ÇIMA JINEOLOJÎ

2021-01-10 Abdullah Ocalan

JI PIRTUKA DESTPÊKE JI JINEOLOJÎ
Di têgihiştina kevneşop de wateya hevjiyanê her çend mîna têkiliyên jin û mêr, xoşewîstan de bê fêhmkirin jî bi tena serê xwe hevjiyan ne ev in. Têkiliya hestî û cinsî ya di nav bera jin û mêr de tenê aliyekî vê jiyanê ye. Lê ji ber ku deshilatî ji bo ku bi taybetî vî alî digre dest û hewl dide şekil bidiyê, rastiya vê yekê mohra xwe bi giştî li têkiliyê dide. Heke pênaseyên jin û mêr, di nav pênaseya civakîbûnê de bên kirin, wê hingê bigihîjin wateya xwe ya rastîn. Ev watebûyîn, wê aliyên hest û cinsiyê jî ku bi krîz in, estetîze bike û bike xwedî etîk. Rêber Abdullah Öcalan ji bo fêhmkirina teoriya hevjiyana azad wiha dibêje; ‘ Sîstemên şaristaniyan hevjiyan weke qada ‘jiyana taybet’ pîroz kirine û ev jî hukmek e ku herî zêde heqîqeta civakî berepaş kiriye. Ya rastî, gelemperî weke taybetî, taybetî jî weke gelemperî were fêhmkirin wê bêhtir li xwezaya civakê were… Divê mirov têkiliyên hevjiyanê weke têkiliyên di navbera du kesan de fêhm neke. Fêhmkirineke bi vî rengî kêm e. Bêguman têkiliyên dualî yên hevjiyanê dikarin pêk bên, lê bi tenê bi vê yekê bê fêhmkirin rast nîne. Hevjiyan bi hêzeke mezin a manedan, estetîk û exlaqê pêk tê, ji dualîbûnê şuştî ye û bêhtir jiyaneke bi xwe û cewherî ye. Jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şensê wan heye bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn… Têkiliya hevjiyanê xwedî xisletên welê ye ku ji binî ve tesîrê li têkiliyên civakî û gerdûnî hemûyan dike. Durûtiya herî mezin a şaristaniyê ew e, ev têkiliya gerdûnî bi tenê weke têkiliyeke mahrem a dualî û taybet hesibandiye. Yek ji sedemên bingehîn ku hiştiye zanîna sosyolojîk bêqîmet û bêkêr were hesibandin, ev e.’
Li ruxmî ku mîtolojî, ol, felsefeyên cûre bi cûre û ekolên zanistê derbarê têkiliyên jin û mêr û nasname û hebûna jinê de kulliyateke bêhempa pêş xistin bin û rê li pêş gelek texrîbatan vekiribin jî ; her tim di zihniyeta mêrê deshilatdar de bûye hebûneke bi raz, kabûs, nayê zanîn û şeytanî. Lê mîtolojî, ol, felsefe û zanist ku li gorî qalibên zihniyeta mêrê deshilatdar pêş ketine tu carî jinê, têkiliyên jin û mêr û tevna têkiliyên li dorhêla jinê ji rojevên xwe dernexistine. Ev rewş bi heqîqeta jiyanê ve girêdayî ye. Bingeh, pêşketin, rêxistinkirin, berdewamî an go di roja me ya îro de ji ber gengeşeyên kur di berdewamnekirina hevjiyanan de gelekî grîng e. Ji ber ku tovê hemû têkiliyên civakî ye hevjiyan. Di vê qadê de astê zîhniyet, hest, ruh, rêz û hezkirin çi be, wê li ser civakê jî ew bandor bike. Sekna despotîk û hegemonîk ya deshilatdariyê û rojane pêkûte û şiddeta mêr a li ser jinê li kêleka hev dimeşin. Hevjiyana mêrên ku deshilatdar in çawa be, hewl didin bi heman awayî welêt jî bi rê ve bibin.Di jiyana mirovên ji rêzê de jî têkiliyên hevjiyanê diyarker in. Mêr an jineka ku di hevjiyana xwe de bi krîz- kaos û pêxirtengiyê dijî, gelekî zehmete ku di têkiliyên civakî de aram, kêfxweş û serkeftî be. Di şekilgirtina hebûnên dewlet, aborî, ol û gelek tiştên jiyanî de hevjiyan diyarker in. Ji ber ku ev bandor bûn hê di serî de bi awayekî diyalektîk ava bûye. Têkiliya kole-efendî ku di hevjiyanan de hakim bûye, pişt re di hemû saziyên civakî de hatiye bi cîh kirin. Li seranserê dinyayê kaosa herî kur ku di hevjiyanan de tê dîtin, ji ber yekemîn dubendiya kole-efendî ya vê têkiliyê ye. Jin an mêrê ku bi awayekî aram, azad, serbixwe, bi rêgez û li gorî pîvanên etîk-estetîk hevjiyanekê jiyan dikin, ne mumkine ku di qada civakî de tengav bibe, zordestiyê bike an jî bê çare bimîne.
