zilar bîlmez
A Kû Dinya Me Gîhandiye Halê Nejiyînî Tekedestiya Sermaye û Desthilatdariya Zilam e
Em dinyakî ku bi tekedestiya sermaye û deshilatdarî ya zilamê serdest kû êdî gîhîştiye lutkê û heya qirikê noqandiye şer û şiddete him mekanî him demî jiyandikin. Birçîbûn, xela û xizanî ya ku di rojhilata dinyayê sînorê mirinê kişandiye emrên herî civan. Li rojhilatanavîn jî dorpêça şer û şideta bê dawî her deverî di qutifîne, dişewitîne. Çetên daîş ya makîna şer a ku herî dawî îcad bûyî jî palmîra, nînova û mûsil’a delal û cîhên wekî wan da şop û nepeniyên dîroka civakî tûne dike, ew mîrasa mezin a kû bendêye kû heqîqetên xweda veşartiye bête eşkerekirin êrîş dike, kevir ser kevir nahêle. Tê bê qey ew însanên kû şifreyên hişmendî û çanda dîroka civakêne bi qeyranan, şer, katlîam û qirkirinan re derbaskirin têrê nake vê carê jî ew şahidên zindî ê kû şifreyên hişmendî û çanda mîrasa hevbeş ên mirovahî jî qetil dike, ji holê radike.
Îro roja me ev erdnîgariya kû kokên xwezaya civakî, heqîqetên civakî û zanista rast bi hezaran salin di singa xwede diparêze di felaket û qirkirinek pir mezin re derbasdibe. Ev rewşa ku herema me dikişkişe nav, pir bi dilşewate û adeten rê vedike hesta tolgirtinek mezin. Şerên kû belavî ew qadên bijartî ên kû di heremê de çavkaniyên dewlemendiya binerdin û di hêla mîrasa çandî û dîrokî de dewlemendin li van dera hêjmara mirinên rojane edî bi sedan jî bi lêv kirin zor e. Hin car heye hejmara mirinên rojane derdikeve hezaran. Rengê kolan û meydanan di eslê xwe de ji xwîna kû çirik çirik tê xwarê sorgevez bûye êdî. Beşekî mezin a civakê ji ber zirûfên giran ê jiyana kû şer bi xwere aniye êdî nikarin li berxwe bidin û neçarî koçî rojava dibin. Ên kû şer û qeyranan derdixin armancekî van jî ewe kû di heremêde ew civaka Rojhilata Navîn a kû kokên çanda xwe ya civakî ve girêdayî û hafiza xwe ya civakî a bi hezaran salî diparêze perçe perçe bike û wî bi qirkirinek çandî û hişmendî re derbas bike. Û rêya vî jî ewe kû welatê wî-wê bîne halek wisa kû lê jîn nebe û bike wêrane û neçar bike kû berê xwe bidin welatên xerîb û koç bikin. Koçberiyên kû çêdibin rê vedike hevbeşbûna civakî perçe perçe bibe, derûniyan de cûdahî û şikestin, têkîliyên civakî de serûbinê hev bûyîn û vînên kû binkeftî û şikestî çêbin.
Civaka me ya îro de di rastênhevî ya (paralel) piskirêkên giran wek şer-şidet-koçberî pirsgirêka demokrasî, azadî, wekhevî, polîtîka, exlaq, siyaset, civaknasî, aborî, hiqûq, perwerde, tendûrîstî, parastin jî bê dawî kûr dibe û mezin dibe. Çavkaniya kû rê vedike van pirskirêkên civakî tekedestiyên sermaye û desthilatdariya zilamê serdeste. Ev tekedestiyan (tekeller) ji bo xwe li ser linga bigirin car heye caran rêxistinên xwe di şikil de bigûherînin jî timî pey rê û şêvazên kû xwe domandinê dene. Tekedestiyên sermaye û desthilatdariya zilamê serdest ew hewildanên kû bi navê çareseriya pirskirêkên giran ê civakê derketine rê yan dikişîne nava xwe û bê bandor dike an jî bi nezîkatiyek de kû bike bin hizmetê xwe de ye. Pêşketina olên kû yekxwedayî di vê bingehê dê ye. Bi rastî jî ger em binêrin hewildanên kû mûsa ji bo çareserkirina pirskirêkên qewmê xwe daye, emê fêhm bikin kû ev hewildan serî heya binî çareseriyekî zanista civakî, çareseriyek civakî ye. Çîrokên derketinên Hz. îsa, hz Muhammed jî weke vê ye. Hz.