?ÇIMA JINEOLOJİ

2021-01-01 dubandi

Ji bo Rast Pêşxistina Hevjiyana Azad…
Jiyan, xwezaya civakî, gerdûn dîlemma ye (dubandi ye), dîyalektîk e. Rûyek ji rûyê vê dîlemmayê (dubendiyê) jin e yên din jî mêr e. Ev her dû rû, bi têkiliyeke watedar,xwerû, azad, wekhev û afîrîner bîmînin, wê xwezaya civakî jî bi rêk û pêk bimeşe. Lê heke ev her dû rû, bi hincetên cûr be cûr yên bi hezaran salî hewla hevûdû tune kirinê, dijminahiyê, biyanîbûn û dûrbûnê bikin, wê ev yek bike ku xwezaya civakî her tim bi alozî, pirsgirêk, krîz û bi mirînî be.Xwezayên jin û mêr ku hevûdû temam dikin û hebûna wan bi hev re ne, ji hev cûda û bi hev re, bi bandorbûna ji hev lêkolînkirin, rewşa xwezayî ya van xwezayan, rewşa yên ku wan ji xwezayan wan dûr dixe, sedem û encamên mudaxeleyên hêzên deshilatdar ên li ser van xwezayan analîzkirin, di bin berpirsiyariya Jineolojiyê de ye. Wekîdin ji pêşxistina rêbazên ji nû ve yên di çarçoveya azadî û estetîkê de gihandina van xwezayan jî Jineolojî berpirse û bi vê îdîayê radibe.
Jineolojî di heman demê de navê avakirina pêşxistina teoriya hevjiyana azad û afirandina wê ye. Yek ji elîfbêya sosyolojî û jiyana rast jî pêşxistina hevjiyana azad e. Ev rastiya ku Rêber Abdullah Öcalan diyar dike bê çima ev mijar elîfbêya jiyanê ye; ‘Divê mirov baş zanibe ku hevjiyana bi awayekî civakî hatiye avakirin. Ev jiyan di navbera nêr û mê de pêk nayê; di navbera jinîtî û mêrîtiya civakî ya avakirî de pêk tê. Divê neyê jibîrkirin ku avabûna hegemonîk herdu cinsan jî seqet kiriye, têkiliya di navbera wan de ji wê bi tesîr bûye û weke têkiliya hegemonîk xwe nîşan daye. Di têkiliya hegemonîk de eşq pêş nakeve. Di eşqa mirov de şertê bingehîn ew e, divê îradeya azad ê her dû aliyan jî hinkufê hev bin.’ Pirsgirek ji têkiliya di navbera du kesan wêdetir, pirsgirêkeke civakî ye. Di navbera du cinsan de astê pênasekirin û bi rêxistinkirina têkiliyên bi civakê re, polîtîka, çand û huner, etîk-estetîk û aborî de, ew mijar in ku bi hemû civakê re tekîldar in.
Li her devereke dinyayê, nirxandineke kurt a di derbarê têkiliyên jin û mêr de ku ev têkilî bi gengeşe, pirsgirek û rûxiyayî ne, wê me bigihîne heman encamê. Bingeha jiyaneke bi wate, azad û demokratîk, di van têkiliyan de bidestxistina zihniyet, exlaq û çandê ve girêdayî ye. Bi destxistina van jî bi hizirkirina bergeh û kurahiya vê pirsgirêkê ve, bi astê diyarkirina hebûna civakê û bandora wê ya li ser jiyanê ve girêdayî ye. Analîzên bi rêk û pêk ên ji bo vê divê, diyare ku zanistên civakî bi qîmê pêk naynin. Her jin û zilamê li hemberî mirov, jiyan, xweza û hebûna xwe rêzdar e, di vê mijarê de yekem berpirsiyariya wê/î ewe ku ronî û serwext bibe û xwe bi perwerdeyê ava bike. Şaşiyên di vê mijarê de wê mohra xwe li hemû jiyana ferd bidin. Ji ber vê her ferd û civak, pênase û çareseriya vê mijarê, afirandina alternatîfan ji bo xwe dike derdê sereta. Ji xwe heke ev kesên ku tên behskirin, sosyalîst, şoreşger, femînîst, anarşîst, demokrat yanî hêzên modernîteya demokratîk ên dijberî pergalê bin, ev hêz, berpirs û xwedî wê îdîayê ne ku bi rola pêşengtiyê rabin û ji civakê re bibin mînak. Ji ber vê hevjiyan, hebûn û têkiliyên jin û mêr, zarok mîna mijarên jiyanî bin, wê di nav bergeha zanista jinê de cihê xwe bigrin. Jineolojî dema ku bi ser vê mijarê ve çû wê destpêkê hevjiyan û têkiliyên heyî analîz û bi nav bike. Pişt re jî li gorî bergeha teoriya hevjiyana azad, wê têgihiştina alternatîfbûyînê, pênase û analîzên xwe pêş bixîne û li ser vî asasî jî proje û pêşniyarên çareseriyê wê pêşkêş bike.
