JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Ji Bo Teoriyeke Zaninê ya ku Digihîne Pêkhateya Civaka Azad û Takekesa/ê Azad
Ji avakirina binyatên ramanê yên li ser bingehên mîtolojî, felsefe, ol û zanistê heta niha, têgihiştina ku zanistê di bin hikmê mêr de dibîne, vedîtin û afirandina cewherî ya mêr dihesibîne û qadeke mêr a ku dikarin li ser tecrubeyên xwe biaxivin qebûl dike heye. Di cewhere xwe de beşek giran rastiya vê têgînê jî heye.Ji avakirina deshilatdariya mêrê serwer heta niha, bi alîkarî û şekilgirtina bê sînor a van her çar qadên ramanê, zanîn ji jinê, jin jî ji zanîne hatiye dûrxistin. Ji bo vê jina di mîtolojiyê de, di şexsê Tîamatê de bi destê kurê xwe Mardûk ve tê kuştin.Jina di olê de bi alîkariya hevalê xwe yê mar ji ber ku ji dara zanînê sêvê birî û da hevserê xwe ji buhiştê hate qewitandin. Di felsefeyê de jin di pênaseya; ‘jin mêrê seqet e’ de hate sicinkirin. Di tevgera ramanê ya Ronakîbûnê de ku zanist hê gavên xwe yên destpêkê diavêt, jin a ‘cadû’ li ser qazoxan bi saxî hate şewitandin. Hin caran keç li pêş çavên dayika xwe û hin caran jî dayik li pêş çavên keça xwe şewitîn lê wicdanê zanistê qet neliviya. Ji ber ku li gorî zanistê wicdan diyardeyeke metafîzîk bû û wicdan nedihat ceribandinê, nedikete dest, nexwe tune bû.
Ji bo ku jin careke din bi zanyarî-zanîn-zanistê re, bi taybetî jî bi zanatiyê re negîhîjin hev, mîtolojiyan qetlîama dayikê jî mîna qehremantiyê pêşkêş kirin. Olan jinê kirne hevalên şeytên ku nefreta civakê, herî zêde jî nefreta mêr li ser vî melekî bû ku li hember xweda serî rakiribû. Felsefe bi ‘bêhişiyê’ ew piçûk dît, zanist pêdiviya pênasekirina hebûna wê, di bin navê disîplînekê de pêdiviya lêkolînkirina wê nedît, bi vê kirinê weke însên ew nehesiband. Jin weke ku mêtingehiya mêtîngeriyê, koleya yekem û ya herî kevn, heta yê mîna hemû azadiyên din, mafê wê yê wergirtina zanînê, afirandina zanînê û têkiliya bi zanînê re hatiye şewitandin, di bin xirbeyên şoreşa gund a neolîtîkê ya ku wê afirandibû de mabe.
Xasûkiyeke ku aqlê mêrê serwer keşif kiriye û bi hezaran sal ew çerx kiriye eve ku kê bixwaze ji bo ew tune bike, dema nêzî wî bibe dike hezar û yek parçe. Fermanekî keşfa xasûkiya vî aqlî dibêje ku divê jin êdî tu carî negihîje zaninê û zanîn jî tu carî divê bi hişmendiya jinê ya bi hestiyar, hîs û hizir ve dagirtî re nebe yek. Ji bo ev ferman kite bi kite pêk were dinyaya baviksalarî ya ku mêrê serwer ew afirandiye, di mîtolojiyê de efsaneyê, di ol de bi navê xweda ferman dayînê, di felsefê de ku mîna hezkirina zanînê tê pênasekirin ji jinê kerixînê, di bin navê zanistê de jî îşkencekirina wê ji xwe re heq dîtine.Û bi van lîstokan aqilê mêr deshilatdariyê bi dest xistiye.
