KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KJAR
‘Ku azadî tiştekî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin’
Her civak û îdeolojî di derheqê têgeha azadiyê de hemfikir in û vê têgehê diparêzin. Di dîroka mirovahiyê de ji şerê herî biçûk bigirin heta şerê herî mezin, tevahî şer ji bo azadiyê hatine kirin. Ev jî nîşan dide ku azadî ji bo mirovahiyê wateyek xwe ya pir girîng heye. Pirsgirêkên ku jiyan dike girêdayî azadiyê dibîne, di heman demê de çareseriya wan jî. Balkêş e di hinek zimanan de wateya azadî û rizgarkirinê yek e. Di hinek zimanên dîtir de jî wateya jin û jiyanê yek e! Her çiqas di gotina azadiyê de hemfikiriyek hebe jî di şîrovekirina wê de guhertin çêdibin.
Di ferhenga de wata azadiyê wiha ye ;bêyî astengiya kesên ku nêsînordarkirin, kes, çi bixwazi bi hilbijêrî bike û tevbigere.
Eger em li çend pênaseyên azadiyê mêzekin; wateya ‘Lîberalîzmê’ azadî ye. Felsefeya wê jî ‘dilê te çi bixwaze bêje, dilê te çi bixwaze bike’. Li dijî civakbûnê ye, jiyaneke takekes û azadiyeke takekesî dide pêş. Wateya ‘Amargiyê’ jî azadî û lêvegera çanda dayikê ye. Felsefeya wê civakbûyîn û jiyaneke exlaqî û polîtîk e. Yanî jiyaneke komînal a hevsengiya ferd û civakê esas digire. Pirs ev e em ê kesayeta xwe li gorî kîjan felsefeyê ava bikin? Her du felsefe jî dibêjin azadî lê şîrove û pêkanîna wan ji hev pir cuda ne, heta li dijî hev in.
Azadî tegeheke ku li derdora wê gelek şîrove tên kirin. Lê di wan şîroveyan de mijarên herî zêde derdikeve pêş; azadî têgeheke, takekes e an komînal e. Ji ber ku têgeha komînalîte û takekes (lîberal) bi serê xwe du îdeolojiyan îfade dikin. Tarzê jiyana wan û pêkanîna azadiya wan ji hev pir cuda ye. Li gorî lîberalîzmê azadiya kes divê bêsînor be, kes dilê wî/wê kîngê, çi bixwaze divê bike. Ev pênaseya azadiyê civakbûyînê red dike, di heman demê de nêrîna rojavayê cîhanê ye. Li Rojhilata Navîn jî civakbûyîn pir pêş de ye, ferdiyet jî tê fetisandin. Ew jî dike ku ew her du têgeh an îdeolojî her di nav têkoşînekê de bin. Rast e her du pêkanîn bi serê xwe şaş in. A rast; hevsengiya ferd û civakbûyînê ye. Dîsa mijareke din a di derheqê azadiyê ya ku li ser tê sekinandin de azadî ne mijarek ku tenê mirovan elaqedar dike. Gerdûn zindî ye û gelek cureyên zindiyan hene. Di heman demê dê azadî ji bo giştî zindiyan derbasdar e.
Tê zanîn ku her kîjan civak di zeka, çand û aqlê civaka xwe de çiqas zane be û kûr be ew qasî xwe azad kiriye. Her çiqas ev analîz rastiyekê diyar dike jî, berevajiyê wê jî rastiyek din nîşanî me dide. Ji ber ku zanebûn bêhtir nêzî azadiyê ye, nezanîn jî nêzî koletiyê. Rêber Apo dibêje “Azadî fêmkirin e” Kes çiqasî xwe û nasnama xwe ya civakî bizanibe ew qasî azad e, an jî dikare ji bo azadiyê têkoşîn bike. Jiyaneke komînal ava bike, xwe ji xefika takekesiyê xelas bike. Ji ber ku tekîliya zanebûn, têkoşîn û azadiyê bi hev re heye. Nexwe ev jî gotinek rast e ku civakek çiqasî xwe ji çand û aqil bêpar hiştibe ew qasî jî koletiyê dijî.
Azadî; zanebûn, sadebûyîn, xwe naskirin, civakbûyîn, exlaqbûyîn, edalet û li gorî wan esasan bi berpirsiyarî jiyankirin e. Kesên ku di ruh, beden û fikir de azad bin ancax wê demê dikarin bibin endamê civakekê. Lê azadî ne tiştekî razber (soyût) e, şênber e (somût), divê jiyanî bibe. Rêber Apo dibêje, ‘Exlaq di azadiyê de xwe dibîne, azadî jî di pîvanê exlaqê de bi wate dibe. Wê demê azadî ji xeyalbûnê derdikeve, dibe armanca pratîkbûyîna mirovan a esasîn ’. Ev tespîta Rêber Apo erkê me yê li hemberî azadiyê çi ne nîşan dide. Ji bo vê jî pêwîstî bi hişmendî, têkoşîn, bawerî, vîn û rêxistinkirinê heye.
