…
JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ:
Femînîzm, marjînal dimîne, nikare bibe civakî û tevî zanînên bêhempa ên afirandine, di guherîn û veguherîna civakî de, bi lezgînî û bi bergeha ku pêwîstiya civakan pê heye, bi rol û berpirsiyariya xwe ranabe. Ji ber vê yekê jî bizavên femînîst, ne di çavên civakan de ne jî di çavên pergalên dewletparêz û desthilatparêz de mîna “bizava sereke ya alternatîf” nayên dîtin. Zêdetir mîna “tevgerên hêviyê” tên dîtin. Li gor baweriya civakê, encax “bizaveke sereke ya alternatîf” pêş bikeve, ew dikarin bibin destek. Li gel ew qas zanatî, çi heyf e ku femînîzm bi serê xwe di civakê de ne xwedî cihekî wiha be.
Hin bizav û tevgerên femînîst dibêjin “erka femînîzmê ne rêxistinkirin e, femînîzm fikir diafirîne, yên din dikarin pêk bînin”. An jî rêxistinkirina civakê û serwextkirina civakê mîna awayek ji awayên muhendisiya civakê be dinirxînin. Piraniya mirovan baş hay jê hene ku em di nav dinyayeke rejîmên siyasî yên li ser hîmên desthilatparêz, dewletparêz û neheqiyan bilind dibin jiyan dikin. Heta di dinyayeke çeteyan de ku hevparê wan in, em dijîn. Ew dixwazin her tiştî; hiqûq, dad, jiyan û mirinê, diyar bikin. Dema vê dikin jî dixwazin civakê gêj û xêt bikin û ji heqîqetan dûr bixin û bixapînin. Dixwazin dinyayeke sanal, weke ya rastîn pêşkêş bikin. Ger mirov di civaka têde ye şahidiya van rastiyan bike û dengê xwe bilind neke, tenê zanîna aliye têkildar û aliyê ne têkildar biafirîne; mirov nikare vê weke dijberiya pergalê îfade bike. Lê femînîzm, ji ber taybetiya xwe, tevgereke dijberî pergalê ye. Heta li dijberî pergalê hêzek ji hêzên motîve ye. Ji ber ku femînîzm ji ber taybetiya xwe, antîmîlîtarîst e, antîdesthilatdarparêz e, antîcinsparêz e, antîfaşîst e. Tevgereke ku ev qas antî (dij)yan di nav xwe de dihewîne, rastiyên dijberî wan e, dema civaka ew têde ne ji qirkirinê derbas dibin, bi piranî di xema afirandina zanînê de be, kêm jî pratîka wê bike, bi taybetiyên wê, bi karakterê wê re nakok e.
“Di hewldanên femînîstan de gelek hêmanên girîng hebin jî, hê jî nikarin asoyên demokrasiyên bi navend Rojava derbas bikin. Di bingeh de berde awayê jiyana ku kapîtalîzmê ava kiriye derbas bikin, mirov nikare bibêje tam fêm jî kirine. Rewşeke mîna feraseta Lenîn a şoreşa sosyalîst tîne bîra mirov. Tevî ew qas hewldanên mezin û gelek şerên eniyên hatine qezenckirin, di encam de Lenînîzm, nekariye xwe ji tevkarî dayîna kapîtalîzmê rizgar bike. Heman encam, dibe ku bi serê femînistan jî were. Ji bingeheke rêxistinî ya xurt bêparbûn, felsefeya xwe tam pêşnexistin, zoriyên derbarê mîlîtantiya jinê de, îdîaya wê lawaz dike. Heye ku nikaribin di bereya jinê de ‘sosyalîzma reel’ jî pêk bînin. Lê ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkê, ya rast-tir mirov mîna gaveke cidî binirxîne.” Ev rexneyên ku Rêber Abdullah Öcalan li tevgerên femînîst digire, divê di platformên baş û hevpar de werin nîqaşkirin. Tevgerên femînîst, ji bo ev rexne û gelek rexneyên mîna vê tên pêşxistin derbas bikin, di serî de divê bikaribin xwe bi nêrîna nû ya zanistên civakî û sosyolojiyê bi xurtî analîz bikin. Em dibêjin wê ev nêrîn jineolojîk be. Em dibêjin wê zanistên civakî “bi zanista li derdora jinê pêş bikeve” wê nûbûneke esasîn, mudaxele û guherînê bijî. Di vê nûbûnê de, bêguman wê alîkariya kuliyata femînîst çêbibe. Lê nûbûnên em ê biafirînin û pêş bixin jî wê alîkarî û tevkarî bidin kuliyata femînîst.
