Azadî Nebe, Etîk Û Estetîk Nabe

2021-01-08 demokratîk

TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN

Jin, bi ser de, weke hêmana serekîn a civaka exlaqî û polîtîk, di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de, weke hêza hem raman û hem sepanê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pir berfirehtir e. Gihaştîtiya rehenda zekaya wê ya hestî, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewre, estetîk, ku tê wateya xweşik-kirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnewerî ye. Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk (teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û saw/erjenga şer; her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî. Elbet, ez qala jina dûvelang (qûqla) û ya siya zilam nakim. A mijara gotinê, jina azad û wekhev e û ku demokratîkbûne hezm kiribe.
Di eniya jinan de potansiyela wekhevî û azadiyê ku bûye kombûneke mezin bi nirxên nû ETÎK û ESTETÎKê ku hewl bidin tevli pêşketinên civakî ya demokratîk bibin dê xwedî îfadeyeke pir mezin be. Di vê hêlê de xitimînek heye. Çareserkirina wan û pratik-kirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Hem ji bo civaka netewî hem jî ji bo pêşengtiya herêmî ev hewce ye. Bi jinê re jiyana demokratîk ku li ser bingehê wekhevî û azadiyê, jiyaneke bivê nevê ye. Lê ji bo vê exlaqê koletiyê ku pir bi kûr ve çûye û jirêderxistina kapîtalîzma modern divê bi exlaqê azadiyê (ETÎK) û bi jiyana xweşik (ESTETÎK) bê bihurandin. Bi jinê re (lewma bi mêr re) rast (zanist-jineolojî), bisernexistina jiyana baş (etîk- bi helwest û serwextbûna exlaqê nû) û xweşik (pîvanên estetîkê yên nû, jiyana azad) bi sernexistina arasteyîbûna civaka sosyalîst re yek e. Jiyan û îdeaya sosyalîzma civaka demokratîk ku bi şoreşa demokratîk a jinê re nehatibe temamkirin xwe xapandinek e.
Jin nebe jiyan nabe. Azadî nebe etîk û estetîk nabe. Tevahiya jiyanê weke civakî û estetîk hûn ê destnîşan bikin. Jiyana aborî, jiyana civakî, jiyana estetîk hûn ê înşa bikin. Û bi vî awayî me zilamên hov sererast bikin. Hûn ê ji xwe bawer bin. Sebra we heye, keda we heye, kêşînertiya we heye. Xebatên xwe li ser bingehê lêgerîna jina azad esas bigirin. Bi hêvî bin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser bingehê jinê girîng e. Li Rojhilata Navîn hûn ji jinan re pêşengtiyê dikin, encax bi vî rengî hûn dikarin bibin rêber. Hurmeta ji jinê re ev e.

Pirtûk

Nivîs