HESKAR KIRMIZÎGUL….BEŞA DUYEMÎN
Ji Spartekên Zanistê re îtîraza me heye
Em werin ser mijara ji spartêkên zanistê re îtîrazên xwe. Zanist xwe dispêre ceribandin û tecrube û lêkolînê. Di nava van de ya herî bi giranî tê bikaranîn jî ceribandin û çavderî ye. Armanca ceribandin û çavderiyê di gerdûnê de ew zagonên xwezayê tên gotin û keşifkirin e. Li gorî Zanista Civakî ku ji rotaya pozitîvizmê dernakeve zagonên xwezayê keşifkirin, çareseriya pirsgirêkên civakî jî bi xwe re tîne. Ji ber ku zagonên xwezayî li ser civakê jî hukum dike. Ger ku em lêgerîna vê rêbazê rast bipejirînin ev zagonên xwezayî ku li civakê hukum dikin keşifkirin kare zanistê ye.’ Ger ku em bi vêgotin bi tenê jî pêşve biçin, di demek kurt de em ê rastê girêdana bi desthilatdariya zanistê.
Di gerdûnê de bê edaletî tewazina civakê serûbin kiriye û rê li pêşiya newekheviyan vekiriye ma zagonek xwezayî yê wiha dibe ku hebe? Zagona karkirina gerdûnê li ser nehevsengiyê nîne, temamkirin û her zindî xistina nava xwe ye. Her zindî bi hebûna xwe parastina xwe digre ser xwe. Lê desthilatdar edalet û wekheviyê li gorî xwe teşeyek didinê. Pergala desthilatdar bi cilikên cuda civakan tune dihesibîne, dike yê din û li ser van xwe hakim dike.
Di nav zindiyan de taybetmendiya alikarî, fedakartî, karbeşî heye. Ew teoriya evrimciyan ku dibêjin, ‘ji bo ku zindî li ser piyan bimînin divê ku di nav reqabetê de bin vala der dixe. Lêkolînek biçûk jî, têrê dike ku mirov bibîne jiyana zindiyan li ser alikariyê hatiye damezrandinê. Li qada fîzyolojî û tibê jî kesên navdar yên wek Kenneth Walker jî dema ku li Başûrê Efrîqa derket nêçîrek çavderiya xwe wiha vedibêje; ‘min çavderî kir ku li deştên Ahti cureyên zebra û xezalan li hemeberî xeteriyan ji bo ku hevûdu hêşyar bikin li ciheke diyar nobedar derdixistin.’ ‘Dîsa dibêje, me Fîl û zirafa pir kêm bi hevre didîtin.’ Ji ber ku goyê fîlan yê mezin ji bo ku bibihîsin başin, lê çavên wan baş nabîn e. Zurafe jî weke noberdarê ku derdikevin ser qûlên çavderiyê ne (gözetleme kulesi) ne. Bê ku mirov bibine ne derfetên ku mirov nÊzê filan ne jî zurafa bibe heye. Hê balkêş jî, ji bo parazitên di çermê xwe de bineqînin çûkên ku derdiketin ser piştan gergedana ev dibûn hevkariya wan bi çukan re. Bi rakirina dûvê xwe di derûdorê de hemû zindiyan hişyar dikirin. Dîsa bi dengê xwe yê zirav yê ku derûdorê hişyar dike çûkên bicûk (Sığırcık) Jagûar jî dema ku dibinê esarete de be zarok çê nake. Bonoboya ku dema çûkeke mirî dibîne ji bo ku zindî bike, baskên xwe xwar dike û ji erdê digre. Ji familya qirdikan weke cureyek şempazeya (wek pigmen jî tê pê nasekirin) de me di cihana zindiyan de tiştên pir balkêş dît!
Di tevahî van mînakên de jî tê isbatkirin ku desthilatdar tiştên ku dibêjin ‘cudahî di gerdûne veşartiye’ ev hemû ispat berovajîkirina nêrînên zanistên alîgirê desthilatdaran in. Desthilatdar; tevî hemû berovajiya xweza, civak û jiyan ku bi dehan caran hatiye isbatkirin jî dîsa vê rêbaza lêkolînê dev jê naqerin. Çawa ku di zayendîperetsiyê de nêrînên wan yên şaş ji bo bixin zemîna nijadî jî, hewildaneke wan yê vala heye.