Xitimandinên tevgerên femînîst, em di kîjan xalên bingehîn de dibînin em dixwazin hinekî din aşkera îfade bikin. Em bi aşkerayî bêjin da ku bi pêşketina Jineolojiyê, em ji xebatên hevpar re jî zemînek ava bikin. Beriya her tiştî, li ser femînîzmê pozîtîvîzma jinan bi cîhkirin û vê li ser hevudu ferzkirin wê bibe karesatek. Dîroka jinê ku xwedî kevneşopiya berxwedaneke bi hezaran salan e, lê femînîzm di du sed salên dawiya vê dîrokê de cîh digire. Ger em hemû nirxên jinê bi navê femînîzmê diyar bikin, wê ev ji bo dîroka jinê ya bi hezaran salî re neheqî be. Wê Jineolojî jî hewl bide ku bibe parçeyekî watedar ji vê dîrokê. Ev nav, dibe ku di dîroka me de mohra xwe li qonaxekê dabe. Di hin erdnîgariyan de dibe ku ev bizav pêşengiyê kiribe. Lê dinya mezin e û çand û gelên lê dijîn jî cur be cur in. Jinan, bi hezaran sal ezmûn û cêribandinên xwe li gor xwecihîtiyên xwe jiyane û bi nav kirine. Lê nirxên xwe yên hevpar jî bi awayekî bi nav kirine. Jinên ku hin nirxên bingehîn avakirine, rê li pêş hin pêvajoyên civakî vekirine. Gelek daneyên arkeolojîk û zanistî hene ku vê îspat dikin. Li gor baweriya me; hin bizavên femînîst, divê van bi nêrîneke zanistî jinûve lêkolîn û analîz bikin. Bi ya me ev xaleke pir girîng e.
Di roja me ya îro de jî cêribandinên jinan ên xwecihî piralî û li gor resentiya xwe berdewam dikin. Mirov tenê li aliyekî van şertên xweser ên cêribandinên jinan binihêre û bibêje femînîzma post-kolonyal, femînîzma rengîn, femînîzma kurd, femînîzma îslamî, gelo têkoşîna wan a bi hezar zehmetiyê pêş ketiye çiqas bi heqî îzah dike? Li gorî me divê femînîzm vê pirse bipirse. Ji ber ku beşeke girîng jinên ku van cêribandinan jiyane, di cî de nabînin bi van navan werin nasandin. Tevî vê jî, berdewamkirina van navlêkirinan, di lîteratura femînîzmê de, cî nedayîna navên ew li cêribandinên xwe dikin, kêmasiyeke girîng e ku divê femînîzm di ber çav re derbas bike. Hêzên şaristaniya demokratik ku heta niha bi pergal nebûne, lê nirxên civakî temsîl kirine û li dijî şaristaniya bi dewlet, her tim di nav berxwedanekê de bûne. Em bawerin ku divê bi feraseta zanisteke di çarçoveya jinê de, paradîgmayên xwe biafirînin. Her wiha, mirov ezmûnên jinên ku li her derê dinyayê têdikoşin, bala xwe bidê ka cêribandinên xwe çawa bi nav dikin, dikare alîkariyeke watedartir bide têkoşîna azadiya jinên cîhanê.
