JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Forma fikra olî, di dinyaya zîhnî ya mirov de, di manewiyat û jiyana madî de, di tevahiya dîrokê de û di roja me ya îro de jî şopên kûr afirandiye û heta bibêjî bi bandor e. Yek ji berpisiyariyên bingehîn ê Jineolojiya ku di îdîaya zanista jiyana civakî radibe ewe ku, watedarkirina vê formê ye û bi dahûrandin û şîroveyên sosyolojîk destgirtin e. Nêzikahiya Jineolojiyê ya ji bo fikra olî ku ji bo bîrewerî û hebûna civakî formekî bi rîşe ye, ne mîna redkirina pozîtîvîzmê, ne mîna nêzikahiya materyalîzma çor û ne jî mîna perestkirin û nelêpirsandina qerisî ya îdealîzmê ye. Diyardeya ol û bi maneya giştî teolojî ku di vê pirtûkê de di mijarên rêbaz û nêzikahiya hebûna jinê de me pir qismî girtiye dest; di pêvajoyên pêş me de wê bibe ji qadên ku Jineolojî bi lêkolîn û vekolanan bi berfirehî nêzik bibe. Jineolojî, rêbaza olî, ji aliyê watedarkirina xwezaya civakî, bîrewerî û dîroka wê ve bi girîngî digire dest.
Rêbaza olî, li gel ku rê li ber pêşketina fikra felsefe û zanistê vekiriye, aliyekî erênî yê din jî, di civakê de lez daye pêşketina diyardeya exlaqê. Kirinên mirov, di bergeha başî û xerabiyê de tên şîrovekirin û bi qanûnên exlaqî ve tên girêdan. Dema em rola exlaqê ya jêneger, di hebûn û pêşketina civakî de, difikirin, wateya ku ol ji vê diyardeyê re tevkariyên pozîtîf bike jî em dikarin bi kûrahî têbigihîjin. Jineolojî, di rêbazên wê pêş bixe de ji ber ku hebûna exlaqê ji bo azadiya civakî jêneger dibîne, hurmetkar nêzikî tevkariya olê ya vê qadê dibe. Dîsa dema dîroka olan bi merceka jinê hûr û kûr were lêkolînkirin, di vê qadê de tevlîbûn, bandor û rolên jinan jî wê weke cudahiyên girîng tevlî dahûrandina me ya sosyolojîk bibe.
Bi taybetî di kevneşopiya Rojhilata Navîn de, ev mijareke gelekî girîng e. Mirov tenê olên yekxwedayî yên ku bûne yan jî ew kirine olên fermî û mezhebên ew rewa dibînin lêkolîn bike, wê li ser navê civaka xwezayî windahiyeke mezin be. Li gel vekolandina van olan, pêwîst e mirov li ser baweriyên ku berhemên felsefeya fikirîn û jiyana gelan in jî bisekine û mane bidê. Weke mînak, tevgerên Manî û Mîtra ku di demên destpêkê yên Xiristiyaniyê de çalak bûne. Manî (P.Z. 216-276) bi sentezeke tevlîkirina Xiristiyanî, Zerduştî û Helenîzmê, li hember girêka kor a şer û zilma împaratoriyên Roma û Sasanî bi gelan didan jiyankirin, xwest derçûnekê pêş bixe. Bi destê muhafezekariya şaristaniya Sasanî ve hat qetilkirin. Piştî mirina wî, ji aliyê Xiristiyaniyê ve ku bi demê re bû ola fermî, bi tirs û nefreteke mezin hat destgirtin. Fikrên Manî ji fikreke olî bêtir , xwedî taybetiyên felsefe û hunerê bûn. Olên civakan ên beriya xwe înkar nedikir. Di vî warî de dikaribû li hember dogmatîzma olî û rastiya hişk a ev li ser civakê ferz dikin bibûya alternatîfek.
