ABDULLA OCELAN … BEŞA SIYEMÎN
Gotina ku Ehmedê Xanê beriya sê sed salî gotî, ji bona min hîna jî pir girîng e. Dema wî pirtûka xwe nivîsandî wisa got; “ji bo bêjin evîn, îrfan û zanista Kurdan jî heye ez vê pirtûkê dinivisînim.” Ev gotinek pir girîng e. Bal bidin ser hîna wê demê, ji bona Kurdan behsa pêwîstiya evîn û îrfanê tê kirin. Niha tişta ku ji sê sed salan vir ve heyî jî winda bû. Vaye diyar e bi Mem û Zîn re jî evîn pêk ne hatiye. Li wir her du jî dimirin û şewitîne. Heta di nava rastiya civaka wê demê de bi qasî nekaribin biaxivin jar in. Niha pirsgirêkek me jî ya wisa heye.
Hûn dibêjin zewac û malbat, ez jî vê ji we re dibêjim; gelo jiyanek bê evîn an jî bê hezkirin dibe? Li gorî wê nebe an jî hatiye qetilkirin, emê vê çawa ava bikin? keç û xortên me çawa dihizirin. Ez ji vê xembarî dijîm, heta jê aciz dibim. Min i serî de malbata xwe rexne kir. Min li ser vî bingehî bi dayîk û bavê xwe re şer kir. Min got ev malbatek çawa ye. Lê min paşê dît ku, bi temamî çîroka civakê ye. Lê maqey em ji vê re serî bitewînin, dev ji jiyan, azwerî û evîna jiyanê berdin? Wê demê dê çawa be? Mirov li dîrokê dinêrejiyan bi temamî ji dest hatiye girtin, lê em dixwazin di roja me de jiyan bikin. ez kesayetek xwediyê azweriyên mezin û lêgerînvanê bedewiyan im. Lêgerînek min a bedewiyên mezin heye. Lê ezê çawa bidest bixim û çawa bijîm? Ez vê di maneya çors û madî de nabêjim. Ji ber ev bi serê xwe pirsgirêkek bîrdozî ye.
Pêwîst dibînim ku hinek tiştan ava bikim. Bi hezaran keçên ciwan derketine çiyan, a rast ew jî li evînê digerin. Lê nizanin dê çawa bigihijin wê. Ger me tevdîrên taybet ne girtiban dê zilamê fermandar ê kêleka wê disekine, ji eşkiyayê serê çiyan xirabtir jin biçewsanda. Ev, niha pirswgirêkek girîng e. Ji ber tê gotin; “emê biçin welat, derkevin çiyan, azad bijîn û şer bikin”, lê yê rêhevalê rihê xwe dizane yek kes, bi qasî nirxa ji jina sûkê re dide, nirx nade jina gerîla. Ji ber zilam nezan, bê hest û tênagihijê ye. Ji ber ku tênagihije ji jinê re dibêje; “ biçe bimire, tu belaya serê meyî, barê ser pişta me yî.” Divê ev jî werin vegotin. Zîlanan wisa ji xweber derneketin holê. Di nava refên me de mîna vê şerên pir dijwar hene. Ez nabê jim avakirina zilam tiştek wisa hêsan e.
Me YAJK, ji bona jin di maneya çorsî de şer bike ava ne kir. Bila ev şaş neyê fêmkirin. Ne zilamê dervî me jî, me ji bona zilamê nava xwe bînin rê damezirand. Dema em dibêjin anîna rê, em behsa hinekê guhertin û veguhertinê dikin. Lê zilam bi qasî misqalekê jî naxwaze nêzîkbûnên xwe biguherîne. Min behsa hest û evînê kir. Nizane li hember jina herî azad biçekê rêzdar be. Ezê çi ji vî zilamî bikim? Hinekê wijdana min heye. Ez van zilaman hêjayî jinên me nabînim. Ji ber, bûye bela serê xwe û dixwaze weke mayînek aware di serê jinê de biteqe. Hêza wî têra dijmin nake, nikare planek çalakiyek cidî û rêxistinê pêş bixe. Her jina li kêleka xwe tewambar dike; dibêje “ li pêşiya şer bûyî asteng”. Nikare jiyanê dahûrîne, hestên wî zêde pêş ne ketine, yekser dema bi ajoyên xwe re derfetan dibîne, xwe dispêre erka xwe û dixwaze hêrsa xwe di serê jinê de derbixe. Ev pirsgirêkek cidî ye. Divê em vî zilamî veguherînin. Ji tevdîrên herî çors ya me girtî jî, i vê mijarê de birêxistinkirina YAJK’ê ye.
