…
Ji Bo “Serhildana Mêtingeha Herî Kevn” Bigihînin Serfiraziyê
JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ:
Sedemeke bingehîn ji bo pêşdeçûna Jineolojiyê ku mîna pêdiviyekê derketiye, ji xitimandin û pêdiviyên civakê re nebersivbûyîna tevgerên femînîst in. Ku ev tevger divê li hemberî pergalê bibûna tevgerên herî radîkal. Xitimandina femînîzmê; di têkoşîna li dijî pergalên dethilatparêz de, bêbandor mayîna çepereke girîng e. Bi taybetî di du sedsalên dawîn de femînîzm, di têkoşînên civakî de, di pêkhateyên zanînê û di şêwazê jiyana jinan de dînamîkeke girîng bû. Bi hemû nirx û potansiyela di hindirê xwe de dihewîne hê jî wisa ye. Ji ber vê sedemê, femînîzma ku serhildana jinên ku mêtingeriya sereta û dawî ne, ji bo ji etîketên modernîteya kapîtalîst were safîkirin û bigihê nirxên xwe yên dawî, em dibêjin Jineolojî.
Jineolojî beriya tevgerên jinê wê bi ser şaristanî û modernîteya kapîtalîst ve here û rexneyên xwe lê bigire, lêhûrbûn û nirxandinên xwe, lêkolînên xwe pêş bixîne ku dijminê esasîn ê jinê ew in. Rexneyên me yên li ser femînîzm û tevgerên jinê jî, ji ber lêgerîna me ya çareseriyên pirsgirêkan e ku em van pirsgirêkan yê xwe dibinin. Em çawa rexnedanên ezmûnên xwe didin û bawer dikin wê ev rexnedayîn derçûnekê bi jinê bide kirin, em bawerin ku bi rexnekirina femînîzmê jî, nûbûn û dînamîkên derçûnekê wê derkevin û pêvajoya nîqaşê wê destpêkeve. Bi lezgînî pêwîstî bi vê yekê heye. Nîqaş, lêgerîn û liv û tevgera fikrî ya me bi Jineolojiyê daye destpêkirin, weke derçûneke navxweyî ya em pêwîstî pê dibînin pênase dikin. Ji aliyê din ve em bawer dikin ku Jineolojî wê bibe zemînek ku tevgera me bi tevgerên jinê yên dinyayê re hîn xurt bigihên hev. Em dixwazin ezmûnên azadî û têkoşînên tevgerên jinê bi ezmûna xwe re bigihînin hev. Em dizanin wê ev dîdarî, me hemûyan nêzî derxistina heqîqeta jinê, çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê û sekinandina qirkirina civakî ku hema bêje dinyaya me kiriye cihekî lê nayê jiyîn bike.
Mijareke grînge ku mirov Jineolojiyê bi têkiliya wê ya bi femînîzmê re bigire dest û nîqaş bike. Femînîzm, her çend derçûneke Rojavayî be jî, di hemû dinyayê de, bi taybetî du sed salên dawî, tevger û bîrdoziyeke girîng a derçûneke fikrî û bizavek e. Girîngiya tevgerên femînîst, tenê di berçavkirina pirsgirêka jinê de, rojevkirin, di çareserkirina vê pirsgirêkê de hin polîtîkayan pêşxistin û ji bo van jî pêkutiyek, zextek avakirin nîne. Di heman demê de nîqaşkirina pirsgirêka ekolojiyê, desthilatdarî, modernîte, zanista cinsparêz, awayên zanîna nêr, teoriyên xwe dispêrin feraseta Kartezyen, ferasetên dîrokê û di rexnekirina gelek mijarî de tevkarî û alîkariyên pir girîng ên tevgerên femînîst çêbûne.
