Oya BAYDAR
Desthilatdarî, têgeheke nêr û pratîkeke nêr e
Hemû olên semawî yên yekxwedayî, li rûyê erdê paldankên xuyakirin û belavbûna desthilatdariya mêr, spartekên deshilatdariya mêr in. Xweda yek e; Xweda, Bav e. Pêxember û yên danezanan tînin jî wisa. Rêveber; ji serekên qebîleyan heta kralan, padîşahan, mîran, şêxan û hwd. sembola deshilatiya teqez, temsîlkarên li rûyê erdê yên xweda ne. Weke serokên olî, serokên tevgerên şoreşger ên laîk û desthilatiyan jî ji aliyê girseyan ve di astekê de wisa tên dîtin. Nayên nîqaşkirin, lêpirsînkirin, bîat ji wan re tê kirin. Tevgerkirineke li derveyî vê, bi mueyîdeyên ji heramkirinê heta bi îxanetê sûcdarkirinê re rû bi rû dimîne.
Deshilatiya nêr a olî, deshilatiya nêr a dinyewî (gerdûnî) hem bi hincet dike hem jî zîhniyeta deshilatiya mêr ji nifşek ta nifşê din li tevahî civakê belav dike, jinê jî dorpêç dike û dike weke pêvekeke xwe. Têkiliyên deshilatiyê yên mêr, ziman û zîhniyeta deshilatiya mêr, zimanê xwe yê nêr, bi jinê jî dide fêrkirin. Normên zîhniyeta deshilatdar a mêrê efendî, weke normên giştî yên civakê, her wekî mîna kodên genetîk, ji nifşek ta nifşek, jin û mêr ji tevahiya civakê re tên ragihandin.
Ji deshilatiya cinsî dest pê bike, heta deshilatiya siyasî û bîrdozî, her cureyên deshilatiyê, yanê têgeha deshilatiyê bixwe nêr e. Çi di serê çerxa deshilatiyê de be, çi di benda wê de be, çi ji aliyê wê çerxê ve were hêrandin, jin û mer her kesî dikin parçeyekî heman tevahiyê. Ji ber vê yekê ne hewce ye mirov bêje deshilatiya mêr, mirov bêje deshilatî bes e. Ji ber ku zîhniyet û pratîka jina li ser deshilatiyê yan jî di lêgerîna deshilatiyê de jî di cewher de wê ne cuda be. Ji wehşet û bêrehmiya Amazonên şerker ên tên bilindkirin heta kralîçeyên (keybanû) xurt û sultanên xanim, ji wê derê heta Leydiyên Hesin yên roja me, gelek mînak ji bo vê delîl in. Eger ez bi şîroveyeke dikare zêde jî bê dîtin bibêjim: di cewhera daxwaziya wekheviya jin û mêr de jî para wekhev ji deshilatiyê xwestin heye. Ev daxwaz, ji aliyê jinan ve daxwaziyeke hem pêşketî hem jî şoreşger e. Lê ez difikirim ku ev danakeve bingeha pirsgirêka jinê, heta ku meseleya deshilatiyê bi tevahî neyê nîqaşkirin û derbaskirin, wê azadî û wekheviya jinê jî tam neyê bidestxistin.
Deshilatî, bi qasî yên tên rêvebirin, xwediyê deshilatiyê bixwe jî ji azadiya teqez bêpar dihêle. Her wiha girêdanî, tehakum, têkiliyên çewisandinê xwe bi xwe wê biafirînin û wê her wiha berdewam bikin. Deshilatî (nêr) zimanê şer yê bi jinan jî daye qebûlkirin bi kar tîne, ji ber ku berdewamiya xwe tenê bi şer, bi nîşandana hêzê, bi serdestiya xwe dispêre hêzê bi dest dixe. Rizgariya jinê, bi serbixwebûna ji mêr na, ji têkilî û zîhniyeta deshilatiyê ya ku ew jî kirine parçeyek jê, ji vê rizgar bibe tenê wisa mimkun, pêkan e. Ji ber ku azadiya rastîn, ji deshilatî û daxwaziya deshilatiyê serbixwebûn, ji wan kodên genetîk paqijbûn e. Heta ku bûyera deshilatiyê bixwe neyê nîqaşkirin, li şûna tevahiya mirov, armanca/têkoşîna “jin versus mêr” (jin û mêr muqabilî hev in) danîn, îcar deshilatiyê bi navend jin sazkirin û hilberîn e.
Weke zanisteke azadiyê gelo jineolojî mimkun e?
Zanistên civakî yên mirovî (bi gotina, biwêja kevn beşerî), ji şaxên zanistan, navê zanista pozîtîf lê dikin, ji kîmyayê heta biyolojiyê, ji tibê heta genetîkê ger bi nêrîna mêr bin mirov pê matmayî namîne. Zanista ku ew bixwe jî qad û amûreke deshilatiyê ye, li derveyî dinyaya xiyala deshilatiya mêr nikaribû pêş biketa. Nêrîna jinê ya di zanistê de bi îstîsnaî xuya kiriye, ya bêbandor ma, yan jî bi zanista bi çavê mêr ve hat kirin, di nav de heliya.