Me bi xetên giştî derbarê dîrok û di roja me ya îro de hevjiyanên azad nirxand. Ev nirxandin ji bo ravekirina bê çima zanista jinê wê li ser vê qadê lêhûrbûnekê çê bike bû. Ji yek ew qadên ku jineolojiyê ferz dike qada hevjiyanên azad in. Ji ber ev qade ku di dîroka bi hezaran salan û di roja me ya îro de hebûn û yekparebûna jinê herî zêde parçe kiriye û bi koletiyê ve girê daye. Dinyaya me di roja me ya îro de hema bêje serê deqîqê carek dibe şahidê kuştin û tecawiza jinekê. Li ser vê qadê mitalekirin, pêdarkirina wicdan, aqilû hestan, li ser vî asasî çalakiyan pêşxistin û afirandina teorî û ramanê pîvanên bingehîn ê însan û şoreşgerbûnê ne. Cahilî û qetlîamên di vê qadê de di nav hev de dimeşin. Ji ber vê di vê qadê de di nav hev de meşandina ronakbiriya teorîk-rêxistinkirina fikrî û pêkanîna çalakiyê wê bêtir bê fêhmkirinê.
Wekîdin, bi taybetî li dorhêla esareta jinê di destê pergalê de, hevjiyan li hemberî civakê mîna çekekê tê bi kar anîn. Pirsgirêk bi rîşe û kur bûne, krîz gihîştine lûtkeyê, ev jî nîşan dide ku çareseriyên pirsgirêka jî xwe gihandine gelek zemînan. Dîsa yê ku bikaribe bibe derçûnek ji bo hemû xitimandinên di qada civakî de ev qad e. Rêber Abdullah Öcalan şertê destgirtina zanistî-hunerî û felsefîk bi vî hawî dinirxîne; ‘Kesên şexsî yan jî kolektîf gavê diavêjin, eger vê qadê di warê zanistî, felsefî û hunerî de bikin bingeh, bi tenê hingê dikarin ber bi hevjiyana azad ve gava xwe biavêjin. Ev gavên pêşî yên bêne avêtin, weke ku gelek caran yeqîn tê kirin, gavên taybet ên di navbera du kesan de têne avêtin nînin, der barê civaka sosyalîst demokratîk a bê pêkanîn de gavên pêşî yên gerdûnî ne.’ Ev şert rave dike bê divê çima jineolojî pêş bikeve. Ji bo bi dest xistina nêrîna felsefîk- zanistî û hunerî ku pêdiviya hevjiyanan e divê jineolojî pêş bikeve. Yek ji asas armancên jineolojiyê ewe ku ferzkirina cahiliya kur a li ser hevjiyanan ji holê rakirine. Ev cahilî îro li nîvê kevçika dilê jiyana civakê dixe. Mîna ku qirra dewletê têr nake; her roj bi destê mêr civak di vê mijarê de gihiştiye qeraxa harbûnê û di hindirê xwe de jî ji qirkirinekê derbas dibe.Di dîrokê de demeke dirêj îspat bûye ku hevjiyan ne ku qirra civakê tînin, dijberê vê ew hêze ku civakê bilind, mezin û berhemdar dike. Her çend ev halê bi krîz û qetlîam di vê dîrokê de qonaxa herî kin be jî, rû reşî û şerma herî giran e. Heta ku ev şerm hebe jiyana civakê wê di rêya xwe ya xwezayî de nemeşe.
