
DILAR DERIK..BEŞA YEKEMÎN
BER BI PARADÎGMAYEKE ZANISTA CIVAKÎ VE
Di demeke tarî ya ku pêleke din a trawmayê êdî dest pê kir Rojhilata Navîn dagir kir de, li Kobanê berxwedana li hember qaşo Dewleta Îslamê hat pêşxistin, li hemû dinyayê meraq, heyecan û ji her tiştî wêdetir hêvî çêkir. Di dinyayeke kapîtalîst ku têde mezaxtin û takekesîtî her diçe zêdetir dibe û tu dozek hêjayî têkoşînê nayê dîtin de, berxwedaneke kolektîf ku şîara heta fişeka dawî têkoşînê qebûl dike, weke kiryareke îrrasyonel a derveyî aqilan tê dîtin. Feda, berxwedan, komunalîzm, edalet û têkoşîna azadiyê, ew qas ji hişmendiya mirovan dûr hatiye xistin ku ev, weke nîqaşên teorîk ên razber, serpêhatiyên li ser ekranan (şaşeyan) û tîşortên îsyanê yên hilberîna atolyeyê (kargehê), bi rêya xerckirina metayan weke mirov ê bikaribe bigihîjêkê dixuyê. Ji ber vê sedemê, civakek ji bo xwe li hemberî doktrîna tarî ya Daîşê biparêze, rengên muxtelîf ên mozaîka Rojhilata Navîn xwedî bike, xwedî li çarenûsa xwe derkeve, rêxistinbûna kolektîf a pêş xistî, ji Venezûelayê heta Efxanistanê, di nav gelên cîhanê yên têdikoşin de dengek vedide.
Jinên komeke hatiye jibîrkirin, bûne dijminê herî qehirî yên çeteyên Dewleta Îslamî ku bîrdoziya wan li ser tunekirina çand, kom, ziman û rengên Rojhilata Navîn hatiye avakirin, ferasetên jê dihêlin ên siyasal serûbin kir. Berxwedana Kobanê, di dîroka têkoşîna mirovahiyê de, ne ji bo ku jin mêran parastin an jî ‘tebaa‘ dewletekê parastin, ji ber ku jin û mêrên dibişirîn, fikir û bedenên xwe veguherandin eniyeke bîrdozî û di vê eniyê de çeteyên Daîşê û nêrîna dinyayê ya wan a tecawizkar hûrhûrî kirin wê ciyê xwe bigire. Ev berxwedan, li dijî koma herî faşîst a roja me, ne tenê serkeftineke gerdûnî ye. Di heman demê de ji bo tevahî tevgerên li dijî sîsteman ên di derketina, zayîna Rojava de yekparebûna teorî û pratîkê dibîne, di bişirîna jinên Kurd ên li hember qatilên tecawizkar bi felsefeyekê şer dikin de xuyakirina herî estetîk a vê yekparebûnê dibîne jî bangewaziyeke ‘şiyar be’ ye.
Kurdistan, ji bo tevgerên dijî sîstemê û şoreşgeran, ji nişkê ve bû weke mekaneke hecê. Yên ji bo nêrîneke nû berê xwe zivirandin Mezopotamyayê, êdî dest bi pirsên ‘Azadî çi ye? Xweserî çi ye?’ kirin. Wateya şoreşa Rojava çi ye? Bajarê herî mezin ê duyem li Îraqê, Mûsil, di nav çend rojan de ji aliyê Daîşê ve hat girtin, lê çima li bajarokekî biçûk, li Kobanêya ku jinên extiyar bi mehan beriya ku êrîşên hewayî yên koalîsyonê dest pê bikin, ‘tabûrên dayîkan’ ên xwe yên xweser ava kirin, ji bo bi milyonan mirovan bû rojeke bilind dibe?
Di nav cehenemê de, zayîna demokrasiya radîkal, ji bo mirovên têdikoşin, bîranîneke fikirandineke xwe bi xwe ya rexneyî çêkir. Demeke dirêj bû ku seferberiya gel, li derveyî asoyên çepgir mabû û niha ev seferberî, qey divê ku ji nav herêmên Kurd ên di bin kavilên şer ên li Sûrî de mane were?
