Qada Ku Divê Pêşî Bi Zanistî Mirov Pê Dakeve, Qada Hevjiyanê Ye

2021-01-02 demokrasi

TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN:

Karekterê mêr ê serweriya civakê, heta roja îro firsend nedaye ku diyardeya jinê weke zanistî bê nirxandin jî. Zanistên civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komun û demokratîk rawestiyane, ew çend jî û heta jê zêdetir dûrî mijara jinê mane. Mîna ku bûyerên li dora jinê û serhatiyên wê pir pêdiviyên xwezayî be û ev têgihîştin xwe di hemû zanistan de nîşan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek pêşferaziyeyekê tê qebûlkirin. Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Risteyên ku qala jinê dikin, di bêje û gotinên zilam de, ku mohra xwe, çawa ku li tevahiya zanistan daye, li zanistên civakî jî daye, barkirî ne bi nêzikatiyên propagandatîf ku qet dest nadin rastiyê. Statuya rastîn a jinê bi van bêje û gotinan ve belkî jî çil caran tê nixûmandin, heman weke ku dîrokên şaristaniyê çîn, mêtin, zordestî û êşkenceyan dinuxêvin.
Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê der barê hevjiyana azad de be. Tu qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî taybetiya bingehîn û diyarker nîne. Aborî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de aborî jî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta aborî, dewlet û olê. Berevajî, divê dewlet, ol û aborî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.
Li gorî vê vegotinê hemûyî qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û ol timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, ol û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin. Exlaq û ol têra xwe bi vê qadê ve xwe girêdane.
Min tim wê kûraniya jiyanê ya hevwatebûna cota herî harîqa biqasî dikare bê zanîn ya di gerdûnê de, bi kûranî hîs kiribû. Min wê wêrekiyê nîşan da ku ez girîngiya hizirîna bi jinê re destpêkê, her wisa pê re gotûbêjkirina li ser ka li ku dere, kîngê û çiqas xirabûn hebe û derbaskirina wê, deynim pêşiya hemû têkiliyan. Tenê jina ku xurt be, bihizire, karibe biryarên baş, xweş û rast bide, dema bi vî rengî min derbas bike, karibe min heyranê xwe bihêle û karibe bibe muxetaba min, bêguman yek ji kevirên koşe yê lêgerîna min a felsefî ye. Min tim bawer kir ku wê sirên herikîna jiyanê ya li gerdûnê, bi vê jinê re, bi aliyên wê yên herî baş xweş û rast re, wate bibîne. Her wisa min bawerî bi exlaqê xwe jî anî, ku bi qasî ku tu zilam nikaribe bi ser bixe, şêwaza min a heyînê bi malê li pêş min ê ‘zilam û sermaye’ re, anku bi hurmuza xwedî not hezar şî re, qet par neke. Wê demê têgîna, ji femînîzmê jî wêdetir, ‘jîneolojî’(zanista li ser jinê), dibe ku armancê çêtir pêşwazî bike.
Têgîna femînîzm, bi zimanê Kurdî di wateya jinparêzî (jinperestî) de, dûr e ji wesfandina tam a pirsgirêka jinê û ji ber ku dijraberê wê weke zilamparêzî tê sêwirîn, dibe ku bibe sedema zêdetir bêsûdiyan. Wateyeke wisa diteyisîne weke ku tenê jina bindest a zilamê serwer be. Lê bele, rastiya jinê pir berfirehtir e. Wateyên wisa di xwe de werdigire ku, ji zayendiyê wêdetir, aliyên wê yên aborî, civakî û siyasî hene. Eger em têgîna ‘mêtingerî’ ji hîmê welat û netew derxînin û wê daxînin bo komên mirovan, em ê karibin şûngeha jinê bi hêsanî weke ‘mêtingeha herî kevn’ pênase bikin. Bi rastî jî, tu diyardeyeke civakî, bi qasî jinê weke giyan û beden, mêtingeriyê nas nekiriye. Divê were têgihîştin ku jin di statuyeke mêtingeh a wisa de tê ragirtin ku sînorên wê bi hêsanî nikarin werin destnîşankirin.
Civaka sivîl a roja me ya îro di van xebatan de her çiqasî kêm be jî mirov dikare mînakeke vê yekê bihesibîne. Ya rastî femînîzm tevgereke civaka sivîl a girîng e, û di bingehê xwe de ekoleke îdeolojîk e. Ji lewra jî hewce dike ku xwe li ser bingehê zanistî ava bike. Lê ekolên femînîst, di warê analîzkirina civaka cinsiyetparêz a zilamê serwer de ku hêza hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê ji xwe re dike palpişt û bi giranî hukim li jinê dike, di warê pêşkêşkirina modela çareseriyê de û di vê çarçoveyê de hewldanên têne kirin, di jiyana xwe de ji aliyê pêkanînê ve misêwa bi bêhêzî û serneketinê re rûbirû dibin. Kesayetên awarte nebin, milîtaniya jina azad zehmet e ku xwe bigihîne serketinê. Hin serketinên bêne bidestxistin jî wê bi êrîşên rojane û berfireh ên civaka cinsiyetparêz re bêne asîmîlekirin. Ji lewra pêkanîn û pratîka komunên aborî, îdeolojîk û polîtîk ên di mîhwera azadiya jinê de bivê nevê hewce dikin.
Her çend di hewldan û xebatên femînîstan de noqteyên girîng hebin jî, hê nikarin ji mejiyê demokrasiyên ku navenda wan Rojava ne, derbas bikin. Şêweyê jiyanê yê di bingeh de kapîtalîzm heye baş fêm nekirine. Lewra nikarin li dawiyê jî bihêlin. Rewş, têgihîştina şoreşa sosyalîzmê ya Lenîn bi bîr dixîne. Tevî ew çend hewldan û gelek destketiyan, Lenînîzmê nekarî xwe xilas bike ji bo li baskê çepê nebe alîkarekî baş ê kapîtalîzmê. Heman tişt dibe ku bi serê femînîzmê de jî were. Ji ber ku bingehekî xurt ê rêxistinî nîne, felsefeya xwe pêş de nebiriye û zehmetiyên mîlîtaniya jinê, îdîaya wê qels û lawaz dike. Dibe ku nikaribe “sosyalîzma reel” a jinê jî pêk bîne. Lê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka jinê gavavêtineke cidî ye.
Divê tevgera femînîst bêguman di ronahiya van rastiyan de bibe tevgereke herî radîkal a dijberî sîstemê. Tevgera jinê, ku bi awayê wê yê nûjen, dîsa em dikarin kokên wê bispêrin Şoreşa Frensî, kariye, piştî çend qonaxan, heya roja me ya îro were. Di qonaxa yekemîn de li pey wekheviya hiqûqî hatiye bezin. Ev wekhevî, ku zêde wate dernabire, di roja me ya îro de hema bi belave hatiye bidestxistin. Lê, pêwîst e baş were zanîn ku naveroka wê vala ye. Her wisa di mafên din de jî, yên mîna mafên mirovan û mafên aborî, civakî û siyasî, pêşketinên şêweyî hene. Jin di dîmen de bi qasî zilam wekhev û azad e. Lê di rastî de xapînokiya herî girîng di vê şêwaza wekhevî û azadiyê de veşartî ye. Ji bo azadî û wekheviya jinê, ku ne tenê heyamên modernîteya fermî, lê tevahiya yên [heyamên] hiyerarşî û şaristaniyê wê di hemû tevnên civakî de di warên mejî (zihnî) û bedenî de kirine kole û wê bi awayê koletiya herî kûr dane xebitandin, xebatên teorîk ên demokrasiya wan pir berfireh be, têkoşînên bîrdozî, xebatên bernameyî û rêxistinî û ya herî girîng jî çalakiyên xurt pêwîst dikin. Beyî vana femînîzm û xebatên li ser jinan, tu wateyek wernegirin, ji wêdetirî xebatên lîberal ên jinê ku hewl didin sîstemê rehet bikin. Jineolojî, piştevaniyê ji bo femînîzmê jî dike.
Jîneolojî (zanista li ser jinê) li şûna femînîzmê, dibe ku çêtir bersiv bide armancê. Rastiyên ku jîneolojî wan derxine ronahiyê, diyar e para rastiya ku di xwe de wergirin wê ne kêmtir be ji ya gelek ‘lojî’yên beşên sosyolojî yên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedagojî û wekî vana. Bê nîqaş e ku jin weke hem fîzîkî û hem jî wate, beşa herî fireh a xwezaya civakî pêk tîne. Wê demê, çima vê parçeya xwezaya civakî, ku pir [ewqas] girîng e, neyê kirin mijara zanistê? Sosyolojî, ku dabeş bûye heya li perwerde û terbiyeya zarokan weke pedagojî, jineolojiyê ava nekiriye; vê yekê nikare were ravekirin bi mijareke dîtir, jî bilî ku bi bêje û gotina zilamê serwer e.

Pirtûk

Nivîs