TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN
Di rewşa ku zanista li ser jinê [jineolojî] pêş bikeve, wê bêtir fêrkar bibe ku çareseriya pirsgirêkan bi mînakekê were ravekirin. Pêwîst e mirov têbigihîje ku navajoya zayendî, yek ji şêweyên sereke yên herî kevn ên fêrbûnê ya jiyanê ye. Bersivek e ji pêdiviya jiyanê ya xwe berdewamkirinê re. Negengaziya jiyîna bêdawî ya takekes, weke çareserî, yekî/ê neçar kiriye ku potansiyela xwe ji nû ve hilberandinê pêş bixe. Ew tişta ku jê re tê gotin ajoya zayendî, ew e ku vê potansiyelê xwe di mercên guncav de hilberîne û bi vî rengî jiyanê bidomîne. Dibe wek cureyek çare li hemberî mirinê û mezixîn/qedîna nijad. Her wisa, dibe yekemîn dabeşbûna şanikê û bi rêya xwe pirkirina şanikê, ku yek e, xwe dike nemir. Eger em hîn bêhtir bikin gelemperî, ew bûyer e ku meyla bêdawîbûna gerdûnê, li hemberî tuneyî û valatiyê, ku dixwazin wê daqurtînin, xwe bi berdewamî dike cihereng û xwe pir dike û bi vî rengî di jiyana zîndewer de dewam dike.
Ew yek, yan jî takekes a ku vê bûyera gerdûnî di cûreya mirov de dewam dike, jin e. Pirbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola zilam di vê bûyerê de ta radeya dawî duyemînî (talî) ye. Lewre, di bûyera berdewamkirina nîjad de hemû berpirsyarî li ser jinê ye û ev jî weke zanistî mijareke têgihîner e. Bi ser de jin ne tenê cenîn di zikê xwe de diguhêze, mezin dike û dizayîne; lê di heman demê de berpirsyariya xwedîkirina wê/wî jî hema hema heya mirina wê/wî, weke xwezayî, digire ser xwe. Wê demê, yekemîn encama ku pêwîst e em ji vê bûyerê derxin, ew e ku jin di mijara hemû têkiliyên zayendî de teqez xwedî gotin be. Ji ber ku her têkiliya zayendî ji bo jinê pirsgirêkên ku weke potansiyel pir zor e ku mirov ji binî derbikeve, bi xwe re tîne. Pêwîst e mirov têbigihîje ku jina ku deh zarokan dizê, weke fizîkî û heta di warê giyanî de, dikeve rewşên xirabtir ji mirinê.
Nêrîna zilam li zayendîtiyê bêhtir şewş (çewt) û bi rengekî bê berpirsyar e. Di vê de nezanîn û korkirina desthilatî di radeya yekemîn de rol dileyîze. Wekî din, bi hiyerarşî û dewleta xanedanî re, ji bo zilam, bûyîna xwedî pir zarokan, tê wateya bûyîna xwedî hêzeke jêneger. Bûyîna xwedî pir zarokan, ne tenê misogerî (garantî)ya berdewambûna nijadê, her wisa, ya [misogeriya] mayîna wî ya wek desthilatî û dewlet jî, pêk tîne. Mercê ji dest neçûyîna dewletê ku tê wateya cureyek yekdestiya milk, girêdayî meziniya xanedaniyê ye. Jin bi vî awayî tê veguherandin bo navgîna anîna pir zarokan ji bo hem heyîna biyolojîk û hem heyîna desthilatî û dewletê. Hîmê, pêwendîdar bi xwezaya yekemîn û duyemîn, ê mêtingehbûna tirsnak ji bo jinê, bi vî rengî tê amadekirin. Pir girîng e ku mirov rûxîna jinê, weke pêwendîdar bi van herdu xwezayan re, tehlîl bike. Pêwîst nake zêde bê vegotin ku ne gengaz e ku jin di bin vê statuya dumend a xwezayê de di warên giyanî (ruhî) û bedenî de demeke dirêj, weke zinde (zindî) û nehinciriyayî li ser piyan bimîne. Rûxîna fizîkî û giyanî di nava hev de zû pêş dikeve û jinê, di berdêla domandin û misogerkirina jiyana yên dîtir de, bi jiyaneke biêş, kin û bikeser (biderd), ber bidawiyê ve dibe. Pir girîng e ku dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingeha vê rastiyê were tehlîlkirin û xwendin.
