:JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Li dijberî çi û çima Jineolojî? Jineolojî gelo pêwistiyeke? Zanista pozîtîvîst ku ev çend zihnên seqet û parçekerî diafrîne û encama zihnên seqet e, gelo bi pêveka ‘Jin’ê, ‘lojî’ yeke ‘nû’, bi rastî jî wê bibe zêdahiyek ji jiyanê re? Li pêşberî me goristaneke berfireh ê pratîkên alema akademîk, zanista pozîtîvîst, qadên zanistê yên parçekirî û teoriyên cuda heye ku em bi vê bawer bikin. Tunebûn û tunekiriyên ku dema meriv li wan dinê re, hindirê me dicemidîne û ji mirovatiya xwe şerm dike hene, kirêtbûn û ji rê derketin hene.Nexasim jî li ser zemîna modernîteya kapîtalîst. Ew modernîteya ku hêza xwe ya esasî ji ‘utopyaya sosyalîst jî di nav de, hemû utopyayan di nav lîberalîzma xwe de dixeniqîne.’ digre.
Bi rastî jî di roja me ya îro de erkeka lojî’yan heye? Bi taybetî jî ji bo jinan ku di her kêliya jiyanê de tên qetilkirin û îhtîmalên cur be cur ên qetilbûnê dijîn. ‘Em li vir şoreşê pêk tînin, lojî’ya çi? Em li vir dimrin, lojî’ya çi?Bîrçîne, bê star in, dibin êşkencê de ne, bi mêtingerî û heqaretan re rû bi rû ne, bê perwerde ne, jar in, biçûk tên dîtin, tune tên hesibandin û tên tecawizkirin. Bedenên me li bazaran, hetta hin ji yên me ne li bazarane jî, di nav malên veşarî de-şûnên veşarî yên di bin erdê de- tên firot in, pêrgî şiddetê dibin. Loji’ya çi?’
Jineolojî ji ber bi îdîaya ku bibe zanista jinê, zanista jiyana civakî û hevjiyana azad radibe, divê bersivê bide van pirsan û pirsên din ên xwerû û wêrek. Çima Jineolojî? Jineolojî çima ‘dikare bibe derçûneke bingehîn?’ Sedemên pênaseya jineolojiyê, nîqaş û pêkhateya wê çi ne? Rexne li çi dike, çi di pejirîne? Jineolojî divê bersivên gelekî xwirt bide van pirsan da ku qad û beşên xwe bi awayekî bi rêk û pêk û mayinde û saz bike.
Ji bo pêşxistina Jineolojî gelek sedemên me yên cûda û cûr be cûr hene.Hin ji van sedeman pozîtîf in. Ew sedem in ku palpiştiya aliyê hindirîn ê dinyaya jinê dike û divê potansiyela vê dinyayê derkeve û bi mirovahiyê re bê parvekirin. Di vê pêvajoya ku em tê de ne ev, pêdiviyek ji pêdiviyên herî acîl ê mirovatiyê ye.Divê ev dinya bi rihê jinê bê rapêçandin an jî divê ev dinya bi rihê jinê bê rêsandin.
Sedemên din jî yên negatîf in. Şiddeta li ser me,mêtingerî, biçûk dîtin, tune hesibandina îdeolojîk, înkar, qirkirin…Rawestandina van pêdiviyeke lezgîn e. An na wê dinya bibe gerstêrkeke ku xwe dadiqurtîne, mirovati jî wê bibe civakeke ehmeqan ku ji ber bê aqiliyê dara bin xwe dibire û bi vî hawî xwe tune dike.
