KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KJAR
Di dîroka mirovahiyê de civakek azad û jiyaneke komînal hatiyê jiyankirin. Ev ji hêla gelek dîroknas, fîlozof û rêberan ve hatiye pejirandin û wek civaka xwezayî hatiye binavkirin. Di vê civakê de desthilatdarî tune bûye. Jiyaneke azad, hevpar, wekhev, bi hev re alîkarkirin û hevdu parastin pêşde bûye. Civakeke demokratîk, bi pîvan û bi zindiyên gerdûnê re di nav hevsengiyê de hatiye jiyankirin. Di wê civakê de jinan rêvebertî kirine. Jiyan li dora dayikê kom dibe û berdevam dike. Bi îtîfaqa mêrê pîr, şefê leşker û şaman mudaxale li wê civaka komînal tê kirin û dîroka gerdûnê ya azad berovajî dibe. Ew berovajî bûyîn bi xwe re desthilatdarî û koletiyê çêdike. Civak tê kolekirin, lê koletiya herî kûr û bi êş li ser jinê tê meşandin. Koletiya civakê li milekî ya li ser jinê tê kirin li milekî ye. Civak carekê dibe kole, lê jin du caran. Adeta Jin dibe, koleya koleyan. Di mîtolojiyê de jin tê reşkirin, di ol de jin dibe parsiyê mer û ji mêr çêdibe. Di ilim de jin dibe xwedî biyolojiyek lawaz û di felsefê de jin tê şibandina mêrekî seqet. Ji derveyî wan şibandinan jin nayê pênasekirin. Jixwe ev pênase bixwe koletiya herî ketî nîşan dide.
Bi avakirina desthilatdariya baviksalarî û dewleta çînî; di despêkê de bi rêya îqnayê, piştre jî bi zorê kolebûn li ser civakê hat ferzkirin. Bi rêbazen mîtolojiyan û fîgurên xwedê yê ku jê bê tirsandin civak hat kolekirin. Civakbûn hat belavkirin, azadiya wê jê hat sitandin. Dîroka desthilatdariyê hat destpêkirin. Yanî pêşî koletiya birdozî hat avakirin, dûrê jî koletiya fizîkî. Bi wê mudaxaleyê dîrok bû du xet û ji hev qut bû. Weke şaxên du çeman heta îro herikî. Ew guhertina zîhnî û sîstemî bû bingeha şerên herî mezin, dûdirêj û bi xwin. Ew şer heta roja me ya îro bê navber berdevam dike.
Nakokî ev e ku desthilatdar jî dibêjin azadî, kesên kole û kesên berxwedêr jî. Di dîrokê de mînakên gelek balkêş hene. Rahîbên Sumeran jî digotin azadî le çînîtî, koletî û netew dewlet pêş xistin. Li ser nirxên civaka xwezayî yê madî û manewî xwe dan jiyankirin. Qralên wek Sargon ku bi serê mirovan keleh çêdikir jî digot azadî! Di serdema tarî de kilîsê jî digot azadî, dadgehên engîzîsyonan jî digotin azadî. Lê ji bo desthilatdariya xwe berdevam bikin bi hezaran jinên zanyar û kesên ronak kuştin, qetil kirin. Armanca wan ew bû ku civak di tarîtiyê de bimîne, nefikire, nepirse, neaxive. Dîsa bi rêya tirsê civakê bêdeng bikin, ku kes li hemberî wan serî ranekin.
Hîtler xwe wek kesekî ku ji bo gelê xwe azadiyê dixwaze nîşan dida. Lê çi kir? Nijadperestî di asta faşîzmê de jiyan kir. Gelê Alman wek nijadekî hilbijartî binav kir.Gelê din jî wek nijadekî kêm dît.Di encama vê nerîna xwede bi milyonan Yahudî qetil kir. Însan zindî zindî şewitand. Nijadperestiya Hîtler di şerê cîhanê yê duyemînde bu sebeba mirina pênc milyon însana.Van qetlîamê kir meşrû dît. Emerîkayî jî xwe wek hawariyê azadî û demokrasiyê binav dikin. Lê ev gotin ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û hîn jî bi kar tînin. Mudaxaleya li ser navê azadiyê li Rojhilata Navîn kiriye tê zanîn. Ji bo hegemonya xwe li ser civaka Rojhilata Navîn bide ferzkirin. Ev jî dagirkerî û desthilatdarî ye. Tu elaqeya vê bi azadiyê tune ye. Balkêş e kesê wek Seddam Huseyîn, wek Erdogan û Ruhanî jî dibêjin azadî. Ji bo desthilatdariya xwe û berjewendiyên xwe, roj tune ye qetlîama nakin. Nijadperestî û faşîzma herî bê exlaq jî ya li hemberî me Kurdan pêk tînin û hîn jî berdewam dikin e. Ew kes û saziyên ku bandora wan li dîroka mîrovahiyê bûyîn e. Vê lîsteyê mirov dikare hîn dirêj bike. Lê ji bo ku mirov dîrokê baş pênase bike ew mînak wê bes bin. Ew dîktator û qetlîamên kirine diyar dike ku têgeha azadiyê li gorî xwe çawa pênase kirine. Berjewendiyên xwe û gelê xwe di ser her tiştî re çawa dîbîne pir zelal nîşan dide. Di van mînakade hinek mijarên hevbeş hene. Çiye ev ? Talan û tecavûza li ser bedena jinê kirin.