Her çend piştî pênc hezar salan li ser hîmên zanîn, zanist û zanyariya dizî ya deshilatdariyê nîqaş pêş bikevin jî, ev yek heqîqeteke mircanê îspat dike. Her wiha li hember hişmendiya jinê ya nazenîn, hestiyar, bi hîs û hizir binketina vî aqlê mêr ê serwer dike, ruxmî fêlbazî û leyistokên vî aqlî. Ji ber ruxmî ewqas hewldan nikaribûye bibe asteng bê ji nû ve jin xwe bigihîne zanînê û zanîn jî xwe bigihîne jinê. Zanîn-zanist-zanatîya diziye û çavkaniya zanatiya dayik ku bivê nevê dixwaze tune bike vedigere hişmendiya jinê. Ji bo bîreweriya rûhê hemû jinên zana û cadû yên ku bi hezaran salan hatin qetilkirin û ji bo ev veger bi awayekî saxlem, etîk-estetîk pêk bê û didariyeke ji nû ve bi civakê re, em dibêjin Jineolojî!
Di dîroka bi hezaran salî de, zanîn, bi daneheva ceribandinên civakê ve pêk hat. Dibe ku li gorî zanistê ۲,۵ milyon sal berê yê/ya ku hişkebera bi hev daye û amûrên destpêkê çêkiriye û bi kar aniye Homo Habîlîs e, yanî Mirovê bi Kêrhatî.Çêkirina kevir bi destê Mirovê/a bi Kêrhatî zanist û teknîk jî destpê kir.Lê ew pêvajoya heta çêkirina wî kevirî pêvajoya danehevê ye. Di vê maneyê de zanînbi civakî hatiye hilberandin.Di civakên dayiksalarî yên ku nasnameya civakî û derdor a jinê palpiştiyê dike, hemû pêdiviyên jiyanê yên rojane (şer û aşitî, çandiniya axê, sewalkarî, starbûn, koçberî, têkiliyên jin-mêr û zarok) bi zanîna civakîbûna jinê ava kiriye û pêş xistiye, hatine pêşwazîkirin. Ev pêvajo, heta destpêkirina demên baviksalariyê bi deh hezaran sal, bûye forma jiyanê ya mirovahiyê.
Dinyaya baviksalar ku vê dîroka qirase nejiyayî dihesibîne,hemû zanînên bi nirx ên di destê jinê de dizî û dî zîguratên xwe de, dibistan, leşkergeh, navendên lêkolînê yên zanistî û di zankoyên xwe de, bi gotina ‘yên min in’ mohr kiriye.Piştre hemû karên jiyanî yên ku jin dikin weke ‘karên jinan’ bi nav dike , aqil û nasnameya jinê ‘darê şikestî’ piçûk dibîne. Lê di nav ew karên ku weke ‘karên jinan’ nav lê dike û piçûk dibîne de, di roja me ya îro de jî hişmendî, nazenînî, hesab û pîvaneke bêhempa heye. Zanatî heye. Tê de ruhekî germ û xeşîm ê wan demên ku zanîn hê yekdestdar nebibû an go ew demên ku zanîn hê neketibû bin destê yekdestariyên zaliman û ji hêla wan ve nedihat birêvebirin heye. Destê bi şîfa yê dermanê mirov heye. Dewlemendiyeke zanînê ya ku birra hez dike heye. Peyvên bi cewher ên ku peyvên herî akademîk li hember şift û tazî dimîne heye. Zanatî, zanîn, zanist û zanebûn ji ruhê axekê, ji ruhê zemanekê xwedî dibe. Hevîrê wê bi însên, bi ceribandin û serpêhatiyên însên ve tamê digre. Zanîn bê ruh nabe. Vî ruhî ji hemû nirxên civakî yên bedew, bi wate û yên ku jiyanê rengîn dikin bi dest dixe. Ji bo lêger û bi destxistina ruhê zanînê ku di roja me ya îro de zanîn ruhê xwe wenda kiriye, sar û qerisiye û analîtîk maye, em dibêjin Jineolojî !
