
RÊBER ABDULLAH OCLAN…
Estetîzekirina jiyanê, hîn zêde xweşik kirin erka hûnerê ye. Bi hûnerê însan li gor taybetiyên xwe gerdûnekê ava dike. Civak encax bi afirandinên qadên bingehên yên weke deng, wêne, mîmarî tê rêvebirin. Ma civakek bêyî muzîk, wêje, mîmariyê dikare were fikirîn? Hemû afirandinên di vê qadê de di wateya metafizik de ne. Ev afirandin jênevegerên berdewamiya civakê ne. Huner hema wek afirandina fikir ya metafizik, pêwîstiya însan ya estetîkbûyînê pêşwazî dike. Çawa ku însan bi bijareyên xwe yên başî-xerabiyê tevgerên xwe biwate dike, bi daraziyên xwe yên xweşikî-kirêtiyê jî tevgerên xwe yên hunerî bi wate dike. Wêje û huner can dide. Yekgirtina me bi van tiştan dibe. Qet nabe ku wêje û huner biçûk werin dîtin. Ji bo aştî û biratiyê rista pirê-cisrê dilîzin. Amûrên kêmkirina êşê ne.
Tê gotin ku “huner pêşiya demokrasiyê vedike”. Ev raste. Siyaset piştgiriya xwe ji rakişandinê digire, lê huner yek girtinê, biratiyê pêş dixe. Divê huner rista xwe ya pêşxistina demokrasiye bibine. Xebata demokratîk û xebata hûnerê karên pîrozin. Divê niha li ser hîmên şoreşgerane hîn zêde cîdî be. Divê bibin şervanên huner û çandê. Ev ziman zimanê pêxembera ye.
Me eyb û kirêtiya hezaran salan têk bir; egîdî, sebr û wêrekî derxist holê. Ev min şad dike, ez şerefa vê radikim.
Di nava civakê de spor an jî werzîş û huner jî di aliyê xebitandinê de êdî di xizmeta netew-dewletande veguherîne saziyên bibandor yên şerê sîxuriya ser civakê. Bi taybet jî çanda navdar û bernameyên werzîşî bi vê armancê bi zêdehî tên bikaranîn. Qadên seks, werzîş û hûnerê ji aliyê sermaya gerdûnî ve bi awayeke zanebûn bê naverok hatine hiştin, veguherîne saziyên sîxuriyê. Di encam de rê li ber bikaranîna herî bi bandor ya van tevgeran li hemberî civakê hatiye vekirin. Bi pêşkêşiya van nirxandinan bê gûman em bandorên van qadan û hebûna cewherî yên cinsel, werzîşî û hunerî mahkûm nakin. Eksî vê, ev qad ji bo selameta civakê li ser bingeha nirxên etîkê yên mezin di xizmeta civakê de werin nirxandin. Ev jî erka bingehîn ya şaristaniya demokratîk e.
Aliyên xwe yên estetîk, hûnerî pêş bixin. Uslûbên we bi qerpûşkin, weke sitiriyan tujin, bi vê uslûbê nayê jiyîn. Bibin weke helbest. Terzê min bi feraset, xweşikî û başiyê encam girtinê. Bi gotinê, bi vîna gel, bi ferasetê em hewil didin çareser bikin. Divê uslûbeke we hebe, uslûbekî herikbar, dahûrêner, bide vehesandin, nirxa vegotinê bilind be; hal û tevgerên we çareser bin. Sosyeteya bûrjûwa ev hertim kiriye malê xwe. Ji proleter û gel re jî ev hiştiye; tevgerên herî kirêt, tevgerên herî bi hemaltî; estetîka wê tine, erz û endam tine, uslûb tine. Çima? Ji ber sosyete an jî desthilat vê dikin. Ji ber ku dibêjin hertişt ji bo me ye û yên din ne tiştekin! Em neçarin şêweyên xwe yên ayîdên xwe pêşbixin.
Bi watebûna tekoşîna şoreşgerî, tekoşîna hîn bedewtir û pêşketitir wê bi zêdehî hêzê ji hûnerê bigire. Wê ne tenê bibe çavkanî, jê hêz girtin jî wê gelekî girîng be. Her wiha ser û binbûnên ku tevgera me rê ji wan re vekiriye, wekî din di vê eniyêde jî, di eniya hûnerê de, eniya çandê de gîhandina vegotinên rastî û destnîşankirin, dibe erka ku nayê paşvexistinê. Yên ku mezin jiyan nakin nikarin hûnerê bi afirînin.