Îsa, ji nav ew civaka kû tê de xwelikiye bi îdaya ji bo çareserkirina pirsgirêkên kesên karkerên feqîr derdikeve rê. Weke rizgarwanê van kesan tê dîtin. Hêviyên xwe bi wî girêdidin. Hz muhammed jî, ji bo ew çilvirîna (yozlaşma) civaka dema xwe re li ser bingeha çareseriyan biafirîne bi taybet a çîna navîn, bi giştî jî çareserkirina pirsgirêkên hemû beşên civakê bi projeyek nû derdikeve ortê. Li hember ew jiyana civakî a çilvirîn(yozlaşmiş) adeten hemû milên şêwaza jiyana civakî a nû pênase dike û zagonên wî jî di kûr’ana kerîmde wek ayetên bê nîqaş datîne. Zanistê civaka xwe bi rêbazek muazzam terîf dike. Di ew civaka kû pêşdidît a misliman de hemû tiştên kû guneh û sewab bê hesibandin, heram û helalên wî, ji emrê zewaç heya avahiya malbat, ji hevpeymana nîkah heya şertên hevberdanê, jinekî misliman divê çawa bîjî û çawa libat bike heya ji qada azadiya zilam çawa dûr bisene, ji pênasa bê heqî heya tiştên tê heq kirin ango hemû ziraviyên jiyanê de modela civaka xwe pir bi eşkere danîtiye holê. Ev projeya hz mûhammed pêk hatiye û zêdeyî hezar û çarsed salin jî wek projekî civakî kû bersiva xwe ya pratîkî dîtî diajo û jiyan dîtiye. Lê belê ew proje ya hz mûhammed a eslî re çikas girêdayî mayîn çêbûye, bêguman ev jî mijara nîqaşek mezine. Ev, di eslê xwe de mûhendîsiyek civakî a cidî ye. Ji wir û şûnde jî him cihûtî him xirîstiyanî him fikrê îslamiyet re wek amûrekî rêvebirina hesan a dewlet û desthilatdarî tê mêzekirin. Di hêla tekedestiya sermaye û desthilatdarên demên xwe ve mîna çekek kû civak bi dest bixin hatiye bikaranîn.
Herî dawî di qirnê nozdehemîn de (19.yy) bi îdia çareseriya pirsgirêkên kapîtalîzma sinaî kû bi xwere anîbû di pêşengîtiya Auguste Camte û Durkheîm de pozîtîvîzma kû bi navê sosyolojî de şûna kû pirsgirêkan çareser bikin ew pirsgirêkên giran ê civakê adeta hîn jî giran bûye. Dibe kû îdiayek; armancê derketina pozîtîvîzmê,tekedestiya sermaye û desthilatdarî ya zilamê serdest mezin kirin bû a niha cihê xwe negire lê belê di ortêde yê û bi ispate kû her kû çû ji vê re rê vekir. Ev rewş ji bo hemû zanistan derbasdare. Bi taybet jî ev ji bona zanistê civakî hîn zêde di pêş de ye. Ji ber ku tu tekedestiya kapîtalîst bê xizmeta zanistê civakî nikare xwe li ser piyan bigire. Ji ber kû pergalek kapîtalîst a tekedest ger xwe nespirandibe teoriya dîrokê, projeyek civakî, paradîgmayek û felsefa wî, feraseta huner û wêje û sosyolojiya wî negengaze li ser linga bimînê, bi dewamî û emir dirêj be.
Zanistê civakî a roja me ji ber di bin tahakkûma aqlê zilam de ye qeyran ser qeyrana jiyan dike. Ji ber ku; ne demokratîk e, dij ekolojî ye û cinsiyetparêz e.
Di dinya zanist de pêwîstiya kû divê zanist ti yek nirx û darêzgêrî yên (yargi) exlaqî nas neke û di bin bandora wan de nemîne wek zagonek sereke tê bikaranîn.Zanista pozîtîvîst dibe; ew lêkolîna zanistî a kû bi bandora nirxên aqlê civakî a kû wijdan bi însan daye fêrkirin, ne objektîf e. Halbûkî derketiye holê kû ev ne gengaz e. Negengaz e û pir zore kû bê gotin zanist û insanê zanist ji darêzên bîrdozî û çînî, ji kotlameyên (kodlamalar) raman ên kû bi rêkên perwerde û fêrkirinan ava bûye pir serbixwetir libat dike, difikire û viya jî nateyîsîne encamên zanistê.Heman rewş jî ji bona zanistên civakî hîn zêde nêzê negengaziyê ye. Ji zanistnasekî civakî, ji dinya wî ya aqil û giyanî, ji dinya wî ya exlaq û wîjdan serbixwetir gihandina yeqîniyan(kanaatlere) hêvî kirin, biryarên ji van hemûyan nedîtbar bûye(soyutlanmiş) daxwaz kirin berê her tiştî çiqas bi dad be. Nêzîkbûna zanistê pozîtîvîst ji bo insanê zanist, di eslê xwe de ên kû zanist dike amûrkirinê. Ev rengekî camid kirinê ye. Ew zanistnasê kû vekolînî dike xwe ji hemû wate, hîs, hest û pêhesiyên civakê qût bike, çiqas dikare zanistekî rast bike?