Dîroka Komara Turkiyê bi van mînakan ve tijî ne. Bo mînak; dema Güneş, ‘Teoriya Ziman’ pêşxist zanyarê ziman bû. Li gorî vê teoriya bi zorê, wiha ye; Tirkî di dîroka zimanan de zimaneke yekemîn pêşketî ye. Em hine bînin ber hev. Tukî ji sê hezar û 175 jê resenî peyvin, lê yê din bi piranî ji Farisî, Erebî, Kurdî, Fransî, îtalî û h.w.d hatiye pêşxistin. Zimaneke ku ji hezar û 111 peyv û 27 peyvan pêkhatiye dibe dimaneke resenî. Lê tevî ku bi sed hezaran salin polîtîkayê pişavtinê jî, tiştên ku di pir zimanan de hebûna xwe çêdike. Di zimanê kurdî de ku zimaneke 131 hezar û 600 peyvan pêktê jî dîsa yên ku dibêjin, zimanê kurdî nîne beriya deh salan jî teoriya xwe diparastin. Madem ku zimanê Tirki zimaneke destpêkê ye, wê demê çima efqas di zimanê tirkî de peyvên bi koka xwe biyanî di hene. Tevî vê jî di dîrokê hemû de bû zimanê fermî yê netewan.
Faşîzma Hîtler wek şerma mirovahiyê ket dîrokê, pir tiştên ku bi zanistên ceribandin hebûn. Ji bo ku serweriya nîjada Alman isbat bikin, hinek ji wan qafê mirovan jî pîvan. Faşîzma ku bi zanistê xwest xwe isbat bike, 6 milyon Yahûdi, qereç, sosyalîst û anarşîstan jî di nav de bû sebebê mirina nêzî 17 milyon mirov. Di projeya Bijîjk Heinrich û Himmler ku navê wê ‘Lebensborn Projesi’ ji polonya li ser bi deh hezaran zarokan ceribandinên ku dikuje kirin. Ji bo ku rengê porê wan zer bikin (jiber ku nîjada serdest porzerin) ev bi ceribandinên pir xirab re rûbirû hiştin. Zarokên ku bûn mijara ceribandinê ger ku renge porê wan qehwê be, neyên kuştin! Dibin zarokên sûbayên nazî û ew jî wan wek ewladên xwe digrin cem xwe! Gelo ev dikarin bibin zagonên gerdûnî? Ev rewş wiha nîne û di rastiya xwe de ji bo kiryarên desthilatdariyê hatine bi cil kirin. Wê deme divê ku zanistên civakî herî zede li hemberê desthilatdariyê bi mesafe nêz bibin.
Îtîrazên me ji giştîkirina zanistê re heye
Bi bandora Şoreşa Fransayê zanistên civakî ku xwe bi cih kirin sê karen wê yên bingehîn hene. Ji bo ku di civakê de çi dibe,mirov karibe fêm bike eşkere bike û kontrol bike bûn. Lewma jî zanistên civakî ji bo lêkolîna vana serî li du rêbazên bingehîn didan. Ya yekemîn rêbaza îdîografîk (bûyerek spefîsîk di kesayet de destgirtin) ya duyemin jî nomotetîk (rêbaza ji buyerên civakî re hin fireh nêzbûn û zagonan avakirin) e. Armanca herdû rêbazan jî gihandina zanistên nesnel in. Rêbaza îdîografîk hin zêde bi dîrokan re mijûl û têkildaar e. Buyeran di rehendê (boyut) tîkel de lêdikole. Ji vê mile de diyardeyên bi ewle pêşkêş dike. Lêbelê ji ber ku rastiya civakî bi tenê bi buyerên ku hatine qeydkirin tehlîl dike, di encam de ji pergala aqilyeta zilamê desthilatdar re xizmet dike. Dema ku zanyar dixwaze hebûn û azadiya xwe biparêze û li du agahiyê dibeze, divê ku jinên li berxwe didin û têne qetilkirin, gel, baweriyên cuda, çandan komên xwediyê cuda, nasnameyên ku civakbûnê ve li ser her tiştî pîroz dibînin û di bîra berxwedanê de ev nasname ku derê wê dîrokê ye? Ev rêbaz di serdema navîn de bi sedan jinan wek cadiyan hatin bi n avkirin û şewitandin. Gelo ev rêbaz i bo ku heqîqeta wan bê eşkerekirin têrê dike ya na? Di Şoreşa Fransayê de Tabûren Amazonê ku cihê xwe girtin ma em ê bi şêwazê zilam bixwînin. Dema ku felsefe têgotin, navê ku destpêkê tê bîra me Sokratesê bixwe jî, ji aliye jineke ve hatiye perwerdekirin. Dema me behsa Sokrates kir(Miletlî Aspasia) jî em ê bidin fêmkirin?
