EM ITÎRAZA ZANISTÊN CIVAKÎ DIKIN

2020-12-15 Aqademîsyen

HESKAR KIRMIZÎGUL….BEŞA SIYEMÎN
Em Oryantalîzma Zanistên Civakî Îtîraz Dikin

Zanyarên civakî ku dibêjin, em di mesafeyek de li civakê mêze dikin, ji bo ku diyardeyan kom bikin welatên Rojava hibijartina wan gelo dibe ku bê alîbûne? Naxwe wê demê zanistên civakî ji texmînkirina me zêdetir bandor bûne. Ji Bo mijarê çend mînak: Di lêkolînek ku li Emerîqayê li ser tundiyê hatiye kirin de, zagonên ku wek dev ji tundyê qerandin weke çareseriyeke hatiye peşkeşkirin. Lê Amerîka hin li tevahî cîhanê di mijara tundiya li ser jinê de di rêza dewletên yekemi de ye. Jineke ku bi nêrîna Rojava mêze bike, gelo dikare çiqas tundiyê bi hemû rehendên vê bişopîne. Li Gorî lêkolîna bi destgirtina giştî de li Misirê ji sedî ۹۸, li Bûrkina Faso’yê, ji sedî ۷۶ jin hatine sunetkirin. Li Yemenê ji sedî ۷۶ în. Li gor vê hêjmarê jinên ku li malê rastê tundiyê tên, ji bo werin bidest girtin gelo têrî dike, ya na? Ew lêkolînvan di cîhanê de ji 125 milyonan zêde zarokên keç û jin hatine sunetkirin. Gelo agahiya wê jê heye ku 30 milyon jî di 10 salên pêşiya me de bi xeteriya sunetkirin ve rûbirûne. Di serî de yek ji karên zanistên civakî jî karê sererastkirina vê mijarê ye. Divê ku rastiya jin û civakê di nav giştî de neyê hepiskirin. Li cîhanê bi Rêbazê Rojava mêzekirin û bi zagonê li gorê wan xwe gihandina zagonên gerdûnî şaştiyeke ye. Ji ber ku Cîhan ji hebûna netew-dewletan îbaret nîne. Keseyeta ku di zanebûna, jin, baweriyên cewaz, çand û yê din de bê ku ew jî perçeyek hebûna civakê bibîne, wê xwe negîhîne, heqîqetê, bi tenê dikare xwe bigîhîne perçeyên heqîqetê. Li gorî NY’ê li ser cîhanê ۸٫ Hezar ziman hene, hêjmara zimanê ku tên axaftinê jî ۴٫ Hezar in. Li cîhanê şêwaza bawerî ۳٫ Hezar û ۴۰۰’in. (mezhep jî têde). Bi van reqeman bi tenê mirov dibîne ku bi nêrîna rojava gihandina zagonên gerdûnî ne gengaz e. Ji ber ku hebûnên ku (tikel) dihesibînin, wan nabînin. Ger ku em bi asoyeke teng bikin û di tixûbên dewletan de mêze bikin jî ev bê îmaken e. Hêjmarên dewletên endamê NY’ê ne 192 e. Tevî yên ku ji aliyê wê ve naynê nasîn jî ۲۰۶ in. Ger ku em vê reqemê ji erdnîgariyên cewaz û çanda û aboriya wê dabeş bike, tê dîtin ku ew rastiyên em digîhinê di riya heqîqetê de mesafeyek pir kur te. Buyereke dema ku
min bihîstibû û min gotibû qey ev fiqra ye vê rewşê baş îzah dike. Formula dewletek ku bi çalakiya sabotajê ya riya hesin giha bû, şoreşa sosyalist hebû. Hin rêxistinên din jî ku xwestin vê formulê li welatê xwe pêk bînin, lê li weltê wan riya hesinin jî nebû, bi vê rêbazê çiqas gihandina asta vê rêxistinê Şoreşa Gel çiqas gengaz e gelo. Di wir de gerdûnîbûn jî efqas gengaz e. Wê ev rêbaz çiqasî têrî bikin, êdî hun bixwe bifikirin.

