JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Kûantûm; weke fizîka pêlan û perçikên jêratomê; derbarê têgihîştina gerdûna zindî, bisehekî, pergalên bi hilbijartina azad, di heman demê de bûna du tiştên cuda, rêzika nediyariyê tu car bi temamî nayê derbaskirinê û gelek asoyên nû li pêşberî me vekir. Jineolojî, wê di van asoyan re li diyardeyên lêdikole û vedikole binihêre. Dualîteya kûantûmê, yanê ger tu cihê diyardeyê bizanibî tu yê dema wê, ger tu dema wê bizanibî tu yê cihê wê nizanibî li ber çav bigire û tevahî çavdêrî û ezmûnên xwe wisa pêk bîne. Yanê çavdêrî û ezmûnan jî wê bi zanebûna vê dualîteyê şîrove bike. Vê dualîteyê wê bi tespîta; ‘ Di kêliya zanînê de tu ava dibî. Yanî zanîn û avabûn di heman kêliyê de pêk tên…ev, dualîteyeke di sînorên makro û mîkro yên gerdûnê de çêdibe, diherike. Di pêkhatinên herî harîqa yên gerdûnê de xwe dide hiskirin. binirxîne û jiyanî bike.
Dema em li encamên fizîka kûantûmê derdixe holê dinihêrin, têkiliya çavdêr û ya tê çavdêrîkirin ji hev cuda dibe. Çavdêr bandorê li ser made, tişt dike, ya tê çavdêrîkirin jî di şertên labaratoarê de xwe weke xwe nîşanî çavdêr nade. Ev rewş jî heqîqetê tîne rewşeke guhêrbar û îzafî. Girîngiya dengê dilê mirov a hundirîn û çavdêriya hundirîn jî bihesibîne nîşan dide. Li ser vê rastiyê asta lêhûrbûna me, xurtkirina hêza me ya çavdêriyê, asta me ya têgihîştinê zêde dike. Jinelojî, bi zanebûna van taybetiyên mirov, nêzikî diyalektîka pêşketina tevahî gerdûn û xwezaya civakî dibe.
Pêşketinên di kozmos û fizîka kûantûmê de tên jiyankirin; di şîrovekirina pêşketinên xwezayî û civakî de, feraseta sedemîtiya hişk û li ser xeteke rast bênavber pêşketinê ku di fikra Rojava de hakim e, betal kiriye. Pêşketinên bi vî şêwazî, her çiqas di qadên diyar ên jiyanê de, di mekanên bisînor de ji bo demekê werin jiyankirin jî her tim mutleq nînin. Gelek faktorên ku bûyer û diyarde ji hev bandor dibin; ji gelek îhtimal û dibetiyan re derî vedike. Dibe ku gelek pêşketinên bi pirhêlî derkevin holê. Li gorî pêkhateya fikra kûantûmê ya esas; di diyalektîka pêşketinê de, di her diyardeyê de peydabûna ‘navbera kaos’ê ye.
Serfirazî û karakterê pergalên civakî yên wê di vê navbera kaosê de pêş bikeve, asta têkoşîna beşên civakî yên ku vê dijîn wê diyar bike. Jineolojî, dema weke feraseta zanista civakî ya bi navend jin ku wê têkoşîna azadiya jinê xwe bispêrê pêş dikeve, ev taybetiyên rêbaza kûantûmîk her tim li ber çav digire. Nermî, azadî, pirhêlî, dewlemendî, cudahîtî, curbecurî, potansiyel û îhtimalên guherîna xwezaya civakî dizane û di lêkolîn û vekolînê xwe de rêbaza kûantûmîk esas digire. Dizane ku eger em jin bi vê rêbazê pirsgirêk û çareseriyên jiyana civakî bigirin dest, em ê ji rastiyên hatine mutleqkirin dûr bimînin, bi şêwazekî bi rêgeza çêbûna gerdûnî re biaheng, nêzî şekilgirtina zîhnî ya ji piralîtiya rastî û heqîqetê re vekirî bibin.
Jineolojî bi baweriya heke mîkro kozmos, yanê mirova/mirovê ku kurteyeke gerdûnê ye û li nava kozmosa kûantûmê disekine ger were dahûrandin, wê her du gerdûn jî (kûantûm-kozmos) werin fêmkirin rêbazên xwe ava dike. Dizane ku zîhniyeta ku ji mirov baş fêm bike wê ji gerdûnê jî fêm bike.
