Xwediyê Rastî Yê Aboriyê Jin e

2021-01-09 abori

TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN

Wê bêhtir rast be ku zanista aborî jî weke perçeyek ji zanista jinê were pêşxistin. Derfetên xwedîkirinê yên li dora jinê pêş dikevin destpêka aboriyê ne. Xweza û jin di nava ahengeke lihevkirî de ne. Têgihîştineke ola xwezayî yê zindî bi dayika xwedavend tê sembolîzekirin. Beşekî mezin a amûrên madî yên hilberandinê, vedîtinên jinê ne. Li ser çanda xwedîkirin û cilûbergan jî mohra jinê heye. Aborî hîn ji destpêkê ve şêweya xebateke civakî ye, ku têde jin rola sereke dilîze. Ji ber ku pirsgirêka xwedîbûyîna zarokan li ser pişta jinê ye, aborî ji bo jinê wateyeke jiyanî derdibire. Bi ser de, wateya peyva aboriyê “zagona malê û rêsayên debirandina malê” ye. Eşkere ye ku ev jî, karê bingehîn ê jinê ye.
Dibe ku seyr xuya bike, lê li gorî min, tevî hewldanên dagirkerî û mêtingeriyê hemûyan, xwediyê rastî yê aboriyê jin e. Eger em bixwazin aboriyê ji aliyê sosyolojiyê ve bi awayekî manedar bigirin dest, helwesta herî rast ew e ku em weke hêza bingehîn jinê bibînin; ew zarok di zikê xwe de hildigire, piştî anîna wî/wê, heta li ser piyan bisekine bi awayekî pir zehmet xwedî dike. Pîşesaza xwedîkirinê ya malê jin e. Bersiva min sosyolojîk e ku ji rastiyê re bi hurmet e. Ji sedî sed ez têkiliya mijarê ji aliyê biyolojîk ve li ber çavan digirim. Jixwe tevî rola wê ya di şoreşa cotkariyê de bi berhevkirina pincaran a bi mîlyonan sal û ne tenê di hundirê malê de di gelek qadên aboriyê de jin hînê jî çerxê digerîne. Yewnanên antîk xwediyê anora danîna hîmê zanistan in; yewnanan ji aboriyê re qanûna malê, qanûnên jinê digotin. Vê yekê jî ev rastî beriya bi hezaran salan piştrast kiriye.
Rolgirtina jinê di navenda aboriyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji aboriyê fêhm neke, kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, aboriya ku zilamên tirtire li ser herî zêde lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Ev lîstika tu têkiliya xwe ya organîk bi aboriyê re nîne, bi tenê bi hêrsa hêzê û kara zêde radibe, di serî de jin dixwaze tevahiya hêzên aborî bike bin destê xwe. Di encama vê lîstikê de her cure hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê weke ûr û girêkekê li ser civakê mezin dibin û ev yek jî dihêle ku ev lîstik bigihîje qonaxekê dewam neke û neyê lîstin.
Piştî jinan di serî de cotkar, ji yên bi aboriya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên biçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji aboriyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Em bi mijarekê re rûbirû ne ku divê herî zêde bê rohnîkirin. Pêvajoyên şaristaniyê yên ku bi awayekî talana qadên jiyana aborî û objeyên wê ne, çawa bû ku hatin rewakirin û heta roja me ya îro anîn? Hêzên aborî tesfiye kirin, çawa çêbû ku weke hêmanên bingehîn ên aboriyê hatin pêşkêşkirin? Eger em bibêjin di civaka Sumer de wexta xweda hatin avakirin ji vê zêdetir rastî bûn, bawer dikim ku em ê nexapin. Tevî van rexneyan hemûyan jî K. Marks hay jê hebû ku di bin navê aboriya kapîtalîst de dehşet û felaket tê pêşkêşkirin. Lê belê eger em bibêjin; di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe heta mirov bêje bes ava kiriye, analîz û çalakiya wî ya şoreşgerane evqas dibû, wê hê rastir be.
Aborî ji destê jinê hatiye girtin û hatiye dayîn destê rayedarên wek axayekî, mîna selefxur, bazirgan, pere, sermayedar û desthilatî û dewletê; vê yekê bûye derbeya (lêdana) herî mezin li jiyana aborî. Aborî, ku hatiye dayîn destê hêzên dijberî aboriyê, hatiye kirin armanca bingehîn a desthilatî û mîlîtarîzmê û bi vî rengî, bi dirêjiya hema hema dîroka şaristanî û modernîteyê, hatiye veguherandin bo pêker/faktora sereke ya şer, pêkdadan, alozî û pevçûnên bêsînor. Aborî di roja me ya îro de hatiye kirin qadekê lîstoka yên ku tu pêwendiya wan bi aboriyê re tune ye, ku bi rêya leyîstina bi perçeyên kaxizan, bi rêbazên xirabtir ji qumarê, nirxên civakî bi awayekî bêsînor xesp dikin. Pîşeya pîroz a jinê hatiye vêguherandin bo destegeh (îmalatxane), borsa û lîstokên fiyet (bûha) û faîzê (selef) ku hildiberînin makineyên şer; amûrên trafîkê, yên ku jîngehê anîne rewşa nejînbar [ku mirov nikare têde bijî] û berhemên negerek (fizûlî), yên kara ku zêde pêwendiya wê bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re tine ye, ku jin bi temamî ji vana hatiye jêderkirin.

Pirtûk

Nivîs