Min di dema dawî de ev ji jinan re got; ez jî di navê de, xwe li hember me baş birêxistin bikin. ji ber ez di rastiya me de zilam pir bi xeter dibînim. Hîna zilam ne hatiye pêşxistin û veguhertin. Ne di wê astê de ye ku wekhevî azad, rêzdar û hinekê jî bi hezkirî nêz bibe. Yanê min got ez çariyekê zilam im. Ez her tim vê dibêjim. Ez çi bikim dikarim ev qas xwe pêş bixim. Ez ji bo jinek ku pêwîst e wekhev û azad bijî, xwe zilamek di asta çarîkê de dibînim. Temenê min derbas dibe, ez çi bikim yek e wisa me. Hûn dibêjim serok, rêber, lê rastiya min ev e. Ez nikarim zêde cîhan, xeyal û hêviyên jinan bixemilînim. Tevî ji bo jinan ev qas şer dikim û hewldanên mezin didim, dikarim encax ev qasî bikim. Lewma min got li ser hestên xwe hukum bikin. ger gengaz be xwe birêxistin bikin û ji bo guhertina zilam, hêz tevlî hêza xwe bikin. nexwe zalim û bêçare nikare tiştekî bide we.
Dema YAJK hinek birêxistin dibe, zilam nikare weke berê êrîş bike. Bi sipartina hêza xwe nikare bêje “ezê bi vê hêza xwe ve nêzî keçan bibim”. Me ev şikand, ev jî pêşketinek girîng e. Hûn dibêjin we malbat çawa dahûrand. Ev e me wisa dahûrand. Li gorî min divê êdî zilam li ber xwe bide. Li şûna jina erzan bibîne an jî li pey jina erzan baz bide, ew e li wê derê rastiya Zîlan heye. Zîlan jinek hêja, mezin serî rakiriye, çalakiya xwe ya mezin pêk aniye. Nivîsa xwe jî nivîsandiye, sonda xwe daye û pêk aniye. Ez her roj dibêjim, ezê beramberî vê hevala jin rêzdar bim. Dibe ku hûn vê jibîr dikin û jibîr jî bikin. lê wesiyeta wê li holê ye. Di vê manê de ez nikarim dev ji girêdana van wesiyetan berdim. Lewma ez dibêjim hûnê gorî vê bin û li gorî vê bûyîn jî karek pir zehmet e.
Nakokiyek derdikeve. Gelo wê Qutbûn, bibe ji nû ve tevlîbûn û ji nû ve parvekirin? Ger wê bibe, divê zilam xwe bi zane, azadîxwazî bi vîn û serkeftî ji nû ve biafirîne. Ez her tim vê mînakê didim. Ger we bala xwe dabe hêlîna çûkan, hûnê bibînin ku dema destê mirovekî li wê hêlînê bikeve, an jî li hêka di hêlînê de bikeve, ew çûk dev ji hêlîna xwe diberde. Cihek me, bostek axa me ya ne hatiye dagirkirin ne maye. Ger mejiyek bi qasî mejiyê çûkê hebe, bawerim wê were fêmkirin ku di vê hêlînê de malbatek wisa bi namûs naye sazkirin. Divê hûn vê bizanin. Ger em vê rastiyê bêjin, wê ew jî bêjin “wey ma em jiyan nekin”. Belê emê jiyan bikin, lê divê em vê rastiyê jî bibînin û çareser bikin. ger em çareser nekin dê çi bibe? Ev e rastiya Kurd, nikare li ser axa xwe raweste, her kes digirî. Kurdistan bi temamî vala bû. Dikare bê gotin ku yek kesê ku bikraribe bêje “ez Kurd im, ez dixwazim azad bijîm, ez bi şeref im” ne maye. Ez ji were gerîla vedibêjim. Bi zorê dijîn. Wê demê em xwe bi xwe înkar nekin. Belê em azad bijîn, lê rastî jî beramberî me ne. Ger ji vê re hêza we ya çareseriyê tine be, hûn nikarin bi vê zanebûn û vîna xwe ve di mayîna welat û têkîliyê wekhev û azad de israr bikin.
