RÊBER ABDULLAH OCLAN…
Sedema herî bingehîn ya zanist û teknîka roja me ya îro ku bi dext û dagiriyê xwe saz kiriye û gihaştiye asta herî bilind, bê gûman ji rêbazên êşkence ziyadetir, di esasê xwe de bi rêbazên çêkirina zanistê û bi karanîna wê re girêdayî ye. Bi vebirî nûnerên zanistî û zanistê ji vê rewşê berpirsiyarin. Ev ji Rahîbên Sûmer, dewleta Sûmeran û şaristaniya wan zêdetir berpirsiyar girtin xwedî girîngiyê ye. Di serdema me de di serî de herdû şerên cîhanê û di tevahiya şeran de, berpirsiyariya nûnerên zanistê, terzê çêkirina zanistê di şer, xizanî, qirêja der û dor, newekheviya navbera cînsan, tewazina tirsnak ya nûkleerî, zêdebûna hejmara mirovan, harbûna teknolojiyê û di mijarên weke van de ji polîtîkavan û fermandarên leşkerî ne kêmtir, zêdetire. Rahîbên zanistê rêya vê pêşveçûnê vekirine. Berbi roja me ve zanîngeh, ji perestgehên serdema navîn û Sûmeran zêdetir di wateya girtîbûn û ezezîbûnêde li hemberî serdemê ketine nava bêpersiyariya mezin. Bi zêdehî serdemên destpêkê û navîn sûcdarkirin û xwe paqijkirin, hem jî ev bi şûştina ava “rêbazên zanistî”, dibe ku ne xwedî nirxa zêde paqijî û tahirbûnê ne. Ev ne werimandina vê mijarê ye. Hemû beramberkirinên dîrokî dide eşkere kirin ku sedsala 20. di însan de ji hemû sedsalên din zêdetir îmha, êşkence, feqîrî, nexweşî pêşxistiye. Bi vê ev tê ispatkirin. Bi rastî jî heger li hember dîrok û civakê berpirsiyarî tê dîtin divê paradîgmayên serdema me, rêbazên ku pê radibin, berhemên ku radixin holê, tarzê zanistê û bi taybet jî pêkanîna wê di rexnedayîneke bingehîn re divê werin derbaskirin. Heya ku ev erk bi serkeftî neyê bicihanîn, ji xerabî û sêhra tu keşe û çîna sêhêrbazan û rêyên xerabiyê ku ji vê re hatine vekirinê, ji darazî û tawanbariyan nikarin rizgar bibin.
Ji bo vê di serî de ya pêwîst ku divê were kirin, rastkirina nêzîkatiya dîrokî, civakî û bi misogerî girêdana waneyên bingehîn, encamên etîk, ehlaqîye. Derveyî vê tarikatek ji rêderketî û bisêhêr ya ku ji venêrînê derketiye, bi qasî çernobîl û hîroşîma zêdetir ne hilweşîner û xwedî encamên bi êşbe jî, zilamê sêhêrbaz û olî jî ji zilamê zanistê zêde ne tehlûketire.
