Lêgerîn

Di Zanistê Civakî De Wek Cihêrengbûna Hişmendî; Jineolojî

ZILAR BÎLMEZ..beşa dawî
Zekaya Jinê Ya Ku Bi Hestan Ve Barkiriye Ger Melisînî (Sinme) Zanistê Bibe Dibe Ku Asoya Dinyaya Zanistê Vebike, Zanistên Civakî Ji Pençika (Kiskaç) Modernîteya Zilamê Tekedestî Yê Sermayedar Rizgar Bike.
Ger careke din em bizîvirin mijarê, civak û dinyayeke ku dest, eql û wijdana zilamê hakim re hatiye terikandin û kanbax bûye heye. Bi awayekî divê civak û dinya ji tekedestiyê zilamê hakim were derxistin. Hêza potansiyel ku ji tekedestiyê zilamê hakim ku kêm maye dinyayê biherimîne, eql û zekaya jinê ya ku bi enerjiya jiyanê ve tijî ye.Pêwîste jin nirxên wateyî û wateyên xwe ku di jiyanê de winda bûne bibîne û ji nû ve ji însan û civakê re bide qezenckirin. Pêwîste ji nû ve nirxên însanetî û nirxên civakî ku winda bûne wate bike. Ji bo vê pêwîste jin bi rengê xwe, dengê xwe, eqlê xwe, hestê xwe, his û pêhesiyên xwe, bi enerjiya xwe yaku jiyanê diafirîne ya herî girîng jî bi xwezaya xwe ya cewherî di herî pêş de tevlî dinyaya zanistê bibe. Pêwîste bi dil û mejiyê xwe tevlî bike.Zanisteke jinê heramoyî (dışlama)bike, ji jinê qut bûye, zanisteke ji jiyanê qut bûye ye.Bi kokî zanistê ji civak taybet jî ji jinê qutkirin, di heman demî de tê wateya têkiliya wê ji jiyan û derdorê qutkirine. Ya ku dibe jî jixwe ev e.
Jinbûna di navenda jiyan û civakê de tabî jinbûneke çawa ye jî, di aliyê mijarê de girînge.Jin jî eynî weke civakê ji xwezaya xwe re hatiye biyanîkirin.Di beşeke mezin ya dinyayê de destesergirtina ‘girtin’ ya ku bi hezaran sale berdewam dike, adeta di jinê de hal nehiştiye. Di sînorên ku jê re rewa hatine dîtin de ji jiyaneke ‘kor, ker, lal’ re stû xwar kiriye. Weke qader jiyaneke koleyî qebûlkiriye.Derveyî vê ji wê re çareyek nehatiye hiştin.Di holê de tenê bav, di şexsê mêr de jineke ku mal-milk-berdewamiya nifşê zilam dike maye.Jinbûneke trajîk ku bîst û çar saetan li derdora zilam dizîvire, beyî wî nikare bike, li ser wê teraneyên (nağme)derdê dilan (kara sevda) tê rêzkirin lê di heman demî de li hemberî redkirineke wê ya herî biçûk, li hemberî xwestekên azadî û mafeke herî biçûk, ku zilam her cure şîdetê pêktîne, dikuje, qetil dike, dike bin ax maye. Rewşa jina ku hakimî beşeke mezin ya dinyayê ye, mixabin di van sînoran de ye. Ji bo tarîf kirin, şîrovekirin, di peyv û rîteratur dîtinê de însanetî zehmetî dikişîne. Adeta ji bo jinan jiyaneke ku di bin îşkenceyan de didome heye. Heta gorê ji mêr re xizmet!Jinbûneke ku bi heman zilamê re heta mirinê, di nav alozî û tengaviyeke tirsnak tehamul bike heye.