Di paradîgmaya nû de Rêber Abdullah Öcalan, ji bo tevgera femînîst û rexnegir mîna “serhildana mêtingeriya herî kevn” pênase dike û dibêje “modernîteya demokratîk ji bo bike hêmana xwe ya jêneger wê bixebite” Yanê weke jênegereke (bivê nevê ya) modernîteyekê, paradîgmayekê û şaristaniya demokratîk dide nasîn. Femînîzm, di dîroka me ya nêz de di warê berxwedan û ronîbûnê de xelekeka pir hêja ye. Em baş dihizirin bê li hember kîjan zehmetiyan, çawa pêş ketiye, bi çi ked û êşên mezin hatiye afirandin. Li ruxmî ev qas ked, ev qas hevkariyên me, çima em hê jî ev qas parçeparçe ne? Ma ne xasûkiyên ew aqilê nêr ê serdest me ji hev kiribû? Ma ne ew heman şûrê baviksalarî bû yê me parçekirî? Ma ne em bi milyonan cadû bûn bi fermana heman Çakûcê Cadû (Malleus Maleficarum) hatibûn şewitandin? Ji dara zanyariyê ma ne em bûn ê heman sêvê hilkiriye? Ma ne em bûn bi heman fermana xweda ji heman bihuştê yê hatine qewitandinê? Ma ne em bûn ê bûn hevalbendên heman şeytanî? Ji bo em ji xwe, femînîstan û tevgerên jinan bipirsin; “tevî ev qas hevpariyan, çima ev qas bêrêxistinî?” em dibêjin Jineolojî.
Pozîtîvîzm, modernîteya kapîtalîst, lîberalîzm û zanista cinsparêz jixwe têra xwe em parçeparçe kirine. Me çima bi destê xwe ev qas epîstemoljiyên femînîst ava kir? Di destpêka pêşxistina Jineolojiyê de em têgehên “ji femînîzmê jî wêdetir, a ji femînîzmê derbas bike, femînîzmê jî bigire nav xwe, alîkariyê bide femînîzmê” bi kar tînin. Sedema sereke ya bikar anîna van têgehan ewe ku em tevlî van epîstemolojiyên parçekirî nabin. Dibe ku îdîaya me jî epîstemolojiyek lê zede kiriye pêş bikeve. Li gorî ku em dibêjin zanista jinê, bêguman teoriyên em xwe dispêrinê wê hebin, weke mînak hevjiyana azad yek ji vana ye. Bêguman rêbazên lêkolînê, awayên zanînê yên rastiya jinê digirin nav xwe û li derdora jinê pêş dikevin em ê pêşniyar bikin. Di vir de peyvên ‘derbaskirin’, ‘girtina nav xwe’, ne di wê maneya rekabeta ku zîhniyeta mêr a desthilatdar empozeyî me kirî de ye.
Di vê mijarê de tespîta Rêber Abdullah Öcalan wiha ye: “Têgeha femînîzmê, bi kurdî bi maneya jinparêzî ye. Ev, ji bo pênasekirineke tam a pirsgirêka jinê kêm e. Dijberî vê, ji ber ku weke mêrparêzî tê nasandin dikare ber bi bêsihûdiyê ve bibe. Maneyeke mîna jina bindest a mêrê serdest dide, diteyisîne. Halbûkî zanista jinê femînîzmê jî digire nav xwe. Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ku xwe dispêre vê zanistê, zelal e ku di çareseriya pirsgirêkan de wê bi rola sereke rabe.” Peyva di vê nirxandinê de dibêje ‘digire nav xwe’ bi maneya; hevdu xwedîkirin, hevdu pêşvebirin hatiye bikaranîn. Ger ku îro em, li despêka nîqaşên Jineolojiyê bin, di vê de para hînkirinên kuliyata femînîst çi ye? Yan jî bi avakirina zanista jinê em ê kîjan nirxên jinê pêş ve bibin? Ji pêşvebirinê qesta me çi ye? Bersiva pozîtîf a hevpar a van pirsan; danehev û nirxên heta niha ezmûnên jinê ew afirandine, pêşveçûyînên bi Jineolojiyê û derbaskirina xitimandina heyî ye. Her wiha li gor me, divê tevgerên jinê, derbaskirin, girtina bin banê xwe û bihurandinê nekin kompleks û pirsgirêk.