Ji feqîtîya (softa) zanistê gelek gûmanên min hene. Bi hêviya ku hûn ji min şaş tênegihêjin ez eşkere bikim ku, ûslûbê min hinekî pêxemberiye, hinekî jî zanayane ye. Ez dixwazim vê bibêjim. Rastiya diyalektîk ya mitolojik, felsefî, olî, zanistî, estetîk-ehlaqê di bihevre nirxandina van hîn zêde însanî dibînim. Zanista roja me ya îro bi radeyek tirsnak bi term re eleqedare, her wiha qadavrayî ye. Di aliyê ehlaqî de jî lêkolîneke bi rêbaza bêsînor perçekirinê jî bi tehlûke dibînim. Bi ya min be kevneşopiya sazbûna însan heya dawiyê divê diyarker be. Ji ber vê sedemê em nikarin vegotinên totemîk, mitolojik biçûk bibînin. Em biçûk bibînin wê demê emê însanê ku ji kokê xwe hatiye qutkirin bi pejirînin. Ev bi tehlûke ye. Çîroka mirovahiyê ya pirtûkên pîroz –kur-an jî di navde- bi rehetî ji aliyê zanista îro ve dikare were vala derxistin an jî pûçkirin. Lê belê aliyên wê ku divê tu carî bêrêzî neyê kirin, di asta îmanê de nirxdayina kevneşopiyên wê ye. Ez ji kevneşopiyê vê famdikim. Ji gerdûna ku heya însanbûnê pêktê û ji wir jî her tişta ku heya roja me ya îro jiyan bûye, di heman demê de navbera kaosêye, ango diyardeya azadbûn, afirêneriyê ye bawer dikim. Yanî em dikarin kevneşopiyê biguherin. Cewhera xwedayîbûnê jî eve. Ev xwedayîbûn eşkere ye ku însanê afirêner e. Di wateya civakî de ez vê peyvê bikar tînim.
Ez dixwazim vê bibêjim: di pey hemû pêşketinên ku ji êş û texrîbatan rê dide vekirinde plansazî û bernameyên li ser masa zilamên zanistê yên ku ji nirxên moral ji demek dirêj ve hatin qutkirin û bêyî lêpirsîna ji bo çi xizmet dikin heye. Di pey vê de jî feraseta civak û dîrokî ya bi şaşîtî, bêpîvanî bê dadî heye. Bêyî ku zanist van pirsgirêkan çareser bike, ji van tawanbariyên giran û rexneyan rizgar nabe. Ji ber ku rastiya heyî mafdariya rexneyan bi xwe ye.
Zanist û teknîk di pêşiya ehlaq deye, di rastiya xwe de di zîhniyetê de bingeha pêşketinên herî bu tehlûke ava dike. Zanist, siyaset û aboriya ku gûmana ehlaqî ranagire bi îttîfaqa bê rêzik; rê li ber şerê cîhanê yekemin û duyemîn vekiriye. Her wiha rê li ber şerên bê wate yên herêmê, bikaranîna bombeya atomê, tewazina dehşeta nükleer, derdoreke ku êdî dinavde nayê jiyankirin, zêdebûna hejmara mirovan ya bi tehlûke ku her yek ji van pirsgirêkan bi serê xwe mirovan dikare bibe ber hevrazan vekiriye. Ev rewş wê li ku derê raweste hîn ne diyare. Bê gûman ehlaqê bi çavkaniya mitolojik û olî rê li ber kîjan rewşên xeter vekiriye tê zanîn. Eşkereye ku ehlaq bi tena serê xwe ne hêze, di asta tevgera civakî ya giştî de rist dilîze. Lê cardin vala hiştina vê qadê kêmahiya herî mezin ya serdema zanistê ye. Bi vebirî pêwîstiya etîka zanistê heye. Pêşketina zanista ji etîkê bêpar bingeha nexweşiyên hemdeme. Lewaziya ol ev pêvajo hîn xetertir kiriye. Bi îtînayî divê zanist ehlaqê xwe, hetta weke hêza otorîteya herî bilind ya jordewletî Rêxistina Ehlaqê Zanistî saz bike, bixebitîne. Rastiya civaka sîfîl weke mukûrhatina vê rastiyêye û heya radeya dawiyê lewaze. Bi qasî ku pêwîstiya pêşxistina civaka sîfîl neçariye, avakirina ehlaqê zanistê û gîhandina asta hêza pêkanînê her wiha otorîteyê jî ji bo serdema me dibe saziyek ku ji NY girîngtir were nirxandinê ye. Mirovbûn û enternasyonalîzma rastî jî bi hêza saziyên wiha wate dibînin.
