JI PIRTUKA DESTPÊKE JI JINEOLOJÎ
Ji Bo Ronakbûna Jinê
Ev nirxandina Rêber Abdullah Öcalan ku dibêje; ‘Bê nîqaş e ku jin weke hem fîzîkî û hem jî wate, beşa herî berfireh a xwezaya civakî pêk tîne. Wê demê, çima vê perçeya xwezaya civakî ku ewqas grîng e, nebe mijara zanistê? Ta ku xwezaya jinê di taritiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtîngehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî, zîhnî(mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî.’ ji aliyekî din ve nîşan dide bê çima pêdivî bi Jineolojiyê heye.
Beriya her tiştî, ji bo rastiya jinê ya heyî ronî bibe Jineolojî! Rastiya jinê, qadeke ew çend hatiye tarîkirin, di tariyê de hatiye hiştin û ji bo di nav tariyê de bimîne karên tarî hatine kirin ku ji bo ronîkirina vê qadê, roniyên lawaz, parçeyî, demdemî, berdîberdan û belave têr nakin. Li hemberî berdewamî û israra tarîtiya sîstematîk a ku li ser rastiya jinê tê ferzkirin, bi qasî erîşkariya vê taritiyê, ronîbûneke jinê ya ku ji vê taritiyê derbas bike hewce ye. Nîvendkirina (Lêcivîna)şewqa ronahiya jinê, tîrbûna wê, bi pergal bûn, hedefgirtin û berdewamiya wê divê.Wê ev ronî bizanibe bê kengê, çawa, li ku derê, bi kîjan hêlî û bi tîrbûneke çawa bide.Wê bizanibe kîjan tarîtiyê ronî bike û ji bo vê çiqas û çawa bimîne.Di tarîtiyê de wê şerê xwe, tarîtiyê, xwe bizanibe, her wiha berdewamiyê jî. Ya herî grîng jî wê çavkaniyên tarîtî û roniyê bizanibe. Di sedsala 21. de; li hemberî taritiya li ser jinê tê ferzkirin, reşkirinan, karên tarî yên li derdora nasname û jiyana jinê de, ji dinyaya jinê, bi destê jinê, bi aqilê jinê, bi ruhê jinê, bi sehekiyên wê û bi dîroka jinê pêdivî bi roniya jinê, şewqa jinê heye.Di dîrok û rojaneya reşkirin û tarîtiyên em xistinê de, bi pêşketina Jineolojiyê, di serî de qada dîrokê û qadên din wê ronî bibe.
Jin heke bikeve ferqa înşaya tarîtiya li derdora xwe, dikare wê hilweşîne…Lingekî vê tarîtiyê, girêdana hestên xwirt ên jinê ne ku bi olpereziyê ve hatiye girêdan. Lingekî din girêdana hestê welatparêziya jinêye ku bi dewletparêzî û netewperestiyê ve ye. Lingê din li dibistanan xesandina potansiyela xwirt a mêjiyê jinê ye ku ber bi pozîtîvîzmê, zanistperestiyê hatiye herikandin û girêdan. Lingekî din jî hestiyariya jinê ya bi hezar û yek rengan xemiliye ku mîna rojê germ û dewlemend e lê di bin navê fedekarî, dayiktî û hezkirinê de bi mêtingeriyê ve hatiye girêdan. Meriv dikare gelek taritiyên ku li ser xwezaya jinê, dinya û nasnameya wê pêk hatiye rêz bike.Lê lingên wê yên asasî bi vî hawî dikare bê îfadekirin.
Divê her jin yek bi yek çîroka dîrokî ya pêkhateya van înşayan û dîsa çîroka bê rojane ev çawa tên înşakirin bizanibe. Heke jin bigihîjin vê têgihiştinê wê ev lingên tarî bikevin. ‘Derbarê xwe de xwedî hişmendî, bê şik û gûman di gerdûnê de hebûna herî bêhempa ye. Beredayî xwedatî lê rûneniştiye.’tam jî xitabê kesên xwedî van çîrokan dike. Ji bo em derbarê xwe de xwedî hişmendiyê bin, xweşhaliya vê bijîn û dinyayên tarî yên li ser me hatine avakirin hilweşînin, em dibêjin Jineolojî!
Ji bo ev dinyayên tarî werin hilweşandin, bedena jinê, ruhê wê, aqil û dilê wê azad û ronî bin, divê em Jineolojiyê pêş bixin. Jina ku van dinyayên tarî ferq dike, dest bi lêpirsînê dike, dixwaze rizgar bibe lê ji ber ku tenê ye, têra xwe xwirt û rêxistinkirî nîne û nizane wê çawa vê rizgariyê pêk bîne, têk diçe,bi her têkçûnekê bêtir di lîtava koletiyê de asê dibe an jî tê qetilkirin. Ji bo em ji van qetil û qirkirinên jinê re bêjin; ‘Raweste!’, û hîmên wê saxlem deynin, em dibêjin Jineolojî.
DEWAM DIKE…..