe çavkaniya ceribandinê dîtine.
Ger statûya bi pergala hiyerarşîk re destpê kiriye û jin di navê de tê girtin neyê dahûrandin, nikare ne dewlet ne jî binesaziyên civakên çînî werin ravekirin. Lewma nikarin xwe ji xapînokên herî esasî rizgar bikin. jin ne weke zayendekê, weke mirovekê ji civaka xwezyî hatiye qutkirin, mehkumî koletiya herî berfireh kirine. Tevahî koletiyên din bi girêdayî koletiya jinê pêş dikevin. Lewma heta koletiya jinê neyê dahûrandin, koletiyêmn din nayên dahûrandin. Heta koletiya jinê neyê derbaskirin, koletiyên din jî nayên derbaskirin. Jina zanist a civaka xwezayî pîroziyên dayîka-xwedawend bi hezarî sala jiyaye. Her tim nirxê hatiye bilindkirin dayîka xwedawend e. Wê demê çawa çêbû çanda civaka herî dem dirêj û berfireh hatiye fetisandin û ketiye rewşa bilbila di qefesê de hatiye xemilandin? Dibe ku zilam heyranê vê bilbilê bimînin, lê ew girtiyeke. Heta ev girtina kûr û herî dem dirêj neyê derbaskirin, ti pergala civakî nikare behsa wekhevî û azadiyê bike. Lewma rast e ku asta wekihevî û azadiya jinê, asta civakê diyar dike. Hîna dîrokek jinê ne hatiye nivîsandin. Jin bi tê şêwazî rast di nava zanista civakî de ne hatiye bicihkirin. Ê ku dibêje ez beramberî jinê rêzdar im jî, dema jin dibe amûrek azweriyên xwe vê ji xwe re weke hukmekê erê dike. Jin, ji bilî cinseltiya xwe di roja me de weke dostê mirov ji aliyê ti zilamî ve naye pejirandin. Dostanî di navbera zilaman de derbasdare. Ji bona jin dost gotin, roja duyem aloziya cînseltî bi xwe re tîne. Zilamek ku ev nêzîkbûn derbas kirine peyda kirin an jî avakirin, dikare weke gavên azadiyê ya herî bingehîn were nirxandin. Her ku em di dahûrandina vê mijarê de pêş de diçin, ezê hewl bidim ku hîn zêde kûr bibim.
Di vir de xala ku her tim hewl didim bidest bigirim gelemperî jî eleqeder dike. Xala ku zêdetir hewl didim ji bona Kurdan şênber bikim, teoriya evînek nû ye. Hûnê bêjin di vê kêliya ji bona Kurdan şer dikin de, ev evîn jî ji ku derê derket. Gelê Kurd nûnertiya gelk û jihezkirinê jî mehrûm hatiye hiştin dike. Hezkirin di asta herî jor de hatiye zuhakirin û qetilkirin. Hinek mirovên me yên xwe ronakbîr dibînin hene. Hûn dizanin ronakbîr bi huner, wêje ve mijûl dibin û qaşo hewl didin dilê mirovan şîrove bikin. Lê mixabin dema Kurd dibin mijara gotinê, qet nas ne kirine. Dilê Kurd lê ku derê ye, kengî xilas bûye? Dilê ku bi Kurdê niha re heye, dilê kî ye? Ev hest hestê kî ye? Ger hebe ev hest ê kîjan biyanî û xulamî ye? Kîjan bê wijdanî û kîjan bê çaretî ye? Divê ev tev werin vekirin.
DEWAM DIKE…..