Kî, çawa, bi berdêla çi û bi kîjan amûran digihîjin zanînê? Kî bi çi hawî zanîna xwe gihandinê bi kar tînin? Hemû zanîn û zanatî mîna ku hin bizavên femînîst û post-modern îdîa dikin, deshilatdarîne gelo? Li gorî me têgihiştina ku dibêje; ‘Zanîn wekhev deshilatdariyê ye, zanebûn, zanîn û zanatî wekhev deshilatdariyê ye, ji ber vê yekê jî bila ji me dûr bin, em her cureyê wê red dikin’ bi awayekî cuda modernîteya kapîtalîst anîna ziman e. Ev yek palpiştiye ji nêzikahiya zanîna deshilatdariyê re ku ji bo jin û zanîn bi hezaran sal ji hev dûr bikevin, ew qas operasyonên bîrdozî, siyasî û aborî li dar dixin, bi zora çor û bîrdozî di nav de bi kar tînin. Heke di çavkaniya hin pirsgirêkên bingehîn de nezanî hebe, bi zanebûn ji zanînê dûrxistin hebe; mirov zanînê bigihîne wan qadan an jî pêvajoyên zanînê pêş bixe û bibe alîkar ku ew bi xwe zanist û rêbaza zanîngirtinê peyda bikin, gelo ku dera vê deshilatdariye? Em têgihiştina ku dibêje; ‘Zanîn tenê deshilatdari ye’ red dikin. Bi hezaran sal zanîn, zanist, zanatî û zanyariyê ji jinê dûr xistibin jî; em dibêjin ew hilberîn û afirîneriyên cewherî yên wan bi xwe ne.
Zanîna jinê ye ku jiyan û jiyana civakî, hezkirin, edalet, azadî û gelek nirxên bedew û xweşik ê ku mirov kirine mirov afirandiye. Zanyariya wê, avahî û formên wê ya zanînê ne. Her çend bi awayê zorê jinê ji jiyana civakî dûr xistibin jî ku demekê jin kirdeyên sereke yê jiyana civakî bûn, ev zanyarî di dilê jinê de, di hewza wê ya gen de, di ruh û mêjiyê wê de her tim jiyan kir. Jineolojî di nav vê hewza wê ya zanyariyê de şax da. Em bawerin wê pêdiviya zanyariya vê serdemê jî, bi epîstemolojiyeke nû ku karibe bibe bersiv ji pêdiviyên bingeh ê jiyanî re dê bi destê jinê pêk were.
Armanca esas a avahiyên fikrê yên di hezar salan de hatine avakirin, berdewamî û ewlehiya sazîbûyîna baviksalariyê pêkanîn e. Mirov li vê rastiyê bifikire jî ji bo dest ji epîstemolojiyên bi patenta modernîteya kapîtalîst berde sedemeke têr û tije ye. Hemû zanînên ku bi hezaran salan hatine avakirin, bi taybetî ji bo ku di nav pergalê de bimînin, tevahî hêzên desthilatdariyê di nav hewldaneke taybet de ne. Ji bo ku hemû zanîn, bi qasî sînorên zanînê yên ku pergalê raber kiriye pêş kevin, bi dest û aqlê hêzên desthilatparêz û dewletparêz, tedbîrên piralî û zirav hatine pêşxistin. Ji bo ti awayê zanebûnê yan jî pêkhateya zanînê ji pergalê re nebin gefeke esasîn, demdirêj û kur, li hindir û derve tedbîrên cur be cur afirandine. ‘ Pêkhateyên zanînê di vê mijarê de her tim di nava du şaşitiyan de çûne û hatine: yan di nava pêkhateyên zanîn û desthilatiyê de bi tevahî heliyane, yan jî bi awayên mezhebên sekter (bêyî ku karibin zanistên xwe, bijareyên xwe yên siyasî û helwestên xwe yên exlaqî bi rengekî serbixwe bibijêrin), nekarîne xwe ji bicûrkbûyînê yan jî ji bûcirkmayînê rizgar bikin. Bê gûman di vê yekê de pêwîst e mirov bi berdewamî rola zorê û sermaye, ku mirov ji serî derdixin, li ber çavan bigire. Ta ku van herdu ferasetên pêkhateyên zanînê neyên mehkûmkirin, mirov nikare bijareya şaristaniya demokratîk bide xuyanîkirin.’
