Ji Bo Dijderketina Cinsperestiya Ku Bîrdoziyeke Desthilatiyê Ye Jineolojî…

2021-02-13 bîrdozî

ÇIMA JINEOLOJÎ….

JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ..
Rêber Abdullah Öcalan tespîta; “Ji derketina hiyerarşiyê ve, mîna bîrdoziyeke desthilatiyê wate li cinsiyetparêziyê hatiye barkirin.” dike, di heman demê de dibêje “Jinelojî, dibe ku bibe derçûneke bingehîn”. Em van her du ‘derçûn’an gelo weke dijbertiya diyalektîk û çareseriya diyalektîk dikarin bigrin dest? Yek jê, bûye bîrdoziyeke ku pênc hezar sal in ji hemû desthilatiyan re bûye xala derketinê. Bîrdoziyeke ku jinê bi her aliyî ve aniye ber deriyê tunekirinê. Bi bîrdozî jî aniye ber qeraxa qet tunebûnê. Ya din, derçûneke ku soz û qerara lêkolîna tevahî texrîbatên vê bîrdoziyê dide, li hember van texrîbatan azadî, aştî, hezkirin, dad, xweşikî û avakirina dinyaya jinê ya ku xwe dispêre gelek nirxan îdîa dike. Di sedsaleke ku cinsiyetparêzî tê de îflas kiriye, em dibêjin Jineolojî. Di serdema ku ew hetikiye de ‘em dikarin bibin derçûneke bingehîn’.
Bîrdoziya cinsiyetparêzî ji hemû mêran re ji bo jinê, mafê kuştinê jî tê de bêsînor mafan dide. Di vê rastiya sosyolojîk a dinyaya me de, em bi van mêran re ku van mafan bêsînor, her roj pêk tînin dijîn. Wê demê em dikarin behsa kîjan azadiyê û jiyanîkirina kîjan nirxên jinaniyê bikin? Di rastiya têkiliyên ku piraniya wê destdirêjî, destavêtin, êrîşkarî, heqaret, bêhurmetî ne, em ê hezkirin û evînê li ku derê û çawa bi cî bikin? Birastî jî şoreşeke jinê ku em li ser vê rastiyê ferz bikin tune ye? Bersiva me ‘Heye!’
Ji bo cinsiyetparêziya civakî bi berfiherî were dahûrandin û derbaskirin, jiholê bê rakirin, ji bo em hesabgirtina pênc hezar salan bi ser bixin, em dibêjin Jineolojî. Di serdema me de, bi qasî ku di ti merhaleya dîrokê de nebûye, jin bi pirhêlî mîna amûra kedxwariyê tê bikaranîn; mîna ‘mêtingeha destpêkê û ya dawî’ di ‘kêlî’yên pir zehmet de derbas dibe. Bi hezaran sal in jin bi bîrdozî tê tunekirin, di roja me ya îro de bi biyolojîkî bi awayekî bipergal tê tunekirin. Hebûneke ku were bêqîmetkirin, bi xwezayî, tu maneya wê ya ku hebûna xwe berdewam bike jî namîne. Ji bo hebûn û heyî kirinê, li hemberî tune hesibandina bîrdozî û tunekirina biyolojîk Jineolojî!
Bi bîrdozî tunekirin, weke pêvajoyeke encama bîrdoziya cinsparêziyê hat xebitandin û pêşxistin. Ev tunekirina bîrdozî, yek ji sûcên mirovahiyê ya herî mezin e ku li hember jinê hatiye kirin. Di heman demê de, yek ji sûcên fikrî yê herî mezin e, dîrokeke wê ya pênc hezar salan heye. Di afirandina vî sûcî de, bi dorê û di nav hev de, bi piştgiriya hev û li dû hev; mîtolojî, ol, felsefe û zanist hatin bikaranîn. Hemû mirovahiyê jî kirin hevparê vî sûcî. Di hişê tevahiya mirovahiyê de –piraniya jinan jî têde- gelek bawerî û fikrên şaş çêkirin ku jin, lawaz e, cinsê duyem e, heta nemirov e jî, ji zayînê ve gunehkar e, her tim divê bi tundî û pêkutiyê were terbiyekirin û hwd. Ev, di heman demê de sûcekî exlaq û wîcdanê ye ku mirov dixapîne. Niha ji bo em ji van sûcan hesab bipirsin û yên tevlî vî sûcî bûne paqij bikin em dibêjin Jineolojî.