Jineolojî, pergala fikra anîmîzmê (candarîtî) ku fizîka kûantûmê ew derxistiye holê û beriya bi milyonan sal komên mirovan jî bi sehekî pê zanibûne û weke ol jiyane, feraseta xwezaya zindî esas digire û wisa nêzî xwezayê dibe. Bi vê nêzikahiya felsefî û hiskirina sehekî, hedef dike ku zanista ekolojiyê pêş bixe. Forma destpêkê ya komên mirovan, bi herikîna enerjiya xwezaya gerdûnê re ahengdar, li ser felsefeyeke rast, bi ekolojiyê şêweyên wan ê jiyanê lêkolîn dike. Bi ola wan koman û anîmîzma ku “zanista civakî ya beriya dîrokê” ye, bi cewhera wan a azadîxwaz û wekhevîxwaz lêkolînên xwe yên civakî pêş dixe.
Jineolojî, van rêgezên bingehîn ên derbarê rêbaz de, bi jîrekiya jinê yê azad û sehekiya xas ê aydê jinê şîrove dike. Aliyên pozîtîf û negatif ên şêwaz û rêbazên fikirandinê yên mîtolojî, ol, felsefe û zanistê, bi hev re lêkolîn dike, dinirxîne. Bi qasî kes û civakên azad pêş bixe, ji van şêwazên ku mirovatî bi hezaran sal e yan di nav hev de an jî dijberî hev ev şêwaz bikaranîne, sûdê werdigre. Ti rêbazan bi aliyên wan ên tenê pozîtîf an jî tenê negatîf nake mîna pût an jî der nake. Jineolojî, bi qasî rêbazên olî, mîtolojîk, felsefî û zanistî, zîhniyeta ku çand-huner û edebiyatê têkilî hev dike; “zîhniyeta armonîk” esas digire.
Bi van prensîbên bingehîn, emê destpêkê rêbaza mitolojik lêkolîn bikin ku dîroka mirovahiyê bi hezaran sal ev rêbaz asas girtiye. Emê weke rêbaza mîtolojiyê lêkolîn bikin ku ev rêbaz xwezayê zîndîwer digre dest, ferq û cewazî naxe navbera însên û xwezayê û her wiha qonaxa zarokatiyê ya zîhniyeta mirovahiyê ye. Mîtolojî bi hezaran sal di zihne mirovahiyê de bi bandor bû. Pişt re bi pêşketinên ol û zanistê xwestin ku ji bîra mirovahiyê paqij bikin. Lê îro jî mîtolojî di jiyan û rêbazên mirovahiyê de bi bandor e. Ji ber vê sedemê, Jineolojî di rêbazên lêkolîna xwe de, weke metoda ravekirina heqîqetê, wê ji mîtolojiyê sûd werbigire.
Zindîwer, gerdûnî û ruhê zaroktiyê ku taybetmendiyên mîtolojiyê ne , di afirandina feraseta rêbazê de wê best û îlhamê bide me. Di xwezayê de curbecurî, nermbûn, kaos, tevlihevî, pir-rengî, afirînerî û netemambûn di me de berdewam dike, ji ber vê yekê em ‘jin û jiyan’ in. Ji bo vê, mîtolojiya ku awayê fikra çaxên dayîka xwedavend hê dijî, di lêgerîna xwe ya rêbaz û lêkolînê de, em mîna xizneyeke bêserûbin dinirxînin. Ev rêbaza tê de sehek, jîrekiya hestiyarî û his bibandor in, bi nêrîneke afirîner dîtin û di dîtina rêbazên nû de mîna çavkaniyek jê feydegirtinê em esas digirin.
Jineolojî, di bergeha van rastiyên giştî de rêbaza mîtolojîk; bi qasî aliyên wê yên pozîtîf bibîne rexneyî jî digire dest. Mîtolojiyê weke jîrekiya analîtîk a destpêkê ji anîmîzmê ber bi derbasbûna lêgerîna zihniyeta xwedayên hukum dikin dinirxîne. Mîtolojiya ku di bîra mirov de şopên kûr hiştin ne tam çaxê şaristaniyê ye ne jî liderveyî wê ye. Ya rastî sêwiran û afirîneya destpêkê ya gelek têgîn, sazî û teoriyên dema derbasbûna şaristaniyê ye mîtolojî. Di mîtolojiyê de bandorên anîmîzmê heta bibêjî zêde ne. Lê, ya ku derewên despêkê yên desthilatdarî û yekdestdariyê li ser civaka xwezayî înşa kirine, berevajîkirinên wan û îxaneta wan a li gotin û wateyê, xwedavendîtiyê parçe parçe kirine û afirandine jî mîtolojî ye. Her çend zimanê wê helbestî be jî… Ev, rastiyeke ku zanistên civakî bi aşkerayî dikarin tespît bikin; mîtolojî û gotinên olên yekxwedayî ku wê di demên piştre de ji wan re bibe çavkanî, di avakirina desthilatdariyê de û di civakê de rewakirina wê de heta bibêjî bibandor in.
