TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN:
Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Lê weke nijad, çîn an jî netew a herî zêde bindest. Divê baş bê zanîn ku tu nijad, çîn an jî netew weke jinê bi sîstematîk pêrgî koletiyê nehatiye. Em her tim dibêjin şert û mercên ku dûrketina ji jin û jiyanê hilweşan û hilweşîna civakê diteyisîne. Bêyî ku em vê rastiyê çareser bikin û di rêya azadiyê de seferber nekin nayê fikirîn ku hêmanên em jêre dibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîlîtan karîbe rola xwe bilîze. Hewce ye bibe azadîxwaziya jinê. Teşedayîna jinê weke bêexlaqiyê dihesibînim.
Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Eşq, hezkirina çavkorî jî di navê de divê em bi tu awayî bi jinê ve neyên girêdan. Berevajiyê vê jî rast e. Di heman demê de divê jin jî xwe bi kesî ve girê nede û kesî neke xwediyê xwe. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîllîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihurin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest bi avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin. Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e.
Divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandin e. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pir watedar in. Divê jin biqudret, azad û xwediyê biryarê be. Jin pir muthîş bi min ve girêdayî ne. Ewçend ne girêdayî bin. Nabe ku jin ji sedî sed bi min ve xwe gire bide. Jin heyîneke binirx e. Ji ber vê peyvên jin û jiyan binirx in. Divê hûn fêrbûn û nûnertiya formula bi sêhr a Jin, Jiyan û Azadiyê bidomînin.
Dîroka koletiya jinê hê jî nehatiya nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li bendê ye ku bê nivîsandin. Dîroka koletiya jinê elbet di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê derçûna wê jî dê li ser vê axê be. Lê eşkere ye ku ne bi tarzê mêr be. Jineolojî dikare bibe derçûneke bingehîn. Qesta min bi vê jinê ji bûyina objeya zayendî pir wêdetir hem weke cewher hem weke telpa (tortu) civakê derfetên ku azadkirin û ronîkirina wê bê lêkolînkirin. Elbet heman lêkolînê ne tenê di qada zanista pozîtîf ku bi paradîgmaya mêr hatiye pêşxistin de bi heman paradîgmayê lêkolînkirina qadên olî, hunerî û felsefîk jî. Hewldana min a di vê hêlê de min bi berdewamî kiriye. Bi berdewamî zêdebûna kombûnekê mijara axaftinê ye. Dema vê qada ku kirine tabû derdikim kêfxweşî û bextewariyê hîs dikim. Tu çîrok weke çîroka koletî û azadiya jinê hem bi xemxwarî, bi hêrs, hem bi şanazî û bi coş bandorê li min nake.
Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê pêk bê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhni (mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî. Bêguman, zelalbûyîna statuya jinê tenê aliyekî mijarê ye. Aliyekî hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Pirî caran tê gotin ku asta gelemperî ya azadiya civakê rêjedar e bi asta azadiya jinê re. Ya girîng ew e bê ka wê çawa were dagirtin nava vê biwêja ku rast e. Azadî û wekheviya jinê, ne tenê azadî û wekheviya civakî destnîşan dike, lê ji bo vê sazgerîn (mekanîzma)ên pêwîst ên teorî, bernameyî, rêxistinî û çalakî pêwîst dike û ya hîn girîngtir, nîşan dide ku bê jinê siyaseta demokratîk nikare çêbibe, heta tew siyasetmedariya çînî jî wê kêm bimîne û her wisa wê nikaribe aştî û jîngeh jî bêne pêşxistin û parastin.
Lêkolînkirina jinê, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina (tehlîlkirina) girêyên kor ên civakî jî, pir girîng e. Şikandina korîtiya derbarê jinê de, wisa ye ku, heman weke ku mirov atomê parçe bike, ji ber ku nêrîna serwer a zilam bexşangî qezenc kiriye. Ji bo şikandina vê korîtiyê, pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wisa pêwîst e mirov di bereya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîne. Hemû şikestinên xeyalan ku hatine jiyîn di nekarîna xistina jiyanê utopya, bername û rêgezan, ên di serkeftin an ne serketîbûnên tevahiya têkoşînên azadî, wekhevî demokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî de, şopên şêweya têkilî (ya di navbera jin û mêr de) ya serwer (a bi desthilatî), ku nehatiye şikandin, di xwe de werdigirin. Têkiliyên ku tevahiya newekheviyan, koletiyan, zordarî (destpotî)yan, her wisa faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya sereke, ji vê şêweya têkiliyan digirin. Eger em bixwazin li wan peyvên ku navên wan pir derbas dibin, her wekî wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzm, derbasdariyên ku nebin sedema şikestina xeyalê, bar bikin; pêwîst e ew tora têkiliyên ku li derdora jinê hatine honandin, ku bi qasî civak û xwezayê kevn in, were ji hevxistin û parçekirin. Ji bilî vê, wekî din tu rê nîne ku mirov bibe azadiyê, wekheviyê (ya guncaw li gel cewaziyan), demokrasiyê, ya rasteqîn û exlaqek ku durû nebe.
Divê Hûn Fêrkirin Û Nûnertiya Formula Bi Sêhr A Jin, Jiyan û Azadiyê Bidomînin
2020-12-29
azadîxwaziya jinê
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET