Dilar dêrik …beşa siyemîn
1 Ev têgeha navdar a ku Samuel Huntîngton di salên 1990’an de afirandiye, xizmetî polîtîkayên şer û emperyalîzmê yên welatên rojava kiriye.
Abdullah Ocalan, ji bo dîrok û şaristaniyê fêm bike, bi taybetî bawerî bi çarçoveya bi feyde ya Fernand Braudel aniye, bala xwe bi kûrahî daye ser dîroka ciyên weke Riha (Urfa) ya welatê wî ye û nêzî Xirabreşka ciyê cîwarbûnê ya dîroka wê heta çaxên Neolîtîkê diçe, yekem perestgeha dinyayê ye û tê bawerkirin 11.000 salî ye û di rêçûna dîrokê û bilindbûna şaristaniyê de di faraziyên dîroknasan de şoreş çêkiriye. Fikra; weke “pêla sereke” yan jî li dijî “şaristaniya hakim”, “şaristaniya demokratîk” du şaristanî hene, pêş dixe. Şaristaniya demokratîk, têkoşîna yên hatine marjînalîzekirin, bindestkirin, ya feqîr û xizanan, yên tên heramkirin û bi taybetî jinan temsîl dike. Di dawiya çaxê neolîtîkê de, bilindbûna avahiyên hiyerarşîk û li Mezopotamyayê destpêkirina Sumera antîk; şaristaniyeke xwe dispêre hêzê, tundiyê, ziftkirin û yekdestdariyê pêş xistiye.
Peyva amagî an jî amargî ji bo azadiyê têgeha yekemîn e hatiye bikaranîn, li Sumera antîk derdorê 2.300’an de derketiye holê. “Zîgurat”ên Sumeran, yanê kompleksên perestgehên mezin; ew cih bûn ku mekanîzmayên hiyerarşîk ên weke patrîarka (bavkanî) ya mirov dikare mîna destpêka civaka bi çîn hatiye şekilkirin fêm bike, dewlet, artêşên domdar û mulkiyeta taybet, hêdîka xwe têde bisazî kirine. Ev der, cihê yekem yê têde li gor tevgerên cinsî, veqetandina bi civakî “jinên bihurmet û bêhurmet” dihatin kirin bû.1 Di dema beriya wê de çaxê Neolîtîk, bi rêxistinên formên civakî û aborî hîn wekhev dihatin wesifkirin. Lê ev çax bi ketina statuya jinên vê çaxê û bilindbûna mêrê domînant (raser, sereke), bi taybetî jî rahibê mêr ê dest pê kir yekdestdariya agahiyê di destê xwe de girt hat wesifkirin. Ev çax şikestineke civakî ya mezin û berfireh sîmge dike û em di mîtolojiyê de “ketina xwedavendan” têde dibînin. Her wiha fikir an jî hesreta azadiyê, ji ber vê sedemê cara ewil ne li dereke din, lê li vir derketibe mirov pê şaşwaz, matmayî nabe. Paşê, bi belavbûna fetih û olên bi navend mêr û împaratoriyan û di dema nêz, bi taybetî di çaxê kapîtalîst de dewleta modern; bi zanebûn û bi sîstem wê felsefe, ol û zanistê bi kar bianiya û vê sîstema hêzê zêdetir xurt û bi sazî bikira.
Eger kesek tehlîla Ocalan bi kar bîne, ew kes divê li Mezopotamyaya îro binhêre. Dikare bibêje ku heman şerê di nav her du şaristaniyan de, îro hê jî li şûna xwe ye; sîstemên navendî bûne, yên dixwazin li ser civak û bi taybetî jinan serdestiyê ava bikin weke “şaristaniya pêla sereke” û şaristaniya alternatîf a jinan a di tevahiya dîrokê de her tim li ber xwe daye, tehde dîtiye û hatiye heramkirin “şaristaniya demokratîk”. Ev têkoşîn, bi awayê herî balkêş, bandorker, di şerê nav qaşo Dewleta Îslamê û jinên Kurd de bihata nîşandan. Dewleta Îslamê, weke encama zîhniyet û sîstemên li ser koletî û çewisandina 5000 salan bingeh girtiye. Li ser endamên civakên herî antîk ên berî her tiştî di rastiya xwe de hê jî taybetî û bîranînên paşerojê hildigirin sekiniye, lêhûrbûn kiriye. Bi bîrdoziya xwe, bi awayekî bi şanazî kuştin, tecawizkirin, kolekirin û firotina jinan kir.
Dewleta Îslamê ya bi armanc, niyet û çalakiyên xwe yên yekdestdar, desthilatdar, zêde bavkanî û koledar, mirinê li her derî belav kiriye, ew halê bi bedenbûyî ya modernîteya kapîtalîst û “şaristaniya desthilatdar” e. Dewleta Îslamê, ji bo îdîayên xwe yên desthilatdariyê rewa bike, ol kiriye amûr. Li gel vê, armanc dike ku sîstemeke bi tevahî yekdestdar a hêmaneke gelek xuya ya modernîteya kapîtalîst jî ava bike. DAÎŞ, weke pergaleke ‘gelek paşverû’ tê resimkirin; lê belê ya rastî di roja me de, neteweya serdest ya bi meyla dewletê, rêbaz û makanîzmayên pergala bavkanî ya kapîtalîst bi kar tîne. DAÎŞ, ji gelek aliyan ve ji bo tundiya li ser jinê ya li her derî tê jiyankirin, mînakeke pir zêde ye. Gelek dewletên netewî, bi rêbazên pir dişibin Dewleta Îslamê hatine avakirin.