Emê keçan çawa bidin jiyîn? Bi pereyan nabe, pere zordarî ye, mal û milk-kirine û ev jî bûyerek her tim dijî jinê tê bikaranîn. Gelo em qet jiyan nekin, ev e di vir de pêdiviyek pir mezin bi teoriya evînê ya pir zehmet û teoriya hezkirinê heye. Divê mirov di vir de dil pêş bixe. Ger gengaz be divê jinên me jî xwe binasin û bibin xwediyê nasname.
Zilam bermahiyê axa û begên pergalê ye. Di nava me de her zilam li gorî bîrdoziya feodal xwe dixe dewsa axa û began. Mafê her gotin û xeberan ji jinê re bêje bi xwe re dibîne. Ez nikarim vê bi tena serê xwe derbas bikim. Divê jin xwe birêxistin bikin. Madem hîn jiyanek girêdayî wekhevî û azadî dixwazin, wê demê divê hûn berdêla wê jî bidin. Divê yekser çûna mirinê û bi çeka di dest de xwe ne peyitîne (ispat). Ev nêzîkbûnek pir kêm e. Hûnê hestên xwe birêxistin bikin, hêza ramanê xwe yê azadiyê ava bikin. der barê bi zilamek çawa an jî bi zilam re cureyek jiyana çawa bijîn de, projeyên xwe ava bikin. Lê ger hûn bal bidin ser, civaka me ya serdestiya zilam, zimanê jinê jî jê kiriye. Dê û bavê te dibêjin; “me ji te re mêr dîtiye”. Ev di burjuwayan de jî wisa ye. Lê bi wan re hinek din hatiye guhertin. Keç, li pere û mûçeya zilam dinê re, ger halê wî baş be, ji jineke gundî xirabtir diçe, baz dide çem wî. Di vir de bûyerek jiyana xwe dispêre projeya azadiya jinê tine ye. Li ser esasê roja jinê dikarim xalên herî balkêş wisa diyar bikim.
Dema tê gotin tevgera dilek mezin, divê mîsoger hûn vê fêm bikin. divê zilamên me hinekê vê fêm bikin . Yanê dema piçekê hêz an jî erk dikeve dest, di bin navê jin lewaz e de, divê hestên wê yên xweşik, fîzîkî wê xirab nekin. Divê hinekê mane bidin jinê, heta wê pêş bixin. Divê vê biçûk nebînin. Gotina; “ sedî sed malê min e, ez bixwazim ezê lê bidim, xebaran jî bikim” ne rast e. Tişta ku herî baş tu bikî jina te jî be, a girîng tu wê pêş têxî ye. Ez her tim vê dibêjim; karê min ne pêşxistina pîrekan, pêşxistina jina azad e. Pêşxistina jina azad îbadete. Weke tê dîtin tevahî jinên me, jinên şerker ên herî dijwar in. Yanê di vê manê de nahêle destê zilam lê bikeve. Ango zilam zordar be, kirêt be û ji azadiyê re ne vekirî be, jin wî napejirînin. Rastiya exlaqa di PKK’ê ev e. E vji bo jiyana nû bi girêdayî wekhevî û azadiya were pejirîn dibe şêwaza têkîliya nû têgeha cîhanek nû. Di damezirandina civakek nû. Ev gelekî pêwîst e û projeya jiyanê jî ev e.
Dema ez derbasî pirsa dibêjim; “di vir de rola zilamê Kurd çi ye”, min dît ku rewşa zilamê Kurd di rewşek pir şewat de ye. Di maneya klasîk de jî naşibe zilamên ti netewan, min dît ku gelek aliyên xwe yên cuda hene. Zilamê di bin bandora pergala çewsîner de, êşa xwe tevê bi jin û zarokan dide jiyîn. Dîsa balkêşe, dixwaze çavkaniya hezkirina xwe tevê jî di vir de bibîne. Ango hem hez dike, hem lê dixe û hem jî rondikan dibarîne. Kesayetek pir bi nakokî ye. Dixwaze hez bike û dikuje. Yanê di şêwaza hezkirinê de kuştin heye. Ji bo zarokan jî ev wisa ye. Min ev zilam pir bê çare dît. Dema min ev bê çaretî dît ji bona min dahûrandina zilam bi qasî dahûrandina jinê girîng bû. Ya rastî pirsgirêk ji pirsgirêka jinê zêdetir weke pirsgirêka zilam çareser kirin, ji bona min xwediyê girîngiyek mezine. Ev di gelek bîrdoziyan de wisa ne hatine derxistin. Ji ber ku zêdehiya bîrdoziyan bi serdestiya zilam in, zêde pêwîstiya dahûrandina zilam nabînin. Ger kesayetek sosyalîst ê pir kûr nebe, zilam zêde rû nade fikrên ku desthilatdariya zilam bike xeteriyê. Naxwaze xwe bike mijarê rexneyan. Ev rewş di kesayeta zilam de nêzîkbûnek bi cewhera wî re bûye yek e.
Rewşa min hinekê cuda ye. Ji ber min di astek pêş de xwe ji zilamê klasîk qut kiriye, bi wêrekî zilam rexne dikim û çareser dikim. Bê guman ev xweseriyeke. Min jin jî ji aliyê klasîk ve ji zilam qut kiriye û di azadkirinê de rêyek dirêj ava kiriye. Lewma di vê mijarê de nêzîkbûn gelekî azad bûne. ez pirsgirêkê di çarçoveyek dînamîk de dest digirim. Di heman demê de hewl didim hinek têgînên nû pêş bixim. Têgînên weke ji kuştina zilam bigirin heta bi heman şêwazî ji nû ve avakirina jinê û kuştina pîrektiyê gelekî bala min dikişînin. Ne tenê di asta têgîn de, em di nava hewldanek weke avakirina artêşbûna jinê de ne. Ev pêşketinên gelek ji wan mat kirine û di heman demê de rê ji bertekên mezin re jî vekiriye. Bê guman ev berhemên têgehên gelekî kûr in. Cihên wan ên ji xweber hebin jî, ya esasî ji bona ez bikaribim bingehê şêwaza jiyanek nû ya bikaribe van rexneyan tevan pêşwazî bike, girêdayî wekhevî û azadiyê zemînek derketinek nû avakirin ji neçarî ye. Plan û bername her ku diçe li ser vî bingehî tê pêşxistin. Lewma dema ber bi civaka nû ve diçin, tişta ku pêwîst e her kes bizanibe, dixwazin li vir jî bi plansaziyek pêşketî jîndar bikin. Bi taybet qadroyên me neçarin ku vê bizanibin. Ev hem pir girîng e, hem jî ji bo karên ku em ne di dawiya şoreşê de bikin, di destpêka wê de çareswr bikine. Divê di vê mijarê de şaşiyek dîrokî neyê kirin, di vir de têgehek bandorker pêwîst e. Berê digotan; “pirsgirêka netewî, pirsgirêka jinê, piştî sosyalîzmê tê çareserkirin.” Lê ne wisa ye. Ger ev pirsgirêk kêlî bi kêlî rojane neyên çareserkirin, ne şoreşa sosyalîst pêk tê, ne netew rizgar dibin, ne jî zayend rizgar dibin.
