Lêgerîn

QIRKIRINA JINÊ

Ji 1801’an heya roja îro têgîna qirkirina jinê.
Zînê Malatya
Qirkirina jin, bi wateya xwe ya berfireh insanên mê(yanî jin û zarokên keç)tenê ne ji ber cindiyeta wan,tê wateya bi qasit ew kuştine. Di lîteratora nav netewî de wekî têgîna femîcî yan jî femînîcîde tê bi kar anîn. Kokê vê peyvê bi latînî ji peyva jin yanî femîna ve tê û kuştin ji ‘caedere fiiline’ koka xwe digre. Têgîna femîcîde cara yekem di sala 1801’an de li Îngiltere de, bi armanca îfade kirina ‘kuştina jinekê’ daye bi kar anîn. Di sala 1848’an de ev têgîn derbasî nav qanunên Îngiltere ye. Lê belê, bi ruxmê ku ketiye nav qanunan de jî, lê ne Îngiltere û ne jî yek cihekî din cîhanê ji bo bi nav kirina cinsiyeta jinê ev têgîn bikar ne anîne û heya demekê pir dirêj ev têgîn nehatiye bikar anîn. Ev heya sala 1970’yan di pêla duyemîn ya femînîzim û bilin buna tekoşîna mafên jinan dewam kir. Bi vî awayî bi encamê tekoşîna jinan li hemberî şîdeta mêr, carekî din ev têgîn hate bikaranîn. Lê vê carê bi awayekî berfirehtir- û ji milê jina ve hatiye diyar kirin- pênasa wê hatiye kirin. 1970’yan de yek ji armancê femînîst yên bingehîn jî cudabuna alana taybet û gelemperî ji ortê rakirine. Têkildarî wan tiştên taybet, di nava malê de, di nav çar dîwaran de ku tên jiyan kirin. Alana gelmperî, ji derveyî malê alan jiyanê destnîşan dike. Alana gelemperî-taybet ku ji milê hişmendiya baviksarî ve hatiye cuda kirin, û encanê wê ewe ku salahiyet da ye zilam, dewleta bav ku di nav malê de rolê xwe bileyize. Alana gelemperî, ew alana ku di bin berpirsyartiya dewletê de ye. Alana taybet jî ew alana ku di bin berpirsyartî û kontirola zilam de ye. Di vir de zilam, bav yan jî mêr tişta ku bi xwaze bike. Tû kes têkildar nabe. Tû kesî alaqader nake. Bi vî awayî serbest ku bi her awayî şîdetê li ser jinê bimeşîne. Ji bo wê jî di nav alan taybet de tiştên ku tên jiyan kirin gerek tû carî dernekeve derve, yanî alana gelemperî, ev mijar wekî tabû ye. Tiştên di malê de, di malê de dimîne, gerek ji tû kesî re neyê pareve kirin. Bi vî awayî rewşa jin tê hiştin ji sîdet, venêrîn û wijdana serokê malê re. Yek ji mijarên sereke ku di pêla duyemîn ya hereketên femînîst de derket û li beramberî wê tekoşîn kirin ev bu. Di de diyar kirin ku alana taybet alanekî ku hatiye çê kirin û armancê wê ewe ku bê sînor jin tê de were istismar kirin. Di nav çar dîwaran de şideta ku tê jiyan kirin berpirsê wê dewlete, di bin diruşma ‘alana taybet siyasete’ tînin ziman. Di nav malbatê de şideta ku tê jiyan kirin hem eşkere dikin û hem jî krîmînl dikin. Yanî tişta ku diparêzin ewe ku şideta di nav malbatê de ne normal dibînin û ne jî tiştekî ku jin jê şerim bike, berovajî wê ev tiştekî suçe û pêwîste ku hesap were xwestin. Yanî dixwazin şideta ku ji milê mêr ve li ser jinê tê rewa kirin ji alana taybet derxin û derbasî alana polîtîk bikin. Baldikşîn ser wê ku şideta li ser jinê taybet nîne polîtîk e.