Mîtolojiyê, li dijî xwedavendan xwedayên firtoneyan afirand, erd û ezman tevlîhev kir, xwedavendan parçe parçe kir û bêqîmet hişt, xweda bilind kir asîmanan. Ji xwedayên dostê mirovan, xwedayên dûr, xerîb û bi tirs afirand. Mirovan ji pîsiya xwe afirand û qûltiyê weke fermana xweda di zîhnê mirovan de rewa kir. Û karakterê mirov ê nerm keşif kir, şekil dayîn û kedxwariya wê keşif kir. Jineolojî, ji bo şopa “Jîrekiya mîtolojîk a bi kokên bavkanî û qalibên zîhnî yên bi çavkaniya wê” di roja me de, di her qadê jiyanê de bigere û bikaribe biguherîne, veguherîne, wê bi narînî li ser vê rêbaza fikirandinê bisekine. Dîsa bi hayjêhebûna di dîroka jinan de şikestina cînsîtî ya yekem û di dîroka mirovahiyê de jî hemû endamên wekhev û azad ên civaka xwezayî veguherandina çîna qûl, avahiya fikrî ye ku şoreşên dijber pêş dixe, vê rêbazê digire dest. Rêbaza mîtolojîk, şerê di navbera xwedayan de digire dest û şer, hîle, tecawiz û gelek heqaretên li ser jinê rewa û pîroz dike. Jineolojî, vê realîteya forma fikrî ya yekem ku aqlê mêrê qurnaz û deshilatdar, civaka xwezayî û yekparebûna jin û mêr parçe dike analîz dike û wisa nêz dibe.
Dîsa rêbaza mîtolojiyê ye yê bingehên dewletîkirinê avêtî. Emê jibîr nekin bê yekemîn ew formê zanist û hişmendiyê ye ku xwedayên hikimdar, evdên wan yên ku wê birêve bibin û payeya nemiriniyê dide rêvebiran peyda kiriye jî mitolojiye. Her wiha wê her tim di bîra me de be ku yekem olê çîna serwer a ber bi pêdarê ve ye, newekhevî koledariyê ye jî. Mîtolojî, li beramberî stûxwariyê xelatan wad dike û bingeha fikrî ya kolekirinê, afirandina utopyaya bihuşt û dojehê ya yekemîn e. Rastiyek e ku ji bo olên yekxwedayî çavkanîtiyê jî dike. Vê şêwaza ku bi hezar salan e bîra civakan dagir dike ji nedîtî ve nayê. Hewl dide wate bide mîtolojiya ku avahiya fikra demên destpêkê yên mirovahiyê ye. Vê yekê, weke divêtiya rast analîzkirina ol, edebiyat û hunerê jî pêş dixe.
Di afirandina feraseta rêbaza xwe de, ji rêbazên fikrê yê bingehîn ku em ê lêkolîn bikin û şîroveyên rexneyî li ser bikin; bi taybetî olên yekxwedayî ne. ‘Heyf û mixabin, nexweşbîniya ku weke taybetmendiyeke yekxwedayetiyê pêş ketiye, îro me ew çend pejirandiye, bi qasî ku li hemberî xwedayên din emê nebînin bê ev yek wê bibe helwesteke dijminane ya nû’ Ev nexweşbînî û pejirandina di vê tespîta di pirtûka Karen Armstrongê ya bi navê Dîroka Xwedayan de, di jiyanên me de berdêleke giran bi me daye, ev berdêl bi sedsalan pir giran bûye û hê jî dibe. Ev ol bi aliyên xwe yên dogmatîk, qederparêz, determînîst, zenûn, rêzika hişk ku dibêje her tişt ji berê ve ji aliyê xwedê ve hatiye diyarkirin, di zîhnê mirov de texrîbatên giran çêkiriye. Beriya her tiştî, li ser fikra azad pir zêde sînor hatine danîn. Xwedayek heye ku li şuna însên li her tiştî fikiriye, qanûnên ku wî daniye hene. Ev rêbaz ne li gorî nermbûn, zindîwer û piraliya însên e.
Olên yekxwedayî ku li ser jinê çanda şikestina cinsîtî ya mezin a duyem pêş xistine, di serî de jin, divê her beşên bi zanistên civakî re eleqedar in derbarê vê mijarê de hûr û kûr lêkolîn bikin. Şoreşa dijber a şikestina cinsîtî ya yekem bi mîtolojiyê pêk hatiye, bi olên yekxwedayî jî dibe fermana xwedê ya di hikmê qanûn de. Ev ferman ku jinê bi çanda fedîkirin, reşkirin û nefretê dorpêç dike, afirandina rêbaza fikra olî ye. Yek ji wan mijaran e ku em ê bi rexneyî lê binihêrin. Dijminatiya felsefeyê, ji fikrên cuda yên şîrove û îtîrazan pêş dixin û ji berhemên wan re jî mijareke din ê rexneyî ye. Wisa ku di vê bergehê de şewitandina her zanyarekê, çerm gurandin, jêkirina ziman, dardekirin û tunekirina pirtûkên wan mîna fermana xweda bi rihetiyeke mezin bi cî tîne. Ev jî yek ji janên herî mezin ên di wicdana mirovahiyê de ye. Ji encamên vê yê herî bingehîn jî, zîhnê mirov ji fikra felsefî û zanistî ya pir hêja mehrûm maye.
‘’Bi dogmabûyîna mîtolojiyê re dîn pêk tê. Olbûn bi dualî qiymet digire. Di mantiqê de rê li ber têgeha ‘fikra misoger’ vedike. Qanûna xwedayî her ku diçe bi qanûna xwezayê re dibe yek. Di xweza û civakê de fikra tevgerbûna diyalektîk, beriya derkeve wiha tê astengkirin, rêya fikirandina îdealîst vedibe. Fikir, heta bibêjî ji diyardeyan qut dibe û bi serê xwe, bêkontrol pêş dikeve. Fikra îdealîst, di nav xwe de dikeve serboriyeke bêserûbin, zîhniyeta civakî qatek din ji alema rastiyan dûr dixe. Pêşketina fikra olî, bi demê re di gelek qadên bingehîn ên mîna hiqûq, siyaset, aborî, exlaq û hunerê dibe dogmayên hişk. Aliyê wê yê bi tenê erênî ew e ku di gavavêtina fikra neberçav de telşên mezin di nava civakê de vedike, zorê dide fikra felsefî û zanistî, û nebi-destê xwe ji wan re zemîn amade dike. Fikra zanist û felsefeyê bi fikra dînî re di nava pêwendiyeke diyalektîkî de pêş dikeve.’
Ev mijarên ku Rêber Abdullah Öcalan balê dikşîne ser, derbarê pêşketina fikra olî û bandorên wê yên di jiyana civakî de ji bo ku bi awayekî sosyolojîk analîz bên kirinê argumanên heta bibêjî girîng pêşkêş dike. Dogmayên olî, pêdarbûna çîna bi dewletî heta bibêjî hêsan kirine. Ji ber ku dewlet û rêveberên dewletê, bi rêzikên olî yên di hikmê qanûn de, siya xweda yê li ser rûyê erdê ne. Ji bo li ser navê xwedê civakê birêve bibin heta dawî hatine rayedarkirin. Eger fikra olî ev qas hatibe perestkirin, sedem ewe ku ji avahiya fikrî ya berjewendiyên şaristaniya deshilatparêz û dewletparêz re heta bibêjî guncaw e. Ya rastî, ji destê kesên erka rêvebirina vê şaristaniyê ji xwe re hedef girtine ve hatiye çêkirin. Yên vê forma fikra razber çêkirine, ji bo ku gel weke ku rastî be jê bawer bikin amûrên wê jî afirandine. Bi feraseta xwedayê ku civakê ditirsîne, ceza dike, li dinya wî alî di agir de dişewitîne yan jî bi bihuştê xelat dike, vê bi ser xistine.
DEWAM DIKE…….
(ÇIMA JINEOLOJÎ (Ji Bo Pêşxistina Rêbaza Lêkolîneke Li Gorî Rastiya Jinê
2021-01-24
analîtîk
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET