TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN
Tevgera jinê tevgereke sedsala 21. e. Sedsala 19. çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21. jî dê ji bo tevgera jinê wisa be. Zanyar bi xwe jî dibêjin, dibêjin sedsala 21. dê bibe sedsala jinê, meseleya jinê meseleyeke civakî ye. Tenê ne meseleya cins e, li gorî min jî meseleyeke mêr e. Şaristanî afirandineke mêr a 5 hezar salan e, bi qirêj e, mêr di vê qirêjiyê de parçe parçe hildiweşe, ez ê li ser vê hûrûkûr bibim, niha li ser meseleya mêr disekinim ez ê vê vekim bila bi heyecan li bendê bin. Jin piçekî xwe gihandiye asta azadiyê, divê jin xwe bigihîne jiyaneke bi rûmet.
Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi şoreşeke duyemîn a gund û cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi şoreşeke jinê ya duyemîn heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di hevsenga hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihîştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.
Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zîhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê mumkin nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyalên tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê.
Eşkereye ku, jina ku navê wê bi jiyanê re bûye yek ku statuya jêre hatiye ferzkirin bi tevahî bi karekterê dij-jiyan û dij-jin e. Ev xusûseke wisa ye ku hê jî hişê min nagire. Mêr bêyî ku şermeke mezin bijî bi jinê re di bin statuya heyî de ew ê çawa bijî? Di ser de jî ku têgîna namûsê qilopanî kiriye, ew ê çawa ji xwe re jinê bike mijara namûsa herî bingehîn? Bi wateya xwe ya rastî şerê bi vê re weke namûsa rastî ez fêr bûme. Ez bawer dikim ku, ev şer jina tê bêrîkirin, lewma jî afirandina jiyanê ji niha ve di şexsê we de û di îfadeya sazîbûna wan de hatiye îspatkirin. Bi gelemperî li dunyayê, bi taybetî di civaka Rojhilata Navîn de têkoşîna civakî ya herî watedar ku di rêya wê de bê meşandin divê li ser vî bingehî be. Bi performanseke mezin têkoşîna xwe ya di vê hêlê de bi rûmetdarî dimeşînim. Lê tişta ya girîng, di bin vî barê têkoşînê de çi ferdî çi jî bi sazî bi serkeftî derçûna we ye. Tiştên ku min ji bo vê têkoşînê gotine naxwazim dubare bikim. Sînor di rêhevaltî û dostaniya min a bi jinê re nîne. Pratîk û kûraniya teorîk a pêre, ew ê bibe pîvana rastî ya mêraniya bê qebûlkirin jî. Li gorî min ev perspektîf rêgeza bingehîn a estetîk û exlaqê ye. Bedewbûn beriya her tiştî xwe gihandina kûraniya vê perspektîfê û bi jiyîna wê mumkin e. Herhal pîvanga bingehîn a jiyîna welat, netew û azadiyê dê ev be.