Rêber Apo dibêje, “Ji min tê ez bêjim azadî hema hema armanca gerdûnê ye. Min pir caran ji xwe pirsî gelo gerdûn bi rastî jî li pêy azadiyê digere? Binavkirina azadiyê tenê weke lêgerînekê kûr di nava civaka mirovan de bi sînorkirin, ji min re her tim kêm xuya kiriye. Ez wisa hizirîme ku teqez aliyekî wê yê pêywendîdar bi gerdûne re heye. Dema dubendiya livik-enerjî wekî kevirên bingehîn ên gerdûnê bihizirin ez bêhtir diperpitim ku enerjî tê wateya azadiyê. Ez bawer dikim ku livika daringî jî paketçeya enerjiyê ye ku bi awayê mahkum e. Tîrêj awayekî enerjiyê ye. Ma dikare were înkarkirin ku xwedî herikîneke çiqas azad e? Her wiha em tevlî watedarkirina kûantayan, weke awayên enerjî yên livika herî biçûk tenê pênasekirin, weke bandora ku di roja me ya îro de hema hema di tevahiya cihêrengiyan rewa dike de bibin. Belê, tevgera kuantûmî hêza afrîner a tevahiya cîhêrengiyan e. Ez nikarim xwe ji ber bidim alî ku nebêjim ka ev e, ew xwedayê ku her tim lê tê gerîn. Her wisa dema tê gotin ku gerdûnî jî heman weke karaktereke kuantûmî ye. Dîsa heyecan tê min û ez dibêjim ’dibe ku wisa be’. Dîsa ez nikarim xwe ji ber wê rastiyê bidim alî ku ez nebêjim ka ew afrîneriya ji derve ya xweda, ji vê re tê gotin.”
Dive mirov ferqbûyîn, curebûyîn û zêdebûnê wek azadiya gerdûnê bi nav bike. Her zêdebûn, rengdêrbûn û curebûn di encama azadiyê de ava dibe. Divê civakbûyîn û têkîliya mirovan jî li ser wan esasan be. Wê demê ev îzahata civakê ya exlaqê civakê hîn hêsan be û hîn rast bê pênasekirin. Nexwe azadî bi însanan sînordarkirin him têgihîştinek nerast e û nêrîneke şaş e û him jî bi xwe re wê têkoşînek şaş derbixîne holê. Lewra ev jî bandora felsefeya desthilardariyê nîşan dide û bandora xwe rasterast li azadiyê dike. Ew nêrin xwe dispêre çi? Teoriya Darwîn a evrîm ê. Darwîn ilimdarekî xwezayê û Îngilîz e. Darwîn dibêje, ‘di xwezayê de qanûnek heye, jê re dibêje ‘seleksiyona xwezayî an neqandina xwezayî’. Ew seleksiyon zindiyên lawaz û xurt ji hev dineqîne’. Ev nêrîn û qanûnên Darwîn ji bo civakê jî tê pejirandin. Mînak zilam xurt e, jin lawaz e, dive yê lawaz di bin emrê yê xurt de be. Dîsa fîlozofekî Fransiz Descartes heye. Li gor felsefeya wî dibêje ‘heger ez difikirim vê demê ez heme’. Descartes vê nêrîna xwe wiha şîrove dike; zindiyê aqlê wî heye û difikire bihêz e. Ev nêrîna wî jî teqez ji bo xwezayê û civakê derbas dibe. Jixwe xweza bêaqil e wê demê divê di xizmeta însan de be. Ev însan jî mêr e. Jixwe Jin aqlê wê kêm e, nikare wek mêr bifikire hwd . Ev nêrînên qaşo zanistî îro ji hêla ilmê pozîtîvîst ve jî tên pejirandin. Îlmê pozîtîvîst gerdunê wiha şîrove diki; her ji buyer û kiryara pêk tê. Divê her tişt dîtbar be. Meta fizîk nafikire. Li gorî xwestekê sîstemê hereket dike. Deshilatdariya mêr jî xwe dispêre wan nêrînan. Bandora van nêrînan li ser me jî heye. Ew nêrînên şaş di lêgerîna heqîqeta azadiyê de wendakirina herî mezin e û bingeha pirsgirekê em îro jiyan dikin nîşan didin. Navenda jiyanê her çiqas ne însan be ne xwedê ye jî. Herikbûna enerjî an zindîbûn bersivek hîn hêsan e û bi wate ye. Girêdayî qanûnên gerdûn û curebûyînê wê azadiya însan bêhtir bi wate be. Ew tespîta Serokatî ya li ser azadiyê kirine, bi serê xwe tekiliya azadiyê ya gerdûn û zindîbûnê pir zelal nîşan dide û asoya me ya nêrîna azadiyê fireh dike. Di heman demê de em ê têkoşînek çawa bimeşînin diyar dike.
……Dewam dike…