Di dîrokê de demeke gelekî dirêj, jinan pergaleke civakî ya dayiksalarî ava kirine, bi rêxistin kirine û dane meşandinê. Divê pergala xwe ya civakî de aşitiyê, edalet û bereketê hakim kirine.Bingeha gelek vedîtinan di qonaxa neolîtîkê de çêkirine. Di roja me ya îro de gelek karên ku mîna ‘karên jinan’ tên hesibandin û biçûk tên dîtin, di rastiya xwe de çendîn bi hejmaran, matematîkê,hesabên zirav, eyarên demê û bi zanîna hişmendiya analîtîk û hestî ve girêdayi ye û palpiştiya wan dike gelekî aşkere ye. Aqlê mêr ê serdest bi xasûkiyeke mezin van didize û dike xercê sîstema xwe. Ji bo ku vê diziya xwe jî veşêre bigotina ‘karên jina’ biçûk dibîne, karîkaturîze dike. Bi gotina; ‘ bi hevîrê destê xwe, tevlî karê mêr nebe’ erzê wê biriye. Ku ew hevîrtirşê hevîrê di destê wê de, yekem ji vedîtinên zanista kimyayê ye. Heke ne ji wî hevîrê destê wê be, ew ‘zilamên bi aqil’ ji birçiya nikaribûn yek gavê jî biavêtana. Mebesta me ewe ku, ji bo em berê xwe bidin jineolojiyê, bi sedan sedemên me yên pozîtîf hene ku li ser bi sedan nirxên me yên pozîtîf bilind dibin.
Emê nebêjin ku di ser re bi hezaran sal der bas bûne. Lê pêdiviya me pê heye ku yên ji me hatine dizînê, yek bi yek keşif bikin û bi nav bikin. Pêdiviya me pê heye ku ji wan keşfan her çend dereg bûbe jî rûmeta para xwe bijîn û hemû wê çanda şermiyê ya ku şaristanî li derdora nasnameya me pêça ye, parçe parçe bikin. Beriya her tiştî û ya grîng jî ewe ku ev gerdûn, dinya, xwezaya ku di bin êşê de ye, civaka ku ji qirkirinê derbas dibe, jin û zarok, taritî, biçûkdîtin û diziya li dinyaya jinê qewimiye, bi nirxên pozîtîf re pêdiviya hevdîtinekê heye. Ji ber vê em dibêjin jineolojî.
Jineolojî wê xwe bigihîne van nirxên pozîtîf. Wê yên derketî sîstematîze (bi pergal) bike, arşîv bike û ji bo ku veguhêze rêxistinbûyînê, wê têgihiştinê xwirt bike. Wê bike malê pêşketinên zanista ku bi aqil û hestê jinê dixebitin. Ji bo ku yên veşarî jî aşkere bibin wê hewl bide , bi jinê dinyayê re nîqaş, plansazî û terzê liv û tevgerî, rê û şêwazên vê pêş bixîne. Ji bo pêkanîn, destpêkirin, lêkolîn û rêxistinbûyîna van hemûyan pêk were em dibêjin Jineolojî.
Sedema herî bingehîn a ku Jineolojiyê ferz dike eve ku di kaosa Sedsala 21. de şensê derçûna azadiya jinê, bi destkeftiyeke mezin bi awayekî baş nirxandine. Ji bo pirsgirêka azadiya jinê ku di vê sedsalê de bûye ‘dayika(maka) pirsgirêkan’(۸) pêşxistina çareseriya dayik e (makê ye). Ji bo serkeftina vê; divê em jin hizra koletiya li ser dinyayên me û bihurandina ji vê yekê bi dest bixin.Bi rêbazên lêkolînkirinê ya bi palpiştiya jinê, bi destxistina danehevan, divê em xwe bigihînin pênaseyeke rast a azadiyê. Wek zanista jinê, beriya her tiştî divê em bigihîjin pênaseyeke bergeha azadiyê ya ku ji bergeha koletiyê ya li ser me jinan derbas dike. Heke vê pênaseyê pêş bixîne wê bikaribe zanista wê jî pêşbixîne. ‘Beriya her tiştî hewceyî bi terîfeke azadiyê heye, ji bo bersivê bide koletiya bi jinê hatiye daqurtandin.’(۹) deşîfre û analîzkirina bergeh, qad, şêwe û amûrên di gotina; ‘ koletiya bi jinê hatiye daqurtandin’ û her wiha ji bo pêşxistina pênaseyeke azadiyê ya ku ji vê koletiyê derbas bike em dibêjin Jineolojî.
