?ÇIMA JINEOLOJÎ

2021-01-05 ‘qada taybet

JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Herî zêde di vê pêvajoya çanda xanedaniyê ya hakim bûyî de, hevjiyanan derbe xwarine û ji rê derketine. Ev çand ne tenê çanda Rojhilata Navîn e, çandeke ku li seranserê dinyayê belav bûye û bandora xwe heta roja me ya îro bi veguhêstinan berdewam dike. Ol û dewletan her tim vê çandê pesendkirine û palpiştiya wê kirine. Ev çand di roja me ya îro de jî li Rojhilata Navîn bi awayekî xwirt jiyan dike. Ev çanda malbat û xanedaniyê li milekî rê li ber nifûsa zêde vedike li aliyê din jî xirsa ku para zêde ji dewlet û deshilatdariyê bi dest bixe zerarê dide xwezaya civakî. Ev çanda hevjiyanê, ji bo jinê piçûkdîtin, newekhevî, nehezkirin û tune hesibandinê; ji bo zarokan nehezkirin û bêperwerdehiyê, ji malbatê re şidetê, ji zarokên keçîn dest pê dike ji jinê re di bin navê namûsê de qetlîm an jî esaretê ferz dike; ev çanda hevjiyana ku ji rê derketiye ye. Dahûrandin û veguhêstina vê modela hevjiyan an jî malbatê, ji bo dahûrandina pergalên deshilatdar û dewletdar şertê pêşî ye. Ji ber vê têgihiştina pêşmerhaleyên vê modela malbatê, çavkaniya wê ya dîrokî û xwe gihandina roja me ya îro grîng e.
Heke em berê xwe bidin mîtolojiya erdnîgarî û dîroka xwe, bawerî, felsefe û zanista xwe ji bo pirsa emê çawa zanista qada hevjiyanê pêk bînin, gelek daneyan bi dest bixin. Di rabirduya vê erdnîgariyê de em dikarin ji roja me ya îro baştir perspektîfên bi zanistî û însanî peyda bikin. Dîsa heke em vê rabirdûyê analîz bikin emê bibînin ku têgînên kapîtalîzmê yên bi kar aniye û beralî kiriye; ‘qada taybet-qada giştî’ çendîn têgînin sexte û bê bingeh in. Di roja me ya îro û dîrokê de civak û dewletan, bi regehên mîtolojî, ol, felsefe û zanistê ve şekil dane hevjiyanan, mudaxele kirine û sînoran dane ber. Qada taybet her tim bûye qada giştî, qada giştî hatiye nîqaşkirin, di asasê xwe de diyar bûye. Heke mîna yekemîn formên pêşketina fikirandina mirovatiyê mîtolojî û ol û dîsa heke yasa û hiqûqa împaratoriyên destpêkê bên analîzkirin, wê bê dîtin ku hevjiyan çawa weke hîmê esasî, weke mijareke navendî hatiye nirxandinê. Mîtolojî, ol, felsefe û zanist bi awayekî kur heta bibêjî li ser vê mijarê sekînîne, mudaxele kirine, hewl dane şeklê baviksalariyê bidinê. Pêvajoyên şikestinên cinsî yên yekem û duwem ku li dijî jina hatine afirandin û jiyankirin, di vê mane yê de bûne pêvajoyên şekildana hevjiyanan.
Di mîtolojiyê de têkiliyên di navbera xweda û xwedavendan de dîsa nemir û bimiriniyan de vegotin bi zimanê helbestê ye. Her çend ziman helbestwarî be jî, di mîtolojiyên serdemên destpêkê de, li tenişta xwedavenda ku bi tena serê xwe li ser text e,çîroka trajîk a gav bi gav bi cîh bûna bavek, lawek, hevserek, hezkiriyek, pişt re bi destê van çawa ji textê xwedaventiyê hatiye durxistin, di kerxaneyan de fahişekirina wê, di malên taybet de pîrekbûyîna wê heye. Em dikarin van çîrokan weke çîrokên ji hevjiyanên azad û helbestwarî çawa ber bi pergala hevjiyanên koledarî û efendîtiyê ve ketine, mehkûm bûne jî bixwînin.Çîrokên trajîk ên jinan ku mîtolojî vedibêje di cewherê xwe de çîrokên hilweşîna civaka azad in. Ji têkiliyên jin û mêr ku derbarê hev de xwedî tevgerên bi zanist in, bi pîvan û rêzdar in û tu carî nabin milk ji hev re, dîsa jina ku bi zanistî, bi xwe baweriyeke mezin hêza rê nîşandanê pê re heye, gav bi gav destpêka tunebûnê, kêmbûnê heye. Planên destpêkê yên tevnên aqil û destên nêr ên serdest ku hev iyana bi krîz a roja me ya îro afirandine, çawa li jinê û civakê dane hene. Ev tevnên ku mîtolojî bi zimanê helbestê vedibêje, ji Hammûrabî dest pê dike û ji hiqûqên împaratoriyên berê mîladê re bûye îlham. Van hiqûqa di nav malbat û civakê de cihê jinê, têkiliyên jin û mêr, li hemberî tecawuz û xapandinê cezayên ku wê li jinê bên birîn û hwd. li ser hevjiyanan xwe gihandiye pênaseyên diyarkirî.
