Zilar Bîlmez, beşa duyemîn
Însanetiyeke ku ji civakbûnê derketiye, bibe bibe dest bi vegera merhaleya ajaltiya destpêkê ya xwezayê de dibe. Di vê mijarê de mixabin grafîka pêşketina civaka însanetiyê rêya xwe şaşkiriye û dest bi dûrketina civakbûyînê bûye. Dubare di aliyê bûyîna civakeke biwate dagirtî jî pêwîstî bi dîtina rê û rêzanê xwe heye. Erê sedema herî esasî ya zanista civakî aloztî û derneketina ku di roja me ya îro de jiyan dike ev e. Yanî îktîdarbûyîna zanistê ye. Zanist îktîdarê xwedî dike, mezin dike û civakê biçûk dike, bêhêz dike. Ji civakê qut dibe. Haya civaka roja me ya îro ji cîhana zanistê ku çi dikin çi nakin pir nîne. Di însanên roja me ya îro de meraqeke weke meraqeke zanistê pir zêde nîne. Însanên ku bi zanistê ve mijûl dibin pir zêde bijarte(elit) û derveyî civakê nin. Bi civakê re têkîldar nînîn. Derdor û însanên akademîk derveyî civak û ser civakê de jiyan dikin. Însanên normal, hemwelatiyên normal yên di civakê de hatine rewşeke ku gotin, şîrove û zimanê însanên akademîk fêm nakin. Ji civakê re zimanê zanist pir biyanî tê. Weke pir jî kêrnehatî tê dîtin. Ji ber ku zanist, ji bo berdewamkirina jiyana civakê, ji bo rehetkirina jiyana civakê an jî ji bo jiyana civakê derfet avabikin naxebite. Derveyî tiştên pêwîst ku ji bo jiyan bi her tiştî ve mijûl dibe. Lê ji bo serxistin û parastina jiyanê, ji bo berdewamiya jiyanê mijarên pêwîst esas nagire.
Jibo azadkirina jiyanê û xelaskirina wê naxebite. Ji bo sekinandina şer û mirinan naxebite. Berovajî ji bo zêdetir û leztir mirin çêbibin û şer belav bibe ji pişesaziya(sanayi) çekê bigirinheta pişesaziya kîmya, ji bo îstîxbarateke lez ji teknolojiya ragihanê bigirin heta teknolojiya nano zanist, di xizmeta îktîdarên şîdetker û şerker ku civakê ji qirê derbas dike re dixebite. Ji zanisteke ku ewqasî iqtidar bûye an jî têkîldarî iqtidarê bûye li benda bidadî bûyîn, serbixwe bûyîn, xweşî û başiya civakê fikirandin, çareseriyan ji pirsgirêkên civakê re pêşxistin wê cihê xwe nebîne. Naxwe weke sereke divê zanist xwe bi lez û bez ji iqtidarê rizgar bike û serbixwebûna xwe îlan bike. Feraseta zanisteke civkakî ya kû nû pêşbikeve divê serbixwe û azad bibe. Lewra pêwîste li cih û warên ku zanistacivakî tê kirin û dîsa kesên ku zanistê civakî dikin, bi tu awayî bi nîvendên îktîdarê ve di nav têkiliyeke wesleyî de(organîk) nebin. Divê bi dewlet hukumet û partiyên siyasî, avaniyên sermaye û îktidarê ve girêdayî nebin ku di sekna xwe de bikaribe serbixwebûnekê di erêniya civakê de bigire.
Sedemeke din ya aloziya ku zanistê civakî jiyan dike jî di wateyeke giştî de qutbûna cîhana zanist û felsefeya zanist ku ji jin û xwezayê qutbûn e. Xwe anîna zanist ya rewşa amûrê hukumkirina jinê jî xwezayê jî ye. Xwe efendiya jin û xwezayê îlankirin e. Xwe kirina ‘’însan navend’’ di zimanê zanista pozîtîvîst de ‘’ zilam navend ’’ e. Jixwe însanê zanista modern jî zilam e. Lewra zanistê modern ku îda dike hertiştî dizane, kesên ku bi zanistê ve mijûl dibin re dibêje zilamê zanist. Heta salên dawî binavkirineke ‘jina zanist’ an jî weke giştî ‘însana/ê zanist’ bikar neaniye. Ji ber ku Bacon’ê ku weke bavê felsefeya zanistê modern tê hesibandin, jin û xwezayê weke ‘tiştên’ ku divê werin zeftkirin, hûkimkirin, kontrolkirin digire dest. Li gorî F. Bacon pêwîste însan van herdû qadan jî fetih bike, dest bixe, bike bin hakîmiyeta xwe û venihartin(denetleme) bike, bi rê ve bibe. Tabî însanê Bacon dîsa zilam e. Ya ku divê jin jî xweza jî fetih bike însanê zilame. Jin û xwezaya ku bi tena serê xwe mane jî, ji bo însanê zilam bi nepeniyên xeternak ve tijî ne. Pêwîste ev nepeniyana werin çareserkirin û têkeve bin hâkimiyetê. Lewra zanistê modern ya Bacon heta roja me ya îro jî ji bo bikaribe jin û xwezayê zeft bike, zincîr bike, hukum bike xebitiye.