Di dîroka herî nêz di sala 1976’an de têgîna qirkirina jinê li baytexta Belçîka, Brûksel de, di mahkema nav netewî ya ku hatibu saz kirin li ser şideta li ser jinê ji milê civaka nas Dîana E.H. Russell hatiye bikaranîn. Bi wateya ‘cînayetên bi kîn ku ji milê zilam ve li ser jinê tê meşandin’ ev têgîn daye bikaranîn. Di nav axaftinên xwe de wiha dibêje: ‘çend cînayetên ku hatine kirin pêwîste em wekî qirkirina jinê bibînin. Pêwîste ku em di cînayeta de polîtîlaya zanyendî binasin. Di berê de bi şewtandina cadiyan her ku diçe zêde dibe, di gelek civakan de zarokên keç tên kuştin, di bin navê namusê de jin tên qetilkirin, bi vî awayî em dibînin ku qirkirina jinê di donemekî pir dirêj de tê jiyan kirin. Lê belê, ji ber tenê jin dihewîne nav xwe, heya ku Carol Orlock têgîna qirkirina jinê îcad nekirin ev qirkirin û şideta li ser jinê bê nav bu.’
Civak nas Diana Russel di vir de tişta ku bahis dike, Carol Orlock, Ame rikan nivîskar bu. Cara yekem wê di xebatên kîtapa ku nehatiye weşandin li ser antolojîya qirkirina jinê bikar anîne. Bi vî awayî ev têgîn ji sala 1970’an de, vê carê ji milê jinan ve wate lê hatiye barkirin lê belav buna wê di sala 1990’an de çê bu ye. Di sala 1990’an de Diana Russel û Jane Caputi, di kovara Ms.femînîst de bi ser nivîsa ‘qirkirina jinê: yê ne axivîne biaxivin’ belav kirin, beriya salekê li Kanada di mektepa bilin tiştên ku hatine jiyan kirin û tenê şagirtên jin hedef digre wekî cînayetên bi komî qirkirina jinê hatiye analîz kirin. Diana Russel, di sala 1992’an de bi Jill Radford, li ABD meqaleyên ku mijarên wekî cînayetên di nava malê de, nîcadperestiya li hemberî jinên reşik şideta heya kuştinê, rêze cînayet û di pêvajoyên berê de nêçîra cadiyan, hatiye berhev kirin û di kîtapekî de belav kirine. Di vê kîtapê de têgîna qirkirina jinê ‘jin ji milê zilaman ve bi dijminahiyekî mezin tên qetilkirin’ pênase dike û bi taybet jî bi şideta zayendî ve girêdidin. Di heman salê de Karen Stout kalem girt û di meqaleyekî xwe de jinên ku ji milê hevserê xwe yan jî heskiriye xwe ve tê kuştin wekî qirkirina jinê bi nav kir, ev maqale di be maqala yekmîn ya zanistî tê belav kirin. Di vê maqala xwe de li kêleka dahûrandina qirkirina jinê, dên dide ser konaxên vê qirkirinê û kategorî dike.
Di vir de, em dibînin di sala 1990’î de, tekoşîna jin di alana polîtîk û tekoşîna wê di alana zanistî de hevdû destek û hevdû temam dikin . Lê belê bêlbûn(ayrişma) jî hatiye jiyan kirin. Bêguman, li gorî nêzîkatiyên cur be cur qirkirina jinê bi teşeyên cuda jî tên pênase kirin. Mînak, hinek ku tarifa femînîst ji xwe re esas digrin, hinek jî civakî, hinek jî kriminoloji, hinek jî mafên mirovan di nav xwe de digre, hinek ji wan jî xwedî nêzîkatiyên mêtîngehin. Di nav van nêzîkatiyan de tişta herî berfire, pênasekirina femînîste. Ji ber ku nêzîkatiyên femînîste li hember jinên ku ji milê zilam ve tên kuştin wekî encamê civaka baviksalarî digre dest. Yek ji sedemên din ku hişt têgîna qirkirina jinê di sala 1990’î de zêdetir were belav kirin, li Latîn Amerîka li derdora vê têgînê li hemberî şideta li ser jinê avabuna rêxistinên tekoşînê ne. Di nav vê tekoşînê de bi taybet jî Meksîka derdikeve pêş. Di navbera Maksîka û ABD de li ser xetê sînor bajarê Ciudad Juares, di destpêka sala 1990’î de bi awayekî tirsdêr cînayetên jinê dihatin jiyan kirin. Hinek ji termê wan parça parça dikirin. Jin, ji sala 1993’an û pêve bi dûruşma ‘ Ni una menos’ (yekî din ji me kêm nabe) xwe bi rêxistin kirin û dest