
JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Ji Bo Şoreşa Di Zanistên Civakî De…
Pêşniyarkirin, avakirin û pêşxistina Jineolojiyê, li ser zanistên civakî bi tena serê xwe rexneyek, mudaxeleyek e. Ger ku ji aliyê pênase, bergehî, pêkhateyên zanînê, awayên zanîn û lêkolînê û rêbazên wê ve xwe rast bi rêxistin bike û civakî bibe, em dikarin îdîa bikin ku wê di derbaskirina krîza ku îro zanistên civakî dijîn de bibe hêza çareseriyê. Bi jiyana ku wê li derdora jinê pêşbikeve re, divê mirov neheyire ku wê zanista civakî ya li dorhêla Jineolojiyê jî pêş bikeve.
Jineolojî, di zanistên civakî de, şoreş, vebûn û nûbûna hewcedarî pê heye bixwe ye. Di qada zanistî de, veguherîna bingehîn a pêkhatina wê jêneger e. Bi aqlê mêr, pêkhatina wê, ji ber gelek sedeman pir zehmet e. Koka tevahiya zanistan civakî ye, civakîbûn civakbûn e, yanê afirîneriya jinê ye. Zanist, zanîn û zanatî bi destê jinê, bi ruh, dil û hezkirina wê, dikare li asoyên din vebibe, dinyayên din keşif bike, bide keşifkirin. Dikare di dogmayan de hebsbûnê ji çarenûsê derxîne. Sînoran bêwate bike. Bi jîrekiyeke hezkirin, bi sehek û bi hîs li dinyayê nihêrtin, dema weke jêravahiya zanistên civakî û tevahî zanistên bingeha wan civakî ye pêş bikeve, wê şoreşa ku pêwîstiya hemû mirovahiyê pê heye jî dest pê bike. Ev jî, bi pêşxistina zanista jinê wê mimkun be. Yanê bi pêşxistina zanisteke wateyê ya nû, bi zanista jiyaneke civakî ya nû mimkun e. Weke zanisteke civakî ku wê tevahî tevgerên jinê yên têkoşîna azadî û demokrasiyê xwe dispêrinê, Jineolojî namzeta pêşketinê ye.
“Di van demên dîrokê de gelek kar dikevin ser milê zanista civakî û exlaqê. Zanisteke civakî ku ji yekdestdariya deshilatdarî û zanînê derketiye, diwêre zanista xwe ava bike, di derketina kaosê de ji bo çareseriyên berhemdar jiyanî ye. Ji bo avabûna civakeke zêdetir demokratîk, bi azadîxwaziya cins û ekolojîk, pêşî hewcedarî bi avabûna zanisteke civakî heye. Tiştê ku em dixwazin bikin, pêşnûmeyeke bi esil û heyecan a vî karî ye.” Di vê nirxandinê de Rêber Abdullah Öcalan pênaseya “ji yekdestdariya desthilatî û zanînê derketiye” û “diwêre zanista xwe ava bike” dike. Jin ew beşa civakî ye ku wê bi layiqî û cewherî vê pênaseyê bigire ser milên xwe. Ji ber ku di sedsala 21. de, mirova herî zêde di bin bindesta desthilatdariyê de ye, jin e. Jin dikare hêza wêrekiya avakirina zanista xwe ji dîroka xwe bigire. Lewra jin, vedîtina, îcada gelek tiştên pêşîn kiriye ku bi vana mirovahiyê û civakê pêk anîne. Tib, aborî, ekolojî, edebiyata devkî, dengbêjî, çandinî, enstrumanên, sazamûrên muzîkê yên destpêkê, (amûr û qalibên muzîka wê demê, di ruhê me de hê jî bandorên herî bi saw û ji kûr ve dihejînin dixemilînin.) endustrî-pîşesazî (B.Z. di 6000 û ۴۰۰۰’î de vedîtinên teknîkî yên Neolîtîkê ku li kevaneya Toros û Zagrosan hatine afirandin, encax mirov dikare bi vedîtinên Ewrûpayê yên piştî sedsala 16. re bide ber hev) hejmar, nivîs û bêhejmar vedîtinên zanistî, vedîtinên jinê bixwe ne. Ev hatibin dizîn û îro pê li jinê jî bidin ev rastî naguhere. Ji ber van her du pênaseyan, dibetiya ku zanista jinê, zanistên civakî yên navborî, pêş bixe pir xurt e. Beşên “ji bo derketina ji kaosê, çareseriyên berhemdar” bi dildarî û jêhatî pêşkêş bikin wê jin bin.
