Ji Bo Parastineke Cewherî Ya Têk Naçe

2021-02-15 antîmîlîtarîzma

ÇIMA JINEOLOJÎ….

JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ…
Ji bo xwirtkirina parastina cewherî û rewa ya jinê ku hatiye şikandin û lawazkirin her wiha ji bo kes nikaribe vê parastına cewherî têk bibe em dibêjin Jineolojî. Belkî jî beriya her tiştî, em Jineolojiyê weke zanista parastina cewherî û rewa fêm bikin, heye ku rasttir be. Di giştî xwezayê de mekanîzmayên parastina cewherî û hişmendiya wan jixweber e. Ev, di jinan de, tevî ku di despêka dîrokê de pir xurt bûye, her ku derbarê xwezaya wan de serwextiya wan hatiye lawazkirin, parastina wan a cewherî birînên xedar girtine. Ev pêvajo wisa bi xwezayî nebûn, jinan, jixweber û bi sernermî, bi koletî serî netewandin. Li gel şerên dijwar, bi amûrên zora bîrdozî û xapandinê hat pêşxistin. Jin êdî ne aydî xwe, ne aydî civaka xwe ne jî aydî xweza û gerdûnê bû, gav bi gav ji vana hate dûrxistin. Bi awayên cur be cur mehkûmî biyanîbûna jixwe hatin kirin. Biyanîbûna bixwe, jixwe hilweşandineke parastina cewherî ye, qirkirina wê ye. Her ku ev biyanîbûn zêde bû, kûr bû, jin jixwe dûr ketin. Bi înşakirina jina kole û teslîmbîyî, mêrê efendî û serwer, dewlet û deshilatdarî û li hemberî çekên van hemûyan, parastina wê gelekî lawaz û bêrêxistin ket. Di vê de aliyê herî li pêş, mêtina li ser jinê bû ku bi awayê zîhnî ev pêk dihat. Heman mîna gelan jin jî, bi kedxwariya zîhnî, yanê bi radestbûna îdeolojîk an jî bi têkçûnê, ji kedxwariyê re bê parastin diman.
Jin, xwedî potansiyel, serwextî û refleksên pir xurt ên parastina cewherî ne û vê ji xwezayê girtine. Kedxwariya zîhnî ji ber ku hemû van potansiyelan pûç kiriye, di jinê de, ji aliyê bîr û baweriya xwe bixwe ve lawazketineke mezin hatiye jiyankirin. Ev jî, yek ji xalên ku parastina cewherî tê de şikiyaye. Li ser vî esasî Jineolojî, ji aliyê dîrokî û rojane ve xalên şikestina parastina cewherî lêkolîn dike. Feraseta parastina cewherî û rewa ya jinê, refleks û ruhê wê, kengê, li ku derê û bi kîjan rêbazan hat şikandin? Ev şikestin, dinyaya civaka jin û mêr çawa birîndar kir? Gelo ev şikandin wê mîna çarenûsekê berdewam bike? Jin, wê feraset, refleks û ruhê parastina cewherî û rewa wê çawa jinûve bidest bixe? Jineolojî, di vî warî de wê bikeve dû gelek pirsên din.
Parastina cewherî, ji bo jinan pirsgirêkeke jiyanî û lezgînî ye. Eger ku di sedsala 21. de, me li bazaran weke koleyan dikrin û difroşin, koletiya sekse û fihûşê, ji aliyê mêr an jî malbatê ve kuştinê, di şeran de qetilkirinê, bi koçberî û bi birçûbûnê terbiyekirinê, bi erzanî xebitandinê û îşkenceyên ku li derveyî mirovbûnê ne ji bo me rewa tên dîtin, sedema vê ya herî bingehîn şikestina mekanîzmayên parastina cewherî ya jin û civakê ye. Ji bo ev mekanîzma jinûve û bi saxlemî werin înşakirin, hişmendiyeke xurt ya jinê girtin girîng e. Pêşxistina zanista jinê ya ku dîroka jin û civakê, rastiya civakê digire nav bergehê xwe girîng e.Li hemberî mîlîtarîzma şideta îdeolojiya deshilatdar, antîmîlîtarîzma li ser bingehê parastina cewherî pêwiste. Avakirina hişmendiya jinê û zanista jinê parastineke cewherî ye.
Ger hişmendiya cewherî ya jinan nehatibûya hilweşandin û ji kedxwariya zîhnî re ev qas vekirî nehatibûna hiştin; wê mekanîzmayên wan ên parastina cewherî ev qas lawaz nehatibûya kirin. Mirov vê rastiyê jî li ber çav bigire, beriya her tiştî divê jin, têgeh, teorî û saziyên xwe yên cehwerî yên fikrî ava bike. Parastina vana jî em divê di bin banê parastina cewherî de bibînin. Ne tenê di warê fizîkî de, di warê zanistî, fikrî de jî parastina cewherî pêwîst e. Rêber Abdullah Öcalan bi gotina; “Felaketeke bi qasî windakirina parastina cewherî ya civakê mezin, nayê fikirandin. Dewleta netewî, civakê ji zanist, huner û heqîqetê dûr xistibe û bê parastina cewherî hiştibe, ev, yek ji faktorên herî bingehîn a pirsgirêka civakî ye.” bi balkêşî îşaret li ser vê mijarê dike. Jin jî, di her qada ku bibînin civak û jin têde bêparastina cehwerî hatine hiştin, dikarin bi huner, heqîqet û dorfirehiya zanista jinê dest bavêjinê.Dikarin pêşbîniya karesatên ku li ser civakê tên ferzkirin bibinin. Felaketên li ser civakê tên ferzkirin êdî dikarin pêş de bibînin. Di nav hişmendiya parastina cewherî de Jineolojî, dikare bi ser hemû qadên ku civakê ji civakîbûnê derdixe ve biçe; derketinên alternatîf, çare û çareseriyên berfireh pêş bixe. Ji hemû nirxandin û lêkolînên di qada zanistê de hatine pêşxistin û ne bi nêrîna jinê re ne dikarin bersivan ava bikin. Zanista jinê were avakirin, bi qasî ku zanist exlaqî be û girêdayî heqîqetê be, ji aliyê ku zanist were demokratîk-kirin û demokratîk bimîne ve jî xebateke parastina rewa ye. Jineolojî, di civakê de wê bi akademiyên jinê, van xebatan rêxistin bike.

Pirtûk

Nivîs