Naxwe binavkirina jinê ya bi jiyanê re ji hev ji dinyaya zanistê re dayîna qebûlkirin û vê binavkirinê gihandina hemû jinan re dest bi xebatê kirin dibe ku bikêr were. Destpêkê di însanbûna însan de di civakbûna însan de rola jinê lêkolînkirin, vekolînkirin, derxistina holê û biqasî derketiye holê re pêwîste ji hemû jinên cîhanê re were gihîştandin. Fêrbûyîna jinan ya rolên xwe yê di mîrasa dîroka vê civakê de ku xwediyê wê ne wê cesaret û hêz bide.Ji hebûna mîraseke bihêz û hevpar ku pişta xwe bidiyê agahdarbûn û zanîn, rê ji meydan xwendina qederê ku heta niha pê razî bûye re vedike.Jiyana ku bêwate bûye û dikişîne xwe kuştinan, ji nû ve watedestxistinê dest dixe.Mina şaxên şîn ku xwe pê bigire, hembêz bike dibe.
Gaveke duyemîn jî bi jinbûna ku rê ji însanbûn û civakbûna însan re vekiriye pêwîstî ev jinbûneke çawa ye derkeve hole. Jinbûna ku nêzî pênc hezarsale di bin erdhej û erozyona civakî de derketiye, pêwîste di ferqa rewşa xwe ya kanbax de be.Weke ku me li jor jî hewl da vebêjin jinbûneke ku pir zêde deforme bûye heye. Jinbûna ku di serdestiya zilam, di civaka cinsiyetparêz ya roja me ya îro de hatiye dinê, mezin bûye û jiyankiriye û taybetmendiyên jinbûna çaxa destpêkê ku rê ji civaka dîrokî re vekiriye, ji hev pir cuda ne.Teşeguherîn (başkalaşım) ku pir ji kûr ve tê jiyankirin heye. Ev teşeguherîn, deformasyon û ji xwe re biyanîbûna sîstem û feraseta baviksalarî kû di jinê de afirandiye pêwîste pir ji kûr ve were derbaskirin. Naxwa ev jinbûna diyar ya di nav birîn û kulan de ye, ger em ji bo derketina rê bes bibînin, hê destpêka kar de em dê bi xeteriya windakirinê re rû bi rû bimînin. Lewra jinbûna ku rê ji civaka dîrokî re vekiriye û jinbûna ku di roja me ya îro de weke qeder ji xwe re li derveyî civakê mayînê qebûl kiriye pêwîstî bi derxistina vana ya holê heye, pêwîstî vana rûberûkirinê heye, çareserkirinê heye û pêwîstî ji binavkirineke jin ku rê ji nû ve civakeke azad ya demokratîk re veke heye.
Pêwîstiya dema ku em tê de jiyan dikin bi jinbûneke sekneke azad, bi ramaneke azad, rêxistinî, têkoşînvan û ruhê xwe etîk û estetîk kiriye heye. Em weke jin divê çavên xwe berdin jinbûneke wisa û pêwîste em bizanibin di vê aliyê de xwe razînin guhertin û veguhertineke cidî. Em jinên demeke ku ji van rastiyan nekarin birevin in. Naxwa weke Tansû Çiller’ê ku serokwezîrê Tirk yê kevine, weke Merkel’ê ku serokvezîrê Alman e, bi jinbûneke ku çav berdaye parvekirina kursiya îqtîdar ya zilam re jin azad nabin, civak jî nekare ji pirsgirêkên ku her roj jiyanê mêtinger dike rizgar bibe. Ev encamên isbatbûyî ye ku jinbûneke guhertin û veguhertinê jiyan nekiribe çawa rê ber bi îqtîdarê ve digire ye. Naxwa jin destpêkê şoreşa herî mezin divê di sekn, kesayet û feraseta