Dikarin nûneriya kesayeta hûnera bilindiya jiyana nû û bijartî, xweşikiya wê bikin; nûneriya şeref û namûsê bikin. Jiyana azad jiyaneke çawa ye, kesayetên wan û qerekterên wan kîjan taybetmendiyên ehlaqî-polîtîk radigirin, çi jiyan dikin, çi jiyan nakin, vana hemûyan bi hevdûre û bi terzê xuluqkar bidestgirtin pêwîste. Pêwîstiya we ji romana van heye. Ma di mînakên şoreşên din de jî wisa pêşneketiye? Destpêkê jiyana ku xeyal kiribûn, kirine mijara romanan. Lê Mixabin hîn li gel me ev pêşneketiye. Vaye cardin hertişt tê li ser hestên we radiwest e. Hûn ji bo her tiştî dimirin û didin kuştin. Lê ew jiyana ku hûn dibêjin jiyana azad, hûnê wê jiyanê çawa bijîn xeyal nakin. Ma bi vî halê xwe hûnê çiqasî bikaribin huner û wêjeya me bikin? Dahûrînên ku ez dikim ji bo roman nivîsekî rast, di rastiya xwe de di asta çavkaniyên muezzam de ne. Di wir de ji qehremanan heya xayînan, ji tirsonekan heya arîstokratan, bi qasî trajediyên ku nehatine dîtin û bi dehan bûyer û kesayetên jiyan bûne hene. Ma kê ji we ev nirxandin? Çîrok û biranînên vê gelek tên kirin, wêneyên wê tên kişandin, resmên wê tên xêzkirin tên weşandin. Lê belê kanî ew xeyalên hîn mezintir yên sazûmaniya têkiliyan, pêşnûmeyên bêrîkirina têkiliyan, ew xeyalên we li ku man? Şoreş bixwe di heman demê de xeyalên mezin jî destnîşan dike. Xeyal û aso çiqasî fireh be, şoreş jî ewqasî pêşdikeve. Lê bi rastî jî ev tam xeyaleke? Na! Rastiyeke vê ya civakî heye. Ya ku maye jî di pêşnûmeya ku me amadekiriye de jî hem xeyal hem jî xalên ku aj didin çêbûne.
Di Kurdîstanê de heskirin jî hatiye qetilkirin. Ji xwe di gelek dev-zimanên dagirkeran de vegotinên “kurdên wehşî, navenda heskirinê tineye, tişteke bi navê heskirin û jêheskirinê nizanin, vana nizanin ji ber vê hunera heskirinê jî tine ye” dinirxînin û bi rastî jî wiha ye. Di heman demê de zîhniyeta dagirkerî di vê mijarê de jî rista qetliyamê lîstiye. Ji bo vê xebata vegotina çalekiya şoreşa me, çalekiya heskirinê ye hatiye pêşxistin. Rêya hezkirinê, terzê hezkirinê bi şoreşê re girêdayî tê bidestgirtin, çavkaniyên wê yên berbiçav derdikevin holê. Û hezkirin, rêzdarî wê çawa pêşbikeve, wê bi çi re girêdayîbin, çawa were pêşxistin derdikeve holê. Bingehên azad di vir de wateyeke gelek girîng destnîşan dikin. Di vê mijarê de cardin estetîk dikeve rêza pêş. Pêwendiya estetîkê bi ruh, fîzîk, zanebûnê re tê girêdan û wek aliyên ku însan xweşiktir dikin derdikevin holê.
Di wateyekê de dema em rastiya şerê xwe jinûve amade dikin, rêya hezkirinê ya ku bihêz dide şerkirin, şerê bihêz, bi têkiliya hezkirinê ya bihêz, kûr, berfireh ya jê re rê dide vekirinê hatiye eşkerekirin. Hest û hezkirinên destpêkê yên erzan hêz nedaye şer an jî ji wir û pêve wê bi awayeke jêneveger berbi paşketinê ve biçe. Heta wiha bi her awayî berbi tesfîyekarî ve biçe. Hatiye hewildan ku ev rastî derkeve holê. Û ev nêzîkatî xwedî nirxên gelek mezin in. Di Kurdîstanê de rêya gelek encamên girîng dane vekirin. Di kesayeta jin de derketinên mezin dane avakirin. Di nava malbatê de terzê jiyana berê hatiye hilweşandin. Di zîhniyeta zilam ya kevin de veguhertin çêbûne. Cardin di nêzîkatiyên jin yên kole yên berê de rêya veguhertinan pêş xistiye. Û ev dibe pêşketineke şoreşgerî ya girîng. Dibe pêşketina şoreşgerî ya şoreşa ku em jiyan dikin. Di rastiya xwe de ev tam dibe aliyên hunerî. Aliyê romanê ku pir zêde were bikaranîn jî eve. Di aliyê fîîlî de roman jiyan bûye. Bi daneyên xwe yên girîng jiyan bûye. Bi dawîkirina wê bi hêza pêşnûmeyan, bi xeyalên hîn zêdetir, bi azweriyan, vîn, ezîm estetîkê aliyên wê ku werin têrkirin hene. Em dibêjin ku pêşxistina van aliyan pir hêjane.