bi kom kirina daneyan kirin û ev dane di bin navê qirkirina jinê weşan kirin. Di kanuna sala 2001’an de beriya ku Ciudad Juarez were kuştin, bi awayekî wahşet işkence li 8 jinan hatibu kirin di cenazê wan de bi duruşma Mi una menos ku wekî helmetekî li Maksika hatibu meşandin êdî zîvirî bu helmetekî navnetewî. Ji 300’î zêdetir rêxistinên jinan cihê xwe di nav vê helmetê de giritin. Bi vî awayî tekoşîna qirkirina jinê li erdingariyekî daha berfireh balav bu. Bêguman, ev nayê wê watê ku beriya wê tekoşîna li hemberî cînayetên jinê nehatiye dayîn, lê belê tişta ku tê dîtin, ev cînayet wekî buyerên yekjimar yan jî tek na, têgîna qirkirina jinê ku wekî dijminahiyekî sîstematîk li hemberî jinê û encamê zayendperestiyê digre dest di esasê xwe de ji sala 1990’î de pêşketiye.
Rêxistina azadiya jin ya kurdistan di sala 2011’an de dest bi helmeta ‘ji qirkirina jinê re na’ kir. Beriya ku dest bi vê helmetê bike, li dijî şideta mêr li hembe jinê sê helmetên cuda bi rêvebirin. Ya yekem bi duruşma ‘jin jiyan e, jiyanê nekuje’ helmeta xwe destpêkirin û cînayetên jinê hedef girt. Helmeta duyemîn jî bi duruşma ‘em namusa tû kesî nînin, namusa me azadiya me ye’ da destpêkirin û bi taybet jî di bin navê namusê cînayetên ku hatine kirin eşker kir, ew hişmendiya namusê ku di civakê de hakîme, lêpirsîn kir. Bi peyî wê jî dest bi helmeta ‘em tekoşîna azadiyê bilindbikin, çanda tecawizê derbas bikin’ kir. Piştî van hersê helmetan, helmeta ji qirkirina jinê re na destpêkirin. Di esas de helmeta li dijî qirkirina jinê, her sê helmetên din jî dihewîne hûndirê xwe. Lewra di bin navê namusê cînayetên ku tên kirin û çanda tecawizê jî yek ji rehendên qirkirina jinê ye.
Ji xwe, dema ku herekta azadiya jin ya kurdistan dest bi helmeta xwe kir, ji nû de bi nêzîkatiyekî ideolojîk ve pênaseya qirikirina jinê dike û heger ku tenê qirkirina jinê bi cînayetên ku ji milê zilam ve pêktên were dest girtin wê ev pênase kêm binîne destnîşan kir. Ev mijarana di pêvajoya helmetê de bi jinên cuda yên welatên cuda re di dû konferansên navnetewî de pareve kirin. Bal kêşand ser ku pêwîste em qirkirina jinê daha berfireh bigrin dest û gerek tekoşîna me daha bi encamger be. Di vê wateyê de qirkirina jinê bi dîroka 5 hezar sal ya netew dewlet ve bi destê sîstema baviksalarî ve pêş ketiye, ji nû de djiminahiya li heberî jin hem ji milê hişmendî de û hem jî ji milê piratîk de pênase kir. Bal dikşîne ser ku şerê herî kevin û dem dirêj ku di cîhanê de hatiye meşanidin şerê li hemberî jinê ye. Her wiha, binê wê xêz dike ku hijmara jinên bi şideta mêr hatine kuştin, hijmara insanên ku di şerên cuda mirine derbas dike. Dîsa ji milê mafên nav netewî de qirkirina jinê bi vî awayî nayê nasîn. Di roja me ya îro de, li hinek welatên Latîn Amerîka, bi encamên tekoşîna rêxistinên jinan û eqrebayê jinên maxdur( bi taybet jî dayikên wan) êdî qirkirina jinê di hukukê nav netewî de wekî suç hatiye qebul kirin. Welatên ku di qanunên xwe de qirkirina jinên wekî suç dibîne; Kosta Rika(2007), Guatemala(2008), El Salvador (2010), Şili (2010), Meksîka (2012), Nikaragua (2012), Panama (2013), Peru (2013), Bolivya (2013), Hinduras (2013), Ekvator (2014), Venezuela (2014), Brezilya (2015), Kolombiya (2015). Ancex li vir mebesta wan ji qirkirina jinê cînayetên li hemberî jinê tên kirin. Lê belê, di esas de cînayetên li hemberî jinê tenê yek ji rehendên qirkirina jinê ye. Her wiha, pêwîste cînayetên li ser jinê pêktên bi awayekî rastekî hevbeş were destgirtin.