Divê armanç bitenê gihandina rastiyan nebe, gihandina başî û bedewbûnê be jî

Yên ku bi zanistên civakî re mijûl dibin ji xwe re qadek pisporiyê diyar dikin û tixûbên xwe jî wiha diyar dikin, ka ev bi kêrê çi tê. Zanisteke civakî ger ku bi zanistek din re pêwendiya wê nebe, ma wê karibe bigîhe heqîqeta civakî? Negengaziya vê rewşê di sala 1945’an de derket holê. Di vê pêvajoyê û şun ve di nav rêkûpêkbûna zanistan de cudabûnek di pîvaneke diyar de hat derbaskirin. Lêbelê mirov hin nikare beje ku perçebûn hatiye derbas kirin. Di qadeke de lêhûrbûn ger ku ji civakê razberî dixwaze, di vir de pirsgirêk heye. Divê ku zanyarên civakî li derveyê qada xwe ya pisporî her tiştê ku hebûna civakê çê dike divê ku di wir de xwedî agahiyê bin. Xwediyê agahiyêbûyin jî têrê nake, divê ku di bingeh de hişyar bin. Wallerstein çerçova vê hişyarbûnê wiha çê dike: Li gorê wî pergalek derdikeve pêş dikeve û piştre dikeve qirîzê û dibe çetel. Di dema çetelbûnê de wê bizivire çi, wê di wir de têkoşîna civakî ev rewş diyar dike. Di dema çetelbûna wê de, helwestên zanyarên civakî derdikevin pêş. Ger ku armanca zanyarên civakî rê nîşandina civakî nebe jî, ew behsa bêterefbûnê dike (pîvana bêterefbûna wê mesafeya wê ya di nevbera desthiltdariyê de ye) ku wê mesafe biparêze dikare ji avabûnên pêşeroja civakê re pêşengtî bike. Ji ber ku her tiştê ku zanist din av de cihê xwe digre, di encamê de li diwarê desthilatdariyê dikeve. Ger ku bi rastî aramanç zanist be! Jean Paul Sartre’in di navbera salên 1954-1962 şerê Cezayirê ku hat jiyandin de helwestên wî yan jî Smaîl Beşîkçî bi lêkolînên xwe yê sosyolojik, sedemê ku hebûna kurdan dide ber çavan, nêzî ۲۰ salan di zindanê de ma. Ev mînaka ku em bûn şahid ya herî ber biçav e. Yên ku bixwazin ji rastiyên civakî re çareserî bibînin di encamê de li dîwarê desthiltdariyê dikeve û di navbera wê pevçûnê de, bi tenê rastiyê nasîn na, hewildana xwe gihandina tiştên baş û bedew pîvana zanistbûnê ye.
Mixabin mekanên akademîk ku hişmendiya desthilatdariyê tê de tê xwedîkirin, di wan mekandan de mînakên neyini bêhtir in. Di 12’ê îlonê de rêbaza êşkenceya ku pîsî dayina xwarin jî hebû ji bo vê kiryara hovane re Celal Şengor gotiğe, ‘ev ne êşkenceye’ ew bi xwe jî pispor û jeolok bû! Ji bo ku meziyete nîjada jor isbat bike, cerbandinên û êşkenceyên ku aqilê mirovan nag re dike. Josef Mengele jî, li ser Anatropolojiya Tıbê doktora kiriye. Yên ku bi zanistê re mijûl dibin, dema ku nealigirê civakê, alîgirê îktîdarê bin, wê encamên bi xwe re bîne felaket be. Di encamê de hişmendiya mirov jî girêdana wê/wî ya fizîkî û civakî qut nîne. Tişta ku avaniya fikra mirov bandor dike, nêrînek polîtîk, felsefeya jiyanê û baweriya mirov bixwe ye. Ger ku wiha nebe, Einstein, agnostik, deist yan jî, Yahûdî cara yekem dema ku teoriya kûantûmê keşif dike dibêje ku; ez nebawerim ku xwedê zar davêje, wê cudahî wê çawa bê eşkerekirin. Bi kurtasi qalibên hişmendiya, exlaq û wijdana civakî, ew rastiyên civakê li gorê feyda civakê yan li gorî feydeya desthilatdariyê diyar kirine. Bi heman buyerê ve girêdayî lêkolînên qadê, sedemê wê ye ku xwe bigîhîne encamên cuda. Li gorê lêkolîna sosyoloqê ku qalibên hişmendiya dewletê derbas nekiriye, di lêkolîna wê/wî îhtîmala herî baş wê bêje, paşketina herêmê bi paşketina aboriyê destdigre, hempişeyê wî ku derketiye derveyê qalibê hişmendiya desthiltdariyê derdikeve û tundiyê bi polîtîkayê dewletê ve girê dide. Yên ku pergala kantonên Rojava weke pergaleke alternatîf ya modela civakî dibînin jî hene, yên ku dibêjin wê rê li pêşiya kaosê veke difikirin jî hene. Wê deme tespîta ku dibêjin, zanist bê aliye li heva dimîne. Di vir de bi mehsûmiyet behsa objektîfîda ku tê kirin, di bingehê xwe de xapandin e. Ger ku zanist alîgirê civakê nebe, alîgirê desthilatdariyê ye… Yên ku dema behsa Çaxa Navîn şewitandina pîrtokan ditirsin. Îro di arşîvê TÛBîTAK’ê de nivêsên ku bi teoriya evrîmê ve girêdayî ne ew jî wiha bi xeterin. Bi zanista desthilatdaran ve girêdayî ye, yanî bi desthilatdariyê ve girêdayî ye!