Tê gotin ku bê jinê naye jiyîn. Lê bi jina heyî re jî naye jiyîn. Bawerin têkîliyek jin û zilam a heta qirika xwe ketine nava koletiyê, têkîliya herî difetisînê ye. Ji aloziya dawî ya pergala kapîtalîst, hêza mezin a ji evîna rasteqînî tê hêvîkirin, li derûdora jinê avakirinê re derketinek nû çêkirin, karên mirovên leheng û eslî yên dil dane evînê û ketine rê ye.
Di bin îdeaya xwedabûnê de hêza tinekirina mirovahiyê heye. Yên ku bi şeran mezin tine dikin, dihesibînin ku mezin jî ava bikin. Ger bi awayek derûnî hebûna ezî neyê venêrîn, di nexweşiya xwe nepixandinek bê sînor de ye. Pergala şaristaniyê jî, civakek ku ev nexweşî ji xwe re di nav de rê dibîne dide. Dikare were gotin ti nirx û kesayetên civakî yên desthilatdarî xirab ne kiriye ne maye. Ev nirxandinek bi cewhera desthilatdariyê ve girêdayî ye. Ji ber şaristanî civakên desthilatdarî ne, pergalên ku herî zêde bi civakê re nakokî dijîne. Em ji bira bigirin heta hevjîn û dostan, ti nirxek ku ji bona desthilatdfarî ji çav neyê derxistin tine ye. Dema hêzên rêveberiya şaristaniyê bê lêkolîn, tê dîtin ku ti reşkujî û bêbextiyên ku nekirine ne mane. Navê sazûmankirina derewan jî dikin polîtîka.
Divê em bal bikişînin ser taybetmendiyek di civakên şaristaniyê de bi sazî bûye. Em dikarin ji vê rastiyê re bêjin baldariya civakê ya li hember desthilatdariyê jî. Heman weke li ser kevneşopiya jintiya jinê ji nû ve avakirinê, ger desthilatdarî jî civakê bi şêweya mîna jintiya jinê amade neke, wê ji hebûna xwe bawer nebe. Jintî weke koletiya herî kevin, bi tevahî nirxên jina-dayîk ve, ji hêla zilamê bi hêz û yên bin destê wan ve di encama têkoşînek dirêj û berfireh de hatiye têkbirin û bi serdest kirina civaka zayendperestî ve, xwe bi saz kiriye. Dibe ku ev çalakiya serdestiyê, beriya ku şaristanî tam pêş bikeve di nava civakê de cih dîtibe. Ev têkoşînek ew qas tund û dijware ku bi encamên xwe ve ji hişê mirovan jî derketiye. Naye bîra jinê bê ka çi, çawa û li ku derê winda kiriye. Jintiyek serî tewandî weke halê xwe yê xwezayî dihesibîne. Lewma ti koletî bi qasî koletiya jinê di cewher de ne hatiye rewakirin.
