
RÊBER ADULLAH OCLAN…
Girêdana min bi rêgeza “Wê jiyan an azad be, an jî qet nebe” re, ji zayînê heya mirinê an jî heya dawiyê be. Ev bi heskirin û rêzdarî, bi estetîk û ehlaqê azad pêkane. Ya rast ewe ku ez di navenda vê de jinê bicih dikim. Min tu carî ji Jina ku bi çalekiya azadiyê ava dibe û jiyana bi dostanî û xweşikî ku li dora wê pêşdikeve guman nekir. Ez neketim kompleksan (girêcan). Li şûna civaka desthilatiya zilam û ya olî min bi zêdehî wate da feraseta mezin ya wekhevîbûna jinê, aliyê wê yê xwedavendîtî û baweriyê. Ji bo ev jî pêk were, min karkeriya azadiya jin ya pir mezin û evîndariya wê meşand. Min bi çavê milkbûnê li tu jinê û her wiha li tu mirovan mêze nekir û min neda mêzekirin. Di vê rêya min de bêyî ku ez tawîzan ji rastiya wê ya mezin ya aliyê ehlaqî, estetîk bidim, heya dawiyê pêşde çûyîn encama avabûna qereqtera min ya xwezayî ye. Di rêya jiyana şaş de rast nayê jiyankirin. Di rêya jiyana nexweşik û kirêt de jî baş û xweşik nayê jîyîn. Bi navê jiyanê ji qrîz û şeran jî hîn zêdetir, karesat hene. Ev felaket qutbûnên bingehîn ji famkirina heqîqetê re didin çêkirin. Ev jî girêdana bi rêyên jiyana çêkirî an jî sûnî yên weke qutuyên jiyanê bi awayeke kolebûn girêdanin. Ev rê ji zûde hatine xêzkirin, rêyên jiyana şaş û xerabin. Ji bo jiyan bikeve rêya rast û were ser rastiyê û bi awayeke tendirustî be, tevî şoreşê bi her awayî bi gotin û çalekiyên civakî tekoşîn tê kirin. Ji bo vê jî etîk, estetîk, rêbazên zanistî, zîhniyet û vîn tê avakirin.
Pirsgirêkên civakî pirsgirêkên hevbeşin, ango bi hevdûre girêdayîne. Vaye ji bo vê min etîk û estetîk pêşniyar kir. Jin weke hêmana bingehîn an jî ASAL ya ehlaqî û polîtîk ya civakê di ronahiya azadî, wekhevî, demokratîkbûnê de rista jiyanî di aliyê etîk, estetîk de dileyîze. Zanista etîk, estetîk perçeyeke zanista jinan ya ku nayê parçekirinê ye. Jiber berpirsiyariya giran ya jiyana jine, wê di hemû mijarên etîk-estetîk de hem di aliyê fikir de hem jî di aliyê pêkanînê de vekirin û pêşketinên mezin pêk bîne. Ev rewş jî bê nîqaşe. Girêdana jinê bi jiyanê re li gor ya zilam hîn berfirehtire. Pêşketîbûyîna zekaya hestiyar ya jinê bi vê re girêdayî ye. Her wiha weke xweşikbûna jiyanê estetîk ji bo jinê mijareke hebûnê ye.
Xweşikbûn bûyereke civakîye an jî sosyolojîke. Ya herî nexweşik jî dikare xweşik bibe. Ne raste ku ev mesele hemû dakeve xweşikbûna bedenê. Yên ku hewil didin tenê bedenê xweşik bikin, ji bo yên ku bi estetîkê re eleqedar dibin, kozmetîkan an jî amûrên xemlê bikar tînin em di şopînin. Em dibînin ku kesên bi navê xweşikbûnê herî lihevhatîne di nava sê mehan de vediguherîn halê meymûnan. Di şexsê jinê de xweşikbûna ku heye, min weke estetîk eşkere kir. Li ser meseleya etîkê jî hûnê bibêjin “EZ EZIM”. Hûnê bibin yên xwe.
