SITRANA GENIM: KEÇA NEXEDEYÎ

2020-12-19 cezayê darvekirinê

ZÎN EVÎNAWELAT
Di her gava ku di lûtkeyê de diavêjim carê li tûrikê xwe mêze dikim li tiştê kû min kom kirine, me çiqasî êş rakiriye ji doh heta roja îro…
Dema bi lehengên ku di dîroka gelê meyî bê nivîs ya bi toz de şop hiştinê rû bi rû têm bêyî ku di hindirê xwe de nebêjim ‘vana derbaskirina rûpelan çiqas grînge’ nikarim bisekinim. Di ew serhatîyê ku qasî emrekî ye wek serhatîperestek beriya nıha demeki kurt mın jinekî Kurd yê berxwedêr nas kır. Destpêkê navê wê bala min kişand. Keça Nexedeyî. Di şoreşa Nexede û Mahabad de şervanê gel ku di çeperên herî pêş de cîhê xwe girtîye. Niha jî em biçin salê ۱۹۴۰’î, bikevin nava wan û bibin şahidên jîyana ev jina Kurd û derîyek ji paşerojê vebikin…
Li her derê starana genim dengvedida. Plansazîyê Rûsya û Îngîlîstanê lez qezenç kiribû. Eceb di vê pêşbirkê de wê kî bi qezenç derbikeve. Wê bayê xermanê ber bi Îngîlîstanê ve yan jî Yekîtîya Sovyetê ve biçe? 1941’de bi dagirkiraina erdnîgarîya Kurdîstanê ya ji alîyê Yekîtîya Sovyet û Îngîlîstanê ve (25’ê Tebaxa 1941)ji bo Kurdîstana Îran’ê Vîlayeta Mahabad’ê serdemeke nû destpê dikir. Dibe ku bayê Xermanê vê carê ber bi gelê Kurdîstanê ve biçe û hesabê qirêj a li ser axa berhemdar paqij bike û bibe. Di nava simbilanda keçekî biçuk di nava kaosê de li gor dab û nêrîtê xwe digihîşt. Di nava malbatekî herî welatparêz yê Nexede’de grîngîya rêz û heskirinê di kûrahî de hîs dike û pêşde diçe di nava deryaya jîyanê de. Ji alîyê derdorê xweve ew qas dihate hes kirin ku, tenê navê yek kesî lê kirin wekî bêheqî dihat ji bo gelê heremê. Ew aîdî hemû Nexede bû. Ji yê herî emir mezin, heta zarokekî, xwedî pêwendî bû, ji bo hesabê qirêj yê di axa wê de dizîvire fêm bike hewldan dida ji ber vê jî dema kamil bûyîna xwe bi lêpirsînê derbas kir. Ev jina ciwan ku gel wê bi navê keça Nexedeyî nas dikir, bi lêpirsînê ku kir û bîr’a ku bi welatparêzîyê hemû laşê wê pêça, sitrana Genim bihîste. Gel sitranekê dibêjin û bi hêza fikir jê re dişînin, dixwestin rêka xwe bi van misrayan xêz bike:
Ez gelim, bi tilîyan nayên hejmartin
Di dengê min de hêzeke têr ronî heye
Di tarîtîyê de bejn avêtin
Bi kêrhatina derbaskirina bêdengîyê (P. Nerûda)
Nexedeyî destpêkê jêre wisa hat ku xeyal dibîne. Piştra grîngîya xewna wê hat bîra wê. Li hewayê bêhna şoreşê digerîya. Wek bayê xermanê bû. Mêran çeka li xwegrêdabûn, wê tekoşîna nasnameya gelê Kurd bidana. Di sala 1942 li herêmê Komala’ya kû îlegal ava bibû, xwe ji îlegal xilas kiribû edî bibû legal. Berîya wê bi şêwazê veşartî kar dikir lê êdî bi navê Partîya Demokrat a Kurdîstan bi fermî xwe weşandin. Êdî xebatê Komala jî wê bi awayekî eşkere bihata kirin. Ji bo serokatîya PDK-Îran jî Qazî Mihemmed hat hilbijartin. Xebatê partîyê girêdayî Sovyetê bi perspektîfên wan xebitîn. Keça Nexedeyî dixwest Kurd tekoşînekî xweser bimeşînin. lê ji ber mercên ku têdebûn ev ne pêkan bû. Tişta dikete ser wê wek jineke Kurd, di dema ku têde di nava vê tevgera Kurd ku tenê ew heye cîh girtin bû. Ew jî çeka xwe girêda. Bi vê hereketa xwe dilê gelê Nexedeyî carekî din fetih kiribû. Di giştî çalakîyan de cîhê xwe digirt, enerjîya ku ji ciwantîyê digirt dixist xizmeta gelê xwe, Keça Nexedeyî. Bi hevalê xwe yê çeperan re mil bi mil şer dikir, ji tu êrîşê paşde nedima. Di dawîyê de tişta li bendê bûn çebû û ۱۹۴۶’an de Komara Kurd a Mahabad ava bibû. Dı nava gurayi de keça Nexedeyi pêşketinên di nava qada polîtîk de çêbibû nekarîbû bişopîne. Rûs’ên ku piştevanîya avakirina Komara