Haskar Kirmizîgul
Ji tevahî şêwazên zanista kû ku em fêr bûne em zanistek nûh nîqaş dikin. Em şêwazek hemû qalibên hişmendiyê heta hatiye avakirin û em serûbin dikin em tiştek wiha nuh jî nîqaş dikin. Navê wê Jîneolojî ‘ye …
Gelo zanista jin dibe? Hinek ji me vekirî û hinek jî me jî di hundirê xwe de pirsa ji xwe pirsiye gelo ev zanist pêwiste? Ji ber ku pirs pirsîn, şêwazê fêmkirina gerdûnê ya yegane ye.
Jîneolojî bersivdayîneke bê sînor e. Bi taybetî ji bo yên ku dibêjin, zanist ji bo herkes tixûbê xwe nas bike feydeyek û macerayek dibinîn re bersiveke ye. Em dibêjin bê sînorbûn, ji ber ku armanç ger ku sînor be jî, wê demê wê lêgerina her kesê/kesî lî dîwareke bikeve. Jîneolojî di pêşveçûna jina Kur de xwe gihandiye qonaxeke, lê ne bêdawîbûn e. Jîneolojî jina ku sînorên xwe dixwaze keşif bike, dema ku peşve diçe, kevir, ax û stiriyên ku dertên ber paqijkirina wan e. jîneolojî tiştên ku ji jin re têne fêmkirin û tên vegotin, li hemberê her tiştê bi goman mêzekirin e. Bi jîneolojî em dikevin cewaziya ew gomanên ku hundirê me dixwin e. Ew goman di heman deme de di rêya heqîqetê de kevirên ku tên bi cihkirin in…
Miqabilê gotina, wek jin zanîn e jîneolojî bixwe re. Lewma jî bê ku hebûna jin bê hesibandin, ew zanistên ku bên avakirin re îtîraza wê ye.
Jîneolojî, rastkirina şaşitiyê aqilê zilam yê di nav mîtolojî, ol û felsefe de ye. Zanistên civakî ji roja ku derketine û heta niha tên pirsin ka, ev zanist zanistên xwezayî ne yan yê beşerî ne. Jîneolojî ji zanistên civakî re nasname daye qezenckirin e. Li cihê ku hebûneke xwe li gorê ya dinê pênase dike, teqez li wir pirsgirêkek nasnameyê heye. Jîneolojî wê riya vê gotinê zelal bike û pêş bikeve û wê bibe dînamîka zanista civakî.
Di cihê ku pêdiviya pir zanebûnan rastkirin keşifkirin û sererastkirin heye de, gelo divê mirov ji ku dest bi kar bike? Di vir de bê ku mirov bikeve xefika mutlaqbûnê bersiv dayin, girîng e. Lê belê tişta pêwist divê ku mirov nexşe rê ya xwe jî diyar bike.
Jîneolojî bi îtîrazkirinan ava dibe
Qalibên hişmendiya zilam û sînorên ku diyar kirine pir tûj in. Pir zanistên ku mirov dikare bigihê bi kodên patriarkanan hatine çêkirin. Fizîka jin, zeka û cewaziya zanbûna wê ku di çalakiya encamgirtinê de derketiye holê benda kişifkirinê ye. Sedemê ku ez dibêjim, li benda kişifkirinê ye ev e; ji ber ku zanista ku hatiye avakirin ne aydê jinê ye.
Di vir de ez behsa tiştên ku pergalê li jin aniye (yakıştırma) û nasnameyên zanistî nakim, ez behsa zanista ku di cewherê jinê de veşartiye dikim.
Ya girîng tişta ku mirov nikare xwe bigîhê gihandina wê û derxistina derve ye. Penase bê ku tiştên di xezîneya jin de heye neye dîtin û berbiçav nebe bi vî awayî hebûna jin jî nayê pênasekirin. Ya girîng divê dema ku em di şewaza zanistê de ev alîbuna ku heye em dibînin divê ku em xwe bêhêvî bêhêvî nekin. Berovajîyê wê divê ku em vê wek destpêkek nuh bibînin.
Em dikarin bi pênasekirina hebûna jin dest bi kar bikin. Wê rêbaza Mary Daly’nin rê nişan bide. Divê di destpêkê de em îtirazên kodê Baviksalarî bikin. Divê ku em pênasa wê ya li ser jinê deşifre bikin. Di bingeh de em dikarin jîneolojiyê li ser îtîrazkirina xwe ava bikin. Zanistên civakî ku bi navenda desthilatdariye ve girêdayî tifaqên xwe çêkirin e. Ew zanyarên ku Metodolojî û paradigmaya bi çavderiya nesnel civakê lêkolîn dikin û bi şêwazeke giştî dibêjin, karê me gihandina rastiyan e. Ew exlaq û wijdan pişt çav dikin û bi çawên Rojavahî li civakê meze dikin, bi kurtasî em van şêwazan hemû îtîraz dikin.
Di cîhana nesneyan de û ji aliyê cihgirtina buyeran div ê cîhanê de bi çavderiya bi rengê pergalê re û bandorbûna zihnî em îtîraz dikin. Beriya her tiştî îtîraza me ji vê pênaseya zanistê re heye.
Di vir de behsa nesne kirin ji aliyê girêdûnî ve qutbûna ji civakê ye. Pêvana zanista ku dibe mijara lêkolînê, bi mesafebûna civakê ye û civak wek nesne destgirtin e. Rastiya ku di Zanista Civakî de negengaz e bi aşa wê xwe nîşanê me dide.
