ŞERÊ HESTAN

2021-01-24 dîrok

TAHLÎLÊN RÊBER ABDULLAH ÖCALAN
Taktîkeke gelekî girîng e. Hetanî wê demê me ji vê dewletê mehane digirt. Em bi wî diravî komê bi rê ve dibin. Him jî me dişopînin. Ez bi karanîna wan gelek têkîliyan didim meşandin, ew jî dihizirin ku wan ez weke malekî girtî me. Ramaneke weke, “di destên me de ye, her dem li gel dewletê ye, dibe ku niha bînin” serdest e. Di dawiya zivistana 1978’an de li Enqerê li benda min dimînin. Hemû şopandinên ku ez didim, di wê rengê de ye ku ezê bizivirim Enqereyê. Heta li Amedê mal hatiye girtin, kelûpelên malê hatine standin, em jî ji vê yekê re pesendî raber dikin. Dema rapor wisa diçin, tu planeke cuda pêş nakeve.
Bêguman ji nişka ve bi teşeyeke dizî ji holê wendabûyîna min heye, di serî de ji Pîlot û piştre jî ji wê jinê dema ez bi dizî di wateyekê de dema ku bêxeber çûm ev dibû vala derxistineke mezin a dewletê. Ez vê ewqas bi eşkereyî nakim, dema ku ez niha vê yekê eşkere rave dikim, wê demê ez ewqas ne zanebûm û ne jî di rewşeke şarezayiya diyarkirinê de bûm. Me jî dişopand. Dema ew te bi kar tîne, tuyê jî wê bi kar bînî. Ew çiqas pîvanan dixe zorê, tuyê jî wê ewqas bixî nava zorê. Radestî nîne. Em bibêjin li gor şêwaza Kurdên kevin lawo ev pîrek çima wisa ye û qedandin nîne. Hetanî heval ji vê yekê bi guman bûn. Ew Tekoşîn derketibû, digot, “Pîlot bi guman e, çima nakujin?” Niha ez li Pîlot bixim, a rast emê dewletê şiyar bikin û ev têkîlî jî wisa ye. Û girêdayî vê gelekî hate xwastin ku muxalefet were pêşvexistin.
Dema niha ez van hemuyan dibêjim, esas ez bi têkîliyeke pir rast re dikevim rê. Di destpêkê de wisa, “ajan e ez wê bi kar bînim ne” min digot dibe ku bikare bibe rêheval û ez wisa nêzîk dibûm. Lê ez şiyarbûyînê jî ji dest bernadim. Ên herî nêzîkî min bin jî ez wisa me. Ev yek girîng e.
Aliyên jinê yên balkêş hene, zilaman gelekî bandor dike. Ez dizanim zilamê Kurd jî di mijara jinê de çiqasî lewaz e. Heta ez bi xwe jî yekî lewaz im. Ez komê saz dikim, esas raman û sazkirina hemû komê dibin berpirsyariya min de ye. Lê jin her weke ku destekî dizî komê serûbin dike. Bi taybet jî aliyên xwe yên jinî yên bi bandor bi kar tîne û vê yekê dike. Wê demê hindekî nêzîkatiyên balkêş ên ku min bi pêş dixistin hebûn, niha ez ji her keçê re nabêjim bizewice yan jî nezewice ez vê yekê nasepînim. Ev yek tê zanîn. Têgînên weke “destgirtiyê” jî zêdetir nirx nadimê û bi wate nabînim. Lê wê demê min berovajiyê vê yekê kir. Min got tedbîr tedbîr e û heke di nava koma me de keseke baş ku ez pê re bibin destgirt dê baştir bibe. Bi esasî, gotineke di cihê xwe de ye û yek ji karên baş ên min e. Min got dibe ev yek ez jî bim û hevalekî dîtirê be jî. Aliyê dijber jî, vê helwestê dişopîne. Ez vê gotinê vala nabêjim û li hember gelekî baldar im. Yanî dema ez wan dibêjim, ez di hewayeke taktîkî de me. Hevaleke me yê cewaz hebû. Min got bi wî re tiştekî wisa bike.