Du cure bandorên vê avabûnê yên şewat hene. Ya yekemîn; civak ji koletiyê re vekirin; a duyemîn, li ser bingeha jintiyê meşandina tevahî koletiya ne. Jintî tenê weke tê hizirîn ne objeyek zayendperestiyê ye. Taybetmendiyek biyolojîk rave nake. Jintî di cewhera xwe de taybetmendiyek civakî ye. Tevahî helwest û nêzîkbûnên weke koletî, serî tewandin, heqeret pejirandin, girîn, hînbûna derewan, bê îdîabûn, xwe parastin û hwd. ên di rewşa pêwîste ku exlaqê azadiyê red bike de ye, ji pîşeya jintî tê hesêbê. Ji vê hêlê ve ya hatiye xistin zemînê civakî ye. Zemînê koletiyê yê eslî ye. Zemînê sazîbûna ku li ser koletiya her cure, herî kevin û tevahî bê exlaqiyan kargeriya ye. Di vê rastiyê de civaka kapîtalîst vî zemînî di nava tevahî hawirdorên civakê de diyarkirinê ve eleqedere. Bi temamî jinkirina civakê ji bo domandina pergalê pêwîst e. Desthilatî bi zilam re yek e. Wê demê tê wê maneyê ku jinbûna civakê devjê nayê berdan. Ji ber desthilatî rêgeza azadî û wekheviyê nas nake. Nexwe nikare hebe. Şibandina di navbera desthilatî û civaka zayendperest di cewher de ye. Desthilatî û cinseltî di civaka kapîtalîst de, nexweşiyek civakî ye. Heman weke kanserê ye. Weke ku bê hev nakin, hev û du zêde dikin. Heman weke zêdebûna şaneyên kanserê. Dixwazim werim vê mijarê: di civakên pêşketina kapîtalîst de zemînê desthilatdarî bi hezarê sala ne ji dil û weke jintî hatiye amadekirin. Gumana kevneşopiya şaristaniyê, jin weke bûye “erdê zilam” e. Di civakê de jî heman kevneşop derbasdare. Ji ber divê zilam xwe weke jinekê bide desthilatdarî. Yê îsyan bike, xwe dayînê red bike, neçarî xwe amadekirina şer re dike.
Pêvajoya desthilatî weke çalakiyek kes, kom, çîn an jî netewek ku ji nişkê ve ava bûye dîtin xwe xapandinek mezin e. Dibe ku hukumet ji nişkê ve werin damezirandin. Lê desthilatî û pergalên siyasî, ji aliyê civakên pêşketî yên bi sedan împaratorên hov, komên serdest, her cure hêzên serdest ve destpêkê weke çanda desthilatî (ango erd û kevneşopî) hatiye amadekirin. Civak çawa ku jin weke çarenûsa xwe li benda zilam be û ew pejirandibe, wisa jî weke erd û girêdayî desthilatiyê li bendê ye ji aliyê xwediyê xwe ve were bikaranîn û wisa hatiye hînkirin. Desthilatî, di civakê de weke çanda serdestiyê heye. Di vê manê de gotina Bakunîn a dibêje; “ zilamê herî demokrat, bîst û çar seatên xwe yên desthilatdarî de xirab dibe” gelekî manîdare. Ev xirabûna min nekarî vebêjin, lê demek dirêje hewl didim vebêjim çi pêk tîne, zemînê desthilatî bi xwe ye. Kursiyê desthilatiya bi hezarî salan ji derya xwînê û îstîsmarê (ango şer û mêtîngeriyên bê sînor) ava bûye, helbet wê yê ji nişkê ve li ser vî kursî rûniştî di bîst û çar seatenda xirab bike. Tenê bi şertekî dikare xirab neke; ger bikaribe weke ku xayîntî dike xwe biparêze!
Di azadiya jinê de , an jî di xwe azadkirinê de kesên ku rê ne girtibin, divê têbigihijin ku nikarin di ti qadên azadiya civakî û siyasî de dahûrîner û veguherîner bin. Ên nekarin dualîteya zilamê serdest û jina kole derbas bike, ti hewldanên wan ên azadiyê nikarin nasnameya azadiyê ya rasteqînî pêk bîne. Divê ev jî weke rêgeza azadî ya herî bingehîn were famkirin. Ger têkîliya milkiyet û desthilatdariya li ser jinê neyê rûxandin, ne gengaz e ku têkîliya jin û zilamê azad pêk were.
