JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Ji bo pêşxistina rêbazên lêkolînê yên li gorî jinê û bikevin xizmeta pêşketina fikir û çalakiyên azadiyê, em dibêjin Jineolojî. ‘Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya ji rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.’ Ev gotinên Rêber Abdullah Öcalan, ji bo me jinan, ji nava dilê jiyanê tên, tên zimên. Têgihîştin û sehekên me yekser van gotinan hildibjêrin, dibînin, ji ber ku em baş dizanin li ser çi diaxivin. Em baş dizanin behsa çi dikin. Dîroka civakî, jinê li derve dihêle yan jî dixwaze bihêle û pêş dikeve, ev yek jî bi çi hawî û çawa me seqet dike û çawa birîndar dike, em heta hestiyê xwe dizanin. Di ruh, dil û îro di her kêliya jiyanê de, em bi hezaran mohrê vê li ser xwe dibînin, bi xwe re digerînin. Ji bo van mohran paqij bikin, bimalin û dil û mêjiyê xwe, aqlê xwe azad bikin, ji bo bikevin dû rastiya vê lêkolînê, em dibêjin Jineolojî.
“Rêbaza lêkolîneke ji rastiya jinê bêpar” çi ye? Wisa be “rêbaza lêkolîneke ku rastiya jinê têde ye” çi ye? Bersiva mirovekî zanyar ê pozîtîvîst bide we zelal e: “Hin rêgez û rêzikên diyar ên rêbaza lêkolînê hene, tu têkiliya van bi jin an jî mêritiyê ve tüne ne, ji kerema xwe re em bi zanistî bifikirin!” Bi îhtimaleke mezin, çiqas neyne ziman jî bi liv û tevgerên rûyê xwe û bi dengê dilê xwe, wê vê pênaseyê biçûk bibîne, bi gotina herî sivik, wê bi derveyî zanistî bûnê sûcdar bike. Sedema hemû karesatên li ser sere mirovahiyê geriya ye, destê birçîbûn û xizaniyê ya bi qirika me girtiye, şewitandina me ya di şeran de, serobin buna me ya di karesatên ekolojik de û kambaxiyên din ên bê hejmar ewe ku di rastiya lêkolînê de nebûna rastiya jinê ye. Ji rastiya jinê bêparbûn, di lêkolînan de tene bi hebûn an tunebûna jinê re ne eleqedar e. Di lêkolînan de bêparbûna ji rastiya jinê, bi hesapnekirina jinê re, nirx û hebûna jinê, cihê wê yê di dîroka civakî de, hevbandoriya di têkiliyên jin û mêr de û ji gelek hêlan ve, bi tune hesibandina jinê re têkildar e. Di vî warî de destnîşankirina Rêber Abdullah Öcalan ku dibêje; “Rêbaza lêkolîneke ji rastiya jinê bêpar” çi ye, em baş dizanin. Nav, cî û demên berbiçav jî tên bîra me. Rahibên Sumerî û Mezopotamya, Platon û Yewnanîstan, Franscîs Bacon û Ewrûpa, Nêçîra Pîresêhran…
“Rêbaza lêkolîneke ku rastiya jinê digre nav xwe” di merhaleyeke dîrokê de hebû gelo? Li ku derê? Di kîjan mijaran de? Çi bûn? Divê em dest bi hejmar û qeyd bikin, divê yên dane jibîrkirin bînin bîra xwe, li şûna yên hatine tunekirin em ên nû biafirînin. Di her mijara ku jiyan pêwîstî pê dibîne de, divê em rastiyên lêkolînên nû yên xwe dispêrin rastiya jinê îcad bikin. Di vê mijarê de, ji bo ku em bêyî bêzarbûnê lêkolîn bikin, ji bêdadiyên mezin ên di tevahiya dîroka şaristaniyê de hatine kirin re bersivan biafirînin, em dibêjin Jineolojî.
Her ekolên zanista civakî; hin yekeyên lêkolînê yên cuda esas digirin û dixwazin civaka dîrokî lêkolîn bikin. Hin nêzikahiyên ku dewlet, aborî û çîn, erka desthilatiyê, olê, civakê, kes û şaristaniyan esas digirin û lêkolîn dikin hene. Gelo kîjan e ya ku dîroka civakî bi tevahî û watedar bigire dest û lêkolîn bike? Civak, çawa ku bêyî yek ji vana nikare bibe civak; yekîneya bingehîn a lêkolîna civaka dîrokî jî divê bikaribe ew be. Civak, bêyî dewlet jî karîbûne hebûna xwe berdewam bikin. Beriya ku şaristaniyan ava bikin jî civak karîbûne bijîn. Civakên bê çîn û deshilatdarî jî dikarin hebin. Lê civak, bêyî exlaq û polîtîkayê hebûna xwe nikarin berdewam bikin. Exlaq weke karên rast, baş û bifeyde yên ji bo civak hebûn û jiyana xwe berdewam bikin pêwîst in. Polîtîkayê jî bi awayekî rast, tekûz û estetîk pêkanîna van karan em bigirin dest, em ê fêm bikin ku civak bêyî van nikare hebe. Wisa be li gorî ku civak bêyî van, ev jî bêyî jinê nabin, yekeya me ya lêkolîn û vekolanê ya ku rastiya jinê digire nav xwe exlaqî û polîtîk e. Di heman demê de em dibêjin; ‘Civaka exlaqî û polîtîk a li derdora jinê tê honandin.’
Civakîbûn li derdora jinê hatiye honandin û ti faliyekete civakî tune ye ku jin têde cî negire. Di hemû faliyetên civakî yên rast, xweşik, baş û bifeyde de jin hene. Di şer, hilweşandin, qetilkirin û kuştinan de, li derveyî ku bûbin gorî, ji derveyî îstîsnayan jin têde cîh nagrin. Mebesta me, di lêkolînkirina dîroka civakî de, ger em civakê li gor esasên ku civakê dikin civak bigirin dest; şert e ku jin di vê de hebe. Wê ev, me ji kemîna destpêkê ya “rêbaza lêkolîneke ji rastiya jinê bêpar” dûr bixe. Bi vî awayî em ê dîroka civakî rast lêkolîn bikin û roja me rast dahûrînin. Tam jî di vê derê de ji me re Jineolojî pêwîst e; ji bo ku em bi nihêrtina dîrokê roja me ya îro rast bixwînin.
Dema em qadên weke dîroka civakî, roja îro, siyasetê, civakê, ekolojiyê, demografyayê, tendirustî, perwerde, aborî û hwd. lêkolîn bikin, em ê di çarçoveya jinê de lê binihêrin. Ev tê çi maneyê? Tê maneya; em ê di ferqa nêzikahiyên ku bi hezaran sal in jinê kêm dikin, tune dihesibînin, hindik dihesibînin, çeloxarî dikin û tevlî dîroka civakî dikin an jî ji dîroka civakî davêjin de bin û wisa binihêrin. Bi vê ferqkirinê em ê hebûna jinê bibînin û tevlî vegotina dîrokê bikin. Em ê hesab bikin û fêrî rastiya lêkolîn û vekolana ku xwe dispêre jinê bibin. Ev jî tê wê maneyê ku em ê ji alema zanistê re, li ser gelek qadan tezên Jineolojiyê biafirînin.
Weke mînak, derbarê aboriyê de tezên Jineolojiyê dikarin bên pêşxistin. Ev tez tenê bi qadekê re sînordar namînin. Di akademiyên jinan de bi hevpariya çavdêrî, ceribandin û tecrubeyên hemû jinên dinyayê ji hêla lîjneyekê ve dikare bên nivisandin û bi têkildarên aboriyê re bên parvekirin. Mînak, li ser demografyayê tez û teoriyên Jineolojiyê, li ser daneyên werin komkirin dikare pêş bikeve. Bi tevahiya jinên dinyayê re, bi awayekî were hevparîkirin û li ser navê jinên dinyayê, ji forumên têkildar û rêxistinên tendirustiyê re were pêşkêşkirin û çalakî dikarin werin rêxistinkirin.
Rêbaza lêkolînê ya bi rastiya jinê; wê hestên jinê, sehek û dilovaniya wê, merhamet û tevahiya taybetiyên wê yên xweş bigire nav xwe û ji pêwîstiyên lezgîn re çalakiyên lezgîn li dar bixe û pêş bikeve. Ji bo bîranîna bi sedhezaran ‘pîresêhr’ên (cadûyên) ku bi mebesta dev ji zanyariya jinê bernedane hatine qetilkirin bijî, wê ev rêbaz vê ruhê zanyariyê zindî bike. Awayên zanînên jinê, rêbazên zanînê û teoriyên zanînê wê xwe bispêrin vê rêbaza lêkolînê.
Rastiya lêkolînê ya navend jin, wê kîjan rêbazan bikar bîne? Ev pirs ji kêliya nîqaşên derbarê jineolojiye de di rojeva me de ye. Diyardeyeke bersiva vê pirsê pênase û saziyên nêr in ku li ser jinê tên ferzkirin. Wê Jineolojî rêbazê ku karibe van beralî û deşifre bike, her wiha alternatîfa wan jî biafrîne, hilbijêre. Dîsa di lêgerîna rêbaz de bi her alî ve pêşxistina şîroveyan weke rêbaza dewlemendkirin û kurkirina hêza wateyê dinirxîne.Rêbazên ku dogmayan pûç dike, ji pirsgirêkan re hêza çareseriyê bi dest dixe û teşwîqê wêrekiya fikirandinê dike, keşif dike û pêşxistina vê asas digre.
Faktoreke din a bi bandor, pênaseya rêbaza ku ‘rêya lêkolîn û vekolana tê zanîn’ ku rêbazê qerisî û dogmatîk digre dest e. Emê li hember nêzikahiyên ku weke ‘ rêbazên nexweşokî’ tên bi nav kirin jî lêkolînan pêş bixînin û encaman bi dest bixin. Derbarê vê mijarê de tespîta Rêber Abdullah Öcalan ku dibêje; ‘Rêbaz weke peyv tê maneya usûl, rê û terîqetê. Di destpêkê de her çend erênî be, û bi kêra qabîliyeta fêhmkirinê bê jî demeke dirêj wexta mirov pêve girêdayî bimîne rê li ber dîktatoriyeke zêhnî ya temam vedike.’ wê di pêvajoya hilbijartina rêbazan de bibe pisûleya Jineolojiyê.
Jineolojî dema rêbazên xwe diyar dike; nêzî heqîqetê dahûrandina têkiliya mirov û civakê, bi civaka em têde dijîn re têkilî danînê, lêkolînkirina civaka mirov, xwezaya zîhniyeta mirov, pergala xebitandina wê, avahiya wê rast û bikûrahî naskirin û pênasekirinê, taybetiya mirov a xwedî karaktereka metafizîk e her tim li ber çav digire. Tu car ji bîr nake ku rêbazên hatine avakirin, bi giranî mohrên aqlê mêr ê serdest digirin. Li hember vê rastiyê, her tim pêşxistina şiyariya zîhnî weke prensîbên bingehîn qebûl dike.
DEWAM DIKE………