Em di nav van tespîtên hêja yên Rêber Abdullah Öcalan de aliyên ku jinê eleqedar dike xeyal bikin. Di roja me ya îro de jî gelo di nav pêkhateyên zanist deshilatdar de talûkeya helandin an jî qot mayînê heye an na?Weke tevgerên jin gelo me vê talûkê beralî kiriye an na? Ev pirs pirsên jiyanî ne. Di wateya rastîn de pirsen jiyanî ne! Em jin heke bersivên têr û tije yên ku wê veguhêzin polîtîkayeke pêkanîn û pratîkê nedin van pirsan, ev dinyaya mêrane her kêlî, her deqîqe li her devera dinyayê canê me distîne. Di vê qirkirina rojane de gelo çiqas para pêşnexistina me ya epîstemolojiyeke rast an jî ji bo gihandina epîstemolojiyên rast peydanekirina me ya rê û rêbazan heye?
Ji bo zanînê pirsên me yên bingehîn hene. Di pêvajoyên dîrokê de awayên zanînê û rêbazên gihandina zanînê yên jinê çi bûn? Çavkaniya zanînê çi ye? Zanîn bi kêrî çi tê? Kî/ê, çawa û ji bo çi zanînê diafrîne? Divê zanîn di xizmeta kê de be? Divê têkiliyên zanîn û jiyanê, zanîn û civakê, zanîn û jinê çawa pêş bikevin? Jineolojiya ku em weke zanista jiyanê jî pênase dikin; em zanînê çawa kom dikin, jiyan, civak û jiyana me ya civakî em bi van zanînan çawa ava dikin û divê bikin jî digihîne îfadeyekê.
Beşeke grîng a zanîna jinan ji ceribandinê pêk hatine. Piranî mirovan çi bibinin ji wê bawer dikin. Jin jî wisa. Baweriya wan bi zanîna dinyaya ku tê de bi rojane tên qetilkirin, bi destavêtin û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin, di nav şer û pevçûnan, koçberî, feqîrî û bêkariyê de dixeniqin heye. Em tevgerên jinê, dikarin ji vê rastiya jinê, pêkhateya zanîneke razber, wê parçeyî dibine an jî nabîne, li gorî berjewendiyên xwe dibîne, teoriyeke elît jî derxînin. Bi ceribandinên wan ên zanînê em dikarin danehevek bi hevpariyên ku me jiyan kiriye jî pêk bînin. Bi hevpariya cêribandinên wan ên zanînê, em dikarin ji hevpariyên me jî berhev bikin. Jiyan û gerdûn, hinek zanînan, tenê ger tu li mekan û demên diyar bî û li ser nêrîneke rast bî û carna jî kesa rast bî bi te re parve dikin. Her kes nikare bigihîje her zanîna rast. Her zanîn di her şert û mercî de nayê çêkirin. Îro em pir bixwazin jî, derbarê mêjiyê mirov yan jî civakîbûna delfînan de em her tiştî nizanîn. Heta dibe ku di vê dinyayê û gerdûnê de, bêhejmar diyarde, zanîn an jî rewşên ku em dizanin ku derbarê wan de ti tiştekî nizanin jî hebin. Dema mirov vana li ber çav bigire, jin zanînê ji ku deran, çawa, kîngê û bi kîjan rê û rêbazan, bi kê re û ji bo çi yanê bi kîjan armancan wê berhev bikin û ava bikin? Ev pirs bêtir girîng dibe û careke din pirskirinê heq dike. Alessandra Tanesînî dibêje; “Di zanistê de kîjan pirs hêjayî lêkolînê ne, cinsparêzî û netewparêzî dikarin bandorê li ser wan bikin. Ev pêşdarazî, dikarin li ser bersivên ji pirsên zanistî re tên dayîn jî bandor bikin. Mînak; (fikra) weke di dolgirtinê de hêk pasîf e.” Bîrdoziya baviksalar û deshilatdar, li gorî berjewendiyên xwe dikarin şekil bidin zanînê. Dikarin pêkhateya zanînê xera bikin, texrîb bikin û veguherînin amûreke derew, şaşkirin û xapandinê. Wisa be em jin, li hember gavên modernîteya kapîtalîst ên mîna netewparêzî, olparêzî, zanistparêziyê ku ji bîrdoziya cinsiyetparêz xwedî dibin, emê her tim gumanbar bin. Tevî ku em ê pêkhateyên zanînên xwe yên heta niha lêpirsîn bikin, ji niha û şûn de em ê çawa zanînê berhev bikin û li ser çi bilind bikin baş hilbijêrin.