Rastiya civakî ya jinê û rastiya civakî ya civakê paralelên hev in. Hêza têgihiştina cewherî ya jinê, wê bi hêza pêşxistina zanistên civakî re parelel bi meş e. Dema mijarên di bergeha Jineolojiyê de li ber çav tên girtin, wê bê dîtin ku Jineolojî li dorhêla jinê bi îddîaya avakirina zanisteke nû ya civakê radibe ku wê ev zanist bikaribe tevahiya valahiyên zanistên civakî yên heyî dagre, jirêderketinên wan sererast bike û ji aqlê mêr ê serdest xalî bike. Pêşxistina pergaleke aboriyê ya li dorhêla jinê, têgihiştineke ekolojîk ku hîs û zennê jinê cidî digre, zanisteke demografyayê ku mîna berê wê jin xwedî gotin û biryarê bin, polîtîkayek ku wê zanîn û zanatiyên jinê di mekanîzmayên biryardayînê de cihê xwe bigrin, qadeke tenduristiyê ku her çend di nav çalên dîrokê de bên veşartin jî ew destên jinê yên bi şîfa ku heta roja me ya îro berxwe da ye û bi ruhen xwe derman dikin, terzê hînbûn û hînkirinekê ku li dorhêla jinê şekil digre û belav dibe, zanisteke estetîkê ya jiyanê bedew dike, zanisteke etîkê ku rastî û başiyê hakim dike… Em dikarin vê rêzê dirêj bikin.Dema ku zanista jinê ya ku ev qad tê de cihê xwe digrin bi awayekî xwirt pêş bikeve, wê di zanistên civakî de jî ew şoreşa pêwistî pê heye pêş bikeve.
Çiye ev şoreş? ‘Divê ez careke din destnîşan bikim ku milliyetgirî argumana dînî ya bi tenê ya modernîteyê ye, lê xwedayê jêre xizmetê dike û di bin fermana wî de ye, dewleta netewe ye. Dewleta netewe û milliyetgirî weke du têgîn û diyardeyên pozîtîvîst, ‘rejîma heqîqeta civakî’ çeloxwarî dikin û di tariyê de dihêlin, ji lewra ev herdu têgîn di asta herî jor de, hêza vê yekê temsîl dikin. Ji awirê şoreşê ve wezîfeya herî girîng a zanista civakî ew e ku hêza çeloxwarîkirin û tarîkirinê ya li ser heqîqeta civakî tesfiye bike.’ Berdêla herî giran a hêza çeloxarîkirin û tarîkirina milliyetgirî û dewleta netewe ya li ser heqîqeta civakî ku Rêber Abdullah Öcalan behs dike, jinê da. Li qadên şer, zarokên xwe yên bi hezar kul û derdî mezin kirine winda kirin, erd û zeviyên bi hezar kedî ji çandiniyê re vekiribûn bi bombeyan şewitîn, bêçandinî, bêkar û mal mane, bi birçîbûn, tunebûn, serma û germê re têkoşiyane, di serî de perwerde, ji hemû mafên xwe yên takekesî bêpar hatine hiştin, gelek fikrên paşverû, bi dewlet û hiqûqê, li ser navê netewê erê kirine. Ev tablo rojane hê jî tê jiyankirin. Gelo heqîqeta civakî çawa û bi çi hat serobinkirin û hê jî tê serobinkirin? Berdêla vê kê, çawa dide? Gelo ev çarenûseke mutleqe? Herî baş jin vê yeke ji dil de hîs dikin. Ji ber vê jin ji bo pêkanîna şoreşa civakî ku pêdivî pê heye, di hêla zîhnî, ruhî û hestî de bêtir amade ne. Ji ber ku sedemên wan zêdetir in. Ji bo bersivdayîna van sedeman, bi îdîaya pêşxistina zanisteke jinê radibin ku wê ev zanist rastiya dîrokî ya hemû diyardeyên ku heqîqeta civakî tarî û serobino dikin, ronî bike. Ji ber ku heqîqetên herî bingehîn ê civakê ew heqîqetin ku bi dinyaya jinê re, nirx û xwezaya wê re pêk tên. Diyardeyên ku dinya, nirx û xwezaya jinê tarî dikin, heman diyardene ku heqîqeta civakê tarî dikin. Ji ber vê şoreşa di zanistên civakî de, li dorhêla jinê bi awayekî serkeftî ji nû ve înşakirina heqîqetên civakî ne.Ev jî tê wateya pêşxistina Jineolojiyê.