Rexneyeka me ya din a ku em li femînîzmê digirin eve ku; tevgerên femînîst, bi seknên xwe yên heyî nikarin ji lîberalîzmê qut bibin û bibin hêzên dijberî pergalê. Femînîzm, di dahûrandina şêwaz û hînbûyînên jiyan, fikir û hestan de heta bibêjî lîberal dimîne. Bi şaristaniyeke dijminê jinê re û bi modernîteya wê re, rojane di nav hev de jiyîn, mirov nikare mîna rewşeke sivik bigire dest. Femînîzm, ji ber ku pergala mêrê serdest derbas nekiriye, bi zîhniyeta dewletparêz re girêdayî ye, nêrîna oryantalist û pozîtîvîst a navend Ewrûpa li pey xwe nehiştiye, nikare wate bide rastiya jinên li Rojhilata Navîn û qadên din û hêza çareseriyê nîşan bide. Ji ber vê yekê jî di serhildana grîng a bi navê ‘mêtîngeriya herî kevn; jin’ de di marjînaltiyê de asêbûyîna femînîzmê tê fêhmkirin. Dahûrandina Femînîzmê, derbarê pabendên pirsgirêka jinê ya bi civakîbûnê re, di pozîsyoneke paşverû de ye. Civakê di şexsê kes de dinirxîne yan jî li derveyî civakê analîza mirov dike, bi vî awayî jî nikare sînorên modernîteya kapîtalîst derbas bike. Dibe ku pêdivî bi awayekî xweser destgirtina diyardeyên mîna çîn, cins, zîhniyet û hwd. hebin. Lê di gihîştina heqîqetên azadiyê yên bingehîn de, grîng e ku pirsgirêkên civakî bi yekpareyî bên destgirtin. Femînîzm, nikaribûye vê destgirtina yekpareyî bi ser bixe.
Di feraseta têkoşînê de femînîzm, analîzên akademîk pêş dixe û vê dike navenda têkoşînê. Ruxmî vê, di jiyanê de teng û di destgirtina pirsgirêka jinê de heta bibêjî parçekirî dimîne. Bêrêxistinî, bi piranî ji dest dayîna zemînên hevpariyê û ji her cure hevparî û rêxistinbûnê rev, pirsgirêkên dijwar ên femînîzmê ne. Ev pirsgirêk, ji wan mijaran in ku tevgerên femînîst, divê destpêkê bigirin rojeva xwe û bi biryardariya pêşxistina çareseriyên esasîn nîqaş bikin.
Her çend di lîteratura femînîst de analîzên rexneyî yên zîhniyeta mêr ê desthilatdar pêş ketibin jî çareserî tenê bi serwextkirin û zanakirina jinê re sînordar maye. Guherîn û veguherîna mêr, bi wan pêşxistina hişmendiya cins û azadiyê, bi qasî di azadiya civakî de rola xwe bilîzîn rêxistinkirina wan, di berpirsiyariya xwe de nedîtiye. Bi vê ve girêdayî, em difikirin ku di mijara hevjiyanên azad de jî valahî, xeletî û bêçareseriyên cidî yên femînîzmê hene. Li ser vê qadê, nîqaşên bi wêrekî, rexneyên berfireh pêşketibin jî, di mijara hevjiyana azad de destkeftiyên femînîzmê, nebûye polîtîkayeke cinsîtiyê ku ya pergalê derbas bike. Azadiya cinsîtiyê takekesî destgirtin heye. Di encama vê de jî çanda cinsîtiyeke azad ku desthilatdarî û koletî di hindirê xwe de nahewîne nekariye pêşbixîne. Divê baş bê analîzkirin bê mêr û parvekirina cinsî ya bi wî re, bi fizîkî ji jiyana jinê derxistin û vê rolê dayîna hemcinsa xwe, derketineke bertekiyî ye yan azadî ye? Ev têkilî birastî, ji têkiliyên serdestî û koletiyê çiqas azad in? Di cinsîtiya hevzayend de jî têkiliyên serdestiyê ji nûve nayên danîn? Cinsîtiya azad birastî çawa tê jiyankirin? Di vê de rol û diyarkeriya jinê wê çawa ava bibe?