Em giraniya pirsgirêke di hêla jinê de li aliyekî bihêlin. A ku bandorên xwe yên girantir li ser tevahiya xwezaya civakî û jîngeha ekolojîk dide hîskirin, rehenda şêniya pirole ya mirovan anku ya [rehenda] pirsgirêka demografîk e. Yek ji waneyên herî bihgehîn ku pêwîst e jê bêne derxistin di hêla hem zanista jinê û hem hemû zanistên civakî de, ew rewş û rastî ye ku şêniya mirovan nikare bi rêbaza ‘fêrbûna navajoyî’ were berdewamkirin, mezinkirin û, hin rewşên awarte ne têde, biçûkkirin. Domandina nijadê bi rêbaza herî hoveber weke navajoyîtî, tê destek-kirin bi rêbazên zanistî yên pêşxistî bi dirêjiya dîroka şaristanî û modernîteyê; vê yekê sedema bingehîn a zêdebûna pirole ya şêniyê ye. Tê wateya rewşeke pir paşmayî ku cureya mirov, weke xwezaya civakî, tenê bi rêyên navajoyî, bi taybetî bi dehfdana ajoya zayendî, heyîna xwe bidomîne. Asta wê/wî ya zeka û çand, potansiyelên wisa yên fêrbûnê jê re pêşkêş dikin ku karibe heyînên civakî di wesfên hîn pêşketîtir de bidomîne. Takekes û komcivak, bi zeka û çandên xwe, her wisa bi saziyên xwe yên felsefî û siyasî dikarin derfeta xwe jiyandina di demên herî dirêj de bikar bînin. Lewre, wê pêwîst neke ku nijad, bi rêya ajoya zayendî pir bibe û were domandin. Çand û zekaya mirov ji mêj ve ye ku vê rêbazê derbas kiriye. Lewre, di bingeh de rêgeza karê ya şaristanî û modernîteyê, ji vê hoveberiyê berpirsyar e. Qet guman jê nîne ku zêdebûna pirole ya şêniyê YEKDESTÎ Û DESTHILATIYA PIROLE ye û ew jî wekhev e li gel KARa pirole û mezîntirîn. Sedema ku cureya mirov bi dîrêjiya dîrokê, bi rêya xwe pirkirina pirole, ne tenê civakê, lê jîngeh û xwezaya wê jî aniye ber şêmûga tunebûnê, teqez ji ber encama DANEHEVA KUMULATÎV (LODANE) A SERMAYE Û DESTHILATÎ ye, lew re ji ber encama ZAGONA KARA MEZINTIRÎN e. Hemû pêker/faktor û sedemên din duyemînî (talî) ne û di rêza duyemîn de rol dilîzin.
Wê demê, divê berpirsyariya bingehîn di destê jinê de be, di çareseriya pirsgirêka demografîk de, ku rêya sereke ya pêşîgirtina li rûxana ekolojîk e û ya çareserkirina pirsgirêka jinê ye, ku ji niha ve rehendên dêwane wergirtiye. Û yekemîn merca vê jî, azadî û wekheviya tam a jinê ye; her wisa, mafê wê ye tam ê kirina siyaseta demokratîk e û di hemû têkiliyan de mafê wê yê tam ê gotin û vînê ye. Ji bilî van rastiyan, gengaz nabe ku rizgarî, azadî û wekheviya jinê, civakê û jîngehê bi wateya tam pêk werin. [Di vê rewşê de] elbet, şêwegirtînên siyaseta demokratîk û siyaseta konfederatîf jî gengaz nabin.
Tehlîlkirineke bi nav û deng a Hegel heye, Hegel behsa lîstokeke xwezayê dike. Dibêje “Dema çêlikek zindîwer çedibe li beramberî mirinê rêya xweparastinê esas digire, hilberîna zindîweran derketina li dijî mirinê ye”. Yanî hilberîn li beramberî tirsa mirinê nerazîbûnek e. Vê qanûna xwezayê hûn dikarin di avabûna gerdûnê de jî bibînin. Qeşaya mezin beramberiyê tarîtiyê li gorî min bi galaksî, roj, çêbûna stêrk, tîrêj hwd. bersiveke ji tarîtiyê re. Ev di mirov de vediguhere tiştekî cudatir. Mirov wer dihesibîne ku bi pirbûnê xwe misoger bikin. Ev reaksiyoneke xweparastinê ye, lê bersiveke biyolojîk a herî paşverû ye. Li cem kurdan ev refleksa parastinê heye. Ji bo min tişta girîng ne pirbûna biyolojîk e, hêla civakîbûyînê ye. Pirbûna esasî bi civakîbûyînê re mumkin e. Li qadên civakî, siyasî, çandî, aborî, yanî li her qadên jiyanê pirkirina civakîbûnê girîng e. Di vê mijarê de mînaka Alman dikare fikrekê bide. Alman bi xurtbûna civakî, siyasî, ekonomîk ser zeîftiya biyolojîk digirin. Mêr û jinên alman jî pir xurt in. Lê hejmara zarokan a li cem wan weke ku li cem me ne bêkontrol e. Ji bo kurdan jî ne hilberîneke biyolojîk a qeba, hilberîna îdeolojîk, siyasî, civakî girîng e. Tişta ku em di PKK’ê de dikin jî ev e. Hûn rewşa ku çepa Tirk ketinê dibînin. Bi ajoyên biyolojîk xwe anîne çi halî, hûn dibînin. Lê li cem me Qendîl li wê derê ye. Qendîl navenda hilberîna îdeolojîk, siyasî, rêxistinî ye. Kurd jî li ser vî bingehî girîng e ku jiyanê esas bigirin. Ji bilî me ev rewş li cem serokên kurdan ên din nîne. Barzanî û Talabanî jî hilberîna biyolojîk esas digirin. Cudatiya me di vê derê de ye.
Pirbûna bê kontrol xweza û gerdûnê tune dike. Mêr û jin bi awayê civakî, aborî û çandî divê xwe pir bikin û bijîn. Li cem kurdan têgihiştina vê nêrînê girîng dibînim. Tişta girîng bi awayê civakî, siyasî, çandî û aborî mezinkirina jiyanê ye. Aha hûn rewşa pale, rêncberên çandiniyê ku vê nakin hûn dibînin, rewşa zarokên wan bikovan e.
Di rastiya xwe de min serî li şoreşgeriyeke li ser vî bingehî da. Min li dijî pergala heyî serî hilda. Li gorî min nîqaşkirina van mijaran, di her qadên jiyanê de nirxandin girîng e. Şaredarî dema projeyên xwe yên komunal pêş dixin divê li ser van mijaran jî hûrûkûr bibin. Ji bo ku zarok perwerdeya pêwîst bibînin divê her kes girîngiyê nîşan bide. Heke şaredarî vê bi ser bixin dikaren cewaziyekê biafirînin.