xwe de jiyan bike. Jina ku wê bi Jineolojî ve mijûl bibe pêwîste destpêkê xwezaya xwe ya ku jê re biyanî bûye nas bike û vegere wê. Pêwîstî vegereke cewherî jiyankirin heye. Jina ku Jineolojî dike, pêwîste jineke ku vegera cewherî di xwe de çêkiribe be. Bi jinbûneke ku xwe ji gîrdaba modernîzmê xelas nekiriye, nav sîstemê de ye, ya heyî qebûl dike re jineolojî kirin, zanisteke alternatîf kirin, lêgerîna derketineke bihêz hê destpêkê dibe ku ber bi sernekeftinê ve bibe. Lewra cewher û xwezaya ku ji jinê re hatiye biyanîkirin lê weke potansiyel di xwe de dihewîne pêwîste derxîne holê.Heta xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, hemû xwezaya civakê jî wê dîsa di nav tarîtiyê de bimîne. Lewra xwezaya jinê ronakkirin, derxistina hole girîngiyeke mezin dihewîne. Xwezaya jinê ku veşartî maye û hatiye tepisandin, cewhera xwezaya civakê ye. Xwezaya jinê ku rê ji civaka dîrokî re vekiriye, di jina roja me ya îro de weke potansiyel radize. Ev cewhera jinê ku hatiye tepisandin û razandin, naskirina vê xwezayê, binavkirin, cudakirin, şiyarkirin û rakirina ser piyan pêwîste.
Weke zanista jin îdaya derketina holê ya jineolojiyê, ne tenê weke şaxeke zanista civakê, weke disîplîneke zanistê xwe pêşxistinê ve sînordar e, di nav hewldana zanistên civakî yên heyî de cudabûneke ferasetê derxistina holê de ye.Ji ber ku hêmanên wateyî ku hakimê dinyaya roja me ya îro ne, nekare bersivan ji pirsên dinyayê ku weke deveke mezin dibe re pêşbixe.Di hemû dîrokê de her hêmaneke wateyî, di nav mercên xwe yên demî de ji pirsgirêkên ku civak jiyan dike re di nav hewldaneke ku çareserî bibîne de bûye.
Hinek ji wan rastî jî ji pirsgirêkên ku li pêşiya civakên xwe sekinîne re çareserî dîtine. Şoreşa cotkariyê ya neolîtîkê mînaka vê ya herî berçave.Fikrê derbasbûna jiyana xwecihî ku li derdora çemên mezin di axên berhemdar ya Mezopotamya de diherike pêşxistiye, şoreşa ramana herî mezin ya dîroka însanetiyê, şoreşa zihniyetê ya herî mezin e. Bingeha hemû watebûyînên ku gihîştine roja me ya îro li wir hatiye avêtin.Rê ji civakbûna xwecihî ku gihîştiye heta dinyaya roja me ya îro re vekiriye.Pêşketinên koka destpêkê ya însana ku civakî bûye di nav xwe de dihewîne. Têgehbûnên destpêkê, rêgezên civakî yên destpêkê, dîtinên destpêkê di nav vê pêşketinên civakî de bejndane. Zanîna kîmya ya destpêkê ku pijandin, mayakirin, veşartinî boyaxkirinî dermankirin, weke ajotina axê, alî dayîna avê, çandinî û avdan di mijarên ku zanîna fizîkê pêwîst dike ji gelek dîtinan re însanê dema neolîtîkê îmza xwe avêtine. Di nav têkoşîna mayîndehiştina jiyanê, mayîndehiştina xwecihbûnê, îro zanista arkeolojî beyî ku ji ti şupheyan re cih bide xistiye holê ku ji van hemû dîtinan re jinan îmza xwe avêtine.