Kîjan zanîn zanîna rast e? Zanîna bi qasî pêwîst dike çi ye? Berê civakan bi qasî ji wan re pêwîst kiriye hilberandine. Niha pergal, bêsînor hilberandina zanînê pêşberî me dike. Di vê enflasyona zanînê de kîjan zanîn zanîna rast e? Zanîn çi ye? Çawa û çima tê hilberandin? Bi kêrî çi tê? Kî zanînê diafirînin? Kîjan zanîn berhema kîjan dem û mekanan e? Pîvandina rastiya zanînê çawa tê kirin? Dikare were kirin? Çend cure zanîn hene? Zanîn çawa tê avakirin, çawa tê xerakirin? Zanîn çi hildiweşîne, çi înşa dike? Em zanîna derbarê xwe de dikarin çawa bizanibin? Têkiliya zanîn-cêribandin, zanîn-têgihîştin û zanîn-diyardeyê çi ye? Hêza guherîn û veguherîna zanînê çi ye? Zanîn bi rêya pratîkan tê avakirin? Bi sehekan? An jî bi çavdêriyan? Di heqîqeta me, di rastî û jiyana me de cihê zanînê çi ye? Em dikarin derbarê zanînê de çi bê bîra me, bêsînor û bêhejmar pirsên sivik jî bipirsin.
Epîstemolojî; bi navên mîna teoriya zanînê, zanista zanînê, zanista gihandina rêbaz û zanînê, avahiya zanînê, felsefeya zanînê û pergala fikran û hwd. tê ravekirin. Epîstemolojî, ji peyvên epîsteme-zanîn, gnosîs-zanist û logos-doktrîn, tê maneya zanist-zanîn û gnoseolojî, zanîna zanînê. Carna jî mîna xwezaya zanînê, çavkaniyên wê, kokên wê, nirxa wê, weke şaxeke felsefeyê ya bi bergeh û çavkaniya wê re eleqedar dibe yan jî lêkolînkirina zanîna felsefîk tê nasandin. Epîstemolojî; dîsîplîna fikra felsefîk e, ka em zanînên xwe çawa dizanin, em ê çawa îspat bikin, zanîna me rast e an na nîqaş dike. Em dikarin bibêjin zanîna rast û şaş ji hev veqetandin e. Rêber Abdullah Öcalan jî epîstemolojiyê mîna “zanista gihandina rêbaz û zanînê” pênase dike.