Disa li gorî vê bergehê, baweriyeke ku pêwist e mirov bigre dest, baweriya kevnare ya kurdan Mazdeîzm e. Di vê mijarê de argumanên ku Rêber Abdullah Öcalan di nirxandinên xwe de peşkeş dike hêjayê lêkolîn û vekolanan e; ‘Hiyerarşî û hevkartiya bi şaristaniyê re çiqasî pêşde çû, çanda qebîleyê ji hev parçe bû, di nava tevger û bîrbirina qebîleyê de bivênevê cihêbûna obje-sûbjeyê pêk hat. Li dijî vê tevgera bîrbirinê ku hegemonya îdeolojîk a Sumer nîşan dide, tevî çanda dayika xwendawend a ji rêûresmê (Çanda Xwedawend Starê) tevgera baweriyê ya nûjenxwaz a Mazdayê bi pêş ket. Sîstema baweriyê ya Mazdaîk xwe disipêre dualîteya hêzên ronahî û tariyê. Ew bi xwe digihîje dualîteya diyalektîkê. Nîşan dide ku bîrewerî çêbûye di biwara tevgera diyalektîk tez-antîtezê de ya ku ji bo bûyînê hewce ye. Bi vî aliyê xwe, tevgerek e ku ji dualîteya xwedayê afirîner û evdê afirandî ya vedîtineke çor a mîtolojiya Sumer e, gelekî li pêştir e. Baweriya Mazdaîk bi xwe diyalektîka gerdûnî dike bingehê xwe. Bi îdeolojiya xwedayê afirîner û evdê afirandî evd-obje rastiya gerdûnî îfade nake û ji vê jî wêdetir di bîreweriya mirov de rê li ber berevajîkirinekê vekir ku sererastkirina wê gelekî zor e. Ev tevgera bîrbirinê ya mohra xwe li tevahiya dînan, nexasim jî li dînên yekxwedayî xistiye, bingehê tevgerên zêhniyetê yên xwe disipêrin cihêbûna obje-sûbje yên heta îro hatine, danîne. Tevî Taotiya li Çînê û hin şêweyên din ên li Hindistanê, şêweyê bîrbirinê yê Mazdaîk celebekî cuda yê zêhniyetê temsîl dike. Bi vê zêhniyetê li şûna dualîteya afirîner-afirandî, li pêşketina diyalektîkî ya xwe bi xwe pêk tîne, derî vedibe.’
Di sedsalên destpêkê yên pêşketina Îslamê de tevgerên tesewifê jî derketin, di Zuhd û Zahidiyê de ku ji yekem şaxên tesewifê bûn, hêjaye ku rola jinê bê lêkolînkirinê. Ji wan deman dest pê dike, heta sedsalên 11. û ۱۲, tesewûfvanên jin ên gihane, di perwerdekirina tesewûfvanên jin û mêr de rola ku girtine, di demên piştre de di bergeha xizmeta civakî de dergahên saz kirine û bi rê ve birine û gelek seknên jinan ên di vê qadê de, şênber daneyên sosyolojîk in ku divê ji çavkaniyên wan bên lêkolînkirin. Û ev pêşketin di nav hevbandoriya bi Îslamê re û sentezkirina olên kevn ên gelan bi îslamê re hatine jiyankirin. Ji ber vê sedemê, rêbaza fikra olî, bi nêrînên seransere û pozîtîvîst-oryantalîst dest negirtin, di rêya ku diçe azadiya civakî û takekesî de ji bo serfiraziyê bivênevê ye.
Heke “Zanyariya ku bi qasî ol dîrokeke xwe ya kevn heye, mirov dikare mîna despêka felfeseyê bihesibîne. ‘Pîşeyê zanyartî û felsefeyê bi xwe hunerê gera li heqîqeta civakî ye.’ be di dîroka civakî de zanyarên destpêkê jin in. Wan, di demên herî bi zehmet ên civakîbûnê de, heqîqetên bingehîn ku bikaribin civakê biafirînin û berdewam bikin dîtine. Jineolojî di avakirina pêşxistina rêbaza xwe û rejîma heqîqetê de, rastiya zanyartiyê ku li ser navê felsefeye ji dest çûye, dide ber lêpirsînê. Di tevahiya dîroka civakî de, di pêşketina fikrî de aliyên erênî û neyînî yên felsefeyê di ber çav re derbas dike. Di lêgerîna rêbaz de, rêbaza felsefeyê grîng dibine ku ev pêkhateya rêbazê asoyên nû pêşkêşî mirovahiyê kiriye, li hemberî dogmayên olî û îdealîzmê bûye derçûneke nefesî û bi vî hawî jî şoreşeke mezin a fikrî ye. Felsefe, bi çavdêriya ya şênber û jîrekiya hestiyar girtiye nav xwe û hêza razberkirineke bilind afirandiye; forma fikrî ye ku tevkariya herî zêde daye zanistê. Hemû qadên jiyanê, tevahî qadên zanistê, giştî pêkhateyên zanînê, nivîsandina dîrokê, xwe dispêrin felsefeyê. Jineolojî tevlî vê nêrîna rojava nabe ku li gorî vê nêrînê, jiyan bê rêbazê felsefeye ne dibe û ne jî tê şîrovekirin û her wiha ev rêbaz li Yewnanîstanê dest pê kiriye. Bawer dike ku seretayîya zanatiya felsefeyê, ji kevneşopiya Rojhilata Navîn e û ji fikra dayika xwedawend despêka xwe digre. Jineolojî, merhaleyên derketin û pêşketina fikra felsefeyê ji çavkaniyên pirhêlî û cuda lêkolînkirinê esas digire. Bi qasî taybetmendiya wê ya ku di fikir de pêngav daye çêkirin jî, taybetiyên wê yên ku mirov ji derdorê, ji civakê xerîb dike, bijarte, elît dihêle û parçe dike jî dibîne.
Fikra felsefîk, her ku pêş ketiye yan li ser navê ol yan jî zanistê her tim rûmeta wê ji çav de hatiye xistin û ji jiyanê hatiye qutkirin, razberkirin û daxistine rêjeya jêr a mijûliya tebeqeyeke bijarte. Ji armancên bingehîn ê Jineolojiyê ye ku di lêgerîna rêbaz, wate û rejîma heqîqetê de qiymeta ku felsefe heq dike pê bide qezenckirin. ‘Tesfiyekirina felsefeyê weke zanista heqîqetê û bi vî awayî ji aliyê maneyê ve têkçûna wê, bi qasî qirkirinên maddî û fizîkî yên civakê rê li ber felaketan vedike. Civaka bê felsefe civaka tayê wê bi heqîqetê re qutbûyî ye. Ev jî tê wê maneyê ku civak bi tenê dibe lod û gidîşeke obje û tiştan. Civaka obje jî ew civak e ku bi tevahî qabîliyetên wê yên parastinê şikiyane, mîna gidîşeke alavan li her cure mêtinkariyê vekiriye. Mirov nikare li felaketeke bi qasî civakeke qabîliyeta xweparastinê jidestdayî mezin bifikire.’
Naxwe bêfelsefebûyîn, bêparastinbûyîne. Yanê di asta ji gihayekî jî kêmtir de, di bêmanetiyeke di navbera hebûn û nebûnê de, mîna bêformiya enerjiyeke beredayî li dor xwe zivirîn e. Jineolojî weke zanisteke ku dixwaze felsefeya azadiyê esas bigire û pêş bikeve, hedef dike ku bi jinê, bê felsefebûna di jiyanê de derbas bike. Ew nêzikahiyên bi jinê re bihevrebûneke tenê ajoyî yan jî li gor zêdebûna fizîkî esas digirin, ji naskirin û pênasekirina etîk û estetîk, yekîtî û zêdebûna felsefîk dûr in, ji pêşxistina têkoşîn û keda bihevrebûneke wiha dûr in, dema jinê digirin dest, aşkera ye ku bê felsefebûyî ne. Bê felsefetî jî ji her cure kirêtiyê re vekirî ye. Birastî jî têkiliyên jin û mêr, îro li her welatên dinyayê, dubendiya yan mirin û kuştinê yan jî ji kirîn û firotinê derbas nakin. Têkilî bi giranî di asta dînîtiyê de ne. Di vê de para tunekirina felsefeya jiyanê diyarker e.
