![](https://jineoloji-aryen.com/kur/wp-content/uploads/2020/03/asdfghjkl.jpg)
Oya BAYDAR
Ez ji nifşek wisa têm ku bawer dikin wê tevahî nakokî û berhemên wan nakokiyan, pirsgirêkên mirovî û civakî dikare bi şoreşeke sosyalîst were çareserkirin. Me wisa bawer dikir ku di civakeke sosyalîst/komînîst a bi şoreşê were avakirin de, wê dagirkerî ji holê rabe, qûltiya mirov ji mirov re bi dawî bibe, wê pirsgirêkên etnîk (nijadî), ekolojîk, etîk û yek jî pirsgirêka jinê çareser bibe. Çareserkirina nakokiya ked û sermayeyê, gav bi gav wê çareseriya nakokiyên din jî bi xwe re bîne û ber bi utopyaya sosyalîzmê ve pêşketin çêbibe.
Bêguman têgihîştina me ev qas qabe û sivik nebû. Me pirtûkên hosteyan, klasîkên Marksîzm û Lenînîzmê xitim kiribû, kêm zêde têgihîştina me ya teoriyê çêbûbû. Me zehmetî û astengiyan dizanîbû. Em di ferqê de bûn li dinyaya du berî (dubendî) de wê serkeftin hêsan nebe, ji roja şoreşê ve bi carekê ve siberoj qenc nebin û pirsgirêk bi darikê sêhrê neyên çareserkirin. Lê baweriya me tam bû ku çareseriya nakokiya bingehîn, mifteya çareseriya tevahî nakokiyên din e jî. Yên nîqaş dikirin –tevî hemû zehmetî, sansur, çewisandinên bîrdozî, yên di nav Marksîzmê de diman û bi rexnegirî mêze dikirin, nîqaş dikirin û pirsan pirs dikirin jî hebûn,- bi ne bawermendbûnê, bi îxaneta ji Lenînîzmê re, bi jirêderketinê dihatin sûcdarkirin, “dîssîdent” (cudaxwaz-veqetinxwaz) dihatin hesibandin.
Tevgera femînîst a di salên 60’an de derket holê, ji gulana 68’an derbas bû û di salên 70’yî de pêş ket, li Tirkiyeyê ancax ji salên 1980’yan, ji serê salên 90’î ku bi taybetî sîstema sosyalîst têde hilweşiya, hêzek xuya girt. Eger em bi awayekî din bibêjin, “dengê jinê” encax di wan salan de dest pê kir bi dengekî bilind hat gotin.
Ez li ser navê xwe; dema şoreş çêbibe wê weke pirsgirêkên din pirsgirêka jinê jî çareser bibe, bi vê ferasetê tam jî ji ber vê sedemê ji pirsgirêka jinê re biyanî û bêeleqe mayîna xwe di salên 1980’yan de êdî min da ber lêpirsînê. Di salên piştî ۱۲’ê êlûnê yên koçberiya siyasî de, car carna dema ez li welatên sosyalîst dimam, bi çavdêriyên xwe yên jiyanê dest pê kir. Beriya salên 80’yî, li Tirkiyeyê, rêxistinên jinê yên partiyên sosyalîst legal û îlegal (mînak TKP), fraksiyonên çepgir ên cur ber cur, xebatên jinê û hevalên min ên jin ku di van rêxistinan de şev û roja xwe dikirin yek û bi fedaiyane dixebitîn hebûn. Ez naxwazim neheqiyê li tu yekê jî bikim lê hedefa bingehîn a van xebat û rêxistinbûnan, jinan, bi taybetî jî jinên kedkar, tevlî têkoşîna sosyalîst û tevgera çepgir kirin, bi zanebûneke sosyalîst xurkitin, ji şoreşê re amadekirin bû. Weke jin, jin –hele jî “jinên birjûva” yên biçûk tên dîtin û cureyek dijminê çînê tên hesibandin- di nav qada xebat û eleqedariya me de nebû. Îşaret li ser mijarên weke cinseltiya jinê, psîkolojiya jinê, estetîka jinê kirin, weke bi pirsgirêkên talî re mijûlbûn dihat dîtin. Ew dem demên jinê weke hêza yedek a şoreşê, rêhevala xizmetkar a mêr dîtin, wekheviya jin û mêr (ya rastî pir rast e lê bi tena serê xwe kêm e) weke têkoşîna ji karê wekhev re destheqa wekhev famkirin maqûl dihat dîtin; mirov bigota bi parke û bota gerîla ger ne azadiya jinê ye, ev weke jirêderketineke birjûwaya biçûk, qet nebe weke lîberaltiyê dihat binavkirin bûn.
