Lêgerîn

WEKE PARASTINA CEWHERÎ JINEOLOJÎ

DILAR DERÎK.. BEŞA DUYEMÎN
Weke Parastina Cewherî Sosyolojî (Civaknasî)
Bi taybetî li Rojhilata Navîn, di derdoreke têde tundî bûye faktoreke naguhere ya jiyanên me, ‘lanetkirina tundiyê’ ji bo jinan têr nake. Bilindbûna Dewleta Îslamê, felaketên ji ber bindestiya tam a ji mêran û artêş û dewletên wan re nîşan da: tam bi maneya gotinê; qirkirina jinê.
Saziyên desthilatdar, li ser aborî, biryar girtin û bikaranîna zorê, bi rêya avahiyên dewletê ya yekdestdariya dawîn e kar dikin, dixebitin. Di heman demê de ji me re tê vegotin ku dewlet, li hember tundiya ku roja me de zêde bûye, ji bo me ji me biparêze heye. Komên biryar digirin ku xwe li hember bêdadiyan biparêzin, tên tawanbarkirin, sûcdarkirin. Em li pênaseya pêla bingehîn a terorîzmê binhêrin: ji aliyên failên ne dewlet in ve bi armanca siyasî bikaranîna zorê. Di encam de jin, civak û xweza bêparastin tên hiştin. Ne tenê fizîkî, bi civakî, aborî û polîtîkî jî. Di vê navberê de sîstemên ewlehiyê yên dewletê yên bi aşkerayî bazirganiya çek û sîlehan dikin û ji bo şerên xwe yên qirêj civakan berî hev didin, wekî ku ‘me’ li dijî ‘wan’ diparêze xapandin û sawekê çêdike.
Awayê têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd, xwe dispêre têgeha ‘parastina cewherî ya rewa’ û ji bo civakê ji parastina fizîkî ya teng wêdetir biparêze, avakirina mekanîzmayên rêxistinkirina civakî û siyasî ya ji bingeh ve dihewîne. Di xwezayê de jî organîzmayên zindî, weke gulên bi strî, ne ji bo êrîşê, bi armanca parastina jiyanê sîstemên xwe yên parastina cewherî pêş dixin. Birêz Abdullah Ocalan viya weke ‘teoriya gulê’ bi nav dike. Civakek jî, bi awayekî mîna vê, bêyî ku bikeve mîlîtarîzmê, ji bo bikaribe têbikoşe, divê xwe ji têgehên zorê yên weke dewletê dûr bixe. Li şûna vê, hêza xwe ji bingeh bigire û nirxên civakî biparêze. Birêz Ocalan dibêje civak, bi taybetî jin, divê destpêkê weke xwe bin (xwebûn). Kesek tenê bigihîje ferqa hebûna xwe û wateya vê, dikare mafê jiyanê bixwaze û xwe û komê biparêze. Ev jî, civakeke siyasal bûye, bi xwe dizane, zane bûye û çalak e pêwîst dike. Li şûna xwe bispêre qanûnên dewleta kapîtalîst ferz dike û sîstema polêsî, ev civak, divê exlaqeke civakî ya nirxên bingehîn ên weke azadiya jinê jî dihewîne navxweyî û qebûl bike. Ya ku li hember artêşên mirinê, Kurdistanê tîne rewşa mekanê hecê ya jin û tevgerên dijî sîstemê jî, ev sekna bîrdozî ya jiyanê diparêze ye.
Artêşên destpêkê, bi zêdebûna komkirina sermayeya ku di heman demê de mohra xwe li sazîbûna baviksalarî û avabûna pêşengên dewletê xistiye derketibin, ne tesaduf û rasthatinek e. Manîfestoya viya ya bîrdozî dewleta netewî, sînoran di navbera civakên ku mozaîka çandên bi hezarê salan in de xêz kirî û paranoya û bi avakirina dijminahiya biyaniyan, bi xasûkî hebûna xwe ferz kiriye. Her wiha, ger armanca me parastina civakê be, di heman demê de felsefîk jî bi êrîşên li ser civakê, divê serî pêre derxin, pê bikaribin. Ji ber ku sîstemên tehakumê û hiyerarşî, destpêkê xwe di fikrê de saz dikin. Va tam jî ji ber vê sedemê, pêwîstiya me bi paradîgmaya sosyolojiyeke nû heye.