Ji çaxên destpêkê ve fîlozof, ketine nav lêgerîna fêmkirina gerdûn, xweza û civakê. Fikrên ku ev lêgerînvan gihanê cuda bûne. Vê carê jî lêgerînek li ser ev fikrên cuda yên gihanê û çavkaniyên vana pêş ketiye. Aqlê mirov zanînê çawa berhev dike, çawa dixebitîne û li ser vana çawa digihê hikman? Zanîna rast, saf heye? Hebe çi ye û mirov çawa digihê? Li derdora pirsên wiha lêpirsîna rastiya zanînên mirov û pêvajoya rê li ber felsefeya zanînê vekir dest pê kiribû. Bi demê re felsefe yan jî teoriyên zanînê yên pir cuda ku xwe dispêrin qalibên diyar, rêgez an jî şêwazan pêş ketin. Ev hemû bandorî û rengên dem, mekan û çanda têde pêş ketine digirin. Weke mînak felsefeyên zanînê yên fikra Ronakbûnê; li ser fikra Kartezyen pêş dikeve. Fikra Kartezyen, mîna alternatîfek ji desthilatiya teolojiya ku gerdûnê li gor fikra Xweda rave dike, zanist û aqil esas digire. Fikra Kartezyen ya Descartes pêş xistiye, bi nirxandina ‘her tiştên aydî zêhn in, li derveyî bedenê ne, her tiştên aydî bedenê jî li derveyî zêhn e’ xwe dispêre dijayetiya zîhîn û bedenê. Yek ji kesayetên herî li pêş ê Ronakbûnê Descartes, ji bo zanistê dibêje ‘zanîna misoger a aşkere’. Ji bo wî îhtimal betal û pûç in.
Ji sala1980an û pê ve fikirdarên femînîst epîstemolojiya kevneşop rexne kirin. Diyarkirin ku derbasdariya teorî an jî zanînê bi kesên ku ew pêkanîne ve girêdayî ye. Her wiha têgînên heqîqet, objektîfî bi nirxan ve ne girêdayî ye û ev yek serweriya mêr pêk tîne. Ji ber vê jî teoriyeke nû ya zanînê ku pêdiviya redkirina vê diparêze pêşxistin. Epîstemolojiyên heyî him weke naverok û him jî weke pêkhate rexne kirin. Pêkhateya fikirandina rojava ya bi terzê nêr ku tenê aqil esas digre û zîhîn û beden ji hev cihê dike da ber lêpirsînê.
Epîstemolojiyên femînîst ên li ser vî hîmî pêş ketin, her çiqas pirparçeyî bin jî hin rêgezên hevpar parastin; “zanîna heyî ku ji aliyê tora wate û nirxên xwe dispêre nêrîn û perspektîfeke civakî ya diyarkirî pêk hatiye deşîfre kirin. Bi nêrînên alternatîf, ji epîstemolojiyên ku li ser xweza û jinê desthilatdariyê ava dikin, epîstemolojiyên alternatîf pêş xistin. Li şûna nêrîna feraseta epîstemolojiya Rojava ku li ser dijayetiyê ye, têkiliyên di navbera du aliyan de, mînak di navbera subjektîvîte û objektîvîte, aqil û hest de nirxandineke rast û li gor pêdiviyê parastin. Gotin ku divê em, di zanînê de rola hest, sûbjektîvîte û bedenê cidî bigirin. Gotin divê em aqil, hest, objektîvîte û subjektîvîteyê weke taybetiyên di yekdestdariya mêr an jî jinan de nebînin. Dîsa hin epîstemolojiyên femînîst, bawer kirin ku li ser zanînê her tim bandora subjektîvîtiyê heye. Ji ber vê yekê hewl dan ku teoriyên zanînê yên bi fikra jin û sûbje re biaheng in deynin holê.