Dema kû civaknasek ew şerên kû dewlet û çînên serdest rêvedibin di civaka de felaketên kû rê vekirine vedikolîne ger êş û azara zarok, ixtiyar, jinên ew civaka kû rasti rûxandinê hatiye pê nehese çiqas dikare xwe bigihîne encamên adil? Mînak; civaknasek, derûnnasek, dîrokvanek ger ew civak kûjiya li şengal’ê, komkûjiya jina nabîne, ew zarokên ji birçîbûn û tîbûnê jiyanê xwe ji destdan pê nehese, ew jinên kû hêviyê wan ê jiyanê nemane fêmneke, dîsa ew zarokê sê salî a kû pêşka dayîka xwe girtiye û li ser ew kûmên sincirî bi kilometreyan meşiye û pey xwe şopê lingên piçûcik hîştiye û di nav karwanê xwe de şerê meşê dide ger êşa şewata lingên wî nehese çiqas dikare îda bike kû dahûrînek zanistî a rast û objektîf dike.Ew bavê kû hevser û heft zarokên xwe ji bela Daîş rizgar kirî û pişt re dema kû xwest koçî Ewropa’yê bike, ji ber encama noqandina qeyîka lê siwar bûne him hevser him heft zarokên xwe di nav çend kêliyan de ketin binê behra egê de ger ew analîza zanistî nekaribe dilê vê bavî bixwîne, di rastî de çiqas dikare zanistî be?Ger zanistnasek ew aqilê dewlet ê kû li cizîrê ji bo operasyona xendek girtinê mamosteyan rêkir destûrê, şagirt û malbatên wan jî di wan kolanan de ji bo planên xwe yê qetilkirinê tenê hiştî ne darizîne lêkolînên kû bike, çavdêrî û dahûrînên kû pêşbixe wê çiqas rast û objêktîf bibe. Jina ku bi darêzorê zewicandine ew îşkence û azara di tevahiya emrê xwe jiyandikê ger zanistdarê civakê hewil nede kû vîya fêhm bike û pê bihese di lêkolînên xwe de wê çiqas objektîf û encam girtî bibe. Wî çaxî zanist ji bo kê çêdibe? Ji bo çi çêdibe?
Zanistekî civakî a kû ji bo civakê lê bi alîgirê civakê na, bi alîgirê desthilatdaran li ser dozînên (tez) rasipartî (ismarlama) dimeşe û ji ber wî jî ji bo pirsgirêk û alozîyên civakê re çareserîyên bi bingeh avanake mijarê gotinêye. Tê îdîa kirin kû zanista rojame li gor mîtolojî û felsefê xwedîyê watedarîyek pir di pêşe. Wisa ye jî. Wî çaxî; zanist çima ew serdestî û serfirazîya xwe a kû di dema derketinê li hemberî ol û felsefê kû karîbu bi destbixe çima îro ji heman vîn û hêza xwe di mijara ew şer û kedxwarîya kû her kûr dibe û her dimeşe û pirsgirêkên civakê çareserkirinê de nikare nîşan bide. Madem kû di qirnê ilim û ragihanê de em dijîn, madem kû însanetî qirna herî pêşketî de ye, madem ilim nepenîya (sir) her tiştê rave dike wî çaxî çima nepeniya jiyanê û girêdana wî a bi civakê rave nakê? Ew heqîqetên kû di pêş jiyana însan a maddî û bedenî dane çima nabîne? Çima qet nezîk nabe kû vana bike rojeva xwe? Çima ev rûxarên nepeniyan (sir perdesi) ranake? Em berdin kû vê rûxarê rakirin, hîna zanista modern hebûna vîya jî qebûl nekirîye. Zanista pozîtîvîst a roja me ya îro dinya însan a giyanî û hestiyarî ango hebûna dinya ne wanekî (nesnel olmayan) hîna nepejirandiye. Qet nêz nabe kû vîya bike mijara lêkolînê, înkar dike, ‘tiştekî kû nîne nikarim lêkolîn bikim’ dibêje. Tûne dihesibîne. Dibêje tişta ku ne madde be, ne camidî be (nesnel), ne cismanî be nakim mijara lêkolînê lê di paralelê vî da jî dibêje ez li ser hemû zanînanim û hemû zanînên din heqîqetên nerastin. Di nav hemû zanînan de tenê zanîna xwe rast dibîne û îlan dike, ferz dike kû hemû kes jî vî qebûl bike. Sedemê vî desthilatdarbûn e. Desthilatdarbûna zanistê ye. Ango amûrê desthilatdarî yê bûyîne. Ketina bin xizmeta desthilatdariyê ye. Ji armanc û mebestê xwe dûrketine. Sekna xwe ya xweser û azad wendakirine, aliyê xwe yî civakî wendakirine.