Dema ku zanist dibê her tişt tê pîvan ew coşa ku dibe sebep dil bikele û êşa ku dihêle rehên laş biteqe jî gelo dikare bipîve? Tundiya erdhêja Stenbolê, dema wê ji bo ku bipîvin, sîsmografî hat bikaranîn, ew kesê ku malbata xwe winda kir êşa wê kijan alet karibû bipîve. Ew ew rastiya êşa ku bi qasê bajarek ruxayî rastbû dema ku nikaribû bipîve ma em ê wê êşê tune bihesibînin. Ger kup irs û îtîraz dînamîka jîneolojî ya bingehîn be, wê deme em îtîrazên xwe bidomînin.
Çawa ku çavderî û yê ku tê çavderkirin di bandorkirina wan ya ji bo gihandina rastiyan ne rêbazeke bi tenê ye ev jî vekirî ye. Li gorê vê lêkolînê yên ku Parka Mîlî bikartînin re dema tê pirsin ku we çopa xwe çawa kir de ji sedî 94,6 bersiva wan ku me avête çopê dide jî weke çavderiya wan e. Yan jî wek zilamê bi rengê qlasîk jê tê pirsîn tu li hevjîna xwe didin, zilam jî di dema xwe ya bi hêrs de ew lêdana ku kiriye ji tundiyê nehesibîne û bi dileke rihet bersiva naxêr dayine. Yanî wek yê ku tê çavderkirin dibe ku bixapane û yê ku çavderî dike jî dibe ku were xapandin.
Yê/ya ku buyerên civakê çavderî dike ji bo ku di helwesta xwe karibe bigîhe encameke divê ku bi salên dirêj bi wê civakê re bimîn e. Civaknaseke ger ku li ser berxwedana Xweseriya Demokratîk ya li sûr û Cizîre’ ve lêkolîn kir, divê ku ew cesedên bê giyan ku bi rojan dibin berfê de man û nehiştin dayik û bavên wan wan defin bikin û dan sekinandin, ji derve de ev rewş şopandin ve bê ku derûniya wan bide nas bike, nikare tehlîla wê civakê bike. Dayika ku cenazeya keça xwe bi rojan dolaba cemede de hişt û kesê/kesî ku di bodromê de nikaribû avê bide birîndaran de wê çaw afêm bike? Dîsa derûniya kurdên ku li her aliyê cîhanê dijîn bûn şahidên qetilkirina mirovên kurd di weşana zindî de zanyarên civakê bê ku bêfêm kirin gelo dikare wê civakê tehlîl bike? Civaknas piştî efqas êşên ku hatin jiyandin, Gelê Kurd ku bi dengê xwe yê bilind dibêje, em êdî aşîtî naxwazin wê divê lêkolîna xwe de çawa vê helwestê pênase bike? Zelalbûna vê pirse, ne bi tenê bi cihaza dengê qeydkirinê de ye kesî/kesê ku bersiva vê pirsê dide di çirûskên xofê yên çavê wê/wî de bersiva vê pirsê sabît dibe. Li gorê dîtina civaknasên serdest pirsgirêk nîne ku em wê kesê/kesî bi mîligerî, bi hêrs û esebî pênase bikin. Civaknasê ku rêbaza rast bi bikar tîne ji bo wê bi vî awayî jî dikare xwe bigîhîne rastiyan. Mixabin di çend kêliyan de ew hêrsa ku di çavên kurdistaniyan de xuya dikir, ew êşên ku Gelê kurda jiya tevahiya wan êşa ne. Lê çavderîkirina du rojan civaknasek dikare bigîhîne xalek wiha.
Wek civaknas di rewşê wiha de ger ku hun dixwazin bi êşan re rûbirû bimînin, dibe ku we bibe ber dawiyeke wek wênekêş Kevin Carter ya bi êş. Bo mînak; di sala 1993’yan de dema ku li Sûdan’ê şerê nav xweyî de ruxandina ku bi xwe re anîbû, dema ku wênekêş xwest wê bike nûce, keçika ku bibû wek estî û çerm teyr li ber çavên wênekêş ew xwazin. Ji ber ku wê keçikê rizgar nekir û erka wî bû wênekişandin ew ji ezaba wijdanî xilas nebû. Piştî saleke wênekêş ji ber ku ew keçika ku ji teyran re bû xwarin kişandibû xelata Pûlîtzer girt. Piştî du mehan jî wênekêş ‘êş jiyanê kêfxweşiya wê derbas kir got’ û bi egzoza seyarê dawî li jiyana xwe anî. Nakokiya wêne kişandin an ji keçikê re alîkarî jiyana wî bi dawî kir.
Ev rexne nayê wateya ku wê jîneolojî qet ji rêbaza çavderiyê sud wer negre. Lêbelê dema ku em dixwazin heqîqetan derbixin holê, bi rêbaza çavderiya ku di hundirê xwe de cudabuyê em ê, kijanê bikarbînin. Di dîtina heqîqetê û di dîtina diyardeyan de ku karibe pitşgirî bike wana tespit kirin girîng e, ji ber ku ew di tespîtkirina heqîqetê de ji me re rê nîşan bide. Dema ku cudabûn li gorê demê be, her tim li gorî cihê ku rêbaz tê bikaranîn, em dikarin li navenga xwezayî bigerin. Jîneolojî rêbaza ku wê herî jê sud bigre jî, li gorî şêwaza were bikaranîn yek jê jî, şêwaza bikaranîna wê jî tevîbûn û çavderî kirin bi hev re ye.