JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Di tevahiya dîroka civakîbûnê de, kîjan rêbaz, ji aliyê kê ve, çawa, li ku derê hatin bikaranîn, li ser vê nêrîneke bi asoyên fireh, kûr û felsefîk afirandin, wê ji erkên destpêkê yên Jineolojiyê bin. Jineolojî, bi zanebûna “rêbaz paradîgmaya herî bingehîn a kapîtalîzmê ye” û “ev pergal rêbazê dike heqîqet, heqîqetê dike rêbaz”, ji bo vê hezar û yek kemînan datîne, wê rêbazên lêkolînê hilbijêre. Ev rastiya pergala kapîtalîst, herî zêde di mêtingehkirina hebûna jinê de tê bikaranîn. Bi vê zanebûnê, wê rêbazên lêkolîn û gihîştina heqîqetê pêş bixe. ‘Rêbazên lêgerîna li rastiyê yên zanistên civakî yên navend Ewrûpa, li gorî pêdiviya cewhera xwe, serwerperest (hegemonîst) in. Rêyên alternatîv ên rastiyê, bi du rêbazên bingehîn ve, hema hema negengaz (bêîmkan) dikin. A yekemîn nêzîkatiya gerdûnewer a monist (xweperest)e. Rastî (heqîqet) herdem tê daxistin ‘yek’ê. Ya duyemîn, modêla dîmanewer a bêsînor e. Dema dibêje ku rastiyeke herkesî, li gorî xwe, heye; di cewher de hewl dide derbibirre ku rastî tine ye. Ev tiştekî wisa ye mîna ku mirov bêje her tişt guheriye, ji bo mirov îdea bike ku ti tişt neguheriye. Eşkere ye ku herdu rêbaz jî di daxistkariyê de dibin yek. Hem ‘tekperestî’ya gerdûnewer û hem jî ‘tekanîtî’ya dîmanewer, bi daxistina rastiyê bo ‘tek’ê, karakterên xwe yên serwer bi eşkereyî diteyisînin.’ Jineolojî derbaskirina van metodên lêkolînê ku Rêber Abdullah Öcalan pênase dike, hedef digre û armanca Jineolojiyê dewlemendî û zêdehiya rêyên ku ber bi heqîqetê ve diçe nişan bide.
Jineolojî, di mijara rêbazê de xebitîna diyalektîkê di her mijarê de li ber çav digire. Ji ber ku hemû avabûnên di gerdûnê de, bi karakterîstîkî dualî ne. Jineolojî tevlî fikra ku dibêje; dualîte, dijîtî yan jî her du seriyên hevdu tune dikin, dînamîka avabûn û pêşketinê ji vê tunekirinê çêdibe, nabe. Di rêgezên gerdûn û xwezaya civakî de rêbaza tez, antîtez û sentezê guncawtir dibîne. Dualîteya di her pêkhatina gerdûnê de heye, têkilî û bandorbûna vana ya bi hev re dinirxîne û wisa wate dide guherîn û pêşketinan. Jineolojî dizane ku dikare vê rêbazê dema xwezaya civakî digire dest jî bi kar bîne û di azadkirina kes û civakê de jî weke rêbazeke girîng dinirxîne.
Dubendiyên weke gerdûnparêzî-îzafîtî, çerxwarî-li ser xetekê (xêzikî), kûrewîparêzî-heremparêzî bi narînî dest digre Jineolojî. Lê di wê ferqe de ye ku ev dubendî xeteriyên çawa dihewînin û li gorî vê zanebûnê wê nêzîk bibe. Jineolojî, di wê îdîayê de ye ku bibe zanista jiyana civakî. Ligorîxwebûnê, weke rê û rêbaza bi qasî hejmara mirovan li serikan şîrove nake. Aşkere ye ku gerdûnîparêziyê jî weke rêgezparêziya gerdûnî ya naguhere, pêşketina dûz-li ser xetekê nagire dest û berevajî nake. Ya girîng; gerdûnîtiyê û ligorîxwebûnê bêyî ku li qutbên dijber veguherîne, weke du rewşên rastiya civakî ya di nav hev de tên jiyankirin destgirtin e. Dizane ku ne pêşketina li ser xeteke rast, ne jî dubarebûna bêserûbinî, di ravekirina heqîqetê de bi tena serê xwe têr nakin. Watedayîneke rast a kêli’yê ku vê weke aliyê pêşketinê ya pêşketineke dubarebûnê dihesibîne, dîtina karakterê dubarebûnê ya pêşketinê, bandorbûna bêserûbinî û kêliyê û hiskirina ku hevdu dihewînin, di gihîştina heqîqetê de weke şêmûkên têgihîştinê yên girîng dinirxîne. Rêbaza diyalektîk bi qasî hebûna mirovahiyê kevn e û ji awayên fikirîna çanda xwedavendîtiyê ye. Pêşxistina aliyê wê yê “diyalektîka pêşdebir û avaker” hedef digire. Bi diyalektîkeke wiha, gihîştina nêzikahiyeke ku xwezaya civakî û xwezaya yekemîn bi aheng bigire dest esas digire.
