(ÇIMA JINEOLOJÎ (Ji Bo Pêşxistina Rêbaza Lêkolîneke Li Gorî Rastiya Jinê

2021-01-26 bîrdozî

JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ
Felsefe û fikra zanistî ya pozîtîvîst, ji salên 1970’yî ve êdî ketine ber lêpirsînê. Weke pêkhateyeke fikrî, zanista pozîtîvîst, ji desthilatparêz, desthilatparêziya mêr, cinsiyetparêz û nîjadparêziyê re palpiştiyê dike. Lêpirsînkirina vê, şansekî afirandiye ku em rûyê xwe bidin bêhejmar formên fikrî yên di xezîneya bîreweriya civakî de cihê xwe digrin, her wiha zanyartiyê û awayê zanînê jî. Bi me daye hiskirin ku bi lezgînî, bi qasî nan û avê pêwîstiya me bi vê heye. Êdî ew zanista ku li ser serê me mîna oleke nûjen, mîna şûrê Demokles me bi derzanistîtiyê, bêsûbjektivîtiyê sûcdar dike û êrîşî nirxên manewî yên kes û civakê dike ku aniye ber qedandinê, êdî tê darizandin. Bi hevpariya gelek sûcên li hember mirovahiyê yan jî bi nesekinandina van sûcan tê tawanbarkirin. Jineolojî, weke zanisteke nû ya jiyana civakî û jiyanê; bêyî ku aliyên fikra zanistî yên pêş dixîne, pêşketinê, jiyanê hêsan dike, derbarê azadî û wekheviyê de asoyan vedike û her du xwezayan bi çavdêrî û ezmûnan watedar dike înkar bike; ji eniya jinê ve wê tevlî vê hesabpirsînê bibe. Ji bo rêbazên lêkolînê zanistî bin bêguman wê baldar be, lê wê ev baldarî ne li gorî zanistperestiya pozîtîvîst be.
Taybetmendiyên rêbaza zanista pozîtîvîst ku li ser cudahiya serkirde û tişt e, parçe dike, cudaker e, cinsparêz û netewparêz e, di lêgerîna rêbaza jineolojiyê de, ji rêbazên bingehîn e ku bi xetên giştî rexne lê digire. Rêbaza zanistê ku mîna rêbazeke ji mîtolojî û olê re alternatîf derketiye jî di eslê xwe de xwedî dogmayên hişk e. Bi taybetî li ser navê sûbje û objektîviyê de. Zanistperestî jî di rêbazên xwe de determînîst e. Lê jiyan herikbar e.
Feraseta zanista pozîtîvîst a modernîteya kapîtalîst, şaşî û nebesiyên ol û metafîzîkê bi kar tîne û xwe mîna oleke nû birêxistin dike, ji bo Jineolojiyê wê ev nebe ew rêbaza ku xwe bispêrê. Ji ber ku pozîtîvîzm, xwe dispêre ‘qanûnên zanistî (!)’ yên di hikmê qanûn de û xwe fermî û rewa îlan dike. Gelek dibistanên fikrî û bizavên bîrdozî yên felsefe û exlaqê yên dîroka civakî, bênirx dike. Yên pergala kapîtalîst napejirînîn û li alternatîfan digerin, awayê fikirandina wan a xweser û lêgerîn û pêşketinên wan ên pergalê pûç dike. Her wiha xwe sipartiye jihevcudakirina obje û sûbjeyê, qada zanistê li dîsîplînên pir zêde parve dike û parçekirinê pêşxistiye. Zanista pozîtîvîst ku di xizmeta pergala kapîtalîst de û weke jêravahiya wî ya fikrî pêş ketiye, armanca zanîn û zanebûnê û girêdana wê ya bi jiyan û civakîbûnê re qut kiriye. Di encam de zanînê ji civakê re, civakê jî ji zanînê re xerîb, biyanî kiriye.