Îtîraza Jineolojiyê ji bo van tune ye. Hemû jî rêgezên jiyanî yên ku divê bibin bingeha felsefeya zanînê ne. Tevî avakirina epîstemolojiyên alternatif, aliyên femînîzmê yên parçeyî dimînin û hevpar nabin hene. Di heman deme de dema ku pêşniyara hevparbûnê ya rêgezên bingehîn tê kirin jî refleksên ku vê mîna homojenbûnê dibîne, bi zeaf û ji binketinê re vekirî nişan dide heye.Dîsa hin meylên femînîst ên ku hemû awayên zanînê rasterast bi deshilatdariyê re girêdayî dinirxînin, di nav her cure zanînê de her tim li serweriyê digerin, epîstemolojiyên femînîst ên heyî ku ji rexne û rexnedayînê re nevekirîne, li gor zanîna jinê avakirina dinyayê mîna kêmasiyekê dinirxînin, baweriya ku emê bikaribin civakê biguherînin nişan nadin jî hene. Meylên bi vî rengî dibêjin, her kesek û rastiyeke xwe heye, hemû nasname di encama avakirineke jor in, li ser navê hinekên din avakirina dahatûyekê nêzikahiyeke deshilatdar e û civak li pêş Azadiya takekesi pêkhateyeke asteng e. Bi vî hawî jî enerjî û çalakbûna civakê, bêalî û qerisî dihêlin. Lê beralîkirina vê pirsgirêkeke jiyanî ye.
‘Pekhateya zanînê ya sîstema cîhana kaptalîst, herî kêm bi qasî amrazên desthilat, berhem û danehevê, di nava qeyranê de ye. Ji ber ku pêkhateyên zanînê, li gorî pêdiviya xwezaya xwe, bêhtir meyldar in ji bo gotûbêja azad, vê yekê derfetên berfireh pêşkêş dike li ser rehendên qeyrana zanistî. Rola zanînê ya di pêkhateyên civak û desthilatî de, di rehendên ku bi ti serdeman re neyên berawirkirin de, dikare wate wergire.’ Nirxandinên bi vî awayî yên Rêber Abdullah Öcalan sedemên vê bi zelalî îfade dike. Heke em naxwazin mehkûmî pêkhateya zanîna ku pergala dinyaya kapîtalîst û ferzkirinên awayên jiyana wê bibin, divê em pêkhateyên xwe yên zanînê, bi civakîbûna xwe re di nav girêdaneke saxlem û bi kok de bihonin.
Jineolojî, bi vê mebestê pêvajoya honandin û pêşxistina epîstemolojiya xwe, dixwaze bi analîzkirina objektîf û xurt a teoriyên zanînê yên heyî pêş bixe. Dema vê analîzê dike, yên bi rêgezî li dijberî wan disekine jî hene, yên ji epîstemolojiya xwe re mîna tevkarî digire û jê feyde distîne jî hene.Bi nêrîneke azad, nûbûnan tevlî dike jî hene.Jineolojî bi nêrîneke rexneyî nêzî fikra Kartezyen û teoriyên zanînê yên xwe dispêrin vê fikre dibe ku bi misogerbûna zanînê bawer e, di bin navê analîzkirinê fikir û pirsgirêkan parçe dike, li gorî xwe dizayn dike, dadixîne û dualîteyên bingehîn ên jiyanê her tim dide ber hev. Teoriya xwe ya zanînê, bi mesafeyên bi rêgezî dihone.
Jineolojî, di teoriya zanînê de felsefeyên ku lîberalîzmê derbas nakin rexne dike. Di vê mijarê de li ser xebatên akademîk ku dibin cîgir û şûngirên femînîzmê û modernîteya kapîtalîst lêhûrbûnan dike. Di asta akademîk de hilberandina zanînê girîng dibîne, heta ku bi azadî, serxwebûn, jîrekiya jinê, xwezaya jinê, ji qenciya jin û civakê re be. Jineolojî, di her qada jiyana civakî de, ji bo bigihîje zanîn û hişmendiya rast, pêşxistina epîstemolojiyeke nû hedef digire. Dema vê dike, destpêkê dîrokên zanist û pêkhateyên zanînê digire dest û nîqaş dike. Di van qadan de bi lêkolînên berfireh, pêşniyarên avabûn û pênaseyê ku ji jirêderketin û nebesiyan re tîne, wê naveroka Jineolojiyê pêk bînin. Ji ber ku Jineolojî, ji bo epîstemolojiyên heyî, yên ji jiyana civakî re bersivan naynin, dixitimînin derbas bike pêş dikeve.