Mirov dikare jineolojiyê weke nêrîneke zanistî ya di zanistên civakî de (bi giştî di zanistê de) nêrîna deshilatiyê û têgihîştina nêr paşve dibe û derî li feraseta zanisteke nû vebike jî pênase dike, bi merceka jinê li ser jinê lêhûrbûn dike tarîf bike. Abdullah Ocalan, weke “li ser zîhniyeta deshilatdar a mêr mudaxeleyeke radîkal” pênase dike. Jineolojî, îdîayeke di zanistên civakî de veguherînê hildigire. Her wiha nêrîna jineolojîk, li hember deshilatiya nêr weke alternatîf tê dîtin.
Tevî zehmetî, astengî û dorpêçkirina hat xwestin li jor bê vegotin, jin û nêrîna jinê, li hember çarenûsa herî kêm sed û pêncî sal in li serê tê ferzkirin serî radike. Mirov dikare bêje ku nîvî duyem ê sedsala 21, li hemû herêmên dinyayê nebe jî, li erdnîgariyeke fireh wê bi giraniya jinê be. Dema mirovahî carek pirs û pirsgirêkê bavêjin holê, çareserî jî wê zû dereng were. Ger mirov bibêje wê zanistên civakî yên pêşerojî jî bi merceka jinê û bi navend jin pêş bikeve wê ne jîrikî be. Îcar mirov dikare ji îro ve nîşaneyên vê bibîne. Têgeha jineolojiyê avêtina holê, bi têgehên din be jî rexne û îtîrazên li hember zanistên mirovî û civakî yên bi giraniya mêr û bi nêrîna nêr bilind dibin, binê kêmasiyan û nebesiyên di têgihîştina temametî de xêzkirin elametên girîng in.
Lê ez difikirim ku li pêşiya jineolojiyê du xeterî, bi wateyek din kemîn hene: Ya yekemîn; mubaxalekirina belênaya; zanista jinê-zanista mêr, di feraseteke wê temametiya zanistê tune bike de asêbûn, yanê zanistên civakî yên serserkî disekinin dema mirov bixwaze li ser lingan bide sekinandin gewdeyê texrîb kirin; şoreşgeriyê ne weke hilweşandineke ku danehevê tune dihesibîne, lê ji bo danehevê hilpekîne asteke jortir pêpelûk qebûlkirin, ger ev bê jibîrkirin. Ya duyemîn jî; jineolojiyê, di zanistên civakî de ji feraseta şoreşger a bi navend jin zêdetir, weke manîvelayeke (qirase) siyasal û bîrdozî, kirina weke amûr. Bi gotineke din, anîna rewşa amûra gotinî ya utopyaya civaka nû ya bi giraniya jin a tevgera Kurd a ku heyecan dide.
Sedema ku ez wiha difikirim; di hin metin û encamnameyên di kongreyên jineolojiyê de, gerîlayên jin, berdevkên tevgera jinê ya kurd, dema mijarê tînin ziman û di hin nivîsên li ser mijarê de tê îfadekirin; kulta (perestina) serok dikeve pêşiya lêgerîna zanistê: ji bo “Rêber Ocalanê ku cara yekê jineolojiyê weke zanist avêtiye holê û pêş xistiye”, ji “kesê zanyar” re. Ev vegotin ji mijara esasîn zêdetir cî digirin. Ji aliyê din ve, jineolojiya ku bi armanc û îdîaya wê bibe zanista jinê radibe, ji zanistiyê zêdetir, di cihekî bîrdozî de bicîkirin; li şûna ku mijarê nîqaş bike, kûr bike, rihetiya dirûşmekirin, -qet nebe di nav kadroyên milîtan de- zêde ye.
Ocalan; di şoreşa civakî ya sedsala pêşiya me de, rol û girîngiya jinê rast têgihiştiye. Di vê mijarê de nêrîn û pêşbîniyên wî daxînin asta dirûşmên ziwa, ji bo jineolojiya mirov dikare weke zanisteke civakî ya bi nêrîna jinê û bi navend jin dikare di zanistên civakî de şoreş ava bike pênase bike, handîkapa (asêyî) sereke ye. Ji ber ku zanist, li derveyî her cure çanda bîatê, bi derbaskirina dogmayên olî û bîrdozî pêş dikeve. Gavên xwe yên herî pêş jî, di çarçoveya derfet û sînorên her demê de, bi deshilatiyê re şer kiriye û avêtiye.
Mercek û zanista jinê jinanî bibe, nayê maneya belênaya zanista mêr- zanista jinê. Tê maneya ku ji nêrîtiya zanistê bê paqijkirin û vegere mirov. Ev jî, di deshilatiyê de jin bikeve şûna mêr na, ancax bi avahiya xwe ya tê zanîn û tê pêkanîn, deshilatî bixwe were vemirandin û bi guhertina têgeh û zîhniyeta deshilatiyê dibe.
Dawiyê de tiştê ez dikarim bêjim; avahiya deshilatiyê ya nêr ku jinan jî dorpêç kiriye û di nav xwe de helandiye, heta ku bûyera deshilatiyê bixwe û lêgerîna deshilatiyê neyê derbaskirin, azadbûna civak, jin û zanistê, her wiha pêşketina zanista jina azad jî tam nikare tam mimkun bibe. Dîsa jî, weke parçeyekî utopyaya civaka nû, weke armanceke mirov dikare li dû here li ber me ye.