Ji ber ku jiyan bê dualîte nabe û ew jiyana di navbera du hebûnên bingehîn de jiyaneke bi gengeşiye, zaf di cihê xwe de ye ku Jineolojî weke pêngava yekem li ser vê mijarê bisekine. Di sersedema derçûna zanista jinê de rewşa bi kaos an go krîza jiyana civakî heye. Cihê herî kur ê vê kaosê qada hevjiyanê ye. Ji bo têgihiştina krîz û kaosa heyî, divê em pêşdeçûna dîrokî ya têkiliyên hevjiyanê bizanibin. Rêber Abdullah Öcalan vê pêdiviyê bi vî hawî dinirxîne; ‘ Nasnameya azadîxwaz a herî radîkal, di nêzikahiya jinê de an go bi gîştî têgihiştin û derbaskirina pergala têkiliyên jin û mêr guncav e. Heke têkiliyên di navbera jin û mêr de neyê fêhmkirin, tu pirsgirêkeke civakî têra xwe ne tê fêhmkirin û ne jî tê çareserkirin. Ji bo mirov vê pirsgirêka stûna navmalê ya dil û mejiyê pirsgirêkên civakî ye çareser bike, divê bi awayekî bingehîn bi zanistî, felsefî, etîk û estetîk nêzî meseleyê bibe. Di serdema me de, ji bo hevjiyana azad bi jinê re di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de berpirsiyarî û hêzeke mezin a zanistî, felsefî, etîk û estetîk divê. Mirov heta statuya jinê ya di dîroka şaristaniyê de û di serdema modern de nizanibe û nebe xwedî wê hêzê ku karibe helwesteke etîk û estetîk nîşan bide, pêre kîjan bihevrebûnê biceribîne bila biceribîne, her jiyana bi wê re wê bi şaşîtî, bêexlaqtî û kirêtiyê bi encam bibe.’
Ji xwe her devera dinyayê îro ji ber van; ‘şaşî, bêexlaqtî û kirêtî’ mîna dojehê lê hatiye. Jiyana rojane, lêgerînên evîn-hezkirinê, cînseliya ku hatiye sorkirin, cehalet û bêbersiyariya mêr a ji bo jinê û jin a ji bo mêr, pêxirtengiyên nasnameyên cuda yên ceribandinên bi ser navê azadiyê û tenêbûnên di nav qelebalixiyan de. Di encam de dinya dibe gerstêrkakesên ku di nav van ceribandinan de difetisin û her qad û kêliya jiyanê ji hev re dikin dojeh. Bi taybetî zilam, jinê mîna mirovekê, dostekê, hevjînekê, hevjîneke ruh nikare bibîne. Ji ber ku deshilat û çanda baviksalarî, di bin fêrbûnên çewisandin û kontrola bê sînor de, jinê binpêya xwe, mêtingeha xwe, jin an hezkiriya xwe û milkê xwe dibîne. Ji ber sorkirinên pergalê yên li gorî eyarên xerîzeyên cinsî, jinê weke nesneyekê dibîne ku hemû arezûyên xwe pêk bîne. Dema ku fêrbûyîn û paşverûtiyên jina heyî û kevneopî jî li vê zêde dibin, jin li hemberî potansiyela zilam, zilam jî li hemberî potansiyela jinê ya xwedî sekneke azad û bi rêgez re dibe kemînek.