Olên yekxwedayî jî derbarê pênase û rêgezên têkiliyên jin û mêr de gelek hikûm birîne. Mînak ola Xiristiyaniyê jiyana rahîb û rahîbeyan esas girtiye. Cînseliyê ji qadroyên xwe re qedexe kiriye û her wiha ji bilî zarok anînê hevşabûnê guneh hesibandiye. Rûxmî xweragirtina xerîzeyên cinsî, bandora li ser civakê ya van qedexeyan li ser navê beralîkirin û jibîrkirina nêzikahiya dayika xwedavend a cinsiyê, divê bi her alî ve bê lêkolînkirin. Rê li pêş hevjiyana azad vekirin an astengiyên nû afirandin? Divê ev werin lêkolînkirin. Di demên şunde modernîteya kapîtalîst li ser navê azadiya cinsî, rê li pêş cinsiyeke zêde (beloq) vekir. Divê di bîra me de be ku ev yek li hemberî van qedexeyan mîna bertekê pêşket û li gorî vê divê di roja me ya îro de bandora hikmên Xiristiyaniyê ya li ser hevjiyanên bi krîz bê lêkolînkirin. Derbarê vê mijarê de li Rojava kulliyatên grîng ên rexneyî yên derdorên femînîst û akademisyenan heye. Lê ji van kîjan vediguhêzin rûyê rastiya ku rexne dikin û kîjan ji wan rexneyên di cihê xwe de ne û rê vedikin divê bên lêkolînkirin.
Bi taybetî di jiyana civakî yê Rojhilat de, ji bo Îslamiyetê jî ku li ser teorî û pratîka hevjiyana azad de gelekî bi bandor e, bi heman awayî nêzîkahiyeke rexne û analîzê asas e. Di çaresariya Îslamiyetê de cinsiyetî ne guneh û ne jî qedexe ye. Lê mêr xwedî mafê bê sînor e. Jin tenê li gorî pênaseya çarçoveya ku ol xêz kiriye azad e. Îslam ji zilam dixwaze ku di nav harema xwe de adil be ku ev harem herî kêm ji çar jinê pêk tê. Ji jinan re jî dibêje bi hevserê xwe re dikarin cinsîbûnê jiyan bikin ku ev mafê wan e, lê bi gelek şertan. Şertê herî grîng ev e; ‘ Li jorê xwedê çi be li jêrê jî mêr ji bo jinê ew e. Ew çi bêje wê weke wî be.’ Bi pêkhateya haremê mêr kerxaneyê aniye nav mala xwe û vê bi zemînê meşrûiyeteke olî jî rapêçaye. Bi taybetî li Rojava û di roja me ya îro de li seranserî dinyayê çand û polîtîkayên cinsî yên ola Xiristiyaniyê bandora xwe dike. Her wiha bandora polîtîka û pêkûteya cinsî ya ola Îslamiyetê jî li ser beşeke nifûs û herêmeke grîng ê dinyayê heye. Yên bixwazin zanista hevjiyana azad pêşbixînin ev daneyên destpêkêne ku divê li ser wan lêkolîn bikin. Ji ber ku li ser meşrûkirina polîtîkaya cinsî ya ku rabûye pêdarê, hatiye sorkirin û di bin navê azadiyê de ji rê derketiye, bandora Xiristiyaniyê gelek diyarkere. Dîsa polîtîkaya cinsî ya ola Îslamiyetê ku têrkirineke zêde ya mêr teşwîq dike; koletiya jinê bêtir kur dike û diyarker e ku mêr di sekna xwe ya deshilatdariyê de bi israr be.
Felsefe û zanist jî hê di despêkê de li ser vê mijarê ponijîne, mijûl bûne. Weke mînak felsefeya Yewnan ku çavkaniya felsefeya rojava ye vê teoriyê pêş dixe; cinsiya bi jinê re tenê ji bo zarokanînê ye; ji bo zewqa cinsî jî zarokên kurîn ku hê kamil nebûne dikarin weke xoşewîst diyar bikin. Ev têgihiştina ku dibêje; ‘ Jin zilamê kêm e an jî yê seqet e. Ji dostaniya zilam re ne guncav e.’ li hemû warên ku vê felsefê jiyan kirine an go ji vê felsefê bi bandor bûne, di seqetmayîna hevjiyanên azad de xwedî berpirsiyariyeke giran e. Divê ev felsefeya ku bi piçûkxistina jinê cinsitiya bi xortên ne kamil re meşrû dibîne û îstîsmara cinsî ya her du zayendan mafê mêrên kamilbûyî dibîne bi awayekî xwirt bê analîzkirinê. Ji ber ku genên çanda ‘pîrektiyê’ ku bandora xwe li ser hemû şaristaniyan kiriye ev polîtîkaya cinsîye ku felsefeya Yewnan jê re meşrûiyetekê bi dest xistiye.