Duyatiyên weke jin û mêr, dewlet û civak, mirov û xweza, têkiliyên hiyerarşîk mîna xwezayî bin nîşan didin. Thomas Hobbes bi gotina ‘mirov gurê mirov e’ (homo homînî lûpûs est) dewleta ku cinawirê (levîathan) meydan jêre nayê xwestin e rewa kiriye. Ev, di zemanên me yên modern de, weke George Orwell behs dike, di şêwazê birayê mezin de tê pêkanîn.
Li hember nîvîsevaniya dîrokê ya faşîst ku civakê biçûk dibîne û xwezayê dike tişt, divê mirov meydan bixwaze û bi ‘sosyolojiya azadiyê’ ya li ser deng û cêribandinên bindestan lêhûrbûn dike, divê em çareseriyên pirsgirêkên civakî di pratîkê de bigerin.
Tevgera Jinê, ji pêşniyara birêz Ocalan a rêbazeke zanistî ya lêpirsîna ferasetên zanistê yên hegemonîk dike –zanistên civakî yên bi taybetî tundî, li derve hiştin (heramkirin) û mekanîzmayên pêkutiyê ji nû ve çêdikin- pêş dixe derketine rê, ji bo pêşxistina têgeha ‘jineolojî’yê nîqaşan dikin.1 Zanisteke diyardeyên derbarê mirov û civakê de, rastiya wan a xwedî kapasîteya çareserkirina pirsgirêkan in û zindî ne înkar dike û ji hev vediqetîne û bêhejmar branşên zanistî yên cuda ava dike û qadên civakê ji hev vediqetîne, li şûna vê, nîqaş û muzakereyên ‘sosyolojiya azadiyê’ ya çareseriyên pirsgirêkên civakî di pratîkê de digere. Li ser deng û cêribandinên bindestan disekine, pêşniyar dike tên meşandin, li çiyayên Qendîlê, di eniyên Rojava de û li taxên Amedê pêk tên –her kuçe û serê her koşeyê dikare bibe akademiyek. Tevî nîqaşên li ser bavkanî û awayên din ên tehakum, bi xwe ve girêdan û tundiyê, ji aliyê wateyên din ve Deconstruction (nêzikahiya post-modern a rexneyî ku xwe dispêre qebûla ku ziman amûreke ji aliyê nêrîna dinyayê ya bi navend Ewrûpa ve tê beralîkirin nîne, wateyên nû yên metnên kevn, wan ji nû ve ava dike û înşa dike) tên meşandin, xebatên li ser avakirina nirx û çareseriyên azadîxwaz ên alternatîf tên kirin. Her wiha Jineolojî, dikare paradîgmayeke nû ya ji zanistê re nêzikahî û rêbazeke di bingeha jinê de, proaktîf (bi zanebûn an bi nezanî, dawiya wê erênî an neyînî be şert û mercên nû avakirin an jî ji bo çûndina şertên heyî biguherîne înîsiyatîf bikaranîn e) û bi armanca çareseriyê pêşkêş bike. Mirov dikare dîroka jinan çawa jinûve bixwîne û binvîsîne? Mirov çawa dikare bigihîje agahiyê? Agahî li ku derê ye? Di roja me de hilberîna zanist û agahiyê ji bo berdewamkirina statukoyê ye, rêbazên lêgerîna heqîqeteke azadîxwaz dibe ku çi bin? Jineolojî, hewl dide bi lêkolînkirina dîrok û nîvîsandina dîrokê, ders ji mîtolojî û qutbûnên di olan de derxe; serdema Neolîtîkê û awayên rêxistinbûnên komînalîst ên ji wê wêdetir fêm bike; têkiliyên di navbera awayên hilberînê û avahiya civakî de û bi derketina komkirin û mulkiyetê re bilindbûna bavkaniyê û wêdetirî wê lêkolîn bike.
Lê îcar di pratîkê de ev hemû wê çawa bên jiyanîkirin? Ji bo em fêm bikin epîstemolojiyên hatine jiyanîkirin çawa dikarin bibin parastina me ya cewherî, em careke din li mînaka şoreşa Rojava binhêrin.
Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de van pêşniyarên xwe danî holê.
Komînalkirina Civakê
Mirov çawa gavê xwe davêje Rojava, mirov ferq dike ka peyva ‘perwerde’ çiqas di nav jiyanê de bandor kiriye. Di taxên ku biryara rêxistinbûna komînan girtine de, siyaset bi ruh dibe. Kenên zarokan, vediguhere melodiya pişt biryarên li ser saetên elektrîkê û komîteyên aştiyê tên girtin. Çiqas jî li derveyî resmiyetê –lê jixwe xweşikbûna wê jî di vir de ye. Tu desthilatiyê bidî mirovên tu car tu tiştekî wan nebûye, wêrekî dixwaze, bawerî dixwaze, hezkirinê dixwaze.