Dema bersivên van pirsên girîng tê dayîn ; meriv dibine ku femînîzmê polîtîkayeke cinsî ya azadîxwaz, bikaribe polîtîkaya cinsîtî ya baviksalarî derbas bike û jê re alternatîfek ava bike pêş nexistiye. Ji hevjiyanên bi krîz re nikaribûye hêvî an jî çareseriyekê biafirîne, ew bi xwe jî di tengaviyên cuda de fetisiye. Di vê de faktora bingehîn; di mijara hevjiyanê de jî femînîzm nikaribûye asoyên pergalê yên paradîgmatîk, bîrdozî, teorîk, civakî û siyasî derbas bike. Qutbûneke esasîn ji modernîzmê, dogmayên pergala kapîtalîst, hînbûyînên wê yên jiyan û têkiliyan re pêk neaniye. Femînîzmê polîtîkayên cinsîtiyê yên heyî di asta pergalê de nikaribûye derbas bike, ketiye rewşeke ku bi awayekî din li van zede dike. Dîsa di têkiliyên jin û mêr de, li derveyî qada cinsîtiyê, bi mêr re di qadên din de têkiliyeke çawa were danîn, di tarîfkirina vê de, di pêşkêşkirina teorî, çareseriya pratîk û nêzikahî de şaşîtî û valahiyên cidî yên femînîzmê hene. Rexnekirin, analîzkirina ya heyî û ya îdeal îfadekirin aliyekî mesele ye. Lê rastiyeke reel a jin û mêran a ku em dijîn jî heye. Li hemberî vê politikaya ku derketiye, ji bo jinan avakirina qad û çeperan e lê li beramberî vê jî mêr tune dihesibîne, wan di nav halê wan de dihêle, derketiye holê. Ev, bi rexneyên ku femînîzm li pergala baviksalarî digre re jî bi nakok e. Di vî warî de, guherîn û veguherîna cinsê serwer, afirandina mêrên ku hebûna jinê, daxwaz, îrade, hest û ramanên wê dibinin û cidî digrin, îdîa û têkoşîna femînîzmê kêm e. Ji îmajeke li ser bertek, red û tenê dijbertiyê esas digre, derbas nake. Ji ber vê yekê jî di mijara hevjiyanê de, ji rewşa bi krîz, qetlîam û bi kaosê re nikare bibe hêza çareseriyeke xwirt.
Femînîzm, di dîtina kêmasiyên xwe û pejirandina wan de, di vê merhaleyê de di nav muhafizakariyekê de ye. Ji hêla hin femînîstan ve tê gotin; “Femînîzm, ji serdestiyê re rexneyeke giran e”. Bi awayekî giran rexnekirina serdestiyê, alternatîfbûyîna wê ye. Îro pergal ew qas zirav dixebite ku pêwîstiya muxalefetê ji holê radike û aliyên xwe yên ku divê rexne lê bên girtin jî, bi saziyên xwe dide rexnekirin. Êdî pirsgirêk di teorî, heta di asta paradîgmatîk de tenê rexnekirina pergalê nîne. Pirsgirêk di derbaskirina paradîgmaya pergalê de, di alternatîfbûyîna wê de ye.
Tam jî di vê xalê de yek ji rexneyên me yên bingehîn ku em li tevgerên femînîst dikin, nederketin û derbas nekirina ji pergalê ye. Di nav pergalê de mayîn an jî li derveyî pergalê mayîn, beriya her tiştî bi teoriyên zanînê yên ku pergalê afirandiye, gelo asoyên fikra me, rêgeha me diyar dikin an nakin re eleqedar e. Di warê fikir, hest, jiyan û pêhesînê de, ji bo maneya li derveyî pergalê mayîn were fêmkirin, carna rojek be jî divê mirov derkeve derveyî sînorên madî yên pergalê. Jiyan, ji bilî yên ku li bajêran pêşkêşî me tê kirin, gelekî dewlemend û bedew e. Li dinyayeke ku têde zarok, jin, jiyanên ciwan û dinya bi qîreqîr disojin, heke hûn ji rihetiya xwe nerihet nabin, naxwe di felsefeya we ya azadî û exlaqê de pirsigirêk heye.
Mirov ji bo azadiyê hizir bike, divê bûyera li derveyî pergalê ku bi dest tê girtin, bi çav tê dîtin û bi ruh tê jiyîn tecrube bike. Mirov pirsa; ‘ Tiştekî li derveyî pergalê mumkine gelo?’ bi pirse lê rojane û bi kêliyan jî pergalê biceribîne, helbet encama derkeve dîsa pergalîbûyîne. Derveyî pergalê gelo çiqas mumkin e? Her çend ev bê gotin jî pêkneanîna lêgerên alternatif, şêlukirina vê têgehê, di lêgerîna derveyî pergalê de nîşaneya dilsoziyê ye jî. Bêguman tiştekî bi navê derveyî pergalê mumkin e. Bes bila ji bo ceribandinê ew wêrekiya me hebe. Ev ji bo jinan, nexasim jî ji bo femînîstên ku bi dehan sal in utopyaya jinê xeyal kirine, rewşeke ku divê bi lezgînî têgihiştina wê pêş bikeve.
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê; bi nirxên jinê û pirsgirêk û çareseriya jinê ku femînîzmê ev berbiçav kiriye, nirx, danehev û ceribandinên jinên Rojhilata Navîn, Efrîqya, Rojhilata Dûr, Emerîkaya Latîn û gelek çandên cûda lêkolîn dike. Bi analîzkirina ceribandinên xwe jî, wê Jineolojiyê mîna zanisteke avakirina hebûna jinê, pênase û berdewamkirina wê pêş bixîne. Hebûna jinê ji ber ku civakî ye, ev zanist wê di heman demê de zanista jiyana civakî jî bihone.Ev pêvajoya avakirinê, di heman demê de wê bibe pêvajoya ku femînîzm ji bandor û sînorên pergala serdestiyê rizgar bibe û sîstematîka azadiya jinê ya alternatîf jî bê avakirinê. Di vê wateyê de Jineolojî, derçûneke nû ye. Û her derçûn alternatîfek e. Zanista jinê ku ji aliyê berfirehî û cewher ve wê bibe bersiva vê sedsalê, di heman demê de wê mîna zanista civakî jî pêş bikeve. Bi vekirina demarên femînîzmê yên marjînal mayî û xitimîne, li derdora jinê ji bo azadiya civakî ava bibe û were rêxistinkirin em dibêjin Jineolojî!
Tevî ku femînîzmê rastiya jinê berbiçav kiribe jî, ji asoyên demokrasiyên navend Rojava derbas nekiriye. Di bingeha vê de tam tênegîhiştin û jê derbasnekirina awayê jiyana kapîtalîzmê, diyarker e. Têkoşîna jinê heke ji modernîteya kapîtalîzmê xwe qut nekiribe, wê nikaribe azadiyê pêş bixîne. Pêdiviya civakê bi aqlê jinê û xwezaya wê heye ku bikaribe kapîtalîzmê red bike û jê re alternatîfan biafirîne. Ji ber ku ya bikaribe xwezaya civakê ya zêde texrîb bûye û hatiye qirkirin ji nû ve biafirîne xwezaya jinê ye. Ji bo jiyanê bide vê xwezayê û bi wê re jî jiyanê ji xwezaya civakî re bîne em dibêjin Jineolojî!
‘Divê tevgera femînîst bê gûman bibe tevgereke herî radîkal a dijberî sîstemê. Ji bo azadî û wekheviya jinê, ku ne tenê heyamên modernîteya fermî, lê tevahiya yên [heyamên] hiyerarşî û şaristaniyê wê di hemû tevnên civakî de di warên mejî (zihnî) û bedenî de kirine kole û wê bi awayê koletiya herî kûr dane xebitandin, xebatên teorîk ên demokrasiya wan pirr berfireh be, têkoşînên bîrdozî, xebatên bernameyî û rêxistinî û ya herî girîng jî çalakiyên xurt pêwîst dikin. Beyî vana femînîzm û xebatên li ser jinan, ti wateyek wernegirin, ji wêdetirî xebatên lîberal ên jinê ku hewl didin sîstemî rehet bikin.’