Ji bo ku di nav mijarên dubendî, têkilî û hevjiyanên jin û mer de rewşa bi krîz bê beralîkirin, pênaseya hevjiyana azad weke namzetê balkişandin, bêhn berdan û îqna kirî dixûye. Di navbera têkiliyên hevrûyên jiyanê, hevruh û hevhebûnan de bi îdîaye ku pênase û çareseriyê pêk bîne. Vê qadê, aliyê dubendiya xwezaya civakî mîna ‘ yekemîn qada ku divê zanista wê bê kirin’ diyar dike. Rêber Abdullah Öcalan bi gotina; ‘Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Têkiliya hevjiyanê xwedî xisletên welê ye ku ji binî ve tesîrê li têkiliyên civakî û gerdûnî hemûyan dike. Durûtiya herî mezin a şaristaniyê ew e, ev têkiliya gerdûnî bi tenê weke têkiliyeke mahrem a dualî û taybet hesibandiye. Yek ji sedemên bingehîn ku hiştiye zanîna sosyolojîk bêqîmet û bêkêr were hesibandin ev e. Ti qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî xisleta bingehîn û diyarker nîne. Ekonomî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye.’ hin rêgezên bingehîn ê teoriya hevjiyana azad nîşan dide.
Yek ji îdîayên teoriya hevjiyana azad, dewlet, aborî, ol û gelek saziyên civakî di xizmeta hevjiyanan de dîzaynkirine. Îdîayeke din jî destberdana sosyolojîya çewt û şaş e ku hevjiyanan dike bin xizmeta van. Rêgezên bingehîn ê teoriyê; ‘Beriya her tiştî pêdivî bi têgîneke hevjiyana ekolojîk heye ku di bingehê wê de pirrbûn û dewamkirina zurriyetê tineye, li gorî îdeala mirovatiyê ya gerdûnî ye û hebûna zindiyên din jî li ber çavan digire ye. Li hemberî hêzên mêr ê deshilatdar û serwer têkoşîn kirin, di hemû sazî û zîhniyetê de tesfîyekirina jiyana civakî ya cînsiyetperez, redkirina nêzikahiya ku jinê milk dibîne, beralîkirina jina ku amûrê berdewamkirina zurriyetê, nesne, bêkar an jî karkera erzan û bêheqdest tê dîtin û afirandina jina ku li ser asasê azadiyê hebûna xwe ava kiriye, weke rêgez em dikarin rêz bikin. Ji van rêgezan jin û mêrên ku bi hev re ji avakirina hevjiyana azad berpirsiyar in derbasdarin. Netewa demokratîk, ji bo avakirina civaka demokratîk teoriya hevjiyana azad ; wê yekem qad be ku jineolojî li ser lêkolîn bike û ‘zanista wê pêk bîne.’
Di hevjiyanan de ‘pêknehatina eşqê’ bandoreke çawa li ser jiyana civakî dike? Divê hevjiyan çawa pêş bikevin da ku kaos û qetlîamên ku qada civakî dorpêç kirine bi dawî bibin û jiyana ku layiqê însane li ser asasê etîk û estetîkê bê avakirin? ‘Li cihê ku ji eşqê re ne vekirî be, demokrasî, azadî, wekhevî û welatparêzî pêş nakeve. Bi jinê re li ser bingehên wekhevî û azadiyê jiyaneke demokratîk, heke nebe nabeya jiyanê ye. Lê ji bo vê exlaqê koletiyê û ji rê derxistina kapîtalîzma hemdem ku xwe kur bi cîh kiriye, bi exlaqê azadiyê (ETÎK) û bi jiyana xweşik (ESTETÎK) bê beralîkirin. Bi jinê re (her wiha bi mêr re jî) bi ser nexistina jiyana rast (zanist –jineolojî), baş (etîk- têgihiştin û helwesta exlaqê nû) û bedew (pîvanên nû yên estetîkê, jiyana azad), bi ser nexistina ber bi civaka sosyalîst ve di heman wateyê de ye. Ji kaosa dawîn a pergala kapîtalîzmê , li dorhêla jina azad bi afirandina hêza mezin ku ji eşqa rastîn tê hêvî kirin, derçûnekê pêkanîn, karê herî bi esîl û pîroz ên kesên lehengên birra yên dil û mêjiyê xwe dane eşqê ye!’