Jineolojî, di lêgerîna rêbazên nû û di honandina rejîma heqîqet û zanînê de; fikir û zîhniyetan weke olî û li derveyî olê kategorîze nake. Hewl dide di warê civakî de bersiv û beramberiyên cureyên zanînên mîtolojîk, olî, felsefîk û zanistî watedar bike. Her yekê bi analîzên sosyolojîk digire dest. Hewl dide di dîroka xwezaya civakî de, di destgirtina xwezaya yekemîn de, dîsa di pêşketina xwezaya sêyem a wê li ser bingeha yekîtiya bi ahenga her duyan were pêşxistin de rola wan fêm bike. Di heman demê de armanc dike ku têkilî û nakokiyên wan ên bi hevdu re, bi çavkaniyên xwe dispêrinê rave bike. Di heman demê de bawer dike ku heke zimanê hevpar ê rêbazên mîtolojîk, olî, felsefî ku xîtabî pêwîstiyên cuda yên xwezaya mirov û civakê dikin pêş bikeve, ji bo krîz û aloziyên civak û kes bi dawî bibin wê bandorên heta bibêjî girîng li ser wan bike.
Jineolojî, li gel prensîb yan jî ferasetên rêbazên giştî ku diyar dike û sabît nagire dest, li gor xweseriyên her zanista di bergeha wê de wê di nav lêgerîna rêbazê de be. Girîngî dide zanistên xwezayê jî, ji nêz ve dişopîne û bi nêrîna jinê, di van zanistan de rexne û nêrînên xwe yên guherîn û veguherîna nêzikahî, rêbaz û paradîgmaya pêwîst e îfade dike. Lê bi rastîyên xwezayî yan jî bi rêbazên zanistên xwezayî, zanistên civakî nagire dest. Li dijî feraseta ku xwezaya civakî bi van rêgezan, bi şêwazekî reduksiyonîst, dadixîne, were dahûrandin, derdikeve. Nêzikahî, rêbaz û destgirtinên li gorî qada zanistên civakîne pêş dixe. Weke mînak, di lêkolîn û vekolanên dîrokê de prensîba Fernand Braudel a dibêje “Divê dîrok were sosyolojîkirin, sosyolojî were dîrokîkirin.” esas digire.
Jineolojî, nêrîna dîrokê ya pozîtîvîst, determînîst a ku dewlet, çîn û zorê weke merhaleyên jêneger ên pêşketina pêşveçûna civakî dibîne, red dike. Destgirtina diyalektîk a ku dîrokê weke şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletparêz ku mîna du çemên sereke diherikin dipejirîne. Dîsa di vegotinên dîrokê de, rêbaza ku aliyê dem û mekanê jinedîtîve tê red dike. Dîroka civakî di nav yekparebûnekê de lêdikole. “Rêbazên dîrokê yên mîkro pozîtîvîst ên tam ketine rola qetlîameke maneyê” bi tena serê xwe watedar nabîne. Girîngî dide yekparebûna vegotinên dîrokên tîkel ên bi vegotinên dîrokê yên gerdûnî re. Rexneyên berfireh li ser feraseta dîrokê ya bîrdoziya mêrê desthilatdar a fermî digre ku ev feraset ji bo dîroka jinê neyê nivîsîn serî li hezar û yek dek û dolaban dide. “…dîrok niha ye, niha jî dîrok e” di bingeha vê felsefeya dîrokê de, şopa dîroka jinê û dîroka civakî di roja me ya îro de, şop û şîfreyên roja me ya îro jî di dîrokê de digere û hewl dide ji hev derxîne, çareser bike.