Her wiha qada epîstemolojiyê, ew qade ku beriya her tiştî pêdivî bi lêkolîneke cidî, şîrovekirin û zanakirinê heye. ‘Li gorî min epîstemolojî (pêkhateyên zanînê) yên heyî nekarîne xwe rizgar bikin ji bûyîna perçeyek ji amrazên desthilatiyê. Vê yekê, tevî vîna wan, wisa ye. Qet gûman jê nîne ku kesekî xwedî nêzîkatiya herî zanistî weke Karl Marks, kesekî wisa ye ku rûyê rasteqîn ê kapîtalîzmê bi awayekî herî xurt dîtiye. Lê vê taybetmendiya wî ya pirr girîng têrê nekiriye ku wî ji modernîteya kapîtalîst qut bike. Pêkhateyên zanînê ku Marks xwe dispart wan û jiyana wî, bi hezaran pabendan girêdayî modernîteyê bûn. Ez vana diyar dikim, ne ji bo tewanbarkirinê, lê ji bo ku rastiya wî were têgihîştin. Pirsgirêkên dirûv ji bo Lenîn û Mao jî derbasdar in. Sîstema ku dihizirîn, bi gelek pêşaneyan (di serî de pêkhateyên zanînê û ferasetên jiyana nûjen), girêdayî jiyana modernîte (modernîteya kapîtalîst) bû. Rexneyên min ên li ser sosyalîzma pêkhatî di van hemû mijaran de pirr zelal bûbûn. Lê rexne têrê nake. Divê ez çi deynim şûna wê? Pirsa girîng ev bû. Dîsa, pirsa ez tim li ser lêhûrbûm jî ev bû.’’ Ev tespîtên Rêber Abdullah Öcalan grîngiya analîzkirineke rast a epîstemolojiyên heyî, bi qasî dîtina şaşiyên wê dagirtina şuna wan jî nîşanî me dide.
Li ser vî asasî, di mijarên ku em îdîaya bi zanîna wan radibin de, Jineolojî berpirsiyariyê ji me dixwaze. Aliyê exlaqî yê zanînê her tim li ber çav digire. Pirsgirêk ne zanîngirtin e, ya girîng, bi zanîna te girtî, di jiyana takekesî û civakî ya zanînê de kapasîteya estetîzekirinê ye. Jinelojî, dema felsefeya zanînê pêş dixe, çalakbûna jiyana civakî, pirbûn, curbecurî, nermbûn û guherînên di van mijaran de her tim çêdibin, girîng dibîne. Di vê mijarê de, çavdêrî, cêribandin, guhdarîkirin û girtina nav xwe esas digire û wateyên nû hildiberîne. Jineolojî, zanîna bi jinanî, serwextbûn, berhevkirina zanînê, çêkirina zanyariyê hêja dibîne, heta dawî feyde jê digire û pêş dixe. Biçûkdîtin û bênirxkirinên ku zîhniyeta mêr a desthilatdar di bin navê zanatî an jî rêbazên jinanî de dibîne, analîz dike û di vê mijarê de perwerdekirin û veguherandina mêran jî hedef digire. Di wê baweriyê de ye ku aqlekî nêr divê bikaribe mê bixebite, aqlekî mê, bi çavê wan, li dinyaya mêran binihêre û hîn bibe. Lê ji rêgeza enerjiya mê ya ku jiyanî ye, hiskirin, têgihîştin, çavdêrîkirin û zanatî ye tawîz nade.
Jineolojî vê tespîta Rêber Abdullah Öcalan ya ku dibêje; “Kirdeya me ya herî bingehîn mirov e, wisa be ji sazî û fikrên ku wesfên herî bingehîn ên vê kirdeyê ne, yanê exlaq, ol, bi hemû şaxên xwe ve huner, civaka teorîk, heta tevahiya civakê nas neke, îdîaya me ya ji vê çavkaniyê gihandina zanîna têr, wê kêm bimîne.” esas digire û teoriya zanînê ya nû dihone.
DEWAM DIKE……