? JIN ÇI YE? JINEOLOJÎ ÇI YE

2021-02-16 jin

JI PIRTUKA DESTPÊKEK JI JINEOLOJÎ…
Ji bo fêhmkirin û çareseriya pirsgirêkên li dorhêla hebûnê, pênasekirina hebûnê, diyarker e. Ger ku pênaseya me baş nebe, her rêya ji bo famkirina hebûnê û çareserkirina pirsgirêkên wê, ji destpêkê ve wê şaş be. Pênaseya rast a derbarê hebûnê de, me digihîne heqîqetê. Bi taybetî jî heke zanista vê hebûnê bê kirin, pênaseya saxlem, baş, wê bê wateya hîmekî baş. Tiştekî pênaseya wê tune be, em nikarin zanista wê ava bikin. Ji bo Jineolojiyê jî ev rêzik wiha ye. Heya pênaseya ‘Jin’ê baş neyê kirin, ‘Jineolojî’yeke rast wê pêş nekeve.
Li dinyayê di bingeha krîzên esas de, bersivên ji vê pirsê re tên dayîn an nayên dayîn, yan jî bi şaşî, bi fikreke sabît û çelexwarî tên dayîn, bi roleke diyarker radibin. Hebûna jinê çi ye, çi nîne, jiyan û civak çi ne, çi nînin diyar dike.Ya rast pirsa; ‘Jin çi ye?’ tê wateya pirsên ‘Jiyan çi ye?’ û ‘Civak çi ye?’ Di dîroka mirovahiyê de, di jiyana civakî de rola jinê, hema bêje di beşeke ji sedî ۹۸’an de di asta pêşengtiyê de diyarker bûye. Ev demeke wisa nîne ku bîra civakî bi hêsanî ji bîr bike, tune bihesibîne. Di roja me ya îro de jî têkiliyên jin, jiyan û civakê ew diyardene ku hevdu bandor dikin û diyarker in.Asta bandorkirina jinê li ser her du diyardeyan hewce nake ku nîqaş jî li ser bê kirin. Çi li ser esasê rast dibe , çi yê şaş. Çi bi vîna wê ya cewherî dibe, çi jî weke amûreke pergal bikar anîna wê. Di encam de jin, mîna hebûnekê, di jiyana civakî de di rola kilît de ye. Ê baş e “Jin çi ye?” “Bi Ontolojîkî çi îfade dike?” “Xwezayeke jinê heye?”. Ev pirs, ji demên zîhniyeta mêr a desthilatdar û bi destê saziyên vê deshilatdariyê ve ji dema têk birina jinê û heta îro pirsên herî dijwar û sotîner in.
Û, ji wê rojê ve “hebûna ku mêr derbarê wê de herî zêde derewan li hev aniye jin e” Jin; di mîtolojî, ol, huner, felsefe û zanistan de ku aqlê mêr ê desthilatdar wan afirandiye her tim bûye hebûneke him xofê, him jî ruxmî jinê bi pênaseyên erzan ên bîrdozî hatiye nasandin. Heta nîqaşên heye yan tune ye, ruhekî wê heye yan na, mirov e yan na jî pêş ketine. Dema em hebûna jinê di nav Jineolojiyê de digirin dest, em di ferqê de ne ku pêwîstiya vê qadê bi lêkolîneke pir berfireh û cidî heye. Jineolojî, her ku bi hemû qadên xwe ve pêş bikeve, derbarê jinê de em ê bigihîjin agahiyên ontolojîk ên baştir. Bi etîmolojîkî vê mijarê ji peyva jinê bidin dest pê kirin û bi ontolojîkî jî maneya jinê bi lêkolîneke nazenînî, hûr û kûr destgirtin pêwîst e.

Bi Zimanên Cuda Jin
Hebûna jinê ku tune tê hesibandin û di hêla wate û manewiyatê de daxwaza ji holê rakirin û înkara wê heye, em baş jê serwext in ku bi nav lê kirinê dest pê dike. Li gorî vê bergehê, di ferhengên Tirkî de jina ku mîna; ‘ji cinse mê ya kamilbûyî, dijbera mêr an zilam’ tê pênasekirin, em dikarin lê binerin bê di zimanên din de çawa hatiye bi nav kirin.
Di kurdî de; Jin, bi zimanê Hurî; Aşt, di zaravayê Dimilkî de Cin (piraniya wê cenî), bi zaravayê soranî Afrat, bi Sumerî Nîta, bi Farisî Zen, bi Ermenîkî Gin, bi Rumî Gyme, bi Elmankî Frau, bi Latînî Femîna, bi Erebî Mer’e (piraniya wê Nîsa), bi Frensî Femîna, bi Çînî Gyn, bi Yewnanî Gyno, bi Îbranî Îşşa, bi Tirkî Kadın (ji peyva Xwaten /hatun a gelê Soğdca ku bi kokên xwe Îranî ne.)
Di kurdî û hin zimanên din de koka peyva ‘jin’ ê û jiyan, xweza û azadî eynî ye. Bi kurdî jî, jîn, jiyan, şên, giyan, cîhan, cih ji heman kokê tên. Dîsa peyvên jîndar, jîndarî, jînde, zindî û peyvên jin û jiyan ji heman kokê tên. Peyva jiyanê di Sumerî de ti û tî ye. Bi Sumerî di maneya azadî de Amargî, tê maneya vegera dayîkê jî.
Bi Erebî jiyan ‘aîş’ e. Navê Ayşe ji vê kokê hatiye dariştin. Di maneya jiyanê de peyveke din; heyat jî dîsa peyveke mê ye û navek ji navên jina ye. Di Erebî de peyva ‘nîsa’ ku di maneya ‘jinan’ de ye û peyva ‘însan’ yanê mirov, balkêş e çiqas dişibin hev! Dîsa bi Îbranî dijberî zimanên din peyva ‘îşşa’ di maneya mêr de ji ‘îş’ê hatiye dariştin. Bi vê peyvê jî mirov dikare bibîne ku zîhniyeta mêr a desthilatdar, di ziman de çiqas bi sazî bûye. Bi Îspanî peyva ‘la vîta’ yanê jiyan jî peyveke mê ye. Bi Farisî peyva jiyan ‘zendegî’ û jin ‘zen’ ji heman kokê ne.
Bêguman girîng e mirov di gelek zimanan de vê lêkolînê pêş bixe. Lê bi qasî mirov bizanibe di her zimanî de peyva jinê ji kîjan kokî hatiye dariştin, ew qas jî bizanibe di merhaleyên cuda yên dîroka civakî de, nav û pênaseyên li jinê hatine kirin jî girîng e. Ji ber ku têgînkirin, nîşaneya, teyîsandina jiyanê ye û karekî gelekî grîng e. Jiyan çi be ziman wê nîşan dide. Her civak, di pêvajoyên beriya ku cinsparêziya civakî pêş bikeve de, ji bo hebûna jinê kîjan têgehan bi kar anîne û cudahiya di navberê de mirov lêkolîn bike, ji bo gihandina heqîqeta jinê wê gavên girîng bin.

Pirtûk

Nivîs