Dema Jineolojî rêbazên xwe yên lêkolînê pêş dixe, yek ji diyardeyên wê lê baldar be jî taybetiyên mekana lêkolînê ye. Mekanên destpêkê û pêşketinê yên Jineolojiyê, bi tena serê xwe, bi qasî ezberên giştî yên feraseta zanista klasîk, li ser têgihîştina mekana hînbûyî jî helwest û rexneyeke berfireh e. Jineolojî, weke di pêvajoyên ku zanist çawa bi dest û aqlê jinê çêbûye, hemû qadên jiyana civakî, ji bo pêşketinê weke mekanek dipejirîne û wisa pêş dikeve. Tenê zanîngeh, akademî û enstîtuyên lêkolînê yên fermî, weke mekanên lêkolîna bingehîn nabîne. Ev mekan, mekanên ku zanist têde ji xwezaya civakî û dîsa ji xwezaya yekemîn qut û razber bûye, biyanî bûye, desthilat bûye û bi qasî ku cinawiriyên weke qetlîamên cihûyan, bombebaranên Hîroşîma û Nagazakiyê biafirîne wehşî û bêwicdan bûye, vê rastiyê her tim bibîr tîne û bi mesafe nêz dibe.
Yeqîn dike ku lêgerîn û pêşketin, azweriya zanistî, divê her tim xwedî ruhê amator û hewesdar be, bi gotineke din wicdanê hilgire. Ji bo zanist bi civaka exlaqî û polîtîk re, bi eşq û hezkirin, bi danehev û nirxên mirov, bi aliyê metafizîk ên mirov re û bi heqîqetê re girêdana xwe winda neke, ji feydeya civakê dûr nekeve, hilbijartina mekanên lêkolînê pir girîng in. Zanist, ji bo li ser civakê –weke di şerên cîhanê de û bi taybetî di pêvajoyên piştre de hatiye jiyankirin- di sazîbûna yekdestdariyên pêkutî û mêtingeriyê de neyê bikaranîn, divê azadî û nasnameya xwe biparêze û her tim pêş ve bibe. Divê prensîbên hilbijartin û pêşxistina mekanên lêkolînê, ji bo karakterê zanistê yê azad û ji feydeya civakê re pêş bixe, alîkar be, karê wê hêsan bike.
“Karê me yê pêşî yê cidî divê em weke rêbaz bi cih bînin ew e ku em dev ji vê rejîma heqîqetê berdin. Ya rastî divê mirov helwesteke negatîf nîşan bide: divê mirov ji her alî ve negatîf nêzî rejîma heqîqetê ya pergalê bibe! Di vê derê de ez behsa helwesteke hişk û çor nakim. Ez dibêjim; divê mirov wê çareser bike. Ne tenê li dijî tevn û torên desthilatdaran, li dijî navendên mêtingeran jî helwest divê. Kengî ev navend li her deverê li hemberî xwe berxwedaneke manedar dîtin û ji bo avakirina koman xebat hatin meşandin, wê çaxê pergalê ji dûvikê xwe ve hatibe zeftkirin û êdî wê dest pê bike ji hev bikeve.” Ji bo em vê ‘helwesta negatîf’ a ku Rêber Abdullah Öcalan diyar dike pêş bixin, Jineolojî wê her tim hesasiyeta hilbijartina rêbazên rast hilgire.
Li ser vê bingehê wê Jineolojî di hizra herikbarî, rengînî, piralî, nermbûn û guherbariya jiyanê de be û li gorî vê hizrê rêbazan pêk bîne. Disa Jineolojî rêbazên pêkhatî, yên ferq û cudakariyê nahesibîne, tevahî digre dest, yên ku jinan, bindestan, yên ku ji tecrubeyên aliyên civakî yên hêmanên modernîteya demokratik re girtî ne û rêbazên qalib in rexne û analiz dike. Û bi vê analîzê, rêbazên rast ku cî, dem, cîgayîtî, resentiyên bûyer û kesan û guhêrbarên hwd. digire ber çav û feraseta rêbazeke dînamîk qebûl dike. Di lêgerîna rêbazê de xala ku esas digire, ji kîjan pêwîstiya jiyanê re dibe bersiv û yek jî exlaqî ye yan na. Ji ber ku “her rêya diçe armancê mubah” nîne.