Ev xisûs û rexneyên ku Rêber Abdullah Öcalan balê dikşîne ser, em ji bo hemû jinên ji bo azadiya jinê dixebitin fêm dikin. Ji ber ku kemînên pergalê, zêdetir tevgerên jinê yên pêş dikevin mîna xetere dibîne û zêdetir lêdana jinan hedef digire. Heta ku têkoşîna pir berfireh neyê dayîn, tenê bi nêrîna rexneyî li ser pergalê, yan jî bi teorîkî dahûrandina pergalê ev kemîn nayên derbaskirin. Heta ev kemîn neyên derbaskirin jî azadiya jinan, heta ewlehiya jiyanê ya dinyaya me jî pêk nayê.
Jineolojî, di wê baweriyê de ye ku dînamîkên têkoşîna jinê yên gerdûnî û xwecihî hevdu bandor dikin. Di nav Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê de cîh dayîna têkoşîn û tevgerên jinê yên cîhanê, bi wan re dewlemendbûyînê weke rûmetê dihesibîne. Dîsa hemû berxwedanên di nav pergalê de jî dibîne û nirx dide wan. Di nav tevgerên civaka sivîl de, di nav malê de, li zeviyan, di fabrîkayan de, li partiyan, di tevgerên ekolojîk de, di qadên tendirustî û perwerdeyê de, di nav derdorên akademiyê de, wê çawa alîkarî bide têkoşîna jinên kedkar, her tim lêkolîn dike. Ji ber vê sedemê, li ser mîrata tevgerên jinê yên dinyayê û alîkarî û tevkariyên nû jê re peyda bike, ji bo di şexsê xwe de em xitimandina ku femînîzm û hemû tevgerên jinê dijîn derbas bikin; bi rêxistin û saziyên jinê yên dinyayê re dîdariyeke bi hêz deynin û ji bo pêngavek ber bi azadî û rizgariya jinê bidin avêtin em dibêjin Jineolojî!
Di jiyankirina vê kaosa ku di roja me ya îro de heyî, şansê guherîn û veguherîna gelek qadên bi pirsgirêk û bûyeran jî zêde dibe. Di vê rastiya kaosê de ger em tevgerên jinê, ronîbûn û rêxistinbûna pêwîste çêbikin, biafirînin; ji bo feydeya azadî, aştî û edaletê em ê pêngavên xurt bavêjin. Bi nirxên me yên ku bi hezaran salan, bi berxwedanî û têkoşînên zehmet kom kirine, em dikarin ji krîzên heyî şiyarî û rêxistinbûneke mezin, di asta bikaribe şoreşên jinê bi ser bixe ava bikin. Di her asta dîroka civakî de, di jiyana ku li dorhêla jinê de ye em dikarin dinyayeke nû biwelidînin.
Di roja me ya îro de, di jiyanê de ti şensê pêkhateya teorî û paradîgmayên ku azadiya jinê nabînin û hurmetê nişan nadin, tune ye. Em bi dinyayeke ku azadî û berxwedana jinê nas dike re rû bi rû ne. Ji ber ku me hê tam bi ser nexistiye, bi deshilatdariya nêr re di nav şerekî bê aman de ne. Ji bo em qezenc bikin, divê em cinsê xwe ji nav lepên kapîtalîzma dike mal, paşverûtiya feodal û olî, rizgar bikin. Serkeftina me ji vî şertê bingehîn derbas dibe ku em dev ji exlaq, hezkirin û çanda zewaca mêrê serdest berdin. Ji bo temamkirina hemû erkên me yên nîvî mayî û bi ser xistina wan, bi tevgerên femînîst, bi jinên azadîxwaz ên di zemînên cuda de têkoşînê dimeşînin û tevgerên azadiya jinê yên gelên cûrbecûr re avakirina rêxistineke hevpar û ji bo “bi çoş û raperîna mezin a jinê, qezenckirina doza bi rûmet a gelan” em dibêjin Jineolojî.