Ev tespîta Rêber Abdullah Öcalan bi piranî bersiva pirsên me di hindirê xwe de dihewîne. Di heman demê de prensîbên sereta yên sosyolojiya eşqê jî di hindirê xwe de dihewîne. Şûneke ku ji eşqê re nevekiriye, jiyaneke bê demokrasî, kole, newekhev û welatparêziyê nahewîne, nîşan dike ku eşq bi qasî yê kesayet e bûyereke civakî ye jî. Pêkhatina eşqê, bi awayekî têr bi ronakkirina hebûnên jin û mêr ê heyî û li ser asasê xwezayî û azad ji nû ve bi afirandina hebûnên jin û mêr ve girêdayi ye. Di asta radîkal de bi lêpirsîna cinsiyetiya civakê ve girêdayîye ku wê jinê ji çanda koletiyê û mêr jî ji çanda serweriyê rizgar bike, her wiha bi pêkhatina azadiya cinsî û bi afirandina kesên jin û mêr ên ku têkoşîna azadiya civakê serkeftî bimeşînin ve girêdayî ye. Di modernîteya kapîtalîst de însan gurê însan e, ji ber vê eşq beriya her tiştî bi avakirina ew şûnên ku taybetmendiyên herî bingehîn ên ku însan dike însan û nirxên jiyana civakî bi awayekî azad dikare bijî ve girêdayî ye. Di roja me ya îro de eşq; tenê li ser arezûyên cinsî,di nav krîzê de li ser bingehê mêrê serwer û jina kole jiyan dike. Tabloyeke ku mêr bi awayê herî hovane û bi halê rûhî yê cinnetê bi piranî hevser an jî hezkiriyê xwe dikûje û bi rolên hezar û yek maskeyan ber bi hev ve diçin dertê pêş berî me. Em dikarin bêjin şahidiya têkiliyên bi aheng, bi rêz û hezkirin, ji civakîbûnê xwedî dibe û civakê xwedî dike, hevaltiya li ser asasê kedê, demokrasiyê, jiyaneke hevbeş û azad hema hema ne mumkine!
Di ev çend pirsgirêkbûna têkiliyan de faktorê herî diyarde, sorkirina cinsiyê ya zêde ye. Cinsiya ku di hemû xwezayê de bi zêdebûn û berdewamiya jiyanê ve girêdayiye, bi mêr re cûda jiyan dibe. Di rastiya şaristaniya ku jinê dike girtiyê mal û mêr, rolê asas yê cinsiyê dane arezûya cinsî. Lê di modernîteya kapîtalîst de, ji bo teqîna vê arezûya cinsî, pêşketina wê ya çeloxwarî û rizîna têkiliyên jin û mêr pergal bi her alî gelekî xebitiye. Weke objeyeke cinsî jinê di reklaman de bi karanînê bigre heta di pêşxistina pornoyê de, bi hev guherandina rolên jin û mêr bigre heta piyasaya ku cinsiyê sor dike û dike pîvanê asasê azadiya kesayet, kapîtalîzm bi gelek amûran xebateke teorîk-îdeolojîk ê cinsiyeke bi vî hawî,kesayet û civakê aniye ber keviya tûnebûnê. Kapîtalîzm polîtîka xwe ya cinsî ya bi vî hawî afirandiye û dimeşîne. Di roja me ya îro de pergal di vê mijarê de ewqas ji xwe bawere ku îdîa dike bê bi polîtîkaya xwe ya cinsî dikare hemû aliyên civakê bike nêçîra xwe û bi vî hawî ji bo pergalê bike piyon. Di asteke grîng de vê bi ser dixe jî.