Rêbazên reseniya çaviyên civaka exlaqî û polîtîk a ku em dixwazin pêş bixin xera neke, mezin bike, saxlem bike û pêş bixe, berfireh bike wê bibin qebûlên Jineolojiyê. Karê Jineolojiyê rêbazên bi awayên fikrên ku jinan bi hezar salan civakîbûnê honane, parastine hatine afirandin dîtin e. Zîhnê mirov ê zindî, dînamîk û nerm, di sabitbûna rêbazekî de hepskirin, ji potansiyela jîrekiya mirov re neheqiyek e. Ji ber vê yekê, di lêgerîna rêbaza Jineolojiyê de, taybetiya ku xîtabî gerdûnê bike wê diyarker be. Jineolojî, divê ya cîgayî jî bibine û hizir bike.
Hemû cureyên wêjeyê, mîtolojiyê, hunerê, her qadên jiyanê divê vekole, lêkolîn bike. Di van qadan de, divê bikaribe enerjiya jinê ya herikbar biqefêle. Bi çîroka milyonan jinê divê çîroka jinaniyê bihone. Weke mînak; tezek li ser jin û êşê heke were amadekirin, divê di dilên ku êşên cur be cur jiyan kirine de bibe xwîn û bavêje. Yeko yeko di demarên wê de bigere, lê ne tenê bi aliyekî. Divê têbigihîje, hîs bike, bi êşên nikarin werin nîşandan bihese, ji awiran dengên bêdengiyê bibihîze. Sosyolojîkbûn, bi sosyolojiyê nêrîn, ji bo Jineolojiyê wê hinek jî bi rêbaza lêkolîn û vekolîneke wiha mimkun be.
Di rêbaza lêkolîn û vekolînê de rastiya jinê girtin, hinek jî bi rastiyên dinyayê yên tên zanîn re wê li hev neke. Ruhekî lêkolîn û rêbaza vekolîneke li derveyî pergalê, bi meyla karakterên afirîner û jinûve avakar. Veqetîna kirde û tişt, tiştkirinê (objekirin), ji bo ku rêbazeke mêrê desthilatdar e û yekparebûnê, heqîqetê parçe dike, red dike Jineolojî. Dixwaze yekalîbûnê derbas bike ji ber ku jîrekiya hestiyar a jinê û kêrhatina wê ya empatiyê ji zanistê hatiye derxistin. Di wê baweriyê de ye ku, derbaskirina rêbazên lêkolîna aqlê mêr ê serdest, wê dewlemendiya rêbazê jî biafirîne.
Di jiyana civakî de divê em bikevin ferqa dinyayên tarî yên li ser jinê hatine afirandin û hilweşîna van dinyayên tarî. Li ser van mijarên ku wê êdî pêwîstiyên me bin û bêhejmar mijarên têkildarî van pêwistiyan bin, em ê pirsan bipirsin û lêkolînan bikin. Ji ber ku jin carekê qalibên xwe yên zihnî, girtîgehên xwe hilweşîne, wê êdî bi bask bibe û bifire. Ya ku wê bike jî ev e. Ji bo bifire tenê baskên wê derkevin têr nake. Divê ev bask mezin bibin, xurt bibin. Ji bo vê jî divê jin xwe perwerde bikin. Ji bo jin bikaribin lêkolîneke li ser jinê biafirînin em dibêjin Jineolojî.
Ji ber ku piştî dagirkirina dîrokê ji hêla aqil û ruhê mêr ê desthilatdar ve, rêbaza lêkolînê, armanc, amûr û encamên wê her tim û bipergal li dijî jinê hatine xebitandin. Alemeke zanistê îcad bûye ku piştgiriyê dane lêkolînên bi şêwazên mîtolojî, ol û felsefê ku dinyayên bê jin afirandine an jî dinyayên ku jinan qir kirine. Ji ber vê yekê jî hema bêje mirov nikare behsa rastiya lêkolîneke ji qenciya jinê re an jî zanista bêalî ku li ser vê bingehê ava bûye bike. Tam jî bi vê sedemê em dibêjin Jineolojî.
Divê rastiya lêkolîn û rêbaza zanisteke ku jin bi her awayî têde hebin, hebûna xwe pêş bixin û bidin hîskirin pêş bikeve. Mîna ku Rêber Abdullah Öcalan dibêje: ‘Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike.’