Gelek dîsîplînên zanistên civakî ku îflaskirî derbasî sedsala 21. bûn, ji jiyana civakî dûr, qut, biyanî û di pozîsyoneke dijminane de ne ku navê xwe ji wê jiyana civakî wergirtine. Jineolojî kîjan mijara zanistên civakî bigre dest bila bigre lê destpêkê divê bi vê rastiya zanistên civakî re bikeve nav hesapdayînekê û bi awayekî rast têbikoşe.Jirêderketin, xitimandin, xwe tekrar kirin û halê navend deshilatdariyê yê zanistên civakî, encax bi zanatî û ilme jinê bê beralîkirin. Di roja me ya îro de di nav zanistên civakî de mijara jinê, pirsgirêk û tevgerên wê hema bi qasî ku tune be cihê xwe digre. Berpirsiyara vê yeke kê ye? Helbet, şaristaniya serweriya mêr û pêkhateya wî ya zanîn û deshilatdariyê ye. Yê ku mohra xwe li hemû zanist û zanistên civakî daye îdeolojiya mêr e û derbarê jinê de gotinên derew û xemilî ne.Ev jî ji bo ser tawanbariya pênc hezar salî ya li dijî jinan binixûmînin vê dikin. An na di jiyanê de rewşa jinê ya rasteqîn gelekî cuda ye. Di afirandina vê yeke de zanist û zanistên civakî xwedî pareke girîng in. Ji bo ev bûyer bê aşkerekirin, em dibêjin Jineolojî!
Pir ecêb û xerîb e, zanistên civakî ku di nava xwe de xwedî gelek şaxan e lê aqil nekirine derbarê jinê de ku cewhera xwezaya civakê pêk tîne ji bo lêkolînekê, dîsîplîneke zanistî veqetînin. Bi qasî ku ecêb e, di nav mantiqa xwe ya hundirîn de hevgirtî û lihevkirî ye. Zanyarên mêr, bi sedsalan derbarê mijarên ‘jin heye yan tune ye? Ruhê jinê heye yan tune ye? Jin, mêrekî seqet, kêm hatiye afirandin e?’ de cidî cidî nîqaş meşandin. Zanyarên mêr ên îro, peyrewên, xelefên wan in. Yên ku hebûna jinê qebûl nekirine, heta belkî hinek ji wan, ji hebûna jinê bawer nekirine, ger ku ji bo jinê dîsîplîneke zanistê neveqetandibin, ji aliyê wan ve hevgirtîbûnek e. Lê li gorî beşeke gelek girîng a ev “zanyarên mêr”, ji jinê re dîsîplînek veqetandin û li ser vê qadê lêkolîn kirin, xistina mijara zanistên civakî, heta bêjî talûke ye. Tiştekî mîna vekirina qutiya Pandorayê ye. Şiyarkirina xwedavendan ku bi hezaran sal in bi hezar şer û zoriyê, bi hîle, bi hezar û yek derewan hatine bêdengkirin, teselîkirin, xapandin, biçûkkirin, di hêlînên biçûçik de hatine hepskirin, ma qet karê aqilên nêr e? Ev hebe nebe, fikreke fesat a aqlê jina ku hevala şeytan e, yan jî karê ‘ewladekî bixêr’ ê ku tu car ‘dest ji bawerkirina xwedavenda dayîk bernedaye’. Lê ji bo jinê dîsîplîneke zanistê fikirandin û veqetandin ne kare aqlê nêr e.