Ev jî li gor min çareseriyek bû. Piştre ez dinêrim bi wê têkîliyê dihizire ku însyatîfa komê bigre destên xwe. Hevalê xort ê ku bi xwe pê re têkîldar bû jî, ji serokên komê yên sereke bû. Yan jî yekî ku ji vê yekê berendam bû. Bi kêmanî namzetê wê bû. Bi ihtimaleke mezin dema ku ew hilbijart bi ferasetekî wisa bû ku “bi vî re ez dikarim kar bi pêş ve bixim”. Her wiha ev feraset piştî wê jî hebû. Bi vê têkîliyê re dê însyatîfa komê bigre destên xwe û min biavêje aliyeke ku hîna ji wê demê ve encama ku dixwaze dê bigre.
Piştî wê nêrî ku şensê wê li hemberî min zêde tuneye, heta qet tune ye. Û piştre jî bi ser pêşniyaza min ve hat. Eleqe nîşan dan, vaye bi wê re dikeve pêşniyaza têkîliyê.
Pir balkêş e. Têkîliyên min ên bi wê malbatê re tê bîra min û ez dibêjim, “min çawa bi ser xist?” pir zor e lê min ceriband. Yanî wisa bi wêrekî min gav avêt. Ez çûm ketim mala wan. Maleke balkêş e. Li gor pîvanên Kurdistanê hetanî qonaxê baş hatiye rêxistin û heta maleke pir klasîk bû. Ez bi xwe jî şaş dimînim, me çawa cesaret kir û me xwe lê anî. Ew jî gelekî bi guman bû. Dihizirî û digot, “gelo bi rastî jî encama evîneke pir bilind e, yan jî di nava wê helwestê de armanceke siyasî ye?” bêguman nezanîna wê negengaz bû. Lê pêwîstiya wê jî ji vê yekê re heye. Ew bi xwe jî xwedî armanceke siyasî ye. Xwe dispêre çekên xwe yên herî mezin, çeka jiniktiyê û dixwaze encam bigre. Ev ji aliyê wê de jî dibe rastiya guftûgoyeke dirêj. Ji ber ku lebat tevahî vê yekê diyar dikin. Heke ev encama evîneke bilind û eleqederekê be û bi xwe yeka wisa be, wê min radest bigre û rewşa ku gelekî ketiye nav de, divê ez jî bikevim nava rewşeke şipandiyê wê.
Niha ez li wê dinihêrim, ev tam ne wisa ye. Dibêje, “heke ev tam hesabê serokatiyeke siyasî be ezê bikarim baştir vê yekê pêk bînim.” Yek jî dinihêre, ez xwe ji serokatiya siyasî jî nadim paş û di vê rewşê de têkîliyeke asayî jî wê tu caran bi pêş nekeve. Bûyereke kişkişîne wisa didome û diçe.
Domandin û germbûyîna tekoşînê jênerev e. Ji ber ku armanc pir cewaz in. Di vir de zayendîtî tenê ji bo hev bandorkirinê ne. Yan jî ji aliyê min de wateya wê cewaz e û ji aliyê wê ve jî armanca wê cewaz e. Lê dîsa jî gavek e. Bi esas jin dê nêzî têkîliyeke wisa nebe. Lê hetanî dawiyê piştgiriyê dike û piştî wê jî ev domand. Yanî jiniktiya xwe weke çekekê bi kar anîn bi ihtimaleke mezin bi zanebûn bû. Yanî ji ber ku ne jineke wisa ketî bû. Lê vê dike çekek. Lêwaziya di zilamê Kurd de dizane. Jixwe di nirxandinên xwe de jî ev dianî ser ziman û ez ji vê re şahid bûm. Xwediyê hunereke bi şêwaza nêzîkatiyeke herî biçuk zilam xistina bin bandora xwe bû. Piştî wê hetanî sala 1986’an bi tu keçan nefes neda girtin û hemû hevalên xort ên li derûdora me, yan bi ser de çûyîna xwe yan jî bi kar anîna hindek keçan ve xist bin bandorê. Esas ev kar jî hêjayî fêmkirinê ye.