Ez li mala malbatekê dimînim –lawekî wan şehîd ketiye, lawek di teqînê de birîndar bûye, lawek rojnameger e, du law di akademiya çandê de ne. Dayîk her sibe di 5’an de şiyar dibe û li zeviya koperatîfa jinê hevalên xwe dibîne, piştî sebzeyên teze tîne malê tevlî civîna meclîsa jinê dibe. Koma xwe rêxistin dike û bi sîstema dewleta netewî re şer dike; xweseriya daxwaz kiriye, heq kiriye, dijî. Hebûna xwe komînî dike û navê xwe li dîrokê dinvîse. Bav, ji bo pêwîstiyên cîranên xwe guhdar bike diçe mala gel. Mala wan her tim tije ye. Yên dixwazin nîqaş bikin, rexne bikin, pêşniyaran bikin yan jî parve bikin, hema di saeteke rojê de, bi zarokên xwe re li deriyê wan didin. Meseleyên civakî, tam bi wateya gotinê, civakî bûne, ji ber ku meseleya her kesî, berpirsiyariya her kesî ye. Ez diçim serdana mala gel. Pêşengekî olê, ji min re behsa lezgînahiya hevjiyana azad û baweriya wî ya bi hêza jinê dike. Behsa jineke 70 salî dikin, li Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê çîrok û çîrvanokên folklorîk vedibêje. Ji nîvîsandina dîrokê ya hêzên hegemon û zanista pozîtîvîst re wiha meydan dixwîne. Li dijî rejîma tekparêz a berê, serhildaneke radîkal. Zanyarî û agahiyên li derveyî zanistên modern ên desthilatdar dimînin derxin holê, bingeha nêzikahiya perwerdeya Rojava ye. Dema endamekî rêveberiyê yê berxwedêr behsa zehmetiyên avakirina zîhniyeteke azad û serbixwe û çandeke demokrasiyê dike, di kêliyekê de ez ferq dikim ku milekî wî tune ye. Ez li şanoya zarokan dinhêrim; ‘pisîka karker’ xwe ji bindestiya du ‘pisîkên zêr’ xilas dike.
Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê di êlûna sala 2012’an de li Qamîşloyê ava dibe, li hember avahiyên zanist û hiyerarşiya fikrê meydanê dixwîne. Akademî dabeşkirina cuda ya dîsîplînên zanistên civakî rexne dike û profesyoneltiya statukoyê red dike. Sala xwendinê ya ji sê werzan pêk tê, bi dersa destpêka dîrok û sosyolojiyê dest pê dike. Xwendekar, li şûna ku teoriyên heyî ezber bikin, ji bo ji dinyayê fêm bikin girîngiya dîrok û sosyolojiyê û kirdewariya (subjektîv) desthilatdar a di nivîsandina dîroka hakim de nîqaş dikin. Di werzê duduyan de xwendin û nîqaş tên kûrkirin. Xwendekar, di werza dawî de bi tez an jî projeyekê, pirsgirêkeke di koma wan de tespît dikin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş dikin. Yanê zanistên civakî ne tenê weke rêbaza ji hev senifandin û vekolînê, di heman demê de weke amûreke xizmetkirina civakê jî tê dîtin. Di akademiya ku hiyerarşî û têkiliyên desthilatdariyê ji holê tên rakirin de, tu kes ji hev re weke mamoste an jî xwendekar xîtab nake. Her kes rêheval e. Piştî her dersê mamoste, ji aliyê xwendekaran ve tên rexnekirin.
