TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH ÖCALAN
Ya pêk tê desthilatdariya zilam û koletiya jinê ye. Jixwe ev şêwaza yekbûnê li serê partiyê dibe bela. Gelek kirêtî û koletiyê vedişêre. Bêrêxistiniyê vedişêre, bêtekoşîniyê vedişêre. Gihiştina lewaziyên erzan, dibe qedîna erzan a zayendîtiyê. Hevgirtina lêwaziyên erzan dibe bêrêxistiniyê, bêtekoşîniyê û berbi bêsiyasitiyê ve dibe. Dema ku tê artêşbûnê jî, jixwe berbi tûnebûnê ve dibe. Li gor têkîliyên wisa tê avakirin encam bi pêş dikeve. Pir balkêş e, hindek ji bo hev ketine nava partiyê. Armanca siyasî, civakî û leşkerî bi aliyekî ve berde, keç û kurên ku di malbatê de tengav bûne hev girtine û hatine nava PKK ê. Dema ku yek diçe ya din jiyan nake û xwe dikuje. Yan jî dema ku ew têkîliya takekesî ya ew dixwaze nebe, xwe dikuje. Weke ku bêşarezayî ye tevdigere. Bi wateye ku ev kêmanî di destpêkê de hatiye kirin.
Niha di têkîliya min de çima wisa nebûye? Têkîliyeke hetanî qonaxa dawiyê bi nakok û têkîliyeke ku tekoşînê ferz dike. Bi rastî jî di hundirê wê de tekoşîneke pir mezin heye û tekoşîna îstîxbarat û sîxuriyê jî heye. Ez wê jî li ser zêde dikim. Xwe serokê siyasî dizane û yek jî ji bo xwatirê wê tekoşîneke wê heye.
Sazbûneke cewaz a siyasî û tekoşînî çêdibe. Ji aliyê çandî ve cewaz e, ji ber vê yekê jî tekoşîneke çandî û wêjeyî dê çêbibe. Ji ber ku cewaz e û wisa xwe ferz dike. Statuya wê ya civakî bi serê xwe tekoşîneke çînî ye. Yek jî hindek pîvanên ku jinayetî li gor xwe disepîne hene û ev yek dikare bibe tekoşîneke mezin a di navbera zayendan de.
Di vê mijarê de ji bo ku ez nebim kesayetekî demî çi pêwîst dikir? An diviya ku ez serê xwe bitewînim ( ku rewşa serî tewandînê de jî ezê bi gelek teşeyan bi binketibama). Yanî hun ji bo ku hêza li hevkirinê ya zayendîtiya erzan û hestyariyê bi dest bixin, esas keç ji kur re, kur jî ji keçê re serî ditewîne. Ev ji bo we rawe ye. Lê ji ber ku min pêwîst dît ez hindekî xwe biparêzim vê yekê rê ji tekoşîneke mezin re vekir. Me fêm kir. Vaye li gor sosyalîzmê têkîlî, vayê pîvanên rêxistinê, vaye şêwaza propagandayê û vaye pîvanên cur be cur ên azadiyê û wekheviyê. Tu carekê dinihêrî ev nayê pêk anîn. Ji ber ku ya li hember ji bo serokatiya Kurdistanê dilêyîze. Ji desthilatiya zilam zêdetir, bi kar anîna ketîbûna jinê lîstokeke pir erzan a jinê dike, di hundirê xwe de dihizire ku li komê desthilatiyê pêk bîne. Piştre jî derket holê ku qelsiya zilamê Kurd a pir kûr girtiye, hemû hevalên min ên ku li derûdora min pir bi nirx bûn bi wî şêwazê nêzîkî wan bûye.
Di vê navbêrê de em Kemal Pîr bi bîr bînin. Ew ji zû ve pê hesiyaye ku, ew bêyî ku di vê komê de bixebite, bi ihtimaleke mezin bi taybetmendiyên xwe yên jintiyê ve dixwaze komê bike bin bandora xwe. Qaşo hîna di heft-heşt saliya xwe de li gor pîvanên feodal û hevkariyê weke serokekê hatiye mezinkirin. Statuya civakî bi tevahî wê disepîne seroktiyê. Çi têkîliyên wê bi kedê ve tuneye. Bihizirin him pîvanên xiyaneta netewî û him xiyaneta civakî û him jî taybetmendiyên dijberî civakî yek jî serokatiyeke ku ji taybetmendiyên jiniktiyê ve hatiye afirandin. Û ev wisa bi plan û amade tê nava komê. Em jî ji her alî ve xwedî rewşeke nebes in. Ji aliyê civakî ve, hatiye parvekirin çi amadekariyeke rişt a serokatiyê nîne. Dîsa aliyê naskirina jinê jî tune ye. Di derbarê zilamek divê bibe zilamekî çawa de jî, hîna gumanên min hene. Hîna weke zilamekî min xwe bi pîvan amade nekiriye. Hindek gelemperiyaneyî û li ser çawanî pêşvexistina kar hîs û hizrên min hebûn.
Di vir de ya girîng, rewşa ku gelek kes di biçuktiya xwe de ketine nav, xwe nexistina min a wê rewşê bû. Ew rewş çi ye? Vaye weke ku em hêsanî evîndar bûn, em li hev hatin, me li hev kir, rewşeke wisa nabe. Em li hev nehatin ku! Dîsa nêrina van hevalên me digotin, “em lêbixin û biavêjin.” Hindek endamên hêja yên koma me, di temeneke pir zû de bi şêweyeke herî tund li cezakirinê dihizirîn.
Kemal Pîr û hevalê me cemîl bayik digotin, “hevalê me çawa tehemula vê dike û divê em vê hema bikujin.” Li hember ev heqareta mezin tu zilam nikare li ber xwe bide. Ev darezîna demekê ye, lê di encamê de digotin. Tiştekî ku hevalê me dizane heye, em xwe têkil nekin û di navbera xwe de guftugo kiribûn û kemal piştî berxwedana xwe ya mezin bi şûn ve dema ku şehîd dikeve dibêje, pêwîstiya ne jibîrkirina wê jinê divê misoger bê zanîn û heke pêwîst bike divê were cezakirin. Kûrahiya wê ez nizanim. Lê taybetmendiyeke girîng a wesiyata wan ev e û wisa pêş dikeve. Ew, dihizire ku belkî ez dê ji baskê ve bibin û bikevim. Bêguman li gor wî ez hevalekî wî yê nirxdar im. Kemal şervanekî baş bû û erjeng li ber xwe da. Erê, baweriya wî ya bi berxwedan û serkeftina min pir bilind e. Lê dihizire ku bi riya wê jinê gengaze ez bikevim an jî ji ber wê xeterê pirsgirêkek were serê min. Û di wir de pêwîstiya ne ji bîrkirina wê dibêje, ku nêrîneke di cihê xwe de ye. Lê ez jî ne di rewşeke wisa de me ku bi hêsanî bin bikevim. A rast ew jî dibêje heval dizane, lê dîsa jî ji diyarkirina van paş ve namîne.
Erê nêrîna hevalên me yên zu cezakirinê, diviya ku rastbûya? Piştî wê derkete holê ku, dê neşiyariyeke mezin bûya. Hema hema dewlet temsîl dikir. Me bi wê re arîstokrasî, hevkariya feodal girtiye bin kontrolê. Dibe ku di destpêkê de ne ewqasî bi zanebûn bû. Lê bi wate hîsdarî bûn. Me azadiya jinê girtiye bin kontrolê, heke ku em xwe berdin, her weke ku emê xwe ji wijdana rejîmê re bihêlin. Bi xwe ji niha ve, bûyereke mezin e ku ez bawerim vegeriyaye rewşa têkîliyeke bingeh a dewletê ku dikole.
Dewletê bi ihtimaleke mezin, di salên 1976-77-78’an de bi riya vê têkîliyê xwastiye me bigre bin kontrolê û ji bo vê xebitiye. Û me jî ev yek hindekî bi hîs û piştî wê bi zanebûn hewl da ku binirxînin. Bi vê re kontrolkirina vê dewletê dihate wateya kontrolkirina beşên hevkar. Prototîp e, lê wateya wê ev e. Me bûyera jina azad bi vê re derxiste holê. Kişkişîna serokatiyê heta ku bûyera serokatiyê jî me bi vê yekê re derxiste holê. Ev yek bi tevahî pêwîstiya meşandina tekoşîneke pisporane derdixe pêş. Û em jî wisa bi nêzîkatiyeke erzan pirsgirêkê tênaperînin.
Di sala 1978’an de biryarbûyîna hevalan a tasfiyê kirinê derdikeve holê. Niha wê demê helwesteke min jî hebû, heta mala ku ez tê de dimam, ez jê reviya bûm. lê dîsa jî min xwe her weke ku ji vê têkîliyê re neçar hîs dikir. Ev neçariyeke hestyarî bû, yan neçariyeke zayendîtî bû? Zêde bawer nakim. Hîseke wisa heye ku, digot, “tu ji vê têkîliyê re neçarî, niha ev têkîlî ji te re pêwîst e û tu nikarî wê biavêjî.” Niha hîna baştir tê fêmkirin ku, weke tedbîreke siyasî ew tehemul pir bi bandor û ew neçarî pir bi bandor e. Yanî çi ji bo derketina ji Enqerê be, çi ji bo ya Amedê be ev têkîlî ji bo min pêwîst bû. Esas gumanên min jî hene, dîsa her wisa dema dibêjim girêdayî û mecbûrim jî gumanên min pir vekirî û tekoşîna min pir vekirî ye. Aliyê dijber jî wisa vala nasekine. Ji ber ku bi ihtimaleke mezin, ew bixwe jî rewşa dîrokî ji me baştir dizane û di ferxê de ye. Û di ferxa wê de ye ku em dixwazin çi rizgar bikin. Yanî em parî ji devê şêr xelas dikin. Pirsgirêka Kurd berbi rizgariyê ve tê birin û bi ihtimaleke mezin dîsa pirsgirêk di wêneraniya wê de ye. Her wisa ji bo tehrîk bike û zû encam bigre çi pêwîste wê dike. Bi jiniktiya xwe dilêyîze. Rûyên xwe yên serokatiyê yên heyî bi kar tîne. Zanebûna xwe ya siyasî bihêz bi kar tîne û pir bi pîvan û hevseng tevdigere.