Piştî ku tevahî derfetên hêzên madî û giyanwerî di destê zilam de kom bûn, êdî jinê destê zilam nêrî, carina tika jê dikir, carinan jî tevahî şerefa xwe dikir bin piyan, çarenûsa xwe erê dikir û gelek caran jî ji jiyanê dixeyîdî diket rewşa hebûnek bêdengiyek kûr de. Di maneyê de jî weke miriyek dijî vegotin zêdetir di cih de ye. Em dikarin bi çend şibandinan vê diyardeyê hîn baştir zelal bikin. Şibandina yekemîn çûka di qefesê de ye. Çûk carinan weke qanarya tê xemilandin. Carinan jî weke bilbil deng xweş dibe. Her kes li gorî xwe dişibîne çûkekê. Gelek caran jî çûka biçûk tê gotin. Şibandina din jî, weke pişîkek berdabin binê bîrekê her tim bidin qîrkirine. Dikare bi xwarinên bermayî re were xwedîkirin û ji bo xwediyê wê were kedîkirin. Dibe ku hinekê çors were dîtin, lê ji bo fêmkirina kûraniya koletî, divê hewldanên gelek aliyên weke zanistî û wêjeyî werin pêşxistin. Civakek bê hempa ya zayendperestî hatiye avakirin. Çorsiya rasteqînî di vir de ye ku, dema destdirêjiya zilam beramberî jinê bê dilê jinê dike weke lehengî tê dîtin, zilam heta radeya dawî ji xwe re keyf û xururek mezin dibîne û jin bi keviran tê kuştin, davêjin malên giştî, ji bo carek din dernekeve nav civakê bi rûreşiyek qirêj ve rû bi rû dimîne. Dîsa bi çorsiyek mezin ve, dema zilam ji hêmana xwe ya zilamtî xurur digire, ji bo jinê hêmanên cinseltî dibe çavkaniya şermê. Cewaziya wan a herî ji rêzê jî, beramberî jinê bikar tînin. Bûna jin bi xwe bûye mijara şermê. Dilxwe de di evîna ku bûye hestek pîroz bi xwe de, tişta ku jin dijî ferzkirinek çavreşiya zilam e. Zarokên keç her tim hov hatine dîtin.
Di cîhana roja me de mijara ku herî zêde bûye benîştê devan evîn, heyama xwe ya herî rezîlane û bê naverok a dîrokê dijî. Ti dema dîrokê de evîn ev qas ne ketiye bin piyan. Em ji evînên ser kêliyan bigirin heta, nêzîkbûnên kujerên vekirî ji têkîliyên herî xeternak re jî evîn tê gotin. Ti têkîliyek bikaribe ji vê baştir têgeha jiyana pergala kapîtalîst bide raberkirin naye hizirîn. Evînên heyama me, hişmendiya ku pergala serwer li ser mirov û civakê ferz dike, di qadên herî pîroz de jî dikeve çi halan li xwe mikur tê. Evîn zindî kirin, ji erkên şoreşgerî yên herî zehmet e. Kedek mezin, ronakbîriya hişmendî û hezkirina mirovahî dixwaze. Ji şertên evînê yên herî girîng yek jê jî, di nava sînorên zanistiya serdemê de gerînê dixwaze. Ya duyemîn, li hember harbûnên pergalê seknek mezin ferz dike. Ya sêyemîn, pêwîst e bizanibin wê bê rizgarî û bê azadî nikaribin li rûyê hev binêrin, weke helwesteke exlaqî bipejirînin. A çaremîn, pêwîst e ajoyên hundirîn weke bikaribe bike girtiyên her sê xalan bipejirîne. Ango ger ajoya cinseltî bi rastiya zanyarî, exlaqê azadî û têkoşîna polîtîk û leşkerî ve neyê girêdan, divê bizanibe ku wê her gava were avêtin înkara evînê be. Yên ku bi qasî çûkekê jî derfetên xwe yên avakirina hêlînek azad tine be, nikarin behsa evîn, têkîlî û xewacê bikin. Ger bikin jî ev dide nîşan ku radestî koletiya pergala civakê bûye û tiştekî ji nirxên pîroz ên têkoşîna azadiyê fam nakin.
Ger wê behsa rastiya evîna serdema me were kirin, bawer im dê ev Leyla û Mecnûnan gelekî paş de bihêle , gelek ehlên tasaffuva derbas bike, pêwîstiya pakbûna mirovên zanistî dixwaze, ji aloziya rojane rêya ber bi azadiya civakî vedike , egîdî, cangorî û serkeftin bidestxistinê re, kesayetên xwe di vê destxistinê de peyîtandin ve gengaz e.