Weke teoriya ehlaqê etîk an jî ehlaqiyat, wek pirsgirêka bingehîn ya felsefê di ber erka lêkolîna ehlaqê û jinûve hebûnê de berpirsiyare. Ji gîhandina vê rista bingehîn de berpirsiyare. Jiber ehlaq gihaştiye asta herî bi şewat. Ehlaqê ku di nava civakê de pêwîste cardin li gor rêgezên jiyanê were pêşxistin û dakeve navenda jiyanê, weke pirsgirêkeke civakî ya bingehîn, heya dawiyê wê cihê xwe û girîngiya xwe bi parêze.
Di aliyê etîk de jî berpirsiyariya jinê berfirehtire. Di aliyê perwerdeya însan ya baş û xerab de, di zanebûna girîngiya jiyan û aştiyê de, tirsnakî û xerabiya şer de, di nirxandin, eşkerekirin û biryarkirina pîvanên dad û mafdariyê de, bi taybet ji aliyê ehlaq û politikaya civakî de rast nêzîkbûn û berpirsiyar tevgerîn pêwîstiya xwezaya jinê ye. Lê ez behsa wê jina ku bûye sî û pêlîstoka zilam nakim. Ev jina mijara gotinê ya ku azadî, wekhevî û demokratîkbûn di cewherde daye rûnişkandinê ye.
Têkiliya etîk-estetîkê bi têkiliya gûl-sitirî jî em dikarin binirxînin. Heger gûl estetîk be, sitirî jî weke etîka wê, ehlaqê wê ye. Bi qasî ku estetîkek bê etîk nabe, etîkek bêyî estetîk jî nabe mijara gotinê. Heger bibe wê weke wan sosretiyên etîk estetîka ku tu nirxa wê tine ya modernîte derdixe pêş be. Divê etîk û estetîk di aliyê civakî de were bidestgirtin.
Di wateya civakî de muqabila baş, xweşik, rast û ehlaqî çiye, tê çi wateyê? Di qadên siyasî, civakî, aborî û yên weke van qadan de ez behsa etîk, estetîka li ser bingeha rastiya Kurd ya derxistina holê, bi encamkirina wê dikim. Ango ez behsa wê estetîka di wateya artîstîk ku ji aliyê modernîteyê ve bişêwe bûye nakim. Ya ku ez behs dikim ne ev feraseta estetîkê ye.
Her ku eşkerekirina heqîqetên civakî di aliyê zanistî, felsefî, estetîk de tê pêşxistin derfetên jiyana baş, rast û xweşik jî derdikevin holê. Jiyana civakî ya ku ne etîk, adil û wekhev, polîtîk be jiyana ku divê neyê jîyînê ye. Bi giştî şaristanî bi taybetî modernîteya kapîtalîst bi yekdestdariyên bîrdozî û dextên ku ava dike jiyana bi koletî ku tevlî hemû şêweyên derew, xapandinê, axaftinên vala û ezezîbûnê bûye li ser civakan dide pêşxistin, dide ferz kirin û pejirandin. Bûyerên ku bi navê pirsgirêkên civakî tên gotin jî wiha derdikevin holê.
Bi qasî ku tê zanîn civaka însan di nava mahlûqatan de hebûna yekane ya xwedî wîjdanê herî pêşketiye. Di kevneşopiya pîroz de ev xusûs bi şêweya “eşref-î maxlûqat” tê vegotin. Xwezaya civakî ya însan vê taybetmendiya xwe bi çalakî an jî tevgerên ol, felsefe, hûner û zanistî pêk tîne.
Wîjdan bixwe derbasbûyîna dûalîteya qur-berxikê destnîşan dike. Ev cihê însan di nava civakê de bêhempaye. Di çareseriya pirsgirêkên civakî de wîjdan çeka herî mezine. Ya ku hebûna însan, wîjdanê însan gengaz dike hebûna însan ya civakî ye. Wîjdanê civakî ye. Weke ku kesa bê civak nayê fikirandin civaka bê wîjdan jî nayê fikirandin.
Veqetandina ehlaqê Başî-Xerabiyê di bingeh de bi civaknasiya şaristaniyê ve girêdayî ye. Ji aliyekê ve mesafeya di navbera komên berjewendîperest de eşkere dike. Bi awayê giştî jî ferqa “civaka baş-xerab” destnîşan dike. Cewherê wê civakîbûne. Girêdana bi civakê re ehlaqê baş destnîşan dike. Ji nirxên civakî dûrketin û dijberî jî ehlaqê xerab destnîşan dike.
Sazbûna civakî ji destpêkê ve xwedî qerekterê ehlaqî ye. Ango birêzdarî ji sazkirina rêzikên civakê re bipîrozî tê mêzandin. Bi awayê dilxwazî bi van pîvanan re girêdan ava dibe. Qanûna bingehîn ya destpêkê ji bo civakê rêzikên ehlaqî ne. Di cewherê civakê de ehlaq heye. Civaka ku bingehê xwe yê ehlaqî wenda bike, ji belavbûnê rizgar nabe. Rêzikên civakî jî di cewherê xwe de girêdana bi nasnameya civakî, hebûna xwedayî ya civakî, zimanê civakî û weke ku yek parçeyê bedenê bin, bi hemû endamên civakî re girêdayî ye. Bi pêşbiniya ku pêwîst bike ji bo endamên civakî mirinê bide ber çavan nêz dibe. Derveyî mayîna civakê an jî kes, avêtina derveyî civakê bi mirinê re hemwateye.
Li cîhana ku modernîteya kapîtalîst ava kiriye mêze bikin; jiyan bi her awayî hatiye qirêjkirin, însan ji însanbûyînê hatiye derxistin. Jin sexteye, zilam sexteye, dîrok û ol, pirtûkên pîroz bûne amûrên derewên îktîdarê. Di serî de ehlaq, wîjdan û dad, tu nirxên civakî ku nehatine desteserkirin nemane. Kesê bibêje ez însanim di zemîneke îxaneta wiha de ma dikare nefesê bigire? Ji bo kesê ku di bîra bêbinî û tarî de, derketina ji bîrê kendira ku hatiye dirêjkirinê çi be, ji bo min jî ewe. Çawa ku însanê di binê bîrê de bi rizgariya can xwe bi vê kendirê ve bi hişkayî yek dike, divê em jî xwe bi rastîyê re wiha yek bikin. Ya ku em dibêjin hêvî jî eve, rastiya ku em dibêjin ketina ferqa xwe, zanebûn û hêza berbi ronahîbûna pêşerojan çûyîn jî eve. Vîn û çalekiya vê derxistina holê ye.
Piraniya wan li dilşadî, îdareya aborî, jiyaneke rehet digerin. Tenê bi xweşikiyên cîhanê re hûn nikarin rehet bibin. Ruhên qirêj ne rihetin. Ji derfetên serdemê derfet digirin, lê belê ne rehetin. Ruhekî ku vê rehetiyê bimije tine ye. Ji ber ku pirsgirêkên xwe yên wîjdanî çareser nekirine. Yên gelek bi îddîa tenê dikarin hinek sir an jî serbenan bibînin. Di cîhana xwe ya zîhnî û ruhî de hûn pirsgirêkên cîddî jiyan dikin. Pêwîstiya we ji şoreşa mezin ya wîjdanî, ehlaqî û çandî re heye. Ji bo hûn êş û heskirinan li ser bingehekî rast fambikin pêwîstiya we ji şoreşa mezin ya wîjdanê re heye. Di vê erdnîgariyê de derbasbûyîna ji çanda xwînê berbi çanda heskirinê wê çawa bibe? Pirsgirêkên wîjdanî yên di encama cûdaxwaziyan, eşîr, qebîle û mîllîyetperestiyê derdikeve û weke kêfxweşî tên dîtin wê çawa werin derbaskirin? Di Fîlîstînê de jî ya ku jiyan dibe eve. Bi Ronesansa Rojhilata Navîn jî me hewil da em vê derbas bikin. Di çanda Mezopotamya de ev gengaze ku were derbaskirin. Yên berê behsa êş û çîle kişandina çil salan dikin. Di jiyana min de 40-50 sal salên êş-çîle kişandinê ne. Pir zehmete ku hûn vê hîs bikin. Ev êş û jan dide min. Heger di dil û wîjdanê însan de şoreş pêk neyê wê bihêz nebe. Bêyî ku hûn şoreşa wîjdanî rast fambikin hûn nikarin politikaya bihêz bikin.