Xala me ya rexneyê ji rêbaza Nomotetîk re, deriyê xwe li pêşiya rexneyê girtin e. Di vê rêbazê de armanç zagonên dîrokî dîtin û zagonên gerdûnî dîtin û giştîkirin e. Ev agahiyên ku tên digîhin ber destên me, bi tenê dema borî tehlîlkirin na, pêşbîniyê pêşerojê jî dîtin û bi serixtin e. Pir vekiriye ku ev formul ji bo heqîqeta civakî tehlîlkirin û rê nîşandanê re tê rê nake. Ger ku ev formul rastbûna wê, wê di muxalefeta sosyalist ku pir xwedî bandor bû û di polîtîkayê emperyalîzmê de bi hemû beşên civakî de rihetbûneke dabû avakirin wê bi serbiketana. Dîsa Şoreşa Îran’ê ya sala 1979’an wê bibûna şoreşek sosyalist û bi serkeftî bi dawî bibûna. Beriya şoreşê muxalefetek civakî ya berfireh ku Kurd, jin, sosyalîst û komunîst tê de cih digirtin hebû. Beriya şoreşê li Îranê bê ku mirov bibinin komployeke hat hat kirin. Piştî sala 1997’an dema mirov lêbikole, wê qelîştekên civakî fireh bike û di wan qelîştekan de muhendisên civakê bikevinê. Li vir tişta ku em dibînin rastiya civakê nîne, rewşa wê ya ku hatiye înşakirin e.
Heman tişt ji bo raperîna gelan ku wek Bahara Ereban hat bi navkirin re jî derbasdar e. Di Rojhilata Nanvîn de li derveyî pêşbîniyên Zanyarên civakî muxalefetek civakî jî heye. Em di encamê kaosa Rojhilata Navîn de dibînin ku Zanyarên Civakî ji bo serhildanên gel yên li Sûriye, Misir, Tûnûs giştên ku gotin di demek pir kurt de em dikarin xapandina wan bibînin.
Yek ji şaşitiya Rêbaza Nomotetîk ji bo ku xwe bigîhîne zagonên gerdûnî, qadê ku diyarde (veri)cihê ku zemîneke xurt lê heye hildibjêrin. Ger ku ji pênç-şeş Dewletên ewropayî û Emerîka bikevî rê û civakbûnê pênase bikî gelo wê gengaz be? Bê ku ragihandin, bandorbûn û hîskirin hebe, ew lêkolînek ku were kirin gelo wê çiqads objektîf be. Weke Malthûs’un ku di navbera refah û nufûsa zede de têkiliyek negatif çêkir be. Di pir lêkolînan de sedemê kêm pêşketinê weke nufûsa zede hatiye nişandan. Weke ku Şîrketên Kapîtalîzmê birina Efrîqa madenên bi nirx û ji Rojhilata Navîn jî bi kişandina petrole, çavkaniyê nufûsa dewlemendiyê xilas kirin. Lê şîrketên kapitalizmê weke ku gelen Rojhilata Navîn tînin asta şaristaniyê û wan rizgar dikin xwe nişan didin û rastiyan bi vî awayî dinûximînin.