Bi vê polîtîkaya cinsî, jin jî mêr jî ji hevjiyana azad gelekî dûr ketine. Tişta herî bi êş jî kêminiya kesên ku di hizra vê rastiyê de ne û lêgerên hevjiyana azad in. Di nav rastiyeke wiha de, nîqaşkirina polîtîkayeke nû ya cinsî, li pêş çav girtina gelek zor û zehmetiyan, bi biryar bi her hêlê ve têkoşînkirina li hember hêzên pergalê, vegûhestina têgîna ku dibêje; ‘ azadiya cinsî azadiya takekesiyê ye’ û di fikir de rûniştiye û bi serxistina gelek erkên din ve girêdayî ye. Beralîkirina gelek sektorên endustriyê divê ku cinsiya di xwezaya mirov de ku enerjiyeke xwezayî ye lê ev endustrî vê enerjiye bi qanûnên kar ve girê didin. Hevjiyan û eşqê daxistine nexweşiya hevşabûnên cinsî yên rojane. Dane jibîrkirin bê di civakbûnê de têkiliyên cinsî çawa tên înşakirin û di xwezayê de bi zindiyên din re têkiliyên cinsî çawa ne. Li hemberî deshilatdariya hegomonîk ku birçitî û zêdekirina cinsî pêş dixe û li hemberî modernîteya kapîtalîst ku li gorî vê civakê înşa dike, bi her alî ve, şerekî her tim divê.
Îro ev têgihiştina cinsîtiyê û jiyana wê ku li ser civakê bi zanebûn tê ferzkirin heke rast bûya, wê mirovahî bextewar, serfiraz û azad bûya. Lê cinsiyeteke ev çend hatiye sorkirin, civakeke tam harbûyî diafrîne. Bunyeya civakê dikûje. Xwezaya jin û mêr a mîna beridandina gerdûnî pêş dikeve, vê şêwaza cinsitiyê ku di xwezayê de tune ye ne mumkine bi demdirêjî bi rê ve bibe. Wê ev yek zû an dereng di kesayetan de îflasê û hebûna fîzîkî de jî qedandinê bi xwe re bîne. Armanca pergalê jî ji xwe ev e. A grîng ewe ku di vê mijarê de ji holê rakirina cahiliya civakê ye. Divê nîqaşên polîtîkayên cinsîtî yê bi cewherê xwezaya civakî û çandê re di nava ahengekê de ye bê pêşxistin. Ji ber van sedeman, hevjiyan ji qadên bingehîn ê Jineolojiyê ye ku li ser lêkolîn bike, nîqaş û tezan pêş bixe.
Wê bi ezmûna têkiliyên hevjiyanê bê fêhmkirin ka me ji şêmûka mirovbûnê derbas kiriye an na. Jineolojî, ji bo ku her însanek di vê ezmûnê de bi serkeve asta têgihiştin û daneheva ku divê bi destxe bixe ye. Zanista jinê ku îddîaya me ye, beriya her tiştî, bi naskirin û wate dayîna xwezaya jin û mêr wê jiyanî bibe. Ji ber vê teoriya hevjiyana azad; wê weke qadeke bingehîn a Jineolojiyê pêş bikeve. Jineolojî bi pêşxistina vê qadê; di serî de li Rojhilata Navîn di nav gelek çandên cuda yên gelan de têkiliyên jin û mêr lêkolîn dike û bi narîniyeke mezin vedikole. Harbûna ku pergala kapîtalîzmê rojane dide jiyankirin, ne rastiya xwezaya civakî ye. Di nav gelek çandên gelan de her çend hatibin jibîr kirin û ji bo roja me ya îro bandora xwe kêm bûbe jî derbarê hevjiyanan de gelek kevneşopiyên bi kok hene ku em dikarin ji wan feyz bigrin, dersên grîng jê derxin û manewiyata xwe xwirt bikin. Dema ku em wekheviya jin û mêr, rêzdariya li hemberî hev, di qadan de berpisiyariya hevbeş û dabeşkirina kar dinirxînin, ev çand li pêşiya zanista civakî, zanistên sosyolojî û demografyaya roja meya îro ne.