Ev fikir, tenê bi qadên perwerdê yên diyar re bisînor nînin. Mînak, Dr. Agirî; doxtorekî tibê ye û di heman demê de endamê ji çend meclîsên tendirustiyê yên Rojava ye. Got ku pirsgirêkên tendirustiyê, bi piranî, bi nêzikahiya giştî ya derbarê jiyanê de eleqedar in û her wiha siyasîbûyîna nifûsê pêwîst e. Li gorî Dr. Agirî; sedema ku li dinyayê tendirustiya gel ber bi xirabiyê ve diçe; di sîstema heyî de mirov weke parçeyekî jiyanê nayên dîtin. Polîtîkayên kapîtalîst ên senayiyê û şîrketan û bandorên vana li ser şêwazên jiyanên me û têkiliyên me yên civakî, mirov nikare ji hev cuda bigire dest. ‘Eger civak bi zîhnî nexweş be, wê beden jî nexweş bikeve.’ Her wiha, tendirustî, perwerde, parastina xwezayê, aktîvîzma siyasal weke ji hev cuda bin mirov nikare bigire dest, divê hemû yek bên fikirandin. Dr. Agirî behsa bişaftina çandî ya ji aliyê dewletên netewî ve tê pêkanîn û têkiliya vê bi maliştina bîra kolektîf û her wiha bi biyanîbûna ji xweza û jiyana komînalîst re kir. Ew rastiya ku stres sedema gelek nexweşînan e û çavkaniya xwe ji şert û mercên jiyanê digire, pêwîst dike em sîstema têde dijîn bidin ber lêpirsînê. Dr. Agirî, li ser mirovan bandora zêde bajarbûn û teknolojiyê jî sekinî û got mirov di roja me de di nav qerebalixan de tenê ne. Mirov di nav malbatê de jî xwe bi telefonên biaqil ji jiyanê qut dikin, ev jî rê li ber hevaltiyên robotîze û sanal vedike. Vê rewşê weke cureyek koletiya modern a pêwîstî bi qamçiyê nayê dîtin pênase kir. Li gor Dr. Agirî, di demeke têde obezîte, weke pirsgirêkeke tendirustiyê na lê mîna pirsgirêkeke xweşikiyê tê destgirtin, ‘Tendirustî meseleyeke bîrdozî ye.’ Her wiha, bi armanca di heman demê de civakeke hê zêdetir bi tendirust û polîtîk avakirinê, polîtîkayên tendirustiyê yên Rojava, ji bo civakîbûneke ekolojîk, bala xwe dide ser avakirina qadên şînkayî. Bi gotineke din, tendirustiya şexs, bi yek-kirina civak û derdorê re û polîtîk-kirina civakê, bingeha felsefeya tendirustiyê ya Rojava ye.
Li Rojava hêzên parastinê, nîşanî me dide ku bêyî hiyerarşî, kontrol û tehakumê jî parastina cewherî dikare bixebite, kar bike: Di nav şer de Yekîneyên Parastina Gel YPG, Yekîneyên Parastina Jinê YPJ û yekîneyên asayîşê, perwerdeya bîrdozî xistine navenda lêhûrbûna xwe. Nîvê vê perwerdeyê, li ser wekheviya cinsparêziya civakî ye. Akademî, şervanan di mijara ew bixwe ne lîvayên (tugayên) tolhildanê ne, rêxistinbûna çekdar a heyî, pêwîstiyeke şer e, perwerde dike. Akademiyên asayîşê, bi armanca asayîş bê çek, ji bo nelihevkirinên li taxan bi navbeynkariyê werin çareserkirin û di asta dawiyê de bi awayekî bêyî ku pêwîstî bi asayîşê bibînin bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin ‘civakeke exlaqî û polîtîk’ ava bikin, xebatan dide meşandin. Pênaseya polês red dikin, ji ber ku li şûna xizmeta dewletê bikin, xizmeta gel dikin û parçeyek ji gel in. Li Rimêlan avahiya têde akademiya asayîşê heye, berê aydî servîsa veşarî ya Sûriyê bûye. Çend xwendekarên li vê derê li ser azadbûna jinê ders dibînin û dersên xwe, karên bexçe û metbexê bi awayekî komînal rêxistin dikin, berê di vê avahiyê de ji aliyê rejîma Sûrî ve hatine îşkencekirin. Fermandar, ji aliyê endamên taburê ve, tecrûbe, girêdanbûn û di warê berpirsiyarî girtinê de xwesteka wan li ber çav tê girtin û tên hilbijartin. Rêbertî, pêşengtî bi ruhê fedaî tê kirin, ev jî ji bo pirsa ka çima gelek şehîdên YPG/YPJ’ê fermandarên bi tecrûbe û tên hezkirin in re di rengekî bersivê de ye.
Weke Hilbijêrka Azadiya Me Paradîgmaya Sosyolojiya Rast
Dawî de em binhêrin têkoşîna dîrokî ya li herêmê tê jiyankirin, di ser Rojava re, ji bo şerê şaristaniyê mînakeke çawa ava dike. Lê ji feraseta Samuel Hintington a ‘şerê medeniyetan’1 a ku ‘rojhilat’ weke paşverû, muhafazakar, bêrehm û wehşî bi wesif dike, ‘medeniyeta rojava’ raser tê nîşandan û her wiha her cure pêkutî, emperyalîzm û tehakuma li ser rojhilat tê kirin, tê rewakirin, ji vê cuda, ji bo em rewşê fêm bikin û dibetiyên çareseriyê nîqaş bikin em jineolojiyê bi kar bînin.
DEWAM DIKE….