Tevger û berxwedana jinên Kurd a sîstemeke civakî ya alternatîf û xwe dispêre modernîteya demokratîk, azadî, edaletê, û ji bo demokrasiyeke ji azadî, edalet û hovîtiya dewleta netewî, aboriya kapîtalîst û hêza desthilatdar wêdetir têkoşîneke watedar dimeşîne, manîfestoya “şaristaniya demokratîk” e. Jinên Kurdistanî ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, di heman demê de li dijî faşîzma polîtîkayên dewletên netewî yên “alek, miletek, dewletek” şer dikin. Hewl didin sîstemeke ne dewletparêz û xwe dispêre azadiya jinê, wekheviya tevahî civakan, ahenga ekolojîk û civaka etîk û polîtîk ava bikin û tolhildana dîrokî bigirin. Di vî warî de êrîşên li ser Kobanê tên kirin, êrîşa li ser jiyaneke mirov çarenûsa xwe bixwe tayîn dikin, serbixwe û azad tê kirin e.
Ev, ji şerekî leşkerî zêdetir, têkoşîneke dîrokî ya mîrasa ji hezar sal berê ye. Di vî warî de, di navenda patrîarka (bavkanî), dewlet û mulkiyeta taybet de êrîşên sîstematîk ên li ser jinê hene. Îstîsmara sîstematîk, tecawiz, pêkutî, koletî, qirkirin, înkar, sîstema dizî û derewan avakirin, rê û rêbazên vê ne. Jin çawa sîstematîkî ji holê hatine rakirin û weke cadû (pîresêhr) û mêvanên bêdawet hatine reşkirin, her wiha weke yên dikarî wan bikujî, tecawiz bikî û bêdeng bikî hatine îlankirin. Dema mirov vana hemûyan difikire, mirov hîn dibe ku peyva amargî ya rastî di wateya “vegera dayîkê” de ye watedartir dibe.
Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta, li ser qetlîama jinê ya li Şengalê vana dibêje: “Dewleta Îslamê, êrîşî yek ji komên herî kevn ên dinyayê kiribe ev tesaduf (rasthatinek) nîne. Armanca wan, li Rojhilata Navîn tevahî nirxên exlaqî û çandan tunekirin e. Bi êrîşkirina Êzdiyan xwestin dîrokê tune bikin. Dewleta Îslamê, bi awayekî aşkera, li dijî felsefeya Rêber Apo (Abdullah Ocalan), azadiya jinê û yekîtiya gelan hatiye rêxistinkirin. Her wiha, têkbirina van çeteyan, xwendina sosyolojiya rast û dîrokê pêwîst dike. Bi qasî ku em Dewleta Îslamî bi fizîkî ji holê rakin, em divê bîrdoziya wan a di pergala dinyaya heyî de xwe dide berdewamkirin jî ji holê rakin.”
Şerê di navbera van her du aliyan de, dişibe senaryoya fîlmekî yan jî pevbestina (honaka) romanekê –li aliyekî jinên dibişirin û tije hêvî ne, li aliyê din jî qatil û tecawizkarên hêza xwe ya tarî ji hovîtiya xwe ya hilweşîner û faşîst digirin. Lê belê ger îro ev her du xet li Rojava şer dikin, bi tu awayî ne tesadufek e. Yên dîroka wan tu carî nehatiye nivîsandin, ger dilekî wan ê li hember yên dixwazin bi tevahî dîrokê bimalişin şer bikin hebe jî ne tesaduf e. Dibe ku pergala heyî, mîraseke sîstema hiyerarşîk a bi hezarê salan e. Dibe ku zulm û zordarî her tim hebin. Lê belê têkoşîna şoreşger, berxwedêr û serhildêr jî wê her tim hebe.
Di vê hilbijêrka di navbera koletî û azadiyê de em ê bibin şahidên şerê şaristaniyan a rastîn: ya serî tewandin û tehakum yan jî berxwedan û eşq. Ev têkoşîneke bi hezarê salan e. Ev têkoşîneke di Zûguratên Sumerên xwedî artêşên bipergal ê yekemîn in de dest pê dike, bi komployên ku xwedavendên qedîm hatine xistin, ketina jinê û di harmoniya mirovahiyê de destpêka dawiyê temsîl dike berdewam dike. Têkoşîneke ku îfadeya xwe ya dawîn li dijî yên li Rojhilata Navîn “dewlet”a xwe îlan kirine….
Ji ber vê sedemê, paradîgmaya sosyolojiya me ya nû, divê azadkirina civakê hedef bigire. Ne tekûz (mukemel), dirustî, xwezayîtî û wêrekî divê rabe ser piyan. Civak, divê bi ruhê xwe yê demokratîk û xweser û bi dengê xwe pirsgirêkên xwe çareser bike.
Weke li ser pankarteke li navenda Qamîşlo hatibû nivîsandin:
“Em ê li Rojhilata Navîn azadiya jinê bigirin bin ewlehiyê û êrîşên DAÎŞ’ê têk bibin.”
Bila Jineolojî bibe manîfestoya jiyanê!
DILAR DÎRÎK