Di lêkolînên ku hatine kirin de, di navbera xwezaya ku jin di nav de jiyan dike re tê fêmkirin ku sînorên mezin nexistine. Ji ber ku ne weke hebûnên ku ji xwezayê re biyanî bûne, xwe weke perçeyekî xwezayê dibînin û bi wê re di nav aşîtiyekê de jiyan dikin.Bi nebat û ajalan re jî di nav têkiliya empatiyeke kûr de jiyan dikin. Li ser vê bingehê ji bo berdewamiya jiyanê qanûnên sereke yên ku jinan diyar kirine hene. Totem û tabûyên ku pêşxistine hene.Taybet jî wê bi zilam re çawa têkeve nav têkiliyekê de diyardeyiyeke wê ya bêhempa heye. Di vê mijarê de rêgezên ku him ji zilamên aniye dinê û mezin kiriye re, him jî rêgezên ku ji bo xwe daniye hene. Qanûnên ku pêşxistiye hene. Tespîtên li ser evqanûnên ku jin derxistiye di aliyê însanan ber bi civakbûyînê ve biriye divê piştçav neye kirin. Tespîtên herî nêz ya rastiyê ne. Mînak tabûyê xwîn, tabûyê xwetêrkirin ku jinan him ji bo xwe û him jî ji bo zilam daniye em dikarin bibêjin di rewşa civak de jiyankirinê gengaz kiriye. Di vê mijarê de di hinek berhemên Brifault û Evelyn Reed de mijarên ku hatine lêkolînkirin û vekolînkirin zêdetir kûrkirin wê jibo mijarê baş bibe.
Di bin şewqa van dîtinên ku xwe disipêre lêkolînên arkeolojîk û antropolojîk de em dikarin bibêjin ku; jinan pir cidî pêwîstî dîtine ku yên zayîne û rê ji civatîbûnê re vekirine civakî bikin. Weke afirînerê xwe civakîbûnê pêşxistine. Ji bo bibin civak her tiştên pêwîst fikirîne û çêkirine. A rastî ji ber ku beriya wê nîne em bêjin ‘afirandine’ wê pir jî şaş nebe. Di wan deman de ma ji ber ku pirsgirêkên civakî hebûne jinan çareserî geriyane, na ew demana hê demên çêbûn û afirandina civakê bû. Lewra ya rastî karên wan zehmettire. Lê belê bi eql, zeka, hîs, hest û pêhesînê jinê karîbûne ji bin rabin. Ji bo ku jiyanê mayînde û xwecihî bikin, ji bo formûlên civakê gel hev bigirin adeta weke nêvengeke laboratuvar û akademî nirxandine. Ji jiyanê bi xwe fêrbûne.Fêrbûyîna ji ajalan, nebatan, axê, avê, ji her tiştên xwezayê û ji hev zanîne. Ev yetenekeke bêhempa ya takîp, çavdêrî, wate barkirin û fêrbûyîn e. jina neolîtîkê jib o pirsgirêka civaka însan ya li derdora xwe gel hev bigire û bi hev re bide jiyankirin bi pêşxistina şoreşa çandiniya neolîtîkê re çêkir. Bi kedîkirina nebat û ajalên nekedîkirî re, jiyana civaka xwecihî gengaz hiştiye.Bi pêşxistina etîk û estetîkê re vêna karîbûye çêbike.Bikaranîna hêmanên exlakî û polîtîk ku hucreyên kok ya civakê ne re vêna çêkir. Exlaqê weke xerca civakî, polîtîkayê jî weke metabolîzmayê jiyanê dest girt û ji bin derket. Tam jî ev du hêmanên esasî ku civaka roja me ya îro bi windakirinê re rû bi rû mane ne.