Pêwîstiya jinê ji hev dû û ezmûnên hev fêhmkirinê heye, bi bergehên hev de mayîn, ji hev derbas kirin û pêşveçûnê heye. Ger ku di nav gerdûnê de gerdûnên paralel hebin, zanînên jinê yên paralelên hev û hevdu xurt dikin çima pêş nekevin, çima di bergehên hev de nebin? Ne di maneya li derve hiştin, parçekirin, dijbertî û tunekirinê de. Di nav hev de û paralel. Ya girîng, pabend û dan û stendina bi hev re ye. Em bikaribin li hemberî fikir û pêkhateya baviksalarî hêza xwe hevparî bikin da ku têkoşîneke bi pirhêlî û serkeftî pêk bînin. Di vî warî de rexneyên em li ser hebûna epîstemolojiyên femînîst ên parçeyî digirin, ne berhemeke pêkhateya ku fikreke mîna hev dike. Berevajî vê, Jineolojî, weke zanista jiyanê, curbecurî û rengîniya gerdûn û jiyanê esas digire. Lê di heman demê de ji wê jîrekiya gerdûnî ya ku curbecuriyê di nav aheng û yekîtiyekê de dimeşîne jî bi bawer e. Bêguman me hay jê heye ku her yek ji epîstemolojiyên femînîst, dest dide êş, valahî û pirsgirêkên cuda yên jiyanê. Lê em pir baş dizanin ku ev taybetiya xweşik, bi tena serê xwe têr nekir ku em li hemberî dinya mezin a baviksalarî serkeftî bibin, têr nake û wê têr neke. Ji ber vê sedemê, li dijî pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê û pirsgirêkên ku têkoşîneke rêxistinkirî hewce dikin, em divê vê rastiya ku weke parçeyî dixuyê û erka wê ya jiyanî pir bisînor e di ber çav re derbas bikin. Divê curbecurî û cudahiyên wê li parzûnka nirxên jinê û wateya azadiya civakî re derbas bibe û bi vî hawî bê parastin. Bi qasî vê em bikaribin di mijara têkoşîna azadiya jinê de zanînên jinê yên dikarin hevparî bibin, zanyarî û felsefeya zanînê jî pêş bixin.
Wisa xuya ye ku Jineolojî bikeve rojevê û were nîqaşkirin, wê pirsên gelek tevgerên jinê yên cuda jî çêbibin. Ev pirs û bersivdayîn jî wê di pêşxistina Jineolojiyê de bibe tevkariya tevgerên jinê. Ev di îdîa û xeyala me ya pêşxistina zanisteke jinê ku xîtabî hemû jinên dinyayê bike de, di pêkanîna van de ji aliyê pozîtîf ve wê me motîve bikin. Ya girîng ew e ku di hewldana hevûdû fêhmkirinê de, em nêzikahiyên ku sînoran çêdikin û bi pêşderazî digirin dest pêş nekevin. Epîstemolojiyên cuda yên di nav bizavên femînîst de li parzûnka rexneyê xistin, wê jiyanên jinan ên pir zehmet rihet, sivik û baş bike, bi hin aliyên xwe ve weke pêşwaziya şoreşên esasîn bê fikirandin, wê bi tevgerên jinê dînamîzm, hêza guherîn û veguherînê û tempoyeke pêşketinê ya pir xurt bide qezenckirin. Di vê mijarê de felsefeya zanînê ya alternatîf û projeyên li gor vê pêşkêş kirin jî wê vê tempoyê bigihîne rota, şêwaz û rêbazên rast. Wisa tê fêmkirin her ku Jineolojî bikeve rojevê û bibe mijara nîqaşan, hê gelek mijar û sînorên ku nîqaş li ser wan nabe her wiha nayê derbaskirin wê werin nîqaşkirin.