Ji ber vê yekê, ya ku derbarê wê de herî zêde pevbestinên îdeolojîk tên afirandin, vegotin tên çêkirin, di nav hezar dîsîplînî de bedena wê tê parçekirin, mîna ku ev têr neke, ew hebûneke ku bi zanistî û îdeolojîk jî tê parçekirin. Îro di vê rewşê de ye. Lê hebûn, rastî, dîrok û nasnameya wê, tu carî bi qasî ku ji dîsîplîneke zanistê re bibe mijar nabe heqîqetek. Bi Jineolojiyê, em ji derewa sîstematîk a pênc hezar salî ya ku mêr, derbarê jinê de li hev aniye re îsyan dikin! Ji bo vê derewê ji binî ve hilweşînin em dibêjin Jineolojî. Em ê zanisteke ku têde bikaribin ontolojiya xwe, dîrokê, estetîk û etîkê, aborî û ekolojiyê, demografyayê û êdî derbarê jiyanê de çi hebe, jiyan li ku derê ji jiyanbûnê hatibe derxistin, zanisteke jinê ya em ê wan qadan bigirin dest çêbikin.
Wê ev zanist bibe enerjî, ruh û mala sosyolojiya azadiyê. Wê bibe palpişta herî saxlem. Wê ev zanist, bibe ew zanista ku pêdiviya zanistên civakî bi şoreş û derçûneke exlaqî heye. Rastiyên ku bi destê vê zanistê derkevin holê, wê ji gelek şaxên sosyolojiyê ne kêmtir bin. Ji bo dîroka mêtingerkirina jinê ya zîhnî û bedenî, her wiha aşkerekirina cihên wê yê aborî, civakî û siyasal em dibêjin Jineolojî! Ji bo di mîtolojî, ol, felsefe, huner û zanistan de avahiyên zanînê û pevbestinên îdeolojîk yên hatine avakirin deşîfre bikin em dibêjin Jineolojî. Zanista ku mîna “Bûyer û diyardeyên di gerdûnê de bi pergalî lêkolîn dike, di destgirtina daneyên cêribandinê de sehek û hîpotezan jî înkar nake, çalakiya fikrî” tê pênasekirin, girîng e ku di îfadekirina hebûna jinê de mîna rêbazek were bikaranîn. Lê di merhaleya em gihanê de bûyera em jêre dibêjin rêbaza zanistî jî, bi lezgînî pêwîstî bi aqlê jinê, jîrekiya wê ya bi sehek û hest heye. Rêber Abdullah Öcalan vê pêwistiyê bi vî hawî dinirxîne; ‘Eger em zanistê weke şîroveya pêşketî ya maneyê bi nav bikin, em ê ev çend bi lez yekbûna wê bi desthilatdariyê re yan li ser navê zanistê weke têkçûnê yan jî em ê weke pirsgirêkeke ciddî ya bi navkirina zanistê fêhm bikin. Tevî ku ew bi xwe dîn gelekî rexne jî dike, pozîtîvîzm ji dîn û metafizîkê jî paşdetir bi materyalîzmeke çor di zikhev de dîn û metafizîkek e, û ev yek xwe di asta bêberpirsiyariya wan de bi awayekî eşkere nîşan da. Ji vir encama divê em derxin ew e ku zanist hewcedarê şîroveyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye.’ Hêza ku wê destpêkê vê “şoreşa nû ya paradîgmatîk” bike, weke hêza herî zêde li derveyî desthilatiyê dimîne yan jî desthilatî zêdetir wê li derve dihêle, tevlî nake, wê jin be. Zanista jinê, wê rizgariya zanistê jî pêk bîne.
Bêguman dema ku em zanista jinê pêşniyar dikin, di vê mijarê de bêhejmar teoriyên femînîst ên hatine meşandin, tên meşandin û me ronî dikin, xebatên akademîk û tezên zanistî dibînin û ji van feyz digirin. Lê ev, li dijî hêza modernîteya kapîtalîst ku hemû alternatîfên xwe dihelîne û dişibîne dijberê wê, belave, bêrêxistin û bandora wan lawaz in. Nikarin dinyaya jinê ya hatî tarîkirin ronî bikin. Ji bo vê, mîna zanista civakî ya jinê, bi şêwazekî ku wê binyata zanistên civakî jî gav bi gav nû bike û pêş bixe Jineolojî, yan jî mîna mala sosyolojiya azadiyê Jineolojî, wê bi demê re baştir were fêmkirin ku ev, pêwîstiyeke jiyanî ye. Lezgîniya wê heye. Eniya jinê jî, heta îro heke mîna qadeke sosyolojiyê yan jî di bin banê zanistên civakî de zanista jinê nefikirîbe; mirov dikare vê yekê wiha rave bike; ketina kemînên aqlê nêr û rejîmên wan ên zanînê, bi tiştên pir kêm qîma xwe anîne, tengbûna asoyê û ji sînorên modernîteyê derbas nekirin. Ji bo em van lawaziyên xwe beralî bikin, bi Jineolojiyê, bi zanistên civakî yên jinê, bi sosyolojiya azadiyê, avahiyên fikrî yên mîtolojîk, olî, felsefîk, îdeolojîk û zanistî, teoriyên zanînê di ber çav re derbas bikin. Van teoriyên zanînê emê carek jî li bêjinga jinê bixin û bi çavê jinê lê binêrin, yên me bi dest xistî emê carek jî di tevna jinê de bihonin. Lê aşkereye ku herî kêm bi qasî me, pêwîstiya sosyolojiyê, zanistên civakî, zanist û jiyana civakî bi vê heye.