Wek xetekê berxwedanê kesên ji bo azadiyê têkoşîn kirin jî hene. Deshilatdarî û koletî qebûl nekirine. Bi destê ev sîstema qirêj û bi wehşetên li dijî mirovahiyê ev kes hatine qetilkirin. Em îro ji wê dîroka berxwedana wan sûd digrin. Jinên xwedavend, Sokrates, Zerduşt, Mensûrê Xelac, Bruno, Galîle, Spartakus, Manî, Suhreverdî, Jinên pîrebok, Olîmpî ya De Gues, Clara Zetkîn, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û heval Mazlûm, Heqî, Kemal, Binevş, Mizgîn, Bêrîtan, Gurbetelî, Zîlan, Şîrîn, Ferzat, Zîlan Pepûle, Simko, Delal û hevala Sara. Di heman demê de berxwedan û têkoşîna ku Serok Apo ji bo azadiya gerdûn, civak mirov, jin û zilam dide bêhempa ye.
Di serdema îdeolojiya kapîtalîzmê û nasnama wê lîberalîzmê de azadî dema xwe ya herî xirab jiyan dike. Li ser navê azadiyê civakbûyîn û jiyana komînal binpê bûye. Ruh, beden û mêjiyê mirovan hatiye tevizandin, hatiye şolîkirin û şerekî taybet li ser civakê tê meşandin. Civakbûyîn wek tiştekî kevnare, hovane tê dîtîn, jiyana komînal jî wek jiyaneke li dijî ferdan tê pênasekirin. Azadî wek tiştekî tu kîngê çi dixwazi bêje, tu çi bixwazî bike, tu çi bixwazî bixwe, vexwe. Li derdora te kî tî ye, kî birçî ye ne xem e, kî dimire kî tê tecavuzkirin ne muhîm e. Tu jiyana xwe berdevam bike. Heta ew tişt tu jî bixwe jiyan dikî le haya te ji te tune ye. Wek kesekî ji ser hişê xwe çûye tu her dibêjî ez azad im. Îro civak ji sedî ۸۰ feqîr e, mafên wan yên çandî, aborî, ewlehî, tenduristî, perwerde û hwd. pêk nayê. Di heman demê de bi sedan gel bi çand, huner û zimanê xwe nikarin jiyan bikin. Bê nasname ne. Her roj mêtinger êrîşî ser erdnîgariya wan dike, talangeriyê pêş dixe û dixwaze çand û jiyana xwe li ser civake ferz bike. Yanî ne wek ferd û ne jî wek gelekî kes nikare bi nasnameya xwe ya azad jiyan bike. Ev êrîşana li ser civaka me jî tê meşandin.Di heman demê de li ser kesayeta me jî.
Deshilatdariya ku îro li ser civakê tê meşandin wek Serdema Navîn ku wek serdemeke tarî tê pênasekirin e; bajaran xera dikin, însanan direvînin, wek kole wan li bazaran difiroşin. Dagirkeriya li ser Efrîn û Şengalê hat kirin mînaka herî berbiçav e. Dîsa bi milyonan kes ji bo xwe û malbata xwe ne têr bike, nîvtêr bike, bi seatan wek koleyan kar dikin, jixwe bi milyonan kes jî bê kar in. Îdeolojiya Kapîtalîzmê lîberalîzim ezeziyê îfade dike. Nirx, exlaq, wîcdan û pîvan pêre tune ye. Her tişt çiqasî xizmetî berjewendiyên wê bike ev jêre muhîm e. Ji bo wê her tişt tê kirin û tê firotin. Her tişt bihayek xwe heye, yên madî an manewî jêre ferq nake. Divê her kes qurnaz be. Qurnazî zanebûn, safbûyîn jî nezanebûnê îfade dike. Yanî divê tu diz bî, tu ked, çand û nirxê civakê bidizî. Lê di heman demê de divê tu civakek bêdeng bî. Dema tu dengê xwe bikî, nerazîbûna xwe nîşan bidî wê te bindest bike. Yanî wê azadiya te ji te bigre. Nexwe tu jixwe ne azad î, tu kole yî. Her çiqas sîstema heyî bibêje tu azad î jî nerast e. A rast ev e, divê tu koleyekî baş bî, îtaetkar bî. Ev encamê azadiya takekesî, ne civakbûyîn, bandora zîhniyeta netew dewletbûyîn û tarzê jiyana Kapîtalîzmê ye. Belkî giran e lê rastî ew e. belkî ne di vê astêde bi ,lê em jî van tiştana jiyan dikin. Gotineke pêşiyan heye; rojek dizek ketiye malekê. Lê xwediyê malê pê dihise, diz digire û pêre şer dike. Hevjîna xwediyê malê dibîne ku wê diz hevjînê wê bikuje, bi qêrîn jêre dibêje dev jê berde wê te bikuje. Hevjînê wê dibêje, ez dev jê berdidim lê ew dev ji min bernade. Diz diyar e, xwediyê malê jî diyar e û ya herî girîng ew e ku her du bi hevdu hisiyane. Diz ji dike qêrîn xwediyê male jî!
…dewam dike…