Dema hunereke muzîkê bixwe tê guhdarîkirin, di rastiyê de ji dîroka kurdan tiştek tê fêrbûn. Tu digihêjî heqîqeta wê. Di wê kêliyê de, ew beş bixwe ewqasî bibandor û hînker dibe ku tu digihêjî heqîqeta xwe bi xwe. Tenê bi zanistê gîhandina heqîqetê çênabe. Bi hûnerê, bi muzîkê jî gîhana heqîqetê pêkane. Çîrokeke Êzdî”yan (Derwêşê Evdê) dikare te bi heqîqeta te re, bi nasnama te re bide hevdîtin. Min çavkaniya strana ku Aram digot û ez jî gelek jê hez dikim dît. Berî zayînê ۲۰۰۰ salan ji Sûmeran tê. Ew huner ji dayikê hatiye. Yên me, bi hûnerê re eleqedar dibin, lê belê bi dîrokê re pêwendiyên wê nikarin çêbikin. Xwezka lêkolîn bikirana. Çima ew stran ewqasî min bandor dikir, niha ez li vê derê hîn baştir têdigihêjim. Ew huner ji berî niha 4000 salan tê. Ew nexşek ji Rojhilata Navîn e. Aram bilbilê Rojhilata Navîn bû. Bi Kurdî, Ermenkî, Sûryanî, Erebî û gelek zimanan digot. Di heman demê de Aram hozanê min yê şexsî bû. Di demên destpêkê de hîn li Enqerayê di radyo de min dengê wî bihîsti bû. Dema cara yekem li Enqerayê min Aram Tîgran guhdarî kir min gotibû; “divê ev deng nemire, hertim azad bimîne”. Piştre min ew nas kir. Penasayên min yên wiha pirîn caran çêbûn. Ji bo Aram gelek caran nirxandinên min yên pir kûr çêbûn. Encax xweşikbûneke wiha ji vî dengî biteyisiyîsiyana. Dikaribû ji jinekê jî bi teyîsiya. Dikaribû ji tiştekî din jî. Xweşikbûn tiştên ayîdê hûnerê ne. Dengê Aram dengê Dawudî bû. Dengekî sehl û bi tebat bû. Wî dengî ez birim berbi Kurdîstan ê. Ev deng namirin. Ji bo Aram nikarim bibêjim mir. Ji bo Aram dibêjim şehîd, ew bêmirin bû. Ji ber ku bi zêdehî tekoşîn jiyan dikir. Bi kelecan bû. Ji ber vê dibêjim ew şehîdê mezin e. Ji bo min Aram nemiriye, ev deng namir e. Jiyaneke wî ya bi şeref û tekoşervan hebû. Ji hunermendên din re bibêjin, bila bîranîna wî bi zêdehî bidin jiyîn.
Ji jinan re jî bi taybetî vê dibêjim; zilam, mêrê herî baş jî bin, evîndarê herî baş jî bin, tu caran destûrê nade te. Bi Manî re girêdayî helbesta ku min berî niha behs kiribû bila bixwînin û binirxînin. Bila berhemên hunerî yên nû pêşbixin. Bînin warê şano û leyîstokan. Bi ya min be ji wê lîstokek bi qasî ۵۰ rûpel dikare bê derxistin. Di wir de hevokek wiha heye, wek halê heyî ez dibêjim;
Te nivîsand, nivîsand nexwendin,
Te got
Wan tişteke din famkirin,
Wan di vê cîhanê de
Wekî din jiyan kirin.
“Di vir de ez xwe dibînim. Ez van risteyan jî diyarî herkesî dikim.”
Divê di mijarên jin û êş, jin û dad, jin û azadî, jin û hûner, jin û xweşikî de nîqaş bên kirin, bibin pirtûk. Min behsa hevpeymana civakî kiribû, ez bawerim ew çêkirine, kirine pirtûk. Jina xweşik, jina wêrek, jina bi vîn dikare cîhanê fetih bike.