Di vê mijarê de li Kurdistanê wekheviya jin û mêr ên di Mazdekîtî/Xurremîtî, Yarsanî û Elewitiyê de tê parastin û ji hêla hêzên serwer ve bi awayê; ‘ Di nav însanan de, wekhev parvekirina jina’ tê beravajîkirin, hêjayê lêkolînê ye. Piştî Zayînê di dawiya sedsala 5. û destpêka sedsala 6. de piştî anîna rêgeza wekheviya jin û mêr ji hêla Mazdek ve, bi pejirandina Hikimdarê Sasanî yê demê Kawadê (Kawaz) yekemîn ve, tevahî haremên qesr û mîrîtiyan tên belav kirin. Jin tevlî jiyana civakî dibin. Ev pêkanîn ji hêla mêjiyên ku jinê tenê mîna cariye û malê harêmê dibîne ve her çend hatibe çeloxwarîkirin jî; di nav çandên bi kok ên gelan de di hin hêlan de, nîşanî me dide ku ji têkiliyên jin û mêr ê roja me ya îro bêtir bi nirxe. Disa di nav Yaresaniyan de bi taybetî di sedsalên 7-8. heta ber bi sedsalên 12-13. ve bi qasî ۱۲-۱۵ helbestvanên jin hebûne. Navê hin ji wana; Celale Xanima Loristanî, Dayê Tewraza Hewramî, Rihan Xanima Loristanî, Lîza Xanim, Nazdar Xatûn û Nêrgiz Xanim in. Ji bilî nivisandina helbestê taybetmendiyên ku van jina bêtir grîng dike ewe ku di heman demê de ev jin pêşengên olî ne jî. ‘ Di rîtuelên Yaresaniyan de afîrînerên berhemên helbestwarî di heman demê de niviskarên pirtûkên pîroz in jî. Ne tenê berhemên helbestî, metnên olî yên ku asasên exlaq, şîretên olî û îbadetê diyar dikin, hin beşên wan ji hêla mêran û hin beşên wan jî ji hêla jinan ve hatiye nivisandin. Bi mêran re hevbeş nivisandina pirtûkên pîroz ên baweriyekê, bi wan demên ku ola xwedavenda dayik hakim bûye ve girêdayîye. Û heke di baweriya gelekî de ev rewş hatibe jiyankirin, di hêla hevjiyanên azad de, wê bawerî û çandê dike mijara lêkolîn û vekolana ku eleqeyeke bi vî rengî heq dike. Li ser vî asasî, Jineolojî wê çandên Kurdistanî , hevjiyanên azad çawa pênase kirine û çawa jiyane, wê bike mijarên lêkolînên berfireh.
Di vê mijarê de çandeke din a divê bi baldarî were lêkolînkirin jî kevneşopiya bi kok a Zerdeşti ye. Felsefeya têkiliyên jin û mêr a vê kevneşopiyê, bi bawerî û çandê ve girêdanên wê û teyisandina li ser dema me,di lêgerîna afirandina hevjiyanên azad de, wê bibin çavkaniyên sereke yê ku emê berê xwe bidinê.
Lêkolînkirina Mosuoyiyên ku li Çînê her çend kêm bin jî, Nagovîsiyên li Girava Bouganvîllê dijîn (Li Bakûrê Awustralyayê, li beramberî Gîneya Nû ya Papua) ku jin serweriyê dikin, Mînangkabaularê ku li rojavayê Sumatraya Endonezyayê, Khasîlerê dewleta Meghalaya bakurê rojhilatê Hindistanê, Atabaskên Alaskayî, Brîbriyan, Fîlîpînî ( him dayiksalarî him baviksalarî), Garoyî, Hopî, Îbanî (him dayiksalarî him baviksalarî), Îrokuayî, Synteng, Karen, Hassî, Marşallî, Sîrayî, Tlîngîtî, Vanatînaî, Sînîxt û komên cuda yên kî dizane dibe ku li deverên hê nehatine keşifkirin dijîn, ji bo ezberên me yên di mijara hevjiyanên azad de bişkînin, grîng e.