Ji bo bûyîna însanê azad divê hertim pêşketinên bê navber bên kirin. Şoreşgeriya kêliyê kirin gelek girînge. Di vê wateyê de yê ku xwe derbas neke nikare ciwan bibe. Yê ku na afirîne, yê ku ji afirandina hilberîna dûr dimîne, yê ku pêşketina çênake, mejiyên wan dibin kulav (keçe), her kû diçe di cemide û bi demê re berbi rizînê ve diçe. Yanî yên ku pêşnakevin zû îxtîyar dibin. Ez bi plan jiyan dikim. Her deqîqeya xwe, her saniyeya xwe dinirxînim. 24 saetan mejiya xwe di asta xebitînê de dihêlim. Lê hûn di 24 saetan de carkê difikirin. Yanî hûn tesfiya zeman jiyan dikin. Ji ber ku hûn nizanin zemanê şoreşgerî zêde bikin, hûn pêş nakevin. Navê vê jî kal-pîr bûyîne.
Divê însan hertim xwe ji jiyanê re amade bike. Di wekxwe mayînê de nayê jiyîn. Min wiha jiyan nekir. Bi vê şêweyê nayê jiyîn. Pîrbûn û ciwantî jî bûyereke sosyolojîke. Dibe ku di şanzdeh saliya xwe de mirov kal-pîr bibe, dibe ku mirov di heftê saliya xwe de ciwan bimîne. Em di jiyanê de dibînin ku yên hertim di nava veguhertinê de ne ciwan dimînin, ciwan dijîn. Hertim nûbûn an jî nû mayîn jî, dibin her şert û merci de bi misogerî bi rastiyan re girêdayî mayîn, li gor vê tevgerîn û şert û mercên destwerdanê avakirinê pêkane. Bi temen ez di pêşiya we hemûyan de me, lê di aliyê sosyolojîk de ez ji we hemûyan ciwantirim. Bi rastî jî ez xwe gelek zindî û dinamik hîs dikim. Ji ber ku ez her daîm bi armanc û hedef jiyan dikim. Hemû hesabên min berbi civaka wekhev, azad û parveker ve tê. Di her wateyê de bi berhevên çawanî (nitel) û teqînên çendaneyî (nicel) an jî bi kêliyên guhertin û veguhertinê difikirim û di meşim. Weke min eşkere kir ciwantî û îxtîyarî bi kinbûn û dirêjbûna zemanê fîzîkî re ne girêdayî ye. Yên ku li hemberî yekdestên terzê jiyana kapîtalîst derfetên jiyana azad nikarin pêşbixin, yên li hember êrîşên îdeolojîk, yên ji sîstemên desthilatdar re vekirîbin zû dirizin û fikrên wan zû îxtîyar dibin.
Bi giştî nîqaşên modernîte, bi taybet jî nîqaşên modernîteya demokratîk dikarin têgihiştinên me yên heqîqetê ji nû ve pêşbixin. Em dikarin ji jiyana şaş, xerab, kirêt wê jiyana xwe ya ku berhewa dibe rizgar bikin û ber bi rêyên jiyana rast, xweşik û baş de biçin. Ji bo vê jî bi şoreşa zîhnî ya modernîteya demokratîk re girêdayî bi rêya felsefe, hûner û zanistê em dikarin têgihiştina xwe ya heqîqetê bihêz, baş rast bikin û jiyaneke xweşik pêş bixin.
Sê rêgezên Zerdûşt hene; rast bifikire, xweşik bi axive, sexlem bike. Rast fikirîn, berbi zanistê ve, ya dûyemîn berbi hûnerê ve, ya sêyemîn berbi ehlaqê ve bal dikişîne. Bi rojanekirina van hersê rêgezan gîhandina ehlaqê xweşik pêk tê.