Di salên 1970’yan de gotina “xuşkê”, biwêjeke muhafazakariya çepgir a şoreşger baş dida xuyakirin e. Bi aliyekî xwe, ewlehiya mêr a “ez bi çavê objeyeke cinsî li te nanihêrim” e, ji aliyê din ve zimanê hakimiyetê ya cinsî ya egoya bilind a mêr e. “Xuşkê” di ziman de xuyakirina redkirina cinseltiya jinê, heman weke di derdorên muhafazakar ên Musilman de jinê a-seks (derveyî cinseltiyê) melek dîtin e. Di tevgera şoreşger de rêhevala jin a saxlem (yanê ya ku jinaniya xwe ji derve ve û di têkiliyên xwe de nedida xuyakirin) hêja bû. Pêşa kin, bestika hinek vekirî (dekolte), makyaja nezêde, ken û henek, li ba mêran tevgerên rihet, weke sivikiyên li şoreşger nayên dihatin hesibandin. Bi taybetî jî ji bo jinên di nav tevgera çekdar de cî digirt yan jî di îşkencê de li ber xwe didan, pesna “jina weke mêran” a dihat bikaranîn jî em ji bîr nekin.
Ji salên 1980’yî heta gihîşt salên 90’î, ev nêrîna mêrane ya li ser pirsgirêka jinê û zîhniyeta mêr –ji derveyî derketinên îstisnaî û wêrek ên hemû jî ji jinan dihatin-, di nav çepgiriyê de qet nehat lêpirsînkirin. Tevgera femînîst jî, ji nîvê salên 80’yî ku dest bi xurtbûnê kir ve, li ser hin pirsgirêkan lêhûrbûn kir û xwest wekheviya jin û mêr berfirehtir bike (bi zerengî bike). Di astekê de xuşkîtî hat derbaskirin, li dijî nêrîna nêr, vir de wirde rexne pêş ketin. Li gorî demên berê, jin xeleka nêr a desthilatdar derbas kir û li beden û ruhê xwe xwedî derket, hişmendî û daxwaziyên wê zêdetir xuya bûn.
Ji aliyê din ve, mijareke berê nehatibû rojevê, ji derdorên akademîk ber bi hin beşên tevgera femînîst ve belav bû û rengekî girîng û nû da nîqaşan: modêla jinê ya şoreşên Komarê ew afirandî, hêmaya “Jina Komarê”, mafên jinê yên Komarê derfet daye çawa tên bikaranîn an jî çima nikarin bên bikaranîn, sînorên feraseta wekheviya jin û mêr, hin beşên tevgera femînîst ew xistin bin mercekê.
Li gor van rexneyan, bi şoreşên Komarê, gavên di mijara wekheviya jinê de hatine avêtin, qanûnên hatine derxistin, ji bilî ku jinan azad bike û wekheviya jin û mêr pêk bîne, armanc dikirin û leşkerên jin ên bîrdozî û îdeala Komarê biafirîne. Jinên weke jina Rojavayî cilan li xwe dike, bi norm û nirxên çanda Rojava hatî xemilandin, xwenda, di pîşeyên (karên) weke tercîhen mamoste û doxtoriyê de bixebite, weke dayîk jî ewladên girêdayî bîrdoziya Komarê, ji welat û gelê xwe re bifeyde xwedî bike… Di nav civak û malbatê de cihê van jinan, bi erka xwedîkirina nifşên komara laîk dihat diyarkirin.