Divê jin jî vê gotina kur ku dibêje; ‘ Aqilekî qerisiye her deshilat û dewlet’ bi kurahî têbigihîjin. Bila aqlên me ne qerisin û nebin desthilatdarî. Bila aqlên me herikbar bin, potansiyelên me biherikin. Ya bi me re kom bûyî, bila dîsa ji bo me bikeve liv û tevgerê. Ev qas zanînên jinê, bilindkirina hişmendkirina jinê, ronîbûnên jinê ji bo avakirina çi ye? Ger ku em nikaribin mirinên jinan bidin sekinandin, gelek tundiyên rojane ku jin pêre rû bi rû dimînin bi dawî nekin, ji bo şer, birçîtî, xizaniya her roj li jinan dide û ber bi lîtava fihûşê ve dikşîne ranebin, em têkoşer nebin, ev qas kuliyat, ev qas lîteratur, ev qas epîstemolojî bila nebin baştir e! Qet nebe em ê bibêjin em nezan in, fêm nakin û bêtêkoşîniya xwe bi vî hawî rave bikin. Lê bi gurçûpêçkirina ev qas zanînê û em li ev qas trajediyê temaşa bikin, navê vê tiştekî din e.
Bi van rexneyên me yên derbarê teorî, pratîk û rêxistina femînîst de, bi dersên ezmûnên xwe, em xwedî îdîayekê ne ku di tevgera femînîst de jî vebûnekê çêbikin. Weke rêxistinbûna jinê ya bi dehan salan e di şertên herî giran de ji bo azadiya jinê şer dike, em dikarin zanistên civakî, zanist û sosyolojiya ev ezmûn heq dike yan jî hewcedarî dibîne diyar bikin, bi nav bikin û pêş bixin. Di halê heyî de li dijî modernîteya kapîtalîst û zanistên wê, şêwazên jiyan û fikrên wê, em nafikirin ku femînîzm di nav dijbertiyeke pergalê ya radîkal de ye. Sedema vê ya sereke, her çend teoriya femînîst, rexneyên girîng li ser modernîteya kapîtalîst pêş xistibe jî; bi qasî hewce dike ji feraseta pozîtîvîst û oryantalist derbas nekiriye . Yek ji xalên esasîn ku wê Jineolojî bi femînîzmê derçûnek bide kirin, pêş ve bibe û qadên nû lê vebike jî wê ev be.
Jineolojî tene bi Oryantalîzma di nav bizavên femînîst de cihê xwe digre re tênakoşe. Di serî de li Rojhilata Navîn, bi her fikir û avahiya ku bandora vê nêrînê li ser çêbûye re têdikoşe. Vê têkoşînê jî mîna pîvaneke bingehîn a têkoşîna azadiya jinê dinirxîne. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên bingehîn ên gelan û bi taybetî yê jinan mîna nemodernbûn tê pênasekirin. Dînamîkên civaka exlaqî û polîtîk ên li Rojhilata Navîn nayên dîtin. Li ser vê ferasetê bandora oryantalist gelekî xwirt e. Dîsa di nedîtina astengiyên ku nahêlin xwe bigihînin dîroka xwe ya civakî de jî, bandoriya serweriya ev nêrîna Oryantalîst e. Rojavayî û bi taybetî rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û femînîstên ji Rojhilata Navîn, ku bi vê nêrînê Rojhilata Navîn şîrove dikin, dibin sedem ku Rojhilata Navîn neyê fêmkirin. Bi nêrîna jinê çareserkirina pirsgirêkan, li hemberî polîtîkayên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin bi awayê rast têkoşînkirinê de, bi dahurandina van sekin û helwestan divê bên guherandin û beralîkirin. Dema ku femînîzm li ser çandên xwecihî, resenî, zêdetir lêhûrbûn bike, aliyê azadîxwaz û dijberî pergalê zêdetir xurt bike, wê hem bandorên oryantalîst zelaltir were fêmkirin, hem jî wê bi vê nêrînê re têkoşîneke xurttir were kirin.