Ji bo baş were fêmkirin ez dibêjim. Li gel min hindek heval hebûn. Ew bi qandî ku qesta canê me bikin xistibûn bin bandorê. Dema beşekê dikşîne gel xwe beşa din jî dibe berbi xeta xwe kuştinê ve. Jineke ku dixwaze hindekî bi pêşbikeve weke ku bênefes dihêle, yan bi xwe ve girê dide yan mirin jî tevlî, wê ceza dike. Zilamekî yan tam diavêje derveyî komê, yan jî misoger bi xwe ve girê dide. Têkîliya jin-zilam jî bi tevahî li ser vê bingehê dide bikaranîn.
Hun dibînin ku, bûyereke mezin e.
Çima wisa dibe? Ji aliyê min ve di serî de diyar e, wê bûyereke riskdar be. Bêguman min jî tedbîrên xwe girtine. Heke ew weke jineke serbest tevbigere, dê bi tevahî serûbine hev bike. Ez dixwazim bi pîvanan ve bidim girêdan. Eşkere derdikeve holê ku wan jî nasnake. Ez jî pêdîvîdar im. Ji ber ku pêkanîna derketina ji Enqerê û piştre jî ji Amedê ewqas hêsan nîne. Yan jî weke ku hindekî din dikin pêk nayê.
Û piştre heman azîne berdewam dike.
Zilam di heman deqeyê de tune dibe, jin ji planên xwe yên bi vê şêwazê cudatir tu tiştekî nahizire. Pênc-deh keç hene. Tevahî kar û xebatên wan bi dest xistina hindek zilam in. Hindek zilam hene kar û xebata wan tiştê ku ji têkîliyê fêm dikin ji ketîbûnê wêdetir derbas nabe.
Min bi vê re çawa îdare kir? Esas meseleyeke mezin e. Em vê dikarin çawa rave bikin? Encax ev dikare bi wêjeyeke pir baş bê ravekirin. Tu çi zilambî zilamekî wisa be û tu çi jin bî jineke wisa be. Di ezmûnên min de heye. Îro jî gelek hewl didin wê teqlîd bikin û gelek dixwazin wê bi kar bînin û ya li hemberî min jî vê têkîliyê hewlnak bi kar tîne. Rakêşa derûnî ya ku ew dide afirandin besî kuştina kesan e.
Ez di hindek mijarên dîtirê de jî wisa me. Heke ez bi karekî ve mijul bibim ezê hetanî dawiyê pê re mijûl bibim, nabêjim çi heye çi nîne û dest jê bernadim. Di vê têkîliyê de jî wisa ye. Di jinê de çi heye çi tune ye ji bo ku hetanî dawiyê fêm bikim pê re mijul bûm. Çi ye? Dibe azîneyeke girîng a fêrbûyînê. Tiştekî nîv hiştin nîne. Ta ku ez bi giştî fêm bikim dikevim pêy. Dema ku ez vê yekê dikim, bêguman weke hindekên din bi rû û çavan dernaxînim. Bi hêsanî evîndar nabim. Dilê min heye, lê mejiyê hîna zêdetir lê pêy fêmkirina pêvajoyê ye. Dîsa ez ezeziyê nakim. Hunê bawer bikin, li ser vê pêvajoyê bi giştî belkî her gav diviya bi kuştinê bihata encamkirin. Lê ji bo kom neyînî bandor nebe min tenê yek gotin jî nekir. Min rojekê jî rojev neşidand. Û tenê rojekê jî negot têkîliya min a taybet heye û ev têkîliya taybet min aloz dike, “hey komê ji min re bibe alîkar!” tu caran min ev yek negot û min gotineke wiha neanî ser zimanê xwe.
Ev jî şêwazek e. Xeternak e. Ka em binêrin dê çi bibe? Û bêguman em aliyê dijber kontrol dikin. Ji bo ku ez weke zilamekî kevneşop neyêm nirxandin rewşa ku deh demjimêran jî jê re tehemûl neyê kirin min bi sebrekê deh salan tehemul kir. Mesele, “ji çawaniya têkîliyê û viyanê wêdetir, fêmkirina bûyerê ye.”