Metafizîka ku “‘Rejîmên mêtinkar ên zîhnî’ mîna afirînerekî ji derve li ser mêjiyê xwezaya civakî bi cî dike.” rexne dike û hewl dide derbas bike. Lê metafizîka ku “hebûnên di fikir û his de xuya dikin” jî dibîne û wate didê. Tevlî fikra;mirov bê metafizîk nabe, dibe. Hewl dide vê fikrê bi tevahî zîhniyetên pozîtîvîzmê ew xesandiye, ji nû ve bide qezenckirin. Mîtolojî, ol, felsefe û zanist, exlaq, her cure huner, polîtîka û teknîka hilberînê xwedî taybetiyên metafizîk in. Vê fikrê qebûl dike û di lêkolînên xwe de rêbazan pêş dixe. ‘ Li vê derê mijara ku pêwîst e were ronîkirin, ne dubendiya metafizîk û diyalektîkê ye, lê veqetînên di navbera afirandinên metafizîkên baş û xweş û metafizîkên xirab û kirêt de ne. Dîsa, ne dubendiyên ol-bêolî û felsefe-zanist, lê bawerî, heqîqet û rastiyên olî, felsefî û zanistî ne, ku jiyanê bêhtir rakêşer û dilkêş dikin.’ rêbazên pêkanîna lêgerên heqîqetê yên di vê tespîtê de tê destnîşankirin di afirîne. Ji bo texrîbatên pozîtîvîzmê di zîhnê mirov de afirandî biselihîne, baş bike; bi nezaniya wê re ya ku li ser navê neqebûlkirina metafizîkê, gelek nirxên girîng ên di manewiyata mirov de û danehevên pîroz tune dike, di gelek qadên zanistî de têdikoşe.
“…Nêrîna dinyayê ya fizîka Kûantûm, bi nêrînên ku ji hêla kevneşopiyên mîstîk ve tên parastin, bi taybetî bi nêrînên mîstîsîzma (razdarî) Rojhilat re çi qas têkildar in… gelek fizîkvanên weke min ku di nav kevneşopiyeke ji tiştên nediyar, veşare û heta bibêjî ne zanistî re dibêjin qey mîstîsîzm in kamil bûne, dema fikrên xwe bi yên mîstîkan re dane ber hev hişê wan ji serê wan çûye. Şikir ev helwest îro diguhere. Birastî jî fikra Rojhilat êdî bala gelek mirovan dikşîne û êdî bi tinazî û fikar li wê nayê nihêrtin. Hebûna mîstîsîzmê, di nav alema zanistî de cidî tê girtin. Hejmareke zanyarên zêde, di wê zanînê de ne ku wê fikra mîstîk, ji bo felsefeyeke bi teoriyên zanista nûjen re hevgirtî û guncaw in bibe paşxaneyek. Ev, nêrîneke dinyayê ye ku keşfên zanistî yên mirovan, dikare bi hedefên wan ên manewî û baweriyên olî re di nav ahengeke bêqisûr de be.” Ev nirxandinên di pirtûka Frîtjof Capra ya bi navê ‘Di Fikra Rojava de Xala Werçerxê’ de her çend hin kêmasiyên xwe hebin jî (!) lê li ser navê zanistperestiya Rojava, ji devê fizîkvanekî; derbarê sûcê ku nirxên bingehîn ên manewiyata mirov tune hesibandin yan jî tinazê xwe kirinê de, li xwe mikur hatin û rexnedaneke girîng e.