Gelek argumanên ku alema zanista pozîtîvîst çêkiriye û pêşkêşî civakê kiriye jî, ji vê hevjiyana derbxwarî herî kêm bi qasî her sê qadên din berpirsiyar e. Di texrîbkirina hevjiyanên azad de, ji ber rola xwe ya bi krîz û qetlîamkar, zanistperestî, alema zanista bi feraseta pozîtîvîst pêş ketiye, qadeke ku divê bi tena serê xwe were lêkolînkirin. Her ku modernîteya kapîtalîst pêş ket û civakîbûnê parçe kir, qetlîamên nav zewacê ku bilindkirina ferq û cudahiya di nevbera qada giştî û qada taybet palpiştiya van qetlîaman dike, ew pêvajone ku divê him bên lêkolînkirin û him jî hesap bê pirsîn. Di nav civakên Ewropayê de di serdema kapîtalîzma endustriyê de bi civaka gund re malbat û jin jî hatin belavkirinê. Kapîtalîzma pêşket, çawa ku mirovan ji axa wan der kir, ji mal û malbatên wan jî dûr xist. Di cewherê xwe de kapîtalizm, ferdpereziya di xwezaya xwe de ji bo ku di nav civakê de bi cîh bike, heta bi şaneyan civakê parçe kir. Ji bo mirov û xwezaya mirov daxîne asta zindiyên yekşanik û yek bi yek li ser wan bi bandor be bi vî rengî parçe kir. Malbat û bi awayekî herî dijwar jinê para xwe ji vê girtin.
Di roja me ya îro de rojava, dinyaya li derveyî xwe paşverû û hov dibîne. Di vê sedsala dawî de, di hemû êrişên xwe yên li ser rojhilat de, argumana deshilatiya mêr û pêkûteya çanda Îslamê ya li ser jinê bi kar tîne. Di vê mijarê de deşifrekirina dirûtiya Rojava, bi taybetî di serdema kapîtalîzma endustrî û pêvajoya dû wê de, bi zanebûna me ya rewşa malbata rojavayî ve girêdayi ye. Ji bo zanisteke nû ya civakî, jineolojî ku di nav zanistên civakî de bi îdîaya derçûneke şoreşê radibe; di derbarê hevjiyanên azad de rastiya rojava, bi taybetî jî ji hêla sosyolojiya rojava sedema serdegirtina vê rastiyê wê lêkolîn bike. Sosyolojiya Rojava heta roja me ya îro rave nekiriye bê çima û çawa malbat hatiye belavkirin û tunekirin. Di serdema kapîtalîzmê de ku dibêje di vê serdemê de jinê azadiya xwe bi dest xistiye û gelekî propagandaya vê dike, ji derewekê bêtir ne tişteke. Ji bo deşîfrekirina vê derewê û ronakkirina beşeke grîng a dîroka hevjiyana reşkirî, divê ev lêkolîn kur û fireh û bi awayekî ciddî bên kirin.
Mîsyon û pênaseyên ku mîtolojî, ol, felsefe û zanist ji bo jin û mêr raber dikin, her qadên têkiliyên jin û mêr seqet kirine. Ji bo beralîkirina van seqetiyan û pêkhatina têkiliyên azad ev perspektîfa Rêber Abdullah Öcalan; ‘ Divê mirov bi girîngî fêhm bike ku mîtolojî, dîn, felsefe, zanist û huner ji bo jiyanê ne, û rola wan a sereke pêkanîna hevserî û hevaltiya azad e, û di vê çarçoveyê de divê mirov wan exlaqî û estetîk bike.’ kilîleke grîng e. Hêzên deshilatdar ên bi hezaran salî mejiyê xwe bi giştî di têgihiştina ku mirov û hevjiyan di xizmeta mîtolojî, ol, felsefe û zanistê de ne qefil kirine. Lê teoriya hevjiyana azad bi nêrîna dijberî vê têgihiştinê vê qeflê vedike. Ev teorî ji hemû qalibên raman û saziyên têkildarin re vê rolê raber dike; ‘Pêkanîn û înşaya hevaltiya azad’ . Yanî jiyana azad a însên dike navend û mîtolojî, ol, felsefe û zanistê jî dide bin xizmeta însên. Ev şoreşeke fikrî ye. Ev teorî li hember Xiristiyaniya ku dibêje; ‘guneh e’, Îslamiyeta ku dibêje; ‘ jinên we ji bo we zevî ne, li gorî dilê xwe berê xwe bidin zeviyên xwe’, felsefeya ku dibêje; ‘mêrê kêm e’, mîtolojiya ku dibêje; ‘ him fahîşe û him jî dayika pîroz e’, nêzikahiya hûnerê ku jinê weke xemlê bi kar tîne û texrîbatên xwezaya seqetbûyî yê di nav bera jin û mêr de, xwedî wê îdîayê ye ku ji holê rake.
BERDEWAM DIKE….

Pirtûk

Nivîs