Ji bo Gihandina Raza Jiyanê
Di vê serdema lanetî de ku em qirkirineke civaki jiyan dikin, Rêber Abdullah Öcalan em fêrî hêza utopyayên azadiyê dike û di vê serdema em tê de ne, bi van gotinên xwe bersiveke baş dide pirsa bê ‘Çima Jineoljî?’ ; ‘ Jiyan divê raserî her tiştî bê dîtin. Peywira wê ya bingehîn jî fêhmkirin e.Fêhmkirin jiyankirine. Jiyankirin ji bo fêhmkirinê ye.’ Ji bo cehalet û koriya derbarê jiyanê de ji holê rabe divê Jineolojî pêş bikeve.
Her jineke di nav lêgerîna azadiyê de, di qonaxeke jiyana xwe de bi kurahî vê biwêja navdar a Spînoza ku dibêje; ‘Fêhmkirin azadiye.’ têdigihîje. Ji ber ku mirov heke dinyaya di nav de dijî, civakê, malbatê, tevna têkiliyan û hebûna xwe ya ku bi van hemûyan re girêdaye fêhmbike û wate bidê dikare azad bibe. Ji bo mirovê/a ku vê fêhm nake, ev hemû têkilî û girêdayîn wê her tim bibin ben û qeydên dest û ling pê girêdayî û hebûnên ku astengî û koletiyê diafrînin. Çendîn bi hunereke zirav bê rapêçanê jî; jin û mêr çi mirov dibe bila bibe tercîha jiyana xwe çawa dike bila bike, bêyî civaka xwe hebûna xwe nikare pêk bîne. Di vê serdema me ya ku ferdperestî rabûye pêdarê û civak ji qirkirinê derbas dibe de, her kêlî vê heqîqetê di qîre. Wek rêzdariyek ji felsefeya azadiyê re, dibe ku yekem heqîqeta ku divê em fêhm bikin ev be. Ji bo gihandina vê raza heqîqeta jiyanî û parvekirina vê heqîqetê em dibêjin Jineolojî.
Rastiya mirov û civaka ku wate nade jiyanê û di nav bê watebûyînê de dixeniqe, gihandina raza jiyanê rewşeke gelekî zehmet e. Em vê rastiyê li pêş çavê xwe digirin û em vê pirsê ji xwe, dipirsin; ‘ Li ruxmî vê rastiya jiyana bi êş û azar kê/î ye yê ku divê xwe bigihîne vê razê?’ û bi dil, bi hizir û bi hestên xwe dizanin ku Ew; jin e. Her çend qurbaniya qirbûnên xweza,civak û jinê be jî, wê jin xwe bigihîne vê razê. Ji ber vê em hemû hewldanên xwe ber bi wê ve diherikînin. Ji bo kurbûna van hewldanan, rêxistinkirin û çalakbûna vê, ji bo herikandin, guherandin û gihandina raza jiyanê, em dibêjin Jineolojî.
Modernîte li dijî dîrok, manewiyat, gerdûn, hemû hest û ramanên me, li dijî nirxên me yên jinane û mirovahiyê êrişan pêk tîne. ji bo avakirina hêz û zanista ku van texrîbatên li ser hemû heqîqetên me yên ku em bi xwe ne ji holê rabikin em dibêjin Jineolojî. Heke wate tune be jiyan jî tune ye! Em bawerin ku bi merceka jinê, hê ji nêz ve mêzandina rastiyan, wê hêza me ya watedayînê bêtir xwirt bike. Lê bêyî qutkirina têkiliyên di nav bera wate-jiyan-civak-jin de qutkirin…
BERDEWAME……….
?ÇIMA JINEOLOJÎ
2020-12-30
hevjiyana azad
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET