KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KJAR
Jin jiyan e, divê jiyan azad bê jiyankirin. Bi Kurdî û bi gelek zimanan wateya jinê û jiyanê hema hema yek e. Ev jî nîşan dide ku jin çi qasî azad be dê jiyan jî ew qas azad be. Mixabin di roja îro de mirov nikare behsa azadiya jinê bike. Koletiya ku pênc hezar sal e li ser tê meşandin di asta herî bilind de ye. Serokatî dibêje ‘jin wek kralîçeya meta tê xebitandin’. Meta çi ye? Meta tiştê ku ji bo bê firotinê hatiye amadekirin e. Êdî ew ji bo tucar semaye ye û ji bo firotinê amade ye. Qîmete wê çi ye, wê tucar diyar bike. Jin ew qasî kole ye. Taybetmendiyên jinê li gorî zilam hîn nêzî azadiyê ne. Ji bo vê azadî hîn hêsan e. Kolebûna wê û metabûna wê di heman demê de kole û metakirina civakê ye jî. Lê di çareserkirina pirsgirêkên azadiyê de mijara sereke divê azadiya jinê be. Rast e azadî meseleyek giştî ye û divê wisa jî bê pênasekirin û têkoşîn li ser vê esasê bê kirin. Jiber ku jiyan hatiye kole kirin.
Di encamê de em wek kadro di mijara azadiyê û di terzê têkoşîna wê de her pirsgerêkan jiyan dikin. Ew pirsgirêk jî piranî xwe dispêre kesayeta me ya ku xwe ji sîstemê qut nekiriye. Ji ber ku em kasayeta xwe baş tehlîl nakin û pêre têkoşînek tundî nakin, em her zehmetiyan dikişînin. Di esas de bingehê pirsgirêkên em jiyan dikin ji nefamkirina me tê. Lê em vê qebûl nakin. Em gelek caran kêmasiyan di derdora xwe de dibînin. Texrîbata ku sîstemê di kesayeta me de ava kiriye em nabînin. Ji bo vê em bi kêmasiyên xwe re têkoşînek lîberal, lê em bi derdora xwe re jî têkoşînek radîkal dimeşînim. Ev ne tarzekî têkoşîna rast e. Meqesa di navbera fikrandin û kirinên me de nîşan dide. Em wek hevalên jin û xort, li gorî felsefe û pîvanên hereketê, di kesayeta xwe de lêpirsînan çênakin. Ev çi ye? Feraset û tarzekî Ji rastiya xwe direvi nîşan didi.Dîsa yan em xwe ji lîberalîzme qut nekin, teybetmendiya wê ya takekesî derbas nakin. Yan jî em paradîgmaya Serokatî fam nakin. Ev jî di kesayeta xwe de israrê nîşan dide. Bi xwe re, xwe ecibandin û ji xwe razîbûnê pêş dixe. Pêşiya guherandin û veguherandinê digire. Ev çi ye? Ev Serokatî nefamkirin û xwe nenaskirin, sîstema heyî jiyankirin e. Serokatî dibêje; Kesekî axa wî/wê ne azad be, çand û zimanê wî/wê qedexe be, wek gelekî nasname jê hatibe sitandin û ji nasnameya xwe dûr ketibe dikare bahsa azadiyê bike? Dîsa jin û mêr him li hemberî hev û him li hemberî netew dewletê kole be mirov ne dikare behsa azadiye bike. Serokatî her dibêje çûkek jî hêlîna xwe li cihekî ku destê mirovan nagihîjê ava dike. Destdirêjiyê qebûl nake. Ev mînak rastiyan pir vekirî nîşan dide. Bihostek axa me yî azad tune ye lê em xwe azad dibînin. Li ser navê civakbûnê tiştek nemaye lê em xwe azad dibînin. Ferd bê exlaq û wîcdan hatiye kirin lê em xwe azad dibînin. Serokatî dîl girtiye lê em dîsa jî xwe azad dibînîn. Bi dîlgirtina xwe jî Serokatî wê azadî çawa bê pênase kirin nîşanî me dide.
Rêber Apo dibêje “Ez azadiyê di mekanan de bi sînor nakim, ez di dilê milyonan de xwe azad dibînîm. Lê ez dizanim ku mirovahî koletiyeke pir kûr jiyan dike. Ez vêya jî weke peywirekê digrim dest û ez her ji bo azadiya mirovahiyê xebitîm û ez ê her bi bixebitim.” Lê em hîn xwe azad dibînin. Em di astekê de kevneşopiyên civaka xwe yên neyînî derbas dikin, em dibêjin em azad in. Em kêmekî sînorên azadiya xwe fireh dikin em dibêjin em demokrat in, em entelektûel in. Em wate û kapsama azadiyê fam nakin an em ji bo fam bikin em xwe naêşînin. Em weke hêştirmeya ku serê xwe kiriye bin axê û dibêje qey hîç tu dereke wê xuya nake. Lê laşê me ji derve ye û em dibêjin qey kes me nabîne, em xwe dixapînin. Em bi israr rastiya xwe ya civakî nabînin. Em di her xwestekên xwe yên takekesî de ezezî pêş dixin. Qaşo em vêya jî bi navê ku xwe azad kiriye dikin. Di gotinê, di fikrandin û pênasekirina me ya civakî, dîrokî û sîstemê heyî de em bêjin em Serokatî fam dikin. Lê dema pêkanînên me ne li gorî fikrên Serokatî bin wê ev dibe durûtî. Pirsa ku divê mirov bersiv bide yek jî em azadiyê dixwazin an naxwazin? Ya dîtir jî em azadiyeke çawa dixwazin? Girêdayî dîroka mirovahiyê û civaka xwe em ê kesayeta xwe çawa biguherînin, divê em pir kûr li ser lêhûrbûnê bikin û bi radîkalbûnek kûr têkoşînê bimeşînin. Û em ê jiyaneke azad ava bikin. Serokatî wateya azadiyê pir sade û cewherî dide nîşandan; Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e! Divê em xwe bînin asta heqîqata azadî ye.