Kurd kiribû destê xwe ji karê hindirîn nekişandibû. Rûs’ên niha piştevanî dikin heta çend sal berê jî ji ber rêveberîya Komala, rajerî wan nekiribû hebûna wan qebûl nekiribûn. Lê dema çûyîna ragihandina PDK-Îran hate Rûs’an xwestin sê serokeşîrên girêdayî wan serwer bikin. Vana, serok eşîrê Mamîş’a Kirnî axa, serokeşîrê Şikak Omerxan Şerîf û Emîr Esad Debokirî’yê ku berîya niha ji alîyê hikumeta Îranê ve hatibû xelat kirin û bi nasnameya parêzker dihate naskirin bû. Komara Kurdan ku hatibû avakirin ji ber li ser bingeheke saxlem yanî xwe nesipartibû heza cewherî ya gelan ava nebibû ber bi tekçûyinê diçû. Komara Kurd a Mahabad’ê ji ber pêvçûnê navxweyî , nakokî, berjewendîyê eşîretî û menfeetê takekesî li pêş hat girtin ji bo dîroka Kurd bû aseyî û piştî deh yazdeh mehan bû sedemê hilweşînê. Keça Nexedeyî ya ku di nava tekoşînê de rolekî çalak lîste vê rewşê hezm nedikir. Dawîya berdêlê hatibû dayîn pêwîste ne ev bûya. Pîştî rûxînê di nava demek kurt de di serî de Qazî Mihemmed û Seyfî Kadi gelek rêberê Kurd hatin zîndanî kirin. Piştî wê birayê Qazî Mihemmed hat girtin. Di nava girtîyan de Keça Nexedeyî’ya ku di nava gel de dilsozî qezenç kiribû jî hebû. Bûyer bi leza çav girtin û vekirinê diqewimîn. Li Qazî Mihemmed, birayê wî, û Seyfî Kadi cezayê darvekirinê hat birîn. Her sê jî li qada Çarçira ku ragihandina Komara Kurd a Mahabad’ê hatibû kirin, hatin darvekirin. Dema ev buyerê dîrokî û trajîk dihate jîyan kirin, Keça Nexedeyî jî bi rojan di şkencexaneyan de ma. Pergala ku tebat nekir Keça Nexedeyî wekî şervanekî jin li hember wan bi wêrekî şer bike, bi şkence û tacîzê li Nexedeyî kirin di şexsê wê de rûmeta hemû jinê Kurd şikandin kiribûn armanc. Bi şertê ku efû daxwaz bike wê nehata darvekirin. Lê tu nîyetekê wê ya daxwaza efûyê bike nînbû. Aciz bibû, dilşikestî bû. Lê sebebê acizbûyîna wê, şerekî serbixwe nemeşandina wan bû. Bawerîya wê ya di siberojan de mafê gelê xwe teqez bidestxistinê tam bû. Ji dijmin efû daxwazkirinê red kir. Pergal ji bo cîddîyeta xwe nîşan bide destpêkê çavê Keça Nexedeyî derxist. Lê wêrekîyekî wisa bû, bawerî û rûmeteke wisa bû di vê jinê de, yê didît, dibihîst wan matmatî dihişt. Ne dibêje ‘ax’, ne carekî ‘eman’ dikir ji dijminê xwere. Dijmin cara dawî hat gel wê. Jê re got efû bixwaze, em te nekujin. Jina Kurd di hindirê xwede got, ev çiqasî pakin. Lê ew ne bi çavê xwe, bi fikrê xwe di her deqeyê şekencê de her çîyayekî Kurdîstan’ê bi hevaltîya billura şivan bi paskovîyan re digerîya. Dijmin got ‘sêdare’. Erê, çiqas peyvekî kurte. Nivîsandina wê çi hêsane. Başe ya jîyankirina wê? Guman dikim tu kesek nikare peyvekî ku binivîsîne bibîne. Tenê lûbandina dayikekî Kurd dikare bersiva vê pirsê bide…
Piştra derket sêdarê Keça Nexedeyî. Bi rûmeta carekî jî li hember dijminê xwe serî netewandinê, serbilind bû. Dema ew şerîta sêdarê derbasî stuyê wê yê nazenîn kirin tenê tiştekî fikirî. Ew Sitrana Genim kû gelê wê bi rêka mejî jê re gihandibû wê ya. Wê ewê jî heman tiştî bikira. Wê çûyina xwe ji gel re veguhesta:
‘Û trênek pêşde diçe ber bi pêşerojê
Li ser rêhesinê çonga min re dişemite
Trêneke bi genim û gulan tijî ye’
Erka me jî vê jina Kurd a leheng vegotine. Hetta hêza peyva me û dilê me têrê bike. Û temam kirine sitrana nîvçe maye:
Mirî, egîd, û qeşa, çi hebe
Dibin tov dîsa
Û gel, li tova spartîye axê disekine li cîhekî
Genim çawa tovê xwe vedike
Derkeve ser axê
Bi destê xweyî sorik ya xweşik
Bêdengîyê wekî badekî kun dike jî
Em gelin, dûbare jîn dibin di mirinan de (P.Nerûda)

Pirtûk

Nivîs