Di kesayetiya zanist de ketina wate di bin xizmeta desthilatdariyê ango ketina destên wî, hêla xwe şaşkirin rewşekî pir tirsnake.Ev rewşekî wisa ye ku ew giyanên xerab ên kû di tenyayên (kuytuluklar) civakêde xwe veşartine û newêrin derkevin rûyên erdê ji nişkaveji wana re nabeynekî (ortam) wêrekî avakirin û bi hikmê desthilatdariyê li her deverî mirinan reşandin e. Ji ber ku heya qirnê kapîtalîst a nûjen jî civakan bi şêvazekî desthilatdariyan divenihartin(denetlemek). Bi rêyên nirxên civakî û zagonên civakî en kû derbasdar kirine divenihartin. Li nav jiyana civakî de bi rêzikên exlaqî, bi nezîkbûnên wijdanî desthilatdarên ku wana rêvedibin bi rengekî divenihartin û bi sînor dikirin. Ew kesên kû dengê exlaq û wîjdana civakan gûhdar nedikirin gorî wî jî didarizandin. Hesap dipirsîn. Lê ji ber kû; di dinya ya kapîtalîzma nûjen de bi navê civakê ti tişt nehatiye hiştîn, bi navê exlaqa civakî, wijdana civakî û zagonên civakî ti tiştek nehîştiye, çîna hakîm a desthilatdariya zilam ji bîrdoziya xwe, ji zanista xwe, ji felsefa xwe van nirxan hemûyan vemalaştî ye (zanistek). Wek tiştên paşverû û bawerhişkî (yobaz) teşhîr dike. Di van qadên nirxên civakî de şûna ku guhertinên şoreşî biafirîne, hebûnên wan di kokê de ji holê radike. Mînak saziya exlaqê red kiriye, teşhîr kiriye, tune kiriye. Li şûna van zagonên hiqûqî ên qerisok, qanûn û makezagonên sar, bêrehm û ên kû ji qabîlîyeta guhertinê bêpar bi cîh dike. Bawerî û pîroziyên civakî bi temamî ji holê rakiriye. Bi van kirinan di eslêxwede xwezaya insan red kiriye, înkar kiriye. Halbû kî, bawerî û manewiyat yek ji alî însan ê watedariya bingehîne. Zanist jî pêvîste bi bawer be. Bawerî, bûyerek wisa ye. Bi şêwazekî qinyate (kanaat). Taybetmendiyekî wî heye kû însanan ji xerabiyê dûrdixe, sewqê başiyê dike. Taybetmendiya baweriyan ewe ku, dibe jî ew aliyên însan ên cinewirî mevred (törpülemek) û bi sînor dike, wî dikişîne însanbûnê û civakbûyînê. Vîya li nav jiyana însan de bi temamî derxistin aniye rewşekî wisa; însan êdî di ti mijarî de sînor nasnake. Di roja me ya îro ger hin gel û civak di nava çembera hovîtiya bêsînor de mehkûmê şer û şîdetekî bê eman tên hîştin sedemê wî; ji ber ku ewên kû ew şerên bi hov dimeşînin êdî ji tu nirxên civakî, zagonên exlaqî û tovên baweriyan nesîbe xwe negirtine. Ji ber li pêş wan tu tiştekî ku jê bitirsin û bi hişyar nêzîk bibin nemaye. Di rastê (ortada) de tenê derveyî peymanên nivîskî ên di navbera netew dewletên desthilatdar de tu tiştekî kû ji bo wan girêdêr (bağlayici) nemaye, derveyî li gor van peymanan sînorên ku ji bona xwe desnedayî (dokumulmaz) kirî. Ev rewş xalîbûna însanetiyê ye ya ji mêjiyê (iliklerinden) xwe. Xalîbûna însaniyetî a ji cewherê xwe ye. Bîyanîbûna însan û civaka însan a ji xwe ye. Ji xwebûnê derketine.
DEWAM DIKE……