Jin destgirtîn, ji aliye bêalîbûnê zanistê ve pîvaneke wek kaxizê tûrnûsal e

Wê deme riya zanistê ya bi tenê hatiye mayin riyê bêalîbûna wê ya ji civakê re ye. Bi mesafe nêzî civakê sekindandin şaşe. Aqademîsyeneke ku bi zanista aborî, siyasî, jeolojî demografya û siyasî re mijûl dibe, bê ku di ferqa modernîteya kapîtalîzmê debe gelo wê karibe bigîhe rastiya zanistê? Civaknasek û derûnaseke ku bi qada xwe re eleqedar e, ger ku hebûna jinê ji sîhek îbaret bibîne û çewt dest bigre, wê deme gelo li kuderê rastiya zanistê disekin e?
Ger ku em ji derûnasiyê mînak bidin: Îtîrazên femînîzmê ya di derbarê psîkanalîz de û îzaha Freud ya jin li ser xizaniyê daniye hişt ku derûnînas carek din xwe ava bike. Nêrînek zêde li ser libidoya jin heye ku jin hin bi asanî dikare bê kontrolkirin. Lê bele ev hin ji aliye zanistê ve hin nehatiye isbatkirin. Derûnasên ku di lêkolîna jin de dibêjin, jin beriya menstruasyon, nêzîkbûnên wê yê agresif dibîne, ger ku di heman pîvanê de xuluqdarî û bi bandorbûna wê jî nexe, mijara lêkolîna xwe nikare obkejtîf be. Antropologan bi qasî ku zayenda civakî xistin hesabê û tevgerin, dikarin kodê jiyana civakan jî çareser bikin.
Dema ku em li Zanistên Civakî mêze dikin, şêwazê jin bi destgirtinê de
divê ku ji serî heta binî were sererestkirin. Di vê mijarê de di serî de jî zanista dîrokî tê. Ji ber ku bi destgirtina dîrokê de jin tune tê hesibandin. Di pêşketin û firehbûna dîrokê de bê ku jin li ber çavan we re girtin, dîrok yek alî tê nivîsandinê..
Dema ku em li tevahî zanistên civakî mêze dikin jî rewş nayê guhertin. Dema ku rastiya jin lêdikolin, ger ku mijara lêkolînê jin be (jinên karker, rojnamevan û akademisyen û h.w.d) bi taybetî jî tê de tên diyarkirin. Ger ku mijar zilam be encamên ku tên destgirtin ji bo hemû civakê derbasdar tê dîtin. Em vê rêbazê îtîraz dikin. Zanista civakî bê ku herdu zayendên ku temamkerên civakê ne bibîne, civak xistina tevgerê jî ne gengaz e.
Wê deme em bi asanî dikarin bigîhin vê tespitê; Pivana zanistbûnê, şewaza destgirtina jinê ye. Ger ku em li derveyê kodên pergala desthilatdar bifikirin, em dikarin hebûna jin bidin diyarkirin. Ger ku mirovên zanyar vê tiştên bikin, wê deme rista zanistê ya bingehîn ku çavkaniya pirsgirêkên civakî ne, wê karibin tesbît bikin û riya çareseriyê ava bikin. Di vê mijarê de li ber çavane ku mesafe nehatiye girtin. Zanistên civakî divê ku îtîraza jîneolojî û jin ya şêwaza destgirtina zanistên civakî de bixin sedemê sererastkirina azanistên civakî û ev rexne di vê mijarê de wiha bên fêmkirin.
Jin êdî neçar nîne ku civakbûna xwe berovajî bixwîn e. Pêdiviyê jin ratse rast, bi lêkolînên ku raste rast jin hebûna xwe têde bibîne heye. Ev têrê nake ku jin ji çavkaniya zilam û pergalaxwepênase bike û heqîqeta xwe çêbike. Ji ber vê sedemê vê rêbazê civak nivçe dimîne, nikare temam bibe. Ger ku zanistên civakî ev îtîrazên jineolojî bigrin ber çavan, wê pêşiya têkoşîna civakî vebike. Ew qalibên hişmendî yê pergal û desthilatdariyê dema ku dişkê, şêwaza pergala desthilatdarî ku hatiye bicihkirin dikare were derbaskirin.
Yên ku pêdiviyên wê ji fikrên azad û tekoşîna civakî re, wê ji fikren azad netirsin. Yên ku divê ji vê bitirsin û fikir û zanistê di bin hukmê xwe de hiştiye pergala desthilatdar bixwe ye.

Pirtûk

Nivîs