Ev metaforên Rêber Abdullah Öcalan ku dibêje; ‘ Di qefesa pilingê nêr de mêpilinga bûye êm an jî teslîm bûye, di qefesa mêpilingê de nêritiya ku di hêla biyolojîk de hatiye nepixandin an jî pilingê nêr ku bi hemû çanda civakî, bi çanda jinkokiyê bûye psîkek’ gelekî balkêş in. Di roja me ya îro de têkiliyên van her dû metaforan, di nav bera wan de şer, li dijî hev êriş û qetilkirinên fîzîkî û rûhî rû dide. Lê bi piranî tişta ku diqewime ev e; mêpiling li hemû qadên pergala baviksalarî ku qefesa pilingê nêr e, li her qada civakî ku bêparastin tevlî dibe, êdî nêçire ji bo pilingê nêr. Di têkiliyên rojane de ji hevdû heznekirin, ji etîk û estetîkê mehrûmbûn, bêparbûn, li ber ferasetên namûsa klasîk têkçûn û hwd. gelek faktor, kêli bi kêlî hevjiyanan diqedînin û vê rastiyê pêk tînin.
Di hevjiyanên ku êdî li ber sînorê bêtehammuliyê de ne; di asteke mezin de êm bûyîn, teslîmiyet an jî mirin para mêpilingê dikeve; para pilingê nêr jî li hemberî mêpilingê pilingê nêr e lê li hemberî pergala baviksalarî û dewletê jî bi çanda jinkokiyê pisîkbûyîn û di bin çewisandina van her du diyardeyên bi nakok de perçebûyîne. Di serî de ji bo herduyan û zarokan, para xwezaya civakî jî bêbextiyarî, pêxirtengî û qirbûyîna hestî ye. Ev rastî bi xwezaya zindî jî karesatên ekolojîk dide jiyankirin. Hilweşandinên di dinyayên jin û zilam de ku berdewamiya xwezaya zîndîwer jiyan dikin, yekser li xwezaya zindîwer jî dide.Hevjiyana ku rast nayê fêhmkirin, pênasekirin, nayê zanîn û jiyan kirin, di her kêli’yê de dibe bela serê jiyanê. ‘ di serdema me de têkçûna hêzên mêtinkar û desthilatdariya hegemonîk herî zêde bi hilweşîna di warê hevjiyanê de xuya dike. Têkiliya jin û mêr ewqasî deklase bûye, maneya xwe ji dest daye, ne bêyî wê dibe ne bi wê dibe ango êdî li ber qedandinê ye. Yên şoreşa destpêkê nesipêrin analîza vê rewşa kaotîk, bêgav wê kaosê dewam bikin.’
Ev rewşa kaotîk ku Rêber Abdullah Öcalan balê dikşîne, di nava civaka dîrokî de çawa hatiye pêşxistin bi xetên giştî em hinek binirxînin. Dema ku em bi berçavkên lêkolînên ceribandinên teoriya hevjiyana azad li dîrokê dinêrin, em pêrgî hin tecrubeyên grîng tên. Bi awayekî baş xwendin û têgihiştina van, li kû derê, çawa, bi destê kê û bi çi armancî darbe xwariye, ji rê derketiye, çawa bûye çavkaniya krîza pirgirêkên têkiliyên civakî, em dikarin hîn bibin û vê qada ku di roja me ya îro de bûye girêkeke kor ronak bikin.
Em dibêjin; ‘Hevjiyanan derbe xwarine, ji rê derketine’ ji ber ku di navbera modelên jiyana hevbeş ên di destpêka civakîbûyînê û malbata ku piştî civaka dewlet û çîn avabûyî de gelek cudahiyên mezin hene. Ji dîrokê û vir ve û beriya dîrokê bihevrebûna jin û zilam ji bihevrebûna dîroka nêz û ji ya roja me ya îro ku em dibînin gelekî cuda bûye. Li gorî pergala civakî ya her qonaxekî gelek şêweyên cuda yên yekeyên jiyanên bi hev re hebûne. Di dîroka nêz de heta di roja me ya îro de şêweyên cuda yên jiyana bi hev re hene. Mînak; li hin herêmên Çînê di nav hin komên dayiksalarî de heta Şoreşa Çînê zewac tune bû. Li gelek deverên dinyayê di nav gelek çandên gel ê cuda de şêweyên têkiliyê yên li ser asasê pirzewaciya jinê hebûn. Yanî ev şêweyê jiyanê yên zewac-malbat-hevser ku li hemû dinyayê fez kirine û di çavê piraniyê de normal bûye, di dîrokê de demeke dirêj anormal bû. Ya rast têkiliyên hevjiyana heyî û şêweyên malbat û zewacê di dîroka mirovahiyê de aîdê dema herî kurt in ku ne bi qasî ji % 2 ye jî. Lê awayê ku îro hakim e ev e.
Beriya dîrokê û di dîrokê de bi taybetî formê malbat klan ê li dorhêla jinê, berfireh bû. Di vê forma malbatê de zilam-mêr zêde nedihat naskirinê û bê bandor bû. Xal û zarok hene. Di dîrokê de demeke dirêj jî modela malbatê an jî hevjiyanê hebûye ku di vê modelê de jin û mêr hinkufên hev in. Berevajiya baweriya giştî, ev model di dîrokê de demeke dirêj bi berfirehî hatiye jiyankirin. Pergala malbatê ku zilam reîs e û awayên hevjiyanê gelekî şunda ye. Weke tovê sêlingiya Xanedanî-deshilatî- dewletê bi sazî bûye. Di vê qonaxa deshilatdariyê de armanca vê kirinê jî, jin û zarokan bi deshilatdariyê ve girêdane, di kesayetên wan de girêdayîna bi deshilatiyê ve pêşxistine. Her çend di havênê xwezaya civakî de tune be û teqabulê tu pêdiviyeke civakî an jî xwezayê neke jî zihnîyeta mêr a deshilatdariyê, saziya malbatê ya pirhevserî û bi mirina jinê ya pirzarok afirandiye. Ev modela malbatê ji roja ava bûye heta roja me ya îro bûye sedema gelek pirsgirêkên giran ên civakî.
Di bingeha vê modela malbatê de berjewendiyên deshilat û dewletê hene. Hemû deshilatên serdest di tevahiya dîrokê û di roja me ya îro de ji ber ku her tim pişta xwe spartine hin xanedanan, modela malbatê ya pergala deshilatê jî dilê xwe bijandiye vê. Xanedanên deshilatdar di nava civakê de kopyayên xwe ava kirine. Û her reîsekî malbatê yên van kopyayan xwe li şûna reîsê xanedan ê deshilatdar xeyal kiriye. Berdêla vê xirsa zilam a sorkirî beden û ruhên jinên di malên taybet de hatine girtin didin ku di rabirduyê de azad bûn. Bi cariyebûnê, bi nesnelkirineke zêde, ji ber ku milkê mêr e ji destdirêjiyê re heta dawî bi vekirinê, bi welidandina gelek zarokan ku xwezaya wê ya fizîkî bi vê nikare, pêdivî bi rêz û hezkirinê nedîtinê û bi qasî zarokên kur bi nirx dayîna wê… Di vê modela malbatê de ku mêr vê modelê weke garantiya hêz û jiyanê dihesibîne û dilê xwe dibijîne xanedaniyan,dibe qefeseke ku jin kêlî bi kêlî tê mêtin û tûnekirinê. Mixabin ev modela malbatê bi zihniyeta ku li ser civakê hakim e her tim hatiye teşwîqkirin. Her çend rê ji gelek pirsgirêkên civakê re vekiribe jî nehatiye beralîkirin.
BERDEWAME………

Pirtûk

Nivîs