Ma sosyalîstek dikare wiha be? Rewşenbirekî entelektuel ma dikare wiha be? Ma Kurdek dikare wiha be? Ji vê yekê zêdetir aliyê gumanbar e. Dixwaze jiniktiya xwe çawa bi kar bîne? Dibin rûpoşa sosyalîst de dixwaze çi bike? Yan di bin rûpoşa Kurdeyetiyê de çi ye? Kesayeta feodal-komprador dixwaze bibe ku derê?
Heke bal were kişandin tam serpêhatiyek e. Ji serpêhatiyê wêdetir pevçûyîneke mezin e û esas li gor min şerekî mezin e. Ji ber ku vî şerî weke şerê xwe nabînin, asta hevalên me yên dahûrîna civakî, zexmkirina têkîliya yan jî asta çareserkirinê pir paş ve ye. Bêguman dema ku dibêjim balkêşbûn, destpêkbûn vê yekê tînin ser ziman.
Hetanî dawiyê dirûst im û ji bo her têkîliyê re vekirî me. Lê aliyê dijber qasî ku bibînim jî li ser viyanê desthilat im. Li vir li cihê me zilamekî dîtir bifikirin. An dê tam bikeve bin fermana jinê yan dê jinê bedre, yan jî bikuje. Weke din tu rêkên navbeynê nînin. Him jî deh demjimêr an jî hefteyek.
Lê li holê malbateke ku xwe bi her alî ve spartiye dewletê heye. Li ser komê hindek teserûfên xeternak mijara gotinê ne. Min dê yan dev ji karê komê berda, karê Kurdeyetiyê berda, weke fermanberekî bigota, “xwedê yarebî, careke din tobe ji van karan re”, yan jî min dê dawiya vî karî anîba. Ez bawerim di şêwazê têkîliyên we hemûyan de rewşên cuda mijara gotinê ne. We qet atmosfera siyasî, civakî, çandî û giyanî bi pêş çavan negirtiye. “zayendîtî xweş e, zewqê tîne” û di wê derê de viyana we şikestiye. Yan jî bûyera nedîtin û ne jiyîna zayendîtiyê di gelekan de bi bandor e. Ez bawerim ev yek jî bi kêmanî qasî ya din dibe xeternakiyan. Bi zayendîtî azwerî, bi zayendîtî hest divê ev yek jî di me de li ser çerçoveyeke dîrokî were rûniştandin. Ji bo sosyalîstekî têkîlî gelekî girîng in. Heke ketûber bi dest were girtin, di serî têkçûyîn çêdibe.
Vaye di bingehê dîrokî de min ji vê jinê derxiste holê. Di zayenditiyê de rastiyeke rûxîn û qedîneke mezin dijî. Bi azadiyê re tu têkîliya wê nîne. Zilam jixwe ewqas qurbanê xapandinên xwe ye. Di vê derê de sosyalîzm namîne; berxwedan, azadiya viyanî û viyana berxwedêr namîne.
Di vê xalê de ez çawa zayendîtiyê berni encamê ve dibim? Esas vê encamê jî em dikarin ji pêşiyê de bibînin û formûle bikin. Misoger e ku desthilatdaran ji sedhezar salan bi vir ve têkîlî wisa bi kar anîne; ji çemka namûsê bigre hetanî çemka zewqê ev têkîlî xistiye nava şaşûmaşiyekê. Ez vê yekê dibînim. Lê divê tedbîr çibe? Vaye yên ku min li ser xwe pêkanîne hene. Mesela min dikarî bi hêsanî jinek bidîta. Hîna di temenê biçuk de bi kevneşopên gundiyetiyê ve dikarîbûn min bizewicînin. Û heta min anî ser ziman di malbatê de lêgerîneke wisa hebû. Wêrekiya gotina ji min re jî raber nekirin. Evîna min a wê demê muhafazekariya min bû.
Divê hest hebin.
Di vê xalê de divê ez rastiyekê bi bîr bînim; divê hezkirina mezin û hesta mezin hebe. Vaye ez her wisa me. Hîna di dema zaroktiya min de, li gor min keçên gundemê yên ku divê bi hêsanî nedana tu kesî, divê her bi min re bûna. Heta bejna çend kesan hîna di bîra min de ye.
Te digot belkî ew keç ên min bûn û bi darê zorê ji min girtin.
Min weke heqaret dinirxand. Hun dikarin bibêjin ku, “ji te re çi ye, keça mala filankesî di filan dîrokê de dayine mêr an jî hatiye dayîn. Her tişt di dîrokê de bûye û çûye. Tu çima hîna wisa difikirî?” bêguman ezê bifirikirim. Heta xwîşkeke min jî hebû, min vegot. Zilamekî ku qet nasnedikir hat, bi teşeyeke stûr çend telîs genim û çend bizin dan bavê min û keçik girtin û birin. Ev yek hîna di bîra min de ye. Ev çi têkîliye? Bêguman ev hemû pirsgirêk in. Vaye, keça filankesî çûye filan mêrî, ez baş dizanim ku ew ketiyekî zayendîtiyê bû. Esas keç dikarîbû pêş biketa. Navên wan jî hîna di bîra min de ne, hemû jî bûn qurbanê şaştî, yan jî paşverûtiya gund. Jixwe piştre bi dest girtina min a keçan misoger bi pêkanînên min ên gund re têkîldar e. Piştre di dibistana navîn û zanîngehê de jî hebû.
Ez bawerim niha dikarim hevokeke di cihê xwe de bibêjim. Xweşikiyên şoreşê ( vaye ev dibe dengek jî. Cara yekem dema min kilamek ji aram guhdar kir, min got divê misoger ev deng bê rizgarkirin û min wisa gav avête nava siyasetê), di bin pergaleke wisa de ev keç, ev xweşikî yan jî pênaseyên van xweşikiyan divê wisa neçûbana. Heke bal were kişandin niha ez xwedî şensê jiyîna bi van xweşikiyan re nînim. Lê ev pirsgirêk e û divê li oxira wê şoreşek were çêkirin.
Erê, li hember zûqetîneke ji min, tevgera ku min piştre sererast kiriye, ji civakê toleke mezin hildigre. Zilamê tekoşînvanê duh qadirî çi ye? Ez her wisa me. Dibe ku wê demê min tu tiştek nekiribe, lê min kîna xwe, hesta xwe, hêrsa xwe li hev komkir, komkir û vegerande teqînê. Niha bi hezaran, heke em hîna derî vekin gelek keç tên. Ev yek tê çi wateyê?
Ev yek tolgirtina min a mezin nîşan dike.
Ez bûm xwediyê wîjdanê. Di vê mijarê de ez naşipim tu kesê dîtir. Bi hezaran jin, keçên ciwan bi teşeyeke xeternak digrin û tên birin û dê wîjdana min, hestên min ji vê yekê bandor nebin!
Vekirî li holêyê divê were hizirîn. Van hemûyan jî bigre û bifroşe! Têkîliyeke ji Mêrdînê tê bîra min. Qaşo hevalê min ê şoreşger bû. Lê rasthatî ez rojekê çûm mala wî. Keç hîna di bîra min de ye. Gotin, “ev keç jina wî ye.” Min li zilam temaşe kir, şêstê xwe derbas dike. Min li keçikê temaşe kir, 12-13 salî ye. Qaşo ez di maleke şoreşger de me û xwarinê dixwim. Çiqas malbateke xweşik a şoreşger e! Bêguman min yek ji sondên xwe yên tolwergirtina mezin jî li wê malê da. Min got, “emê wê têkîliyê bi erdê bikin yek.” Tu kesî ew keç nedizanî, nedibihîst, lê min bihîst. Wisa gelek bihîstinên min hebûn. Hindek kesên dîtir bûna dê gotibana, “rêzên mezin, mezinê me ye.” Ji ber ku dil tuneye.
Belkî ev ji we re weke gotinên dînan bên. Lê hevkomiya taybetmendiyên min in. Zêdetir ez bi vê mijarê re mijul dibim, yanî kûrahî-serdestî pêş dikeve.
Kontrolkirina jinê weke kontrolkirina dirav e.
Jin, diravek e, ji dirav ziravtir e.