Feraseta zanisteke wiha em tenê dikarin bi rêbaza lêkolîneke di çarçoveya jinê de, rastiya jinê digire nav xwe û xwe dispêre wê pêş bixin. Ev rêbaza me ya lêkolînê, divê gelek mijarên bi hezaran sal in ji nezaniyê an jî bi zanebûn li derve hatine hiştin, tune hatin hesibandin bigire rojeva xwe. Dîsa gelek qadên zanistê yên ku pozîtîvîzmê wan bênirx kiriye, divê bigihîne ked, eleqe û girîngiya ku heq dikin. Jineolojî, hem ji bo exlaq û bergeha vê, hem jî ji bo rê û rêbazên vê ava bike pêwîst e. Gelek şaxên zanista civakî ku îdîa dikin heta niha civakê di bin navên cuda de ji hev veqetandine, bi nav kirine, eger di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi qasî misqalekê jî nekarîne rê bigirin, pirsgirêk di pênasekirinê de, di navlêkirinê de ye. Dane ser rêya şaş ku gaveke rast pêş nakeve. Pirsgirêk her ku diçe zêdetir û kûrtir dibin. Em herin ku dera dinyayê jiyan xitimiye, bi aloz e û di rewşeke nayê jiyankirinê de ye. Wisa be pirsgirêk binyadî û bikok e. Wê çaxê rê û lêgerîneke ku ji me re guherîneke esas bîne û derçûneke bi kok, bide kirin lazim e. Yek ji vana jî zanista jinê ya modernîteya demokratîk e. Ev jî Jineolojî ye.
Têkiliya jiyana bi kriz di lêkolînkirina pirsgirêkên civakî de bi nedaketina çavkaniyê re têkildar e. Heta ku em danekevin çavkaniya pirsgirêkê wê pirsgirêk her berdewam bibe, heta qat bi qat wê xwe zede jî bike. Çavkaniya pirsgirêkê ev 5000 hezar sal in tê nixûmandinê. Lê êdî ev pirsgirêk ne rapêçê, ne derewê û ne jî kirasekî din qebûl dike. Ev pirsgirêk çareseriyê ferz dike. Ji bo vê jî navdayîn û lêkolîna ku heq dike îcbar dike. Mafê xwe dixwaze.
Rêber Abdullah Öcalan vê rastiyê bi awayekî balkêş wiha vedibêje; “dayîka pîroz, namûsa bingehîn, dest jê nayê berdan, hevsera bêyî wê nabe” derxe û mîna tevahiya kirde û tişt, kombûna têkiliya civakî vekole, lêkolîn bike. Ji objeyeke cinsî pir wêdetir, hem weke cewher hem jî weke torta civakê divê mirov derfetên ronîkirin û azadkirina jinê lêkolîn bike. Bêguman heman lêkolînê ne tenê di qadên zanistên pozîtîf ên bi paradîgmaya mêr hatine pêşxistin de, di qadên olî, hunerî û felsefî ku bi heman paradîgmayê hatine avakirin de jî kirin e. Korîtiya derbarê jinê de şikandin, ronîkirin, her wekî mîna parçekirina atomê ye. Şikandina ve koriyê, hewldaneke entelektuel a mezin û hilweşandina mêraniyê divê.”
Her çend ‘Korîtiya derbarê jinê de, bi qasî parçekirina atomê zehmet ’ be jî divê em bişkênin. Yê ku atomê parçe kiribû jî mirov bû û ew mirov jî bêsînor piştgirî, aqil û hêza jinekê girt. Her çiqas li xwe mikur neyê jî. Yanê di parçekirina atomê de para me jî heye. Wisa be em çima korîtiya li derdora jinê parçe nekin? Dîsa emê di pêşxistina lêkolînên jinê de, di ev qas kûrbûna wê koriyê de para xwe jî bibînin. Ji bo em bibînin, werin dîtin, werin xuyakirin, nîşanî çavên kor bidin em dibêjin Jineolojî.

Pirtûk

Nivîs