Têkoşîna hebûn û avabûnê ya bîrdozî ku bi salan e em li dijî tunekirina bîrdozî didin, ji bo em tunekirina bîrdozî bi tevahî ji holê rakin, divê em pêşve bibin, berdewamî bikin. Ji ber vê sedemê jî divê em hesabê ji hemû hevkarên vî sûcê tunekirina bîrdozî bipirsin. Mîtolojî, bi kîjan argumanan û çawa me bi awayê îdeolojîk tune kir? Ol, vê tunekirinê çawa dewir girt û berdewam kir? Piştre felsefe, piştre zanist çawa dewam kirin? Îro, sûcên her çar qadan çawa ketine zik hev û qat bi qat bûne û li kîjan qadan dewam dikin? Bi hezaran pirsan divê em van sûcan derxin holê û ji wan hesab bipirsin. Ji bo ku li şûna vê, bi qasî nan û av pêwîstiya me bi awayê îdeolojîk xurtkirina hebûna xwe heye divê em Jineolojiyê pêş bixînin.
Xwe bi gurçûpêçkirin û rojane kirina hemû nirxên xwedavendiyê em dikarin ji mîtolojiyê hesap bipirsin. Hesapdîtina bi olan re ku jinê weke tiştekî nahesibînin, bi rêxistinkirina hêza îmana dilê jinan ên ku bê berjewendî bawer dikin, dikarin pêk bînin. Hesabdîtina bi felsefeyê re; bi derbaskirina aqlê desthilatdar ê mêr felsefeya Yewnan a ku dibêje ‘jin, mêrekî ku kêm hatiye afirandin e’ û li ser aqlê Rojava û dinyayê serwer e, em dikarin bikin. Hesapdîtina bi zanistê re em dikarin bi bawerî, wêrekî, zerafet û aqlê Hypatîayê xwe bixemilînin û bikin. Destnîşankirina Rêber Abdullah Öcalan ya ku dibêje; “Mirov jinê, ji aliyê fizîkî, ruhî û zîhnî ve xurt bike, ev belkî jî hewldanên herî hêja yên şoreşger in. Di çanda Rojhilata Navîn, ku demekê ji çanda xwedavenda dayîk re navendî kiriye de, jinê dîsa gihandina hêza wê ya bi nirxên civakî yên pêşketî serbixwe biryardayîn û tercîhkirinê, tevkariyê dayîna vê, lehengiya azadiyeke rastîn pêwîst dike.” wêrekiya me ya di vê mijarê de mezin dike.
Ji bo ku jinê, heta bibêjî bênirx, bêfeyde, bêaqil, bizirar û xeternak nîşan bidin û hemû civakê bi vê yekê bidin bawerkirin, bi hezaran salan e tundî û amûrên bîrdozî di nav hev de hatin bikaranîn. Di encam de vê veguherandin bawerî û çandekê. Rêber Abdullah Öcalan, ji vê pêvajoya ku di çanda Rojhilata Navîn de bi vegotinên mîtolojîk hatine pêşxistin re dibêje şoreşa dijber a şikandina cinsî ya yekemîn. Ji pêşketinên di dîroka olên yekxwedayî de, li derdora jinê hatine pêşxistin re jî dibêje; çanda şikandina cinsî ya mezin a duyem. Çanda şikandina di dema mîtolojîk de û şoreşa dijber, di rengê fermana xweda de dibe qanûn. Ev pêşketin hemû, bingeha xwe ji îdeolojiya cinsparêz a ku weke îdeolojiyeke desthilatiyê tê jiyîn digirin. Rêber Abdullah Öcalan bi gotina; “Dirûşmeya me ya ji niha û pêve şikandina cinsî ya mezin a sêyem li dijberî mêr pêkanîn e. Bi şikandina cinsî ya mezin a sêyemîn, divê cî bide meşeke mezin a bi jinê re, ji qenciya jinê re, ku li dîroka wê tê. Rabûnên ketinên mezin jî mezin in. Li ser vî esasî, ger em weke mumînên oleke nû ya xwedavendê nêz bibin, em dikarin bigihên dayîktiya pîroz a hatiye heqkirin û jinaniya evînê.” di heman demê de îfade dike ku armanceke din a Jineolojiyê, dijberî mêr avakirina şikandina cinsî ya sêyem e. Ji bo em şikandina cinsî ya mezin a yekem û duyem û tevahî bandorên wan, tiştên ji me birine û em ê wan çawa paşve bigirin û şikandina cinsî ya sêyem divê çawa ava bikin, nîqaş bikin û jiyanî bikin em dibêjin Jineolojî!

Pirtûk

Nivîs