Di heman demê de divê di civaka çînayetiyê de yan jî di civaka meta de li ser bê hizirîn. Civaka metaya jinê weke metayê herî nirxdar amade dike û li gor wê pêşkeş dike. Rêgezeke sosyalîzmê jî, dewsa sîstema nirxa metayî anîna sîstemeke cuda ye. Ev yek pêwîstiyeke cewaz a ji jinê re jî diyar dike. Em dê çawa jinê ji metabûyînê derbixin? Bûyereke mezin e û nêzîkatî û hewleke mezin dixwaze.
Him jî diraveke çawa? Hindek diravên ku ji serdema romayê mane, hindek diravên ji tenekeyan in, hindek jî diravên zêrîn in… Çawa jin ketiye rewşa diraviyê. Bêguman em nikarin bibêjin, “vaye ji te re ewqas dirav, vaye ji te re ewqas jin.” Ez di vê mijarê de rêgeza azadiyê bingeh digrim. Di vê rêgezê de bûyera dirav kar nake. Hewlên min ên pêvçûnê yek jê jî ev e. Têperandina ev rewşa diraviyê sererastiya jiyanê ya li gor rêgeza azadiyê bûyereke mezin e. Ev, belkî ji tekoşîna dijberî desthilatdaran zortir e.
Esas ez gelekî hestyar im.
Hîna ji heft saliya xwe ez raber dikim ku, ez çawa bi keçan re têkîldar im. Yanî wisa nebêjin, nezane fêm nake. Ez, kesekî erjeng im ku li dûv xweşikiya jinê ya erjeng digerim. Ji dibistana navîn ve be, ji lîse yan jî zangîngehê ve be hîna hemû keç li pêş çavên min in, lê bêguman ev yek pêşveçûyîna di hundirê min de ye. Lê di aliyê dîtir de jî ez wateya dirav dizanim. Ji ber deh qirûşan her roj bi keviran didan dûv min. Lê niha min ew her du xeterî li gel xwe dîl girtine. Di wê wateyê de dîl: yanî min ew xirabiyên wan û li gor pîvanên kapîtalîzmê tevgerbûna wan asteng kiriye. Bi teşeyeke erjeng divê ez pêşiya xeteriya dirav bigrim û ya girîng jî divê ez bigîhinim rast bi kar anînê. Dema min bertêla yekem girt jî, pirsgirêkeke wisa derkete pêşberî min. Ezê girtina bertêlê çi bikim? Hetanî sibehê ez aram nebûm, di nava gumanan de mam. Min got, “gelo ma ez xirab dibim?” Min got, “ev bi yek şertê dikare were qebûlkirin.” Ev, bûyereke pêkhatî ya di nava Kurdistanê de ye. Dibe ku ev dirav xerabiyê tîne serê Kurdistane. Min got, ezê vê diravê ji bo başiya wê bidim bikaranîn û min qebûl kir.
Her kes bi dirav xirab dibe, lê niha ez wê didim kontrolkirin. Ez bawerim niha têkîliyeke baş a dirav heye. Hindekî baştir dibe. Jin jî wisa ye. Em jinê didin lêhûrînkirin û bi hêz dikin. Bêguman dema ku ez jinê didim girêdan di wateya koletiyê de ne, berovajiyê vê yekê ji bo rizgarkirina wê ya ji koledariyê ye. Weke din dibe kirêtiyeke mezin e, weke din jin kambaxiyeke mezin e. Di reva min a dîtir jî paşverûtiya jinê heye. Hîna tê bîra min û gelekî jî li ser hizirîm: min digot, “bila xwedê tu kesî weke jinê neke.” Yanî ji ber ne ecibandina min, berovajiyê vê min weke çavkaniya jiyanê ya bihêz nirxand. Lê statuya ku hebû ji bo min tirsnak bû. Û jin çawa dikare vê statuyê bijî? Ez hîna vê pirsê ji xwe dikim. Yanî xwe bixin dewsa keçeke ciwan, bi ew pîvanên klasîk ve xistina pîrek, ez dibêjim karê herî xeternak û kirêt ê cîhanê ye.

Pirtûk

Nivîs