Ji zanista modern ku etîk, estetîk, felsefe, bawerî ekolojî û nirxên civaka demokratîk tune dihesibîne re tam jî weke alternatîf jineolojî pêwîste dest bavêje van qadan û weke qadên zanistiyê nû pêşbixîne. Ji ber ku ev qadana tam jî tiştê ku zanista modern ya roja me ya îro înkar dike, tune dihesibîne ye ev in. Naxwa jineolojî; wê di hewldana tiştên ku hatine lewazkirin û tune hesibandinan heyî bike, yên ku hatine bêbandorkirin û heşifandîkirinê (silikleştirme) jî wê bibandortir bike.Heta hêmanên wateyî ku hatine lewazkirin neyê bihêzkirin, dengeya jiyana civakî ku hatiye windakirin nekare were destxistin. Ev hêmanên biwateyî ku derveyî dewre hatiye hiştin teqez ji nû ve pêwîstî heye ku têkeve dewrê. Ji bo vê ev qadên wateyê pêwîste ji nû ve çarçoveyên têgeh û têgehiştin were pêşxistin. Pêwîste xwe têxe rojeva civakê.Ev tê wateya têkoşînê. Di dinyaya zanist û felsefeya zanist de ji bo ku rê ji guhertin û veguhertinekê re vebike divê mirov têkoşîn bike. Di dîroka zanistê de pir însanên bihurmet ku têkoşînê dikin heye.Feylesofên ku hatine şewitandin û darvekirin hene. Dîsa gelek jinên zanist ku navên wan di dîrokê de nehatine nivisîn, zindî zindî hatine şewitandin, çermê wan hatiye rakirin, zimanê wan hatiye jêkirin, bedena wê hatiye kun kunîkirin hene. Wê jineolojî vê sekna têkoşînvan û berxwedêr ya di dîroka watedar ya di însan de esas bigire.
Di qadên ku jineolojî pêşbixîne wê etîk û exlaqa zanistê esas bigire.Zanista modern, ji exlaq û etîkê qut bûye.Weke ku min li jor jî vekir, tu nirxên civakî guhdar nake.Ku pêwîstî bi zanista ku etîka xwe, exlaqa xwe pêkbîne re heye.Çima ku di etîka civakî de aliyên ku kevin bûne, divê were derbaskirin hebe, feraseta zanista modern ku etîk-exlaqê bi temamî red dike, derveyî dewre dihêle, xeletiyaherî mezin kiriye. Zanista ku ji xwezayê, ji jinê, ji civakê qutbûye, tê wateya ji etîk û estetîk jî qutbûye. Jineolojî, ji bo ku bizîvire van hemû qadên bingehîn ya dinyaya zanistê, pêwîste bangewazî bike. Ji ber ku ev qutbûnana zanista modern bêçare hiştiye. Bi taybet jî di qada zanistê civak de alozî û xitimandinên ku têne jiyankirin, bi vegera van qadên ku qutbûn hatine jiyankirin ve dikare were çareserkirin. Jineolojî, di dinyaya zanistên civak de jibo pêşxistina etîkeke zanistê wê bibe pêşeng.
Mijareke din ku divê zanistên civakî guhertinê çêbikin jî nêrîn û nêzîkatiya wan ya li hemberî jin e. Jineolojî qada jinê, weke kurteyê sîstema heyî wê bixe rojeva zanistên civakî û wê bike ku were dahurandin. Jina ku di herî bin pirsgirêkan de ye, bi wê derxistina herî jora çareseriyan ve wê hewl bide ku ji pirsgirêkên civakî re çareserî bibîne. Naxwa hê ew pirsgirêka herî di bin de ku di cihê xwe de disekine, weke mînakên di dîrokê de çareserî ji pirsgirêkên jor de gerîn, pir zêde derketiye holê ku çareseriyên bi kok pêşnaxe û dubare ji hejandinên nû re rû bi rû dihêle. Di vê wateyê de jineolojî, berendame ku bibe zanistê ku însanetiyê dubare bi cewhera xwe re bîne cem hev.Wê bibe zanista nirxên ku civak winda kiriye ji nû ve biafirîne û wateya wê ku winda bûye ji nû ve bibîne û pêkbîne bibe. Jinê ne weke camidê ku zilamê hakim di her alî de bikar tine, cewher û heqîqeta civaka dîrokî, weke torta (tortu) civaka modern jî di îdaya derfetên ronakkirin û azadkirinê bûyînê de ye.