Deriyên azadî û wekheviya ku komarê ji kesîmeke teng jinan re vekirî redkirina wan na, ya ku dihat nîqaşkirin kêmbûna vê, ji gotin û qanûnan daneketina cewherê, derneketina derveyî kesîmeke elît bû. Bi van nîqaş û nêrînan re; di bingeha pirsgirêka jinê de desthilatdariya mêr heye, -carna bi rexneya sîstem û rejîmê re, carna jî bi erêkirina sîstemê- dihat rojevê.
Dersên Ji Cêribandinên Sosyalîst Dertên
Di mêzekirina pirsgirêka jinê de, ji bo min ya herî hişyarker, pratîka welatên sosyalîst bû. Li welatên şoreş lê hatine lidarxistin de, mînak li Sovyetan, 60-70 sal piştî şoreşê, dîmena min di jiyana rojane de dît û lê temaşe kir ev bû; berevajiyî hêviyên me, pirsgirêka jinê nehatibû çareserkirin. Ya ku min çavdêrî kir; wekheviya jin û mêr, di pratîkê de jin di karên giran ên mêr têde dixebitin de dixebitîn, bi mêran re di şert û mercên wekhev de lê zêdetir ji rêzê weke karker xebitîna wan ji vê pêk dihat. Li nav Moskowê, dema min dît li înşaetekê di destê karkerên jin de du satilên giran ê tije çemento û hewl didan bi îskeleya (pesare) înşaetê ve hilkişin, ez fikirîbûm ku di vê wekheviyê de kulekiyek heye. Paşê di hin kargehên endustriyê (senayî) de, di kolhoz û sovhozan de min çavdêriya karkerên jin kir. Min dît ku çawa kar xilas dikin baz didin karên malê, zarokxane (kreş) kêm in, di jiyana rojane de qadên wan ên azadiyê û wextên wan çiqas teng e, çawa barê hevser û mêrên naxebitin û pirî jê alkolîk in hildigirin û di her qademeya rêveberiyê de hindikahiyên teqez, tenê ne. Eger em hêsan bikin; dagirkeriya cot a li ser jina kedkar çawa ku bi şoreşê ranebûbû, di jiyana çandî de, di jiyana rojane de, di zîhniyetan de, di nêrîna li ser jinê de, di bingeh de ji civakên kapîtalîst zêde cudahiya xwe tune bû. Berevajî vê, di salên 80’yî yên ez li wan deran bûm de, gelek welatên kapîtalîst; di warê mafên civakî, azadiya jinê, wekheviya jin û mêr de û di vê mijarê de nîqaş û xebatên teorîk û pratîk di rewşeke pêşketîtir de bû.
Dema şoreş lidar bikeve, wê pirsgirêka jinê jî çareser bibe, nederbasdariya vê şablonê, -qet nebe kêmasiya wê- bi rastiya rikdar a jiyanê re derdiket holê. Êpê bi derengî be jî, min dest pê kir pirsgirêka jinê li derveyî çarçoveya xwe ya heta wê rojê fikirîm: ez ketim wê ferqê ku rewşa civakî ya jinê, beriya nakokiya ked û sermayeyê ye; ji têkiliyên desthilatdarî û dagirkeriyê ya ku têkiliyên hilberînê yên koledar, feodal û kapîtalîst ew afirandine cuda ne; ji bo mirov pirsgirêkê îzah bike ji bilî nakokiyên ji awayê hilberînê derdikevin, pêwîstiya me bi mifteyek, kilîteke cuda heye.
Ez niha jî difikirim ku ew kilît têgeh û pratîka desthilatdariyê ye.
DEWAM DIKE….