Jineolojî, mîna zanisteke civakî ku divê tevahî tevgerên jinê piştgiriyê bidinê pêş dikeve. Di ti qada zanistê de, heta niha şaxeke zanistê ku hebûna jinê girtibe dest û lêkolîn kiribe tune ye. Jineolojî, ji ber zanista jinê ye û di nav zanistên civakî, sosyolojiyê de pêş dikeve, femînîzm û tevahî tevgerên jinê yên bîrdozî, polîtîk û rêxistinkirî jî xwedî dike. Mirov bikaribe gotina Rêber Abdullah Öcalan ya dibêje “Jineolojî tevkariye ji femînîzmê re jî ” wiha fêm bike girîng e. Ji bo em qirkirina civakî ya îro tê jiyankirin fêm bikin, têgihîştina zanista civakî şert e. Ev, ji bo tevahî tevgerên ku pirsgirêkên civakî ji bo xwe kirine derd wiha ye. Ji bo tevgera femînîst jî. Ev gotinên Rêber Abdullah Öcalan ku ji bo partiya jinê destnîşan kiriye, ji bo her kes û tevgerên bi hesreta civakeke di nav demokrasî, azadî û aştiyê de ne û ji bo vê şer dikin hînker e: “Zîhniyet, hêza wateyê ya partiyê ye. Aşkera ye ku divê zîhniyeta partiyê, zanista civakî pir baş têbigihîje. Lê ez behsa zanisteke civakî ya rastîn; desthilatdarî, şerê ku xwe dispêrê û rê li ber vedike û avabûnên civakî dadihûrîne dikim. Zanista civakî, hemû pêşketina zanistî digire nav xwe, weke temamkarê herî dawî ya zanistan, zanista civakî, hêza ronîker a civaka tê xwestin were veguhertin e… Bi zanistî têgihiştina civakê, hêzeke mezin dide. Di vî warî de her çend bi sînor be jî têgihîştina sosyolojiyê, aliyê herî xurt ê veguherîna civakî ye.”
Jineolojî, zanista jinê ye ku tevgera azadiya jinê ya ku bi salan e ji bo guherîn û veguherîna civakî têdikoşe, pêwîstî pê dibîne. Heta roja me ya îro di bêtir civakîkirina nirxên têkoşînê de, di pêvajoya ji niha û şûn ve de, bi xurtî di pênasekirin û watedarkirina xwezaya civakî de, ji pirsgirêkên esas ên dertên re “jina ku hem bi fizîkî, hem jî bi wateyî beşa herî mezin a xwezaya civakî pêk tîne” bi aqil, dest, etîk û estetîka xwe, di afirandina çareseriyên esasîn de, wê Jineolojî mîna çavkaniyeke me ya hêzê ya girîng pêş bikeve. Jineolojiya li ser vî esasî pêş bikeve, dikare derfetên derbaskirina asêbûnên femînîzmê yên ku heta îro derbas nekirine jî biafirîne. Bi me gelekî grîng e ku ev asêbûyînan bi wêrekî bibin mijara nîqaşan. Ji ber ku bersiveke binhehîn a pirsa; ‘Çima Jineolojî?’ ev e; beralîkirina hin asêbûyînên esasî yên femînîzmê ne ku demeke dirêje femînîzm ji van asêbûyînan nebihurandiye. Astengkirina gelek nirxên ku femînîzmê ew ava kirine û pêş xistine ji bo beredayî neçin, di kemînên modernîteya kapîtalîst de neyên lêdan e. Ev pêdivî di nav nîqaşên hindirîn ên bizava femînîst de an jî bizavên femînîzmê de heta astekî xwe der dike.
DEWAM DIKE…..