Mînak, di serdema modernîteya kapîtalîst de çend kokqelandinên ku hatine kirin, di esasê xwe de li ser qirkirina jinê pêşketiye. Ev, cihên wekî Ruanda û bi giştî li kurdistanê hem di sedsala bûrî de û hem jî di vê sedsalê de bi vî awayî qirkirin hatiye jiyan kirin. Di vê watê de, hem komkujiya Dêrsim û hem jî fermana 74’an ya Şengalê di esasê xwe de li ser qirkirina jinê hatiye meşandin. Lê belê, ruxmê her tiştî ev rastî ne di huquqên netewî û ne jî huquqên nav netewî de bersivê wê nîne.
Bi vê ve girêdayî jî, qirkirina jinê bi hişmendiya mêr û dijminahiya jinê çavkaniya xwe digre. Elbet vesazkirinên huquqî pir girînge, bêguman ev vesazkirinên ku hatin kirin bi encamê tekoşîna rêxistinên jinan qaydî kirine. Ancax bi tena serê xwe zagon têrê nake. Pêwîste ku em van zagonan bi piratîk bikin. Lê ya ji vê jî girîngtir jî, ew hişmendiya ku her roj qirkirina jinê pêşdixe tekoşînek bibandor meşandin, lewma zayendperestiya civakî û dijminahiya jinê hem kokên wê yê dîrokî û hem jî şeklê wê yê roja îro ku tê îfade kirin bi cidîyet û biryarbunekê seknandin, tekoşînekî radîqal û aktîv pêşxistin û her ku biçe daha zêde tabanekî berfirehtir ji civakê zana û beşdarî kirine. Dîsa bi vê ve girêdayî pêwîst ku jin li her cihekî dunyayê, di her alanênin jiyanê hem takekes û hem jî hev beş parastina xwe ya cewherî pêşbixin. Heger ku ev nebe, em baş dizanin ku tenê xebatên zagonî, zanekirin û perwerde kirin wê guhertinên mayînde çê neke. Vî tiştî ya herî zêde jiyan dike û dibîne em jinên kurdin. Li ser vî esasî, amura herî sereke û bingehîn ji bo tekoşîna li hemberî qirkirina jinê, şerte ku rêxistinên jin yên cewherî û xwe parastina cewherî pêşbikeve.
Em dibînin di van salên dawî de ku li her çar beşên cîhanê di vê mijarê de asta zanebunê bilind bu ye. Yanî şert buna xwe rêxistin kirin û parastina cewherî şert, her ku diçe ev rastîya ku xwe parastin nebe tû jin nikare xwe ji şidetê bi biparêze daha zêdetir tê qebul kirin, xwedî lê derdikevin û bi piratîk dikin. Pêwîst bandora hêza jin ya xwe parastinê ku rêxistina azadiya jinên kurdistin pêş xistine bibînin. Bi taybet jî berxwedana li Kobanê li hember Daiş bi pêşengiya jinê ku hatiye meşandin li cihên cuda yê cîhanê ji bo jinan îlhama xwe parastinê daye û hem jî rastiyekî wiha radixe berçavan ku pêwîste jin parastina xwe di destê kesên cuda de nehêlin. Ya girîn niha ewe ku, ev zanebun bi awayekî şênber bizîvirînin rêxistinbunê û li tevahî cîhanê tekoşînekî pir rehendî û sîstematîk li hemberî qirkirina jinê pêşengtiya pêşxistina wê kirine.