‘Di dîroka modernîteya kapîtalîst de rola dane zanistên civakî ew e, qutbûna ji rastiya civakî rewa û heta weke pêşketinekê ferz dike. Li ser navê zanistê derbeke girîng a li civakbûnê tê xistin jî ev e. Jineolojî wê bibe ew zanista civakî ya ku navend jin bi xwe ye û li hemberî ew hêzên ku vê derbeyê pêkanîne, bi rêxistinkirina gelek aliyên civakê wê mîna hêza parastina civakê tevbigere. Ji bo pêşketineke meşru ji civakê qutbûyînê na, dijberê vê wê weke awayê zanisteke ku ji her ferdekê/î re wateya herî bingehîn û sereta ya felsefeyê civakîbûna wê/wî dide fêhmkirin pêşbixîne. Di vî warî de abeceya, elîfbaya zanistên civakî wê wiha hîn bibe, wiha bide hînkirin. Rêzika zêrîn a “Mirov encax bi civaka xwe mirov e” wê mîna yek ji hîmê esasîn a felsefe û zanista xwe diyar bike û bide pejirandin.
Di vî warî de em Jineolojiyê, li ser qada zanistên civakî, mîna mudaxeleyeke zîhniyetê ya pir xurt a bi nêrîna jinê were kirin, dikarin bigirin dest. Ya rastî em dikarin bibêjin pêvajoya avabûneke îdeolojîk ku li derdora jinê tê honandin û vesaziyên bi bêhejmar îmge, pênase, îfadeyên îdeolojîk hatine afirandin, bi şêwazekî alternatîf hem jinê, hem mêr û giştiya civakê û her bûyera têkildarî jiyanê ji perspektîfekê xurt bixwîne. Bi giranî bi şîroveyan dikare pêş bikeve, jixwe hewcedariya jinê zêdetir bi vê heye. Demekê wê bi giranî bi şîroveyan pêş bikeve, pêvajoyeke nîqaşê çêbibe û zanista jinê argumanên xwe, bi nêrîna jinê wê neqiş bike.
Destpêkê di zanistên civakî de hin qadên diyar – ew qadên cewherî yên despêkê jin jê hatine avêtin- wê bigire dest. Bi demê re wê mijarên tevahiya jiyana civakî eleqedar dikin bigire bin banê xwe û ji hundir ve wê li ser qada zanistên civakî weke mudaxeleya îdeolojîk û zîhniyetê û cudahiya şîroveyê wê Jineolojî cîh bigre. Em dikarin ji Jineolojiyê re bibêjin, bi nêrîneke komple, cudabûna zîhniyeteke di hemû qada zanistên civakî de.
Jineolojî, despêkê divê di qada zanistên civakî de xwedî hêza dahûrandinekê be. Ev dahûrandina me, bi guherîna ku modernîteya demokratîk di qada zanistên civakî de pêş dixe re grînge ku weke hev be. Nêzikahiya bi tevahî ya ji zanistên civakî re, zelaliya ji aliyê rêbazê ve bi dest xistiye, ji nû ve û hîn xurt pênasekirina zanistên civakî şert e em bi kûranî têbigihîjin. Zanista civakî ku bi taybetî bûye keleha herî xurt a pozîtîvîzm û lîberalîzmê, bi nêrîna jinê, bi rexneyeke esasîn were rexnekirin û nirxandin, wê bibe xebata herî bingehîn a Jineolojiyê.
DEWAM DIKE……