Halê heyî yên ku dewlet û sazî-dezgehên piştgiriya xwe ji wan digirin yên aborî û siyasî bi mirovbûnê berbi hevrazan ve dibin. Ev jî rewşeke jênevegere. Nêzîkatiyên roja me yên bi hesabên siyasî-aborî dagirtî, fikarên etîk û ehlaqî gîhandine xala ku hemû fikr werin piştçavkirin ê. Siyaset hunera pêşbînî û kûrbûnê ye. Hostayî dixwaze. Ez dibêjim heger hûn nikarin hostayîyê raber bikin qet nekevin nava vê xebatê. Lê hûn dikevin nav. Wê demê hûnê baldariyeke muezzam destnîşan bikin. Dema ku mesele ji etîk-estetîkê vedibe û berbi civakbûnê ve dirêj dibe, weke hûn jî bipejirînin bêyî ku têkiliya wê bi siyasetê re saz bibe, berdewamkirina vê rêyê hema weke ku pêkane. Etîk û estetîk bi zanebûna siyasî re pêwendîdare; li ser bingeha ehlaqê siyaset kirinê xweşikî, başî, rastî, aliyê azadiyê derxistina holê ye. Ev weke ku hûn dihesibînin jiberxwede û bi hesanî pêş nakeve. Mesela gelek ji we wiha dizanin ku siyasetê dikin. Lê belê hîn we ji xwe ne pirsiye ku hûn kurdekî çiqasî rastî ne! Kesê ku rastiya Kurd nizanibe, tênegihêje, jiyan neke, çiqasî dikare siyasetê bike? Her çiqasî ev hêsan be jî ev pirsên jiyanî ne. Yên ku dîroka kurd, civaknasiya kurd û rastiya kurd ya rojane nizanibin siyasetê bikin, yên di vê îdîayê de bin, encax dibin wek van lîstokvanên neçar yên ser dika dîrokê. Ev di aliyekî de neçarî û neçareseriya we bi xwe ye. Hûnê vê bizanibin. Yên ku siyasetê kêlî bi kêlî jiyan dikin, her roj bi sedan pirsa ji xwe dikin û bi sedan bersivan pêş dixin. Yek saniyeyê jî li xwe nafikirin, zemanê xwe tu carî vala derbas nakin.
Braidwood, dibêje “di tu aliyê cîhanê de bi qasî qûntarên çiyayê Zaxros-Torosan û Sîlsîleyên bi qews de jiyan ewqasî bi wate nebûye”. Gelo kîjan hîssan ji vî însanê ku di çandekî gelek dûr de mezin bûye de ev peyv dane vegotin? Weke dîroknas û erdkolannasê ku şaristaniyan baş nas dike, çima jiyana herî bi wate di vê qada çandî de dibîne? Halbikî xwecihiyên li vir dijîn ji bo mûçeyekî herî kêm li ewrûpayê çil teqla davêjin û weke ku ji nexweşiya webayê birevin dixwazin ji van axan birevin. Weke ku tu pîroziyên wan û nirxên wan yên estetîkk nemane, weke ku êdî cardin ev nirx nayên bidest girtinê koçberiyê weke çarenûsê pêşwazî dikin.
Zanista civakî, felsefe jî wek pêvajoya xwe ya zayînê divê di roja îro de jî rista xwe bilîze. Li hember zanista biîktîdarbûyî vegera felsefê rêzika bingehîn ya civaka azad e. Demokrasiya derveyî piştgiriya felsefê weke ku di roja me ya îro de jî diyar dibe wê ji cewherê xwe vala bibe, di destê demagogan de bibe amûra rêvebirina rêbaza civakan. Ev rewş bi mînakên bê hejmar yên dîrokî û rojane xwe dide diyarkirin. Rêya pêşîgirtina vê weke kevneşopiya aliyeke etîk, aliyeke zanist ku du beşên ji hev qut nabin meşandina tekoşîna polîtîk e. Bi vê berpirsiyariyê em dikarin meşa ji pirsgirêkên pergalê berbi jiyana wekhevî û azadiyê, berbi cîhana wê ve pêşbixin.