Hevaltiya Rabîa Adewiye û Hesen Basrî ku derwêşên herî navdar ên tevgera Zuhd-Zahidiyê ne balkêş e. Ev gotinên Hesen Basrî ku dibêje; ‘ Ez û Rabîa tam 24 saetan bi hev re man. Li ser tarîqat û heqîqetê axivîn. Di vê maweyê de nehate bîra min ku ez mêr im û nehate bîra wê ku ew jin e.’ me dide fikirandin bê di tekkê de pîvanên têkiliyên jin û mêr bê çawa ne. Dîsa gotina mutesewifê navdar Beyazid Bîstamî yê di heman demê de jiya ye ku dibêje; ‘ Pîrê min jineke’ gelekî balkêşe. Ji bo mirov bi perspektîfeke cuda li têkiliyên jin û mêr binihêre mînakeke seyr e. Disa mutesewifê navdartirîn yê demê Îbnî Erabî di derbarê jinê de di nirxandinên xwe de îfadeya ‘bi qasî ku Xweda di sûretê jinê de dibîne bi kar aniye. Di navbera sedsalên 8 – ۱۲ an de li qada tesewifê çalakiyên jinan û têkiliyên wan ên bi tesewifvanên mêr re, heta bibêjî di taybetiyeke balkêş de ye. Ev balkêşî; derbarê têkiliyên jin û mêr û hevjiyanên azad de ji Jineolojiyê re, deriyên tecrubeyên pir dewlemend ên li Rojhilata Navîn hatine jiyankirin vedike. Jineolojî wê bide dû van tecrubeyên ku di van deriyan de xuya dikin.
Heqîqet hin caran di hûrgûliyeke bi hezaran an sedan sal berê de veşartiye.Ji ber vê jin û mêrên ku bi îddîaya afirandina hevjiyana azad radibin, şerte ku noqî deryaya berfireh ê erdnîgarî û nirxên çanda xwe, her wiha nirxên bi hezaran sal ên xwezaya civakî bibin û avjeniyê bikin. Ew nirx, ya rast di her kêliya jiyanê de bi me re diaxivin. Tenê em dengê xwe yê hindirîn ji dest nedin û teşqeleya jiyanê bidin aliyekî û gûh bidine vî dengî.
Jineolojî wê rêgezên beralîkirin û bihurandina pirsgirêkên derbarê hevjiyanê de, bi jin û mêran re wê bixe rojeva qadên civakî û nîqaşan pêş bixîne.Dîsa Jineolojî rewşa heyî yê zarokan ê di nav malbatê de û asta ku divê, bike mijara nîqaşan. Ji ber ku lêgerîn, hewldan û têkoşînên heyî li ser rêgez û bi awayekî hevgirtî bi berdewamî nabin, krîzên hevjiyanan qat bi qat dewam dikin û tevahî xwezaya civakî tehdît dikin. Em vê tehdîtê bi nêrîn, çavderî û hestiyariyeke Jineolojîk dibînin, têdigihîjin û nîqaş dikin.
Heke mirov di têkiliyên jin û mêr de koletiya tê jiyankirin binihêre û derfetên azadbûna di vê qadê de jinedîtîve were, wê pirsgirêk dîsa neyê derbaskirin. Ev derfetên azadiyê çi ne? Ev cota xwezaya civakî, heke di nav şert û mercên gelek zehmet ên xwezayê de bi hev re jiyana civakî ava kiribin û jiyankiribin, îro jî dikarin bi rengekî azad, wekhev û demokratîk têkiliyên jin û mêr ava bikin û bijîn. Ji bo vê, divê jin jî mêr jî xwe azad bikin. Heta ev pêş nekeve, ne ferdên baş û qenc dibin, ne di navbera jin û mêr de têkiliyên baş ên hevjiyanê pêş dikevin, ne jî di qadên azadiya civakî û siyasi de rolên xwe dikarin bileyzin. Heta dubendiya mêrê serwer û jina kole neyê derbaskirin, têkoşînên ji bo azadiyê jî nikarin serkeftî bibin.Heke zîhniyeta ku têkiliya mulkiyet û deshilatdariyê li ser jinê ferz dike were derbaskirin û jin jî ew elimandinên fikrî û hestî yê ku di nav vê dîroka dirêj de girtiye derbas bike, têkiliya jin û mêrê azad dikare pêk were.

BERDEWAM DIKE……

Pirtûk

Nivîs