Nêzîkatiya zanista modern(Bacon sazkiriye) ji xwezayê re herî zêde jî bikêrî çîna sermayeyê hatiye. Bikêrî mezinkirina vê kapîtala çînî ku serdestî vê çaxê bûye hatiye. Çîna sermaye, ji vê fetvaya ku Bacon jê re derxistiye re adeta radibe rûdine dua dike. Ji ber ku çavkaniyên dewlemend ya binerd û sererd ya cîhanê weke rojane û bi kêlî adeta dimije. Bêtetmîn, bêsînor dimije. Qet nafikire ku dê rojekî ev çavkanî xelas bibin û dinya ji bê çavkanîtiyê tune bibe. Bêguman peresana (evrim) fizîkî ya kada erdê ya (yerküre) me didome. Lê çîna kapîtalîst ewqasî mudaxaleyî perasena fizîkî ya cîhana me dike ku, dengeya wê ya xwezayê ji zû ve dest bi xerabûnê kiriye. Weke kunbûna tebeqeya ozon, qeşayên ku pir lez dihelin, çêbûna nexweşiyên ku heta niha qet nehatiye dîtin, ekosîstemên hinek nebat û heywanan ku her diçe tune dibe însanan bi xeteriyên nesiruştî (olagan dışı) re rû bi rû hiştiye. Alarma xwezayê bênavber lêdide. Çîna sermaye ku çaxa xwe weke çaxa zanist îlan dike, maalesef hemû ferasetê xwe ji dengê vê alarmê re girtiye. Dinyaya zanistê ji vê re bêqeyd dimîne. Tu mudaxaleyeke wî ya sererastkirinê pêşneketiye. Em mudaxaleyî pêşxistinê berdin, dinyaya zanist bixwe, rê bihovane berxwarinkirina (tüketim) çavkaniyên binerd û sererd re vedike. Berhemên cîhana teknolojî û zanist, rê ji van pêşketinên xeternak re vedikin. Bi genetîka zindiyan, bi genetîka nebat û ajalan ve pir rehat dilîzin. Her ku diçe dest davêje genetîka însanan jî.
Di zanistê modern ya Bacon de jin û xweza di heman kategori de cih digirin. Herduyan jî derveyî eql binav dike. Eql tenê weke taybetmendiyekî zilam dibîne. Însan weke eql û beden dike du beş. Eqlê ji bedenê serdestîtir dihesibîne. Ya ku bedenê bi rê ve dibe eql e. Xweza û jinê, di nav kategoriya bedenî ku derveyî eql e de digire dest. Hest, hîs û pêhesiyên ku eydê însane jî weke qadên derveyî eql binav dike. Vana jî bi jin û xwezayê re hemane, lewra jî weke kategoriyên derveyî eql digire dest. Hemû qadên jiyanê; weke duhaniyêndijê hev kirde-camid, eql-beden, raman-hest, zilam-jin, rast-şaş, zindî-nezindî cuda dike, weke yên girîng û negirîng, yên diyar dikin û yên têne diyarkirin kategorî dike. Zanista Bacon ewqasî zilampereste. Tabî ewqasî jî jiyanê perçe dike ye. Rolên jin û zilam ya di civaka çaxa modern jî weke tezahureke vê di feraset û hafizayan de rûdine. Li gorî vê zilam bi taybetmendiyên weke; ya bieql, bihêz, xwedî, fetihker, diyarker, ya bi rê ve dibe, ya ku zewk digire; jin jî hestiyar, lewaz, xeydok, ya ku xwedî lê tê derketin, tê fetihkirin, tê rêvebirin, zewq dide re weke heman tiştî hatiye destgirtin. Lewra di sedsalên dawî de di feraset û mejiyê civaka ku li ser zanistê modern tê birêvebirin de feraset û zihniyeta jiyanê perçe dike, ji bo zilam di aliyê erenî de cinsiyetperest, zilamperest hatiye fêrkirin, hînkirin, sarogermokirin û hatiye kodkirin.