Jineolojî, dema rêbaza felsefîk lêkolîn dike û tevlî dewlemendiya rêbazê dike, lêkolînkirina zanyar û fîlozofên di tevahiya dîrokê de jiyane û ji wan hînbûyîna felsefeyê esas digire. Bi taybetî dikeve dû fîlozofên jin ku ji hela bizavên felsefeyên ku ketine xizmeta hêzên dewletparêz û desthilatparêz ve bi israr hatine tune kirin û jinedîtî ve hatine dîtin. Heke zanyartî; ‘ yekparebûna felsefe û sosyolojiyê û rewşa wan bi jiyanê re di zikhev de’ be, jin ji wan nasnameyên bingehîne ku li vê pênaseyê tê. Îro jî zanîn û diyalektîka jiyanê ya jin û bi taybetî dayîkan vê rastiyê îspat dike.Zanînên xwe yên ku li parzûnkê xistine, di jiyanê de di neqişînin. Ji ber vê sedema bingehîne yanî ji ber zanyartiya jinê ye ku civaka polîtîk û exlaqî li derdora jinê tê honandin. Jineolojî, di rêbazên xwe yên lêkolînê, amûr û mekanên xwe de xebitandin û neqişandina vê zanyartiyê esas digire.
Ji aliyê din ve felsefeya Hegel ku felsefeya desthilatiya modernîteya kapîtalîst e “Hê jî wezîfeyeke bingehîn û rojane ya bîrdozî ye ku mirov Hegel fêm bike û ji Hegelparêziyê hesab bipirse. Tevî sûdwergirtina ji Nietzsche û ekola fransî, hewcedarî bi xebatên afirînertir ên felsefeyê hene.”divê bê lêkolînkirin. Li ser vê esasê lêkolînkirina wan, rola vê feraseta felsefîk a rê li ber rewşa jinê ya îro vekiriye dahûrandin û deşîfrekirin; ji bo xebatên felsefeya antî- Hegelparêziyê pêş bikevin alîkarî dayîn, di avakirina rêbazên lêkolîna nû de weke pîvan diyar dike.
Îdîaya zanistê ewe ku li hemberî mîtolojî, ol û felsefeyê hêzeke maneyê ya bilindtir e, lê di roja me ya îro de desthilatparêze û azadî û serbixwebûna xwe winda kiriye. Zanista ku xwe weke şîroveya wateyê ya herî pêşketî pênase dike, bi lez û bez bi deshilatiyê re çawa bûye yek, pêwîst e bê lêpirsînê. Zanisteke wiha, ne dikare îdîaya xwe ya ku dibêje ez şîroveya wateyê ya herî berfireh a xwezaya civakî me bîne ser ziman, ne jî bi layiqî dikare temsîl bike. Bi hezar salan civak bi anîmîzmê, di mîtolojiyan de bi xwedayan, bi felsefe û zanyartiyê hebûna xwe pîrozî kirin. Bîreweriyeke kûr a civakî afirandin. Îro li ser navê zanistîtiyê, di ser de bi pesindariya desthilatiyê ev bîrewerî nayê bêdengkirin.
DEWAM DIKE…..
(ÇIMA JINEOLOJÎ (Ji Bo Pêşxistina Rêbaza Lêkolîneke Li Gorî Rastiya Jinê
2021-01-25
dualîteya
arşîv
hashtag:
Abdullah Ocalan
abori
aşitî
bîrdozî
cinsiyetparêz
civaka çînî
demokrasi
dîrok
ekolojî
ekolojîk
estetîk
ETÎK û ESTETÎK
exlaq
eşq
felsefe
femînîst
femînîzm
hebûn
Heqîqet
hevjiyan
hevjiyana azad
jiyan
Jîneolojî
kapîtalîst
kapîtalîzm
kevneşopi
koçberî
krîz
lêdana hişmendiya desthilatdarî fêzîkî
lêkolîn
Mezopotamya
modernîteya kapîtalîst
polîtîk
pozîtîvîst
Rojhilata Navîn
saziya malbatê
sosyalîzm
sosyoloji
tekoşîn
utopya
Xanedantî
XEYAL
Zilamê Rojhilata Navîn
zîhniyeta mêr
ŞÎDET