Eşkereye ku ronakbîrîya serkeftî ya zîhnî bi qasî asta têgihiştina dîrokî ya cewherî, bidestgirtina asoya zanist û felsefa hemdem jî şertê yekem dihesibîne. Bêyî ku felsefe û zanista Rojava were pejirandin, hevdîtina bi dîrokê re û derfetê sazkirina senteza wê nabe. Ev kar ne karê wiha bi îslamgeriyê, bi Budaperestiyê were meşandinê ye. Di paraznameya min de di asta pêşnûme de jî be, pevçûneke ne bikorane li hember zîhniyeta Rojava heye. Dixebitim ku bi dirustî û cewherî bigihêjim êncamê. Ji bo min ne gengaze ku ez bi zîhniyeta Rojava têr bibim. Lewaziyên moralê yên pir mezin hene. Lê belê kûrbûna zanîna zanistî ya awerte heye. Aliyê ku herî zêde jê dihesidim kêrhateyên wan yên ku ev biserxistine ye. Ji ber vê rêzdarim. Tevî vê jî ez bawer dikim ku nexweşiyên gelek mezin û kêmasî ji vê qadê çavkaniyên xwe digirin. Ez qanihim ku moral weke etîk ji keşeyê hemdem wêdetir ti hêjaya xwe tine ye. Ne bawerim ku van lewaziyên xwe bikaribin derbas bikin. Ev nêzîkatiya bê eman ya weke ku xweza û civakê dadiqurtîne bi tirsnakiye. Bi qasî zanînê divê nirxa etîk jî were afirandin. Bê etîk hiştina pergalê çawa di wîjdanên wande, di zîhnên wan yên ronahî de bicih bû? Kê, çi ew bêbandor hiştin? Dibe ku ji zûde desthilatiyê ew kirîbin. Çîna zanistê, ji karkeran xerabtirin, ne bi serê xwe ne, patronajın. Sedema bêhêvîtiyê eve. Lê ev di Ronesansê de çiqas berxwedêrên yeman bûn. Hûnê Giordano Bruno çiqasî bijiyanî bikin? Ma cardin em dikarin dengê Sokrates destnîşan bikin? Tu kes nikare îddîa bike ku zîhniyetên mezin wenda bûne. Divê neyên wenda kirin û werin bijiyanî kirin. Divê yên weke Mewlana, Mansurê Xellac, Manî, Suhrewerdî werin zindîkirin. Divê ruhê pêxemberbûyînê, cewherê wê jî were hemdemkirin. Di wateyekê de bi zanebûna ku ew nemirine, bi nûneriya rastî divê werin jiyanî kirin. Ev xelek dikarin me nêzî zîhniyeta pêwîst ya rojane bikin. Ez dikarim nirxên bikok yên serdema me jihev derxim. Lê belê zindîkirina yên xerab bibinketine, wê pir zêde bandoreke afirêner dernexin holê.
Tişta ku ez dixwazim rave bikim, divê bi gengazî rêbaz bi xwezaya civakî, bi taybetî jî weke halê vê civakê ya hebûna xwezayê, ev aliyê ku ez jê bawer dikim û ewleme pêwîstiya girêdana bi civaka ehlaqî û polîtîk re ye. Hemû ekolên fikir û zanist, felsefe, meylên hûnerê yên bi civaka ehlaqî polîtîkre ne girêdayî seqet dizên û dûr an jî nêzîk ji gelek nebesiyan re rê vedikin. Ez hewil didim vê destnîşan bikim. Hemû rêbaz û berhemên etîk, estetîk û zanînê bi gengazî bi civaka ehlaqî û polîtîk re girêdayîbin. Ez vê wek şertê yekem diyar dikim. Dixwazim balê bikişînim ser ku derveyî vê şertê yekem hemû rêbaz, zanîn, etîk û estetîk jiber ne ewle û seqetin, bi şaşîtî, kirêtî û xirabiyan dagirtîne. Bi israr destnîşan dikim ku ev xusûs ne tenê qeneet û fikrên min yên şexsîne, di rêya heqîqetê de normên binirx yên bingehîne.