Dinyaya zanist ku jin kiriye mijara sereke ya wêjeya Ronesans û Ronakkirinê, naskirina azadî û mafê ku pêwîstiya jin pê heye re pir zêde qesîs nêz bûye, xapandiye û bi derewê ‘eşq’a mezin ku kirine mijarê romanên bêhejmar xapandiye. Di her aliyê de ji bo ku ji eqlê cinsiyetperest ku jiyanê weke qadên ji hev cuda ya jin û zilam binav dike re meşruiyet bide qezenckirin pir zêde biteorîzekirinê re, tekedestiyê sermaye û îqtîdarê serdest ya zilam ku hakimê dinyayê ye zêdetir meşrû kiriye û bihêz kiriye. Dinyaya zanist û felsefe, di bin darbeyên giran ya vê firçeyê cinsiyetperest de pêşketiye. Li derdora nakokiyên civakî û çînî qadên tekoşîna ramanî û pratîkî kudi hindirê xwe de cuda dibin, dema mijar dibe nakokiyê cins an jî pirsgirêka jin lihevkirineke mezin jiyan kiriye. Dema pirsgirêka jin tê rojevê, dema lebitandina têkoşîneke biçûk li derdora nakokiyê cins derdikeve holê, hemû civak weke ku yekîtiya gotinê dikin di nav hevkarî û lihevhatineke mezin de berê xwe dane jinê. Ji tevgera şoreşa Fransa’yê mezin bigirin ji tevgerên rizgariya netewî sedsala 20. ji serî heta binî digire hindirê xwe, heta tevgerên sosyalist û anarşîst, nêzîkatiyeke weke serxistina azadiya jin weke pirsgirêkeke pêşeng dîtin pêşneketiye.
Erê, jin jî xwe sepandina van qadên têkoşînê re pirsgirêkên xwe di nav van çeperên têkoşîna civakî de kirine rojev. Lê belê tu tevger li pirsgirêka jinê weke haveyna hemû pirsgirêkên civakî meyze nekirine wisa negirtine dest. Di bingeha pirsgirêkên bêçare ku civak jiyan dike weke rastiya esasî meyze nekiriye. Ne sosyolojiya Comte û Durkheim, ne sosyalîzma zanistî ya Marks û Engels bi vê awayî mijarê girtine dest. Di zanista civakî yaAuguste Comte de mijar; li mekanîka Newton-Descartes, dualîteyên cinsiyetperest ya zanistê modern ku Bacon sazkiriye ve dialiqe. Di Marks’ê ku bin bandora van de ye jî mijar qurbanî materyalîzma kaba, tenikiya(sığlık) polîtîka aborî û nakokiyên çîna teng dibe. Engels, di lêkolînkirina mulkiyeta taybet ya dewletê û kokê malbatê de weke rastiya jinê cihêtî dike dibe lê, pirsgirêka jinê weke pirsgirêka têkilî pê nedayîna hilberanê binavkirin û qinyat anîna bi tevlîkirina hilberînê ya jinê dê pirsgirêk çareser bibe, asoya wî teng dike. Weke encam asta zanistîtiya sosyalîzma zanist, li bîrdoziya çîna teng ya Marks û Engels û asoya materyalîzma kaba dieliqe. Weke kêmasiyeke hevpar ya bingehîn yê van tevgeran di dîroka têkoşîna civakî de pêşnexistina çareseriya pirsgirêka jin, qederê tevgerên şoreşî ku birêve dibin gotin wê şaş nebe.
Heke zanist bixwaze û sekna xwe di aliyê serbixwebûnê ve sererast bike, dikare hemû pirsgirêkên dinyayê çareser bike. Rastî jî hest û eqlê însan têra vê dike. Lê ruxmî ku xwedî hemû cure derfetên amûrên zanistê, weke hemû lêkolîn, vekolîn û analîz destên wî de hene eger hê jî pirsgirêka birçîbûn û xizaniyeke basît re nekare çareserî bibîne, naxwa ji bo vê zanistê gotina serbixwe ye, ji hemû ol, ji hemû bîrdozî, ji hemû darizandinên siyasî û îktîdarî serbixwe zanistek tê kirin gotin, wê xwe û civakê xapandin bibe. Pêwîstiya sekn, zihniyet û feraseteke zanista sosyal ku dev ji xapandina xwe û civakê berdaye, rastî jî bi feraseteke serbixwe, di esasê bersivbûyîna pirsgirêkên însanetiya civakê re dixebite, ji bo ku dinya û însanetiyê ji birçîbûn, xizantî, şer û mirinê xelas bike hewl bide û têkoşîn bike heye. Zanista heyî ku di beranbera sadakaya çîna sermaye dîtin û keşîfên xwe difiroşe, wê di hetikandina dinyayê de berdewam bike.
DEWAM DIKE…..