Bêçaretiyên Çepgiriyê…
Li welatên kapîtalîst ên pêşketî, kêmbûna hêza xeyalê û afirîneriya derdorên çepgir, ji bo pirsgirêkên giştî yên çepgirên Rojava (Ewrûpa) dibe mînak. Çepa Rojava, bi qasî ku rastiyên civakî yên di bin de nezanibin bijarteyî, ji avahiyên teorîk zêdetir, derbarê êşên hestiyarî û hêviyên mirovan ên ji dîrokê ve kom bûne de bi qasî meseleyên civakî fêm nekin bi şeklekî pozîtîvîst û razber, ji bo mirovên jêre dibêje ‘gel’ rêxistin bike xîreta pêwîst dike nede pasîf e. Di roja me de pirsgirêka herî mezin a çepgiriyê, li şûna girêkên kor ên civakê ji hev veke, derbarê radîkalîzmê de bi axaftinên bi zimanekî razber û nayê fêmkirin mijûl dibe û dibêje qey wê komeke bi wan re xwedî heman îmtiyaz û peyvan in re wê şoreşgeriyê bikin. Halbûkî gelek têkoşîn, di rastiyê de ji angajmana (teahûta) teorîk zêdetir, bi daxwaziyên werin naskirin û di dîrokê de cî bigirin dest pê dike.
Yek ji meylên tevgerên dijî sîstemê ya her tim dubare dike jî, di komeke diyardeyên teng de bi awayekî dogmatîk asê dibin û her wiha girêdanên di navbera torên tundî û pêkutiyê yên cuda de li ber çav nagirin. Ev derdorên radîkal, gelek caran li ser jiyanên bi milyonan mirovên zirar dîtine kêm tehlîlan dikin, lê li ser radîkalîzmê, pirî caran li dora nîqaşên nayên fêmkirin û razberkirin diçin û tên. Têkoşîneke nikaribe berbelav bibe, çiqas dikare radîkal bibe kî?
Çend ji vana, baweriya wan heye ku jineke tundiya nav malbatê dîtî, dayîka deh zarokan û nexwenda ye, ji wan zêdetir zana ye û hişmediyeke wê ya zêdetir kûr heye? Çend ji vana, qebûl dikin ku ev jin divê bikaribe bibe hêza biryardayînê? Çend ji wan bi qasî wê bi tevahî xwe fedayî vê komê bikin bi sebir in, navê wan neyê zanîn jî bi qasî ji bo wan bimirin xwedî ruhekî fedayî ne? Yên difikirin pêkutiya hatiye qebûlkirin û zîhniyetên bi hezarê salan, wê bi çend rêgezên teorîk tune bibin, xuya ye ku hîpotez, feraziyên şaş pejirandine – li ser hebûneke mîna civakê, zindî û organîk, weke ku fikra mekanîk were ferzkirin. Têkoşînên jiyanê yên rast, ji ber ku wan bi awayê zîhniyeta kapîtalîst a hundirîn kirine pêwîst dike, tavilê xelat nake, di kêliyên şoreşê yên dîrokî de dikarin bi hêsanî dev ji têkoşînê berdin. Halbûkî jinên rêxistinkirî yên dayîka deh zarokan, ji bo statukoyê her dibin tehdîtên rastîn. Weke hevaleke li Rojava îfade dike; ‘Bi qasî em ên li Rojhilata Navîn bi zîhniyeta dewletparêz a dogmatîk re divê têbikoşin, yên li Rojava (ewrûpa) jî divê ji heqê takekesiya xwe ya zêde ya ji aliyê kapîtalîzmê ve tê ferzkirin bên der.’ Ev bêçaretiyên çepgiriyê, bi têkiliya zanîn û desthilatdariyê ya girêdaniya fikra pozîtîvîst û pêwendiyên aşkera yên di navbera awayên tehakumê de flû (nezelal) dike, sîstema gerdûnî weke pergaleke xwezayî û naguhere resim dike û baweriya bi dinyayeke din mimkun e tune dike re eleqedar e. Ev epîstemolojî, tevgerên herî radîkal jî dixe destê xwe. Lê di vê rewşê de ji bo em pirsgirêkên civakê fêm bikin û çareser bikin divê em rêbazeke çawa bi kar bînin?
DEWAM DIKE…