Yên bêpîvan û hevseng em in. An jî yên di vê mijarê de bêplan em in. Erê armanca me û xwe sepandina me heye. Lê ya wê cewaz e. Ya girîng dema ku ew jî li gor xwe min kontrol dike dihizire ku dê gelê Kurdistanê kontrol bike. Ew jî naxwaze berde. Lê çawa naxwaze berde. Ez wê demê rojane rê digrim, jiyana min a hefteyane û mehane ji bo rejîmê dibe derbeyeke mirinî. Û hindekî jî ji ber wê û rexmî wê û bi wê re di nava şerekî de, dualî di nava nakokiyekê de dibe. Dewlet dîsa bi ihtimaleke mezin (ku wê demê di nava kar de bûyera Pîlot jî heye û ew jî bi vê ve girêdayî ye) ew ji aliyekî de, ev ji aliyêkê de hewl didin ku me bikin bin kontrolê û ji beriya 1980 î bi dawî bibe me bigihînin encamê. Em bi hev re ketine nava têkîliyeke pir germ an jî bi hev re ketine nava şerekî pir germ.
Tê bîra min, bi rastî jî wê demê çayek jî ji destan nedihate girtin û di germa tîrmehê de hema jiyan hatibû asteke neliberxwedanî. Lê dîsa jî neçariya di bin bandora ev têkîliya dualî de meşandina tekoşînê hebû. Başe ku me kariye em vê tekoşînê bidim. Ji ber ku ez dihizirim, ev nebûya gelo şêwaza bi ser me ve hatina dewleta Tirk dê weke din çawa çêbûya?
Dê dubare bibe. Piştî wê rojnameger cuneyt arcayurek nivîsî, “şelipîna mezin a dewleta me.” Ugur Mumcu di pirtûka bernivîsê de dibêje, “ma MÎT ji Apo re bû alîkar?” Esas alîkariya ku dibêje, ew endamên peywirdarbûn. Her wiha wê demê Pîlot bêeman li min digere, hetanî gund diçe û dibêje li kû ye? Ya din jî di nava malê de her weke ku jiyaneke nayê pejirîn disepîne. Dema ku Kemal Pîr ew dika di mal de dibîne dibêje, “em lêbidin bikujin.” Lê em dijîn. Piştre ev yek derkete holê ku dewlet girêdayî van şopandina me bes dibîne. Di vê navberê de pêwîste mirov bi bîr bîne ku Ecevît jî di serê kar de ye. Hîna zêdetir bi şopandinê xwe têrkirin, ez bawerim pîvanek e. Piştî wê kontr-gerîla hesabê vê giran ji Ecevît girt. Ji ber ku, piştre fêm kirin ku bi vê şêwazê îdarekirina min têr nekiriye û ev yek jî bi rêka Ecevît hatiye kirin ( Ecevît vê yekê nizane, hetanî wê demê hîna navê PKK ê jî nîne ma dê çawa Ecevît bizane!). Şopîna ku ji wan re hatiye diyarkirin wiha bû, kesekî ji rêze ye, weke çepgir an jî Kurdewarên dîtir e. Ya li ser wan dihate pêkanîn bi rêka kovarê eşkerekirina nêrîn û piştre girtina dadgehê ye. Dê ji bo me jî ev yek pêk anîbana. Vaye tiştên ku dixwazin bibêjin, Ecevît bêku zanibe di vê derê de ji me re bûye alîkar.
Pirsgirêk ne ev e jî, li gor hawirdora rojê zêdetirê wê nedihate kirin. Lê dîsa jî gelekî girîng e. Ji ber ku gavavêtina me weke her gavavêtinê nîne, ji aliyê wan ve gelekî xeternak e, (ku, wê demê hindekî pê dihesin jî), lê hindekî jî pir rebenî ye. Ji ber ku rexmî hindek gumanan, dema me di 1’ê çileya 1977’an de di mala Pîlot de civîn li dar xist, Pîlot jî digot, “kewê di çentede ye.” Ji diduyan yek her ew çîrok vedigotin. Digot, “weke xwêyî ye”, “civîk çawa bi xwêyê tê xwarin?” yanî misoger em di wêneraniya xwe de dihiziriyan. Piştre bi şêwazeke zanistî pêwîstiya xwe xilaskirina ji vê atmosferê hetanî ku em ji Enqerê, heta ji Amedê derketin me nebihîst. Û piştre eşkere bû ku vê yekê dewlet xistiye nava xapandinê û taktîka me rast girtiye.
DEWAN DIKE…..