Jineolojî, ji hev cudakirina obje û sûbjeyê ya mohra xwe li rêbazên zanistên pozîtîvîst xistiye bi rexneyî digire dest û rêbazên xwe dispêre zîhniyeteke ku ji vê jihevcudakirinê derbas dike. Ji hev cudakirina obje û sûbje ya dubendiya bingehîn a pergala şaristaniyê ye û li ser vê esasê ji hev cudakirinên weke em-yên din, jin-mêr, xweza-mirov, beden-ruh, xweda-qûl, mirî-zindî ku di fikra mirov de tên kûrkirin û weke dijberiyan tên cîbicîkirin, spartek û desteka bingehîn a modernîteya kapîtalîst e. Jineolojî, weke rêbazên wê di pêşxistina têgihîştina heqîqetê de bi kar bîne de, rêbaza Descartesvarî ya ku ji hev cudakirina obje û sûbje pêş dixe û dike felsefeya bingehîn, napejirîne. Fizîka kûantûmê îspat kiriye ku ji hev cudakirina obje û sûbje nayê mutlaqkirin. Jineolojî vê rastiyê esas digire. Di rêbazên xwe de ji hev cudakirina çavdêr û ya çavdêriya wê tê kirin bi kar nayne. Di dawiyê de bi zanebûna her du jî li beramberî hev di nav bandorbûnekê de ne esas e, rêbazên xwe hildibijêre. Li ser vê bingehê dizane ku heqîqeta wê derkeve holê îzafîtî ye. Ne materyalîzma ku tişt teqez dike ne jî îdealîzma ku kirde teqez dike bi tena serê xwe nagire dest. Her du diyardeyan jî li dijberî hev bi cî nake.
Ew lêgerîna zîhniyet û rêbaza ku ji hev cudakirina obje û sûbje mutlaq nake, bi zanebûna îzafîtiya wan pêş dikeve, têgihîştin û afirandina heqîqetê xurt dike diparêze. Jineolojî di wê baweriyê de ye ku felsefeya civak û dîrokê ya ji hev cudakirina obje û sûbje derbas dike, dikare mirovê azad ava bike. Bergeha hilweşandina hawirdorê ku modernîteya kapîtalîst rê li ber vekiriye, hilweşîn û xerabûna civakê, ji hev cudakirina obje û sûbje, têgînkirina gihîştiyê, bi hêza wate û pêkanînê re rasterast girêdayî ye. Jineolojî, weke zanista jiyan û jiyana civakî têkoşîn dide ku di zanistên civakî de weke cudahiyeke zîhniyetê bi cî bibe; her wiha ji hev cudakirina obje û sûbjeyê mutlaq nake. “Cihêkirina obje û sûbje, kilîta hegemonyaya zîhniyetê ye.” hedefa Jineolojiyê ye ku kilîta di vê diyarkirinê de tê îfadekirin vebike.
Jineolojî di pêşxistina rêbazan de wê yek ji ramanên ku bibe palpişt ev be; bi pêşketina civakî re, rûdana qutbûyîna jîrekiya analitik û jîrekiya hestî qadên azadiya civakî û ferd brîndar û seqet kiriye. Ev qutbûyîn li ser navê mirovahiyê windahiyên mezin dane jiyankirin û mirovahiyê bi xeteriyên mezin re rû bi rû hiştiye.
Jinelojî, taybetiyên jîrekiya hestiyar ên aydî hemû zindiyan in; hêsan lê misogeriya ajoyî, avahiya wê ya bi îstikrar, zû bi zû neketina xeletiyê, sehekiya wê, bi jiyanê re têkiliya wê ya hişk, di mijarên jiyanî de refleksên bi lez û bilindiya qabîliyeta jîrekiya analîtîk ku zûtir dikare hilbijêre, yanê dikare biguherîne li ber çav digire. Di heman demê de dibîne ku jîrekiya hestiyar bi lez rola jîrekiya analîtîk naleyîze, ew cureyê jîrekiye ku ji bo jiyanê pêwîst e, şîrove dike û dide jiyankirin. Karakterê jîrekiya analîtîk a ji ber şîrovekirina zêde ji jirêderketinan re vekiriye û ji ber ku mîna makîneyekê dixebite, ji hestên weke êş, tirs û hezkirinê bêpar e, dema serbest dimîne xeterî dide, empatî û sempatiyê nas nake aşkera dike. Jîrekiya analîtîk ku lez dide pêşketina civakî, ger bi jîrekiya hestiyar re biaheng bixebite; di avakirina kes û civakên qabîliyeta wan a dahûrandinê pêşketî de wê bi roleke diyarker rabe, bi vê rastiyê tevdigere. Ji ber vê yekê Jineolojî, rêbazên xwe dispêrin xebitandina jîrekiya hestiyar a civaka xwezayî û jîrekiya analîtîk a pêvajoyên civaka çînî, bi şêweyekî biaheng, bihevseng û hevdu temam dikin esas digire.
DEWAM DIKE……
(ÇIMA JINEOLOJÎ (Ji Bo Pêşxistina Rêbaza